Çanda Uruk û Jemd Nasr

uruk

Ev jî çandeke gelekî kevine, bi temenê xwa digihê 4000 salê berî zayînê. Ev  çand temamkirina an jî berdeamiya çandê ji berî wanine. Çandê ku me dîtin weku ya girê Halaf û ya girê al Ubaid. Helbet gelek cihê din yê çandê bi pêşda çune li Kurdistan hene. Ew jî gelekî hêjayî xwandin û naskirinê ne. Yên dixuyên wan hemiya bihevra rol û dewr leystine heta ku vê çandê me gotine û em dibêjin derkevin pêş.  Nuha jî emê li ser çanda Uruk û jemdet Nasr temam bikin. Navê Uruk …………..wateya pîroz bi zimanê Sumerî dide. Uruk 250 km li Başurê Bagdadê dikeve, li ser çateke kevin ya ava Furatê hatiye girtin. Li destpêkê ew bajarê herî mazin yê li Sumer buye û dibêjin ji salê 5000 b.z da jî xelk li wir hebune. Mala Xuda Anu li wir hebuye û ew mal ji Xuda ya jin Inanna ra bikardihat an jî ya paşê navê xwa dibe Iştar û istêrka sibê nîşana wê ye.

Uruk li du asta bajarekî giring bu, li asta Olî û li asta zaniyariyê. Ev tişt bi hezara tabloyê heriyê yê lê hatine dîtin radixine ber çavan. Gelek ji wan digerin ser nivîsa destpêk dor 5000 sal b.z. û vê karê nivîsê rola Uruk li ser pir mazine. Uruk û  Jemdet Nasr du bergehine, ev nav bi fermî li ser demê 4000 b.z da hatine gotin  û ew li pey çanda girê al Ubaid hatine.

Demê Uruk demê destpêka bajarvaniyê li Mesopotamya ye. Wan çandeke temam afirandiye, ji berî desthilatiya Sumerî destpêbike. Dibêjin jî serbixwayî ya vê çandê li hin ciha ne pir diyare. Lê ew mazintirîn danîştgeh buye û avahiyê pir giring lê hebune. “Ev rastiyeke ku yek bêje Uruk bajarê Mesopotamya û yê cîhanê yê yekeme”. Ev di nivîsa bi navê “Atlas Tours da” wisa hatiye. Adrêssa wê jî eve, webmaster@atlastours.net, Adeeb Rantawî 1997-2013.

Uruk ji destpêkê da ji du ciha da çêbuya, Kullaba û Eanna û bajar ferehbuya, heta 80 hektar erd girtiye. Dura dîwarek ji 9,5 km li dora bajar hatiye girtin ku di hundurê xwa da 450 hektarî digre û 50,000 mirov lê dijiya.

Demê “Jemdet Nasr” ev dem jî bi ser demê Uruk va têye hejmartin. Lê li vir gavine pir lez û giring hatine avêtin. Ev bergeha dem ji 3500-2800 b.z ye. Lê demê gulvedana wan yek kane bêje di nêv 3300-2900 b.z da ye. Li vir li vê demî nivîs bi fermî dertê û jiyan ji demê berî dîrokê dikeve demê dîrokê. Cihê wan jî weku cihê bajarê Uruk ji demê çanda al Ubaid da hebuye, jiyan lê çêbubu ango bi hindikî ji 4000 sal b.z. destpêkiye. Li vir piştî demê Uruk çêkirina qarmîta gelekî bi pêş ket. Wan goşê firaxa jî bi zanebun diyardikirin.

Heta hin dibînin jî ku gereke, cudahî nekeve nêv demê wan û yê Uruk û bi serhevda ew herdu weku yek dem bêye hejmartin. Ne gelek diyare kengî Uruk temam buye û nejî çawa û kengî Jemdet Nasr destpêkiriye.

Wateya jemdet Nasr, girê biçuk yê Nasr  dide. Nasr jî navê Şayxekî yê ji sedsalê bîstan da ye. Cihê gir li erdê nîv xaliye. Ew gir bi xwa jî ji du gira ye, girkê A û B ne. A ji 160 m bi 140 m ye, bilindiya gir 1,5 m. lê girkê B li bakurrojhelatê girkê A ye, lê ew ji 350 bi 300 m pêktê. Bilindiya wî jî 7,5 mitrine. Li vir modêlê qarmîtê Uruk ji salê 3500 b.z jî dîtine. Li taliya salê 4000 b.z girkê B ji runiştvana hatiye dagirtin û ew hîn baş jî nehatine sekirin.

Di sala 1926 da Stephen Langdon wir sekiriye û ew professorê assyriologiyê li universîtêya Oxford buye. Li sala 1928 jî ji aliyê L.Ch Walten da hatiye sekirin. Lê wî jî cihê ku Langdon lêgeriye ew jî lê geriya ye û ti tiştê berbi çav nîşan nedane. Li sala 1988-89 arkaeologê ingilîz Roger Matews, lêsekirin kirin û li ser girkê B avahiya mazin sekir û dura karê giring dîtin.  Continue reading “Çanda Uruk û Jemd Nasr”

Advertisements