Mithrayîsm ji Kurdistande Gihîştiye bibe Baweriya Navnetewî

mythros

Li Hindê, Mitra Xudeyê rojê bu an yê hevaltiya xwe bi rojê re nîşan dide bu. Li ba ariya (Kurde) jî Xudeyê başiyê ye, yê durustiyê dide ye, xawşiyê û xwerina zangîn dide ye. Wî agir daye (diyarî kiriye), numêjkirina ji bo wî mirov ji guneha azad dike, ji nexweşiyê azad, dur dke. Barê wî dura pirtir, weku yê leşkerî dibe. Lêkolînvanekî Hindî bi navê Sravastavas dibêje; “barê wî yê leşkerî di Avestade jî û di Rig-Vêdê de jî li taliyê eşkere pêşde çuye. Wî Cîhan çêkiriye û ew çavdêrê ser hemu kariye. Ew keşeyê pir taybete”.
Weku gelek Xudayan jî Mithra ronahiye û hêza di paş rojêde ye. Li Babyloniya Mithra bi Shamash ra buye yek, ew jî Xudeyê rojê ye. Matthew Henry di sedsalê !8 an de jiyaye, û weku welgêrê Încîlê jî karkiriye, dibêje; Mithra, Xudeyê rojê û Xudayê, padîşahê Assyriya Shalmanneserê V buye û Xudayê Cyrus buye, yê ku Babylon şikênandiye û Cyrus li demê ku Cihu surgunkirî bune û li Babylon ew dîl girtî bune. Wan jî ew weku rizgarker, Messiah, weku kristus dihejmartin. Di rastiyêde jî li vir hin (gelemperkirin) ê jî didin xuyan ango Cihuya gotine ew Beele an Baale, yê ku Xudeyê Phoenicia û Kanaaniya ye. Xudeyê rojê ye û ew weku Xudeyê Babyloniya Marduke, ango (Mar duxêye weku hin dibêjin), yê ku hem Jupiter weku erd temsîl dike ye û hem Xudeyê rojê ye. Lê giringiya wî ji bi kar hênana navê Mithradetes jî diyar dibe ango ew (rastiya Mithra ye) wisa ew nas dibe.
Ta di demê Artaxerxes de ew (lawê Deriusê II), Mithraism bu baweriya rêvebiriya Persa (Farisa) jî. Ji ber ku li wê demê hewceya Farisa gelekî bi Kurde hebu ji bo şerê bi Younana ra bikin û xwe gerandibun ser baweriya Mithra. Ji bo ku Kurd ti gumana li ser hevaltiya wan nebin. Lê piştî Faris ketin (şikestin), ew li asiya biçuk berdewam li nav Kurde ma. Ji ber ku ji berêde jî ew baweriya wan bingehînî buye, baweriya wan ya giring buye. Seleucid yê di pey Alexandirê mazin ra hatî, ji Xudayê Ronahiyê, ji Mithra ra numêj dikir. Ji gorna an ji mezelê Antiochus Epiphanes li Comagene jî diyare, ew buye baweriya mala Padîşaha û ew li ser çiya yê Torosan yê li newalê çemê Furat dinihêre, weku taca wî û çovê wî heye û ew destê Mithra yê rastê dihejîne. Antiochus Epiphanes (215-164) p.z jiyae, navê wî yê kevin jî Mithradetse.
Hin debînin nêrîna Herodotus ku Mithra Aphrodite jî, çewte. Ji ber ku Mithra mêre ango (nêre) û Aphroditê Mêye (jine). Lê hina dîtine ku Mithra du-cinsîye, Bell dibêje, “Mithra hem Xudêye (mêre ) û hem Xudaya (jine)”. Simone Weil gotî “ew Xudaya jin ya Ariya ye û ew weku heşmendî di pirtûkê pîroz yê Israel? De piştî durkirina bo Babylon hatiye”. Mithra dibe pirkarî ye jî, ew baweriye, wekheviye, Asimane (Çerxe-gerdon e), Xudeya dayîke û herwiha Xudeyê rojê ye.
Hin debînin ku Mithraismê ji zaniyariyê Çerxê (gerdonê) ya Babyloniya û Chaldeaniya gelekî vexariya, lê ev nêrîna bi ya min, temam wendekirina xwendevane an (yê dixwînê) ye: Li nik wê jî di pirtuka min ya bi navê (Reş û Sipîda) li sere Babylonya û Chaldea bixwîne ji bona ku tu wan nasbike, ew kîne? Û ji ki hatine? Zaniyariyê Çerxa gerdonî yê di Mithraismê da û yê li ba Mediya hebyne bi temamî ji zanebunê berê li Continue reading “Mithrayîsm ji Kurdistande Gihîştiye bibe Baweriya Navnetewî”