Mag û Magizm

[[ Ru 56 ]]

Pêwîste mirov zanibe roleke magan ya gelekî mazin û bingehînî hebuye. Lê mixabin, Kurd hê ji demê der dorê xwe girtîde azad nebune, ku bi gavê mazin herine pêş. Magîzm mirov kare bêje sînurê jiyana kevin û nuh ne, sînurê ramayên kevn û yê nuh ne. Wan ideê kevin û nuh gihandine hev û bingehê baweriyên nuha hene demezrandine. Lê mîstîkîzma Cihutiyê û Xiristîyanîtiye mafê wan bi carekê wende dike û ji ber bê xebatiya me jî nuha em hema berbe paşde çunê dizîvirin.

 

Megan idêya xêr û şer derhênane û ew bingehê filosofiya Kurda ye û Hîmê fîlosofiya cihaniye. Bi vê ramayê bingeh ê Zerdeştiyê jî hatiye danan. Herwiha Mithra jî weku Xudeyê arîkar ji Ahura ra ye û carna jî ew bixwa ye. Ji wî de jî Mithraism peyde dibe û ew jî bingehê Xiristîyanîtiyê ye. Gelek ramayê Magan di Cihutiyê de jî cîh digrin û Cihutî li ser, Magîzmê û ramayê hin faraouniyên Misrê ava dibe.

 

Ramayên bingeh yê Magîzmê li ser hêza xêre û li ser hêza şere, ahuras û deevas ( ahura û dêw). Wan ev hêz herdu bi wek hevî rumet daniyê, jêre rêz girtne û qurban (gorî) ji herduya ra pêşkêş kirine. Dema Zerdeştê paşin hatiye, Zerdeşt ramayê Magan pêşî ragirtine û jêre gotiye erê û wisa ew di Mêdiya de maye û cîh girtiye. Lê piştî demekî Zardeşt bi ramayê xwe berbe yek buna Xude çuye ji dualîsmê dur ketiye, tenê rêza wî ji Ahura Mazda ra maye. Xude yê şer (Angra Mainyu-Ahrîman) ji baweriya xwe avêtiye, dibe ew li bin bandora an şunpêya Cihu û Cîhuzmê be, yê li pey demê surguniyê li Media (Kurdisatan) gelek bune? Mega bi rik û (israr) baweriya xwe ber nedene û her rêz ji bo herdu Xudeyanra giritine. Di bin tesîra Cihuyên ku surgun bubun Mediya da yê bi taybet li bajarê Medî Susa û Raghayê pir hebune wan hin ji Kurde jî bi nêrînê Zardeşt ê paşin bibawer kirine û wan civateke nuh, enyeke nuh ji civata Media derhênane.

 

nav û hin nasbun

Magi; bi latînî ji piriya (pluralê) gotina Maguse, bi Greekiya kevin jî Magos tê gotin. Bi ingilîzî eger yek be, dibe magian, mage, magîzm an jî (Magusaean) tê. Ev navkirina paşin bi hindikî ji sedsalê 4 b.z da bikartê.

 

Magi kîne? Miletê Arîyana Vaeja ne! (Ew cihê ariyan yê herî pêşine). Wan magê xwe wendekirin, eger na, wan kanîbu ji mera bêjin çi buha ji rama û îdeê Greka û Cihuya ra têde hebune. Ji ber ku van kesê em dibêjin tenê tiştê xizmetê miletê wan dike û xizmetê berjewêndîyê wan dike, gotine û helgirtine. Netewa Arîyana Vaejah jî, beyî Magê xwe yê lêkolîner gelek ji zanebunê xwe wendekirin, li herêma me ya rojhelata navîn û li dervayî herêma me jî.

 

Mag-ush, wateya, ewê zanebuna fêrdikin dide. Mag, dibêje, numêjê dike, hewildide. Ush, zanebune, huşiyariye, huşiyariya rohiye, olîye. Dema Jesus lawê Mariam dibe, sê mirovê heşmend an sê padîşah an sê Mag dibe? Ewê bavpîrê Mediane (Kurdene) û belkî farsek bi wateya teng jî hebuye, diçin Ursalêm (Qudus) ji bo (Jesus) nuh buye pîroz bikin, Çima?..

 

Kurd û miletê Iran yê ji Kurdeva nêzîk, xudiyê şaristaniya herî kevin ya mirovatiyê ne. Wan ola xwe baweriya bi Xude Mitha dibêjin ji 9 hezar salê b.z de destpêkiriye û jera gotine ola Mitra an (Mehr). Di filozofîya Kurd de, Xude ne weku mirove. Lê Xude hêze, Xude weku rojê ye. Airîyana Vaejah jî carekê, bi rama Xudera derçu. General leşkerî Harpagus yê bubu serkêşê an serleşkerê sê padîşahê impêriya Media (Kurde), Magîzm wisa şirovekiriye:”Magi an (mag) weku mirovê zaniyariyê yê fermî bune, yê xwendina gerdonî (çerxa gerdonî) û zanebunê ola Mitra bune û di pêra jî xudiyê zanebunê ola Zardeşt bune. Wan zanebunê olî ji milet ra digotin. Ew di nav koma heşmende de û zanyarîyê keresteyî de bune û wan pêşeroja mirovan û pêşeroja erdê hewildidan.”

 

Wan zanabuna xwe ji herdu Olê me gotine dihanîn. Cîhan ji armanca du hêzê li hember heve. Hêza yekem ya Ahuramazda (ya Xude ye-xêre), wî cîhan çêkiriye, ew dixwaze mirov di aştiyêde bijî û erd bê parastin. Ji bo ku mirov birihetî, şa li ser vê erdî bijî. Hêza duyem, ya Angra Mainyu ye (ya şere), ew jî rêçikê nebaş (xirap) li pêşiya mirov dike. Ew hêza nebaş Auramazda rê dayê, rê jê re vekir ku heşê mirova biguhêre, ji bo karê nebaş bikin, bi armanca ku ew hemu tişta, keresteyê buha ji bo xwe kombikn.

 

Ev eşkere dike, Ahuramazda xwest, tecrîbeya mirovan darêxe, (bike). Eger ewê li pey Angra Mainyu bimeşin û xêr û xêrata ji kesên din bidizin. Ji bo ew bi teniya bi xweşî bijîn an na? Jêdera şera û kuştinê ji tîmayîya çend mirovê têrnabin tê. Ew xwe dikin (xwe xuya dikin) ew olderine û ew ji yê din an ji mirovê din zîrektirine. Ew xwe dixin komê Olî cihê û sazumanê polîtîkê û ew hemu tiştî dixwezin û dibin. Ew bi komkirina keresteyê buha (zengîn) dibin û dixwezin bigihên kapîtal (sermiyandariyê), hêzê. Ji bo ku hêza netewan û miletan konrtol bikin.

Başî, her (tiştê baş) di cîhanêde ji ba Ahuramazda tê, her tiştê xirap ji ba Angra mainyu tê. Dîroka mirovatiyê, dîroka bihevçunêye, dîroka Angra Mainyu û miletê li pê diçine û yê li pey zanebunê wî dimeşine. Wan cîhana Ahuramazda standine û gewirîne (nebaş kirine), şer û bihevçun ji bo berjewendê xwe peydekirine. Dema mirovatî rastiyê li ser vê hêza Angramayniyu bizanibe û ew çi dixwezin, wê demê cîhan wê li hember wan bibe yek û yê wan bicarekê wende bikin, biroxînin, ewên zaroyê şer.

 

Lê heta ew dem bê, mirovatî wê berdewam di şer û bihevçunêde be. Ew mirov an komê mirova yê karê şeytanî dikin, Ahuramazda berpirsiyariya wan ji bo şer daniye pêşiya wan û wan dibîne. Zardeşt jî bi yasayê jê re hatine wan dibîne. Ew dem wê bê, li gorî hejmartina Maga, ewê yasaya bidin hê ji dayîka xwe nebune, navê wan ”Saoşyantine (45).” Ewê bên ji bo Angra Mainyu û ewê xwe dikin, ew Olderine û başine, lê di rastiya xwede kehniya nerihetî û karê Angramaynuyîtiyê ne. Ewê wan bigrin û yê wan biruxînin, wende bikin. Wan kir mirovatî têkeve şera bihevra, têkeve ruxandina, êşa û işkenceya di demê dîrokîde.

 

Mirovê bi şabun û xweşî ji mirinê rabin, li taliyê, ew ji Angra Mainyu azadine û  ji şagirtê wî azadine. Evine, mirovê ku hebun û zengîniya cihanê jê re (ji bo) giringine. Angramaynu yê  kapital heldigrin, wê wendebibin û li taliyê milet wê bi jiyana xwe şabe û yasayê ji bo jiyana rast wê serdest bibin. Oldarê Zardeştî bawerine. Mirov an mirovatî di asta şerê hundirîn de ye, şerê başiyê û nebaşiyê de ye. Di demê Zardeşt da ew di şerê bi heftan ra, yê  bi vedibrusin ra bu, rohê xwe çu beheştê, li wir Xude Ahuramazda jê re xuyan bu û jêre got:” Min hêzeke dij çêkir, ji bo mirovatiyê ji nuhka berpirsiyar bike û ev hêz ya Aura Mainyu ye (hêza şere),” ew roh û alîgirê şere.

 

Ahuramazda Zerdeşt (pîroz kir-berxudar kir), ji bo ku wî kir hemî mirov di jiyana xwede kanibin helbijêrin, helbijartina xêr an şer bikin. Dixuyê Ola Zardeşt li ser rastî û wateyê bilinde. Zardeştî bawerin, pêwîste mirov azad be, azad helbijartina xêr û şer bike, rastî û çewtiyê, gotina rastiyê an gotina derewa bike, karê bi şeref an karê bê şeref bike, karê xizmetkariyê an karê desthilatderiyê bike. Reşiyê an ronahiyê bigre. Her mirovek ji ber, kar, gotin an ramiyariya xwe va berpirsiyare. Ew çibike seranser tesîra wê kiriyarê an şunpêya wê yê li jîyana wî xuyabikin û piştî mirinê jî li ser jîyana wî ya piştî mirinê jî xuyabikin.

 

Rohê mirov wê were darizandin, hemu mirovê ji nuka wê vegerin jiyanê. Ramaya beheştê û dojehê û rabuna beden, laşê mirov piştî mirinê. Ev rama tesîra wan an (şunpêyê wan) wê li ser Olê din li ser erdê bi hezarê sala wê bimîne. Numune, Ola islamê, ew rama ji Zardeştiyê birine?. Piştî beheşt dît pêxember Zardeşt, geriya mal ji bo ku baweriya xwe pêş mirovan bike an nujenkirina ku despêkiriye bide nasîn. [ çuna Zardeşt bo Beheştê, weku çuna Muhammad bo Beheştê dengdide?]

 

”[45] Saoşyant” Saoşyant, navê Zardeşt yê ji Messeiah ra ango ji rizgarker ra ye bi (arabî dibêjin Isa Al Mesîh-rizgarkere). Saoşyant; wateya ”tu hemu tiştî dide; tu li ser û li paş wateya ye, tu rizgarkere.”Gelek bawerine, Isa ji miletê Media ye, ew jî bi xwe ji milet an netewa ”Airîyana Vaejah” ye. Di dema Babîloniya da (herêma Cihuya) bi arikariya Media nuh girtibun û ew di nav Cihuya de mabun. Dibe ew jî Messiah yê wan bu. Wê uştê jî sê Magê ji Madeyu û ji Parsu, dema buna wî ango buna Isa, ew çun Ursalêm (serlêdena) wî kirin û diyarî ji wî re pêşkêşkirin. Ji ber ku ew ji wan bi xwe bu û ew bawerbun ew rizgarkere.

 

(Ev pêşkêşkirinê jor yê paşin ji nivîsê Hama Mirwaisi hatine wergirtin, ew xudiyê pirtûka MEDÎ JI NUKA DIGERIN E û li USA dimîne,2010 ev pirtuk derhatiye)

Advertisements

Roja buyîna Mithra

[[ Ru 124 ]]

Mithra di roja 25 meha ber çele (December) da buye, wek tu bêjê ew ji rojê bi xwe ye, û ji Ahura mazde ye û Ahrîmene, ji kevir e an di şikeftê de buye û dibêjin ew ji keça (virgin e) ji ya bê mêr jî buye. Mithra Xudeyekî li asta bilind yê Ariyane yê (Kurdane), ew navberê başî (rindî) û xirapiê ye. Mithra (bicarekê) û bihevdura hêza rohê xêr û rohê şere temsîl dike û bi alîkarîya peyê wî şahiyê ji reşiyê dihîne, dertîne. Reşiyê jî dike bibe ronahî, ronahiyê bide. Jiyana ji bo timê (heta, hetaî) wê her li ser xwestina wî bigere, ev jiyana heta hetayî dide, di Xiristîyanîtiyê de jî, dikin bawermendê Jesus (Isa) wê jiyana heta hetayî bistînin, û jiyanê weku xwestina Xude Mithra rast bibe. Her bi navendiya Mithra kesê nepakij yê xirapî kirine wê ji nuva pakij bibin wê rast bibin mirovê bi karê xwe şeytanî wê dîsa rast bibin. Ji ber ku wî her razîbuna Ahura Mazda û Ahriman ji bona rastkirinê istandiye. Mithra bixwe başiye, navê wî hezkirine, ew kehniya xweşiyê ye û ew jiyanê dide (Plato, Philo û Paul) wisa gotine.

 

Ew gerokerekî mazine û mamosteyekî hê mazintire 12 (Şagurt) hevalbendê wî hebune li demê ku Jesus( Isa) jî 12 şagirtê xwe hebune û wî jî mirakl an (mucîzat) çê dikirin, weki li ser Jesus (Isa) jî dikin û dibêjin wî mucîzat (mirakle) dikirin. Weku çawa wî merovê mirî bicanva anî. Bi sê masiya û sê nana cemahetek mazin têrxwarin kir……….û gelek yê din.

 

Di encyclopedia navnetewî de dibêje, Mithra xwe nasandiye weku ew kehniya jînêye û ew kane rohê mirovan bigerîne jiyaneke xweştir, bi şahî an û bi şadmaniyê. Lê di avêde kirin, ji bo ku guneha durkin. Pesindarya Xude, ser krêm kirin û danê an (wecbe ya) xwerina pîroz yê ji nan û avê ye,  pêşkêş kirina mey jî hêzeke taybet heldigirt û roleke van kara giring hebuye. [Ayne ew ayîn yê di rojê nuhade yê Isatiyêne jî]

 

Ji Mithra ra digotin şivanê baş, rê rast û rê bi rohnî, kane her tiştî baş bike, rizgarkere, Meseya ye ( yê ku wê bê ji bona rizgariyê ye). Ew Şêre û Berxe.

 

Professor. France Comunt yê me berê jî nav anî bu, ji Universitêya Ghent li ser baweriya Mithra û baweriya Jesus dibêje, ew Xudayê Ariya weku Jesus (Xaçdar, Chraist), xwe bi avdanê pakij kir. Wî hêza taybet digirt ji bo rohê şer bişikîne. Ji wî bi xwe dihate zanîn ew kane roh û laş rizgarke. Weku wî yê paşin jî ango (Jesus) roja yekşembê kiribu roja Xude roja pîroz û roja 25 december roja buyîna wî ye ango ew roja buna rojêye. Herduya nefs wê wateyê jiyanê li ba hebune, nêrîna herduya li ser cîhan û doza mirovan yekbuye, herduya bi hebuna Beheştê û jiyana mirovên baş lê û cihê wê li derekê li jore û bi hebuna dojehê û jiyana şatanan dêwan lê û cihê wê li bin erdê ye bawerbun. Herduya digotin jiyan li paş lehiyê destpêdike herduya jî bi ne mirina roh bawrbun û dadkirina paşin bawerbun (ji the Mystery of Mithra ru. 190-191). Lê em ji bîr nekin, Mithra ji berî Jesus (Isa) bi kêmî bi 600 salî ye.

 

Ew sê roja di gorên de hate veşartin û piştî wê sê rojan ji nuka rabu. Rabuna wî her sal rojeke şahiyê bu.  

 

Di demê nuhade nivîskar li ser Chrîstiynîtiyê dibêjin; şahiyê chrîstiyana li ser yê Mithra rabune, ta hin nivîskar mor nakin eger baweriya Chrîstian ji bingeheke ne seruştî hatibe.  Ta hin gehîştin asta ku bêjin Chrîstiyanîtî şaxek ji Mithraismêye, (Dupuis û hine din wisa gotine). Bavikê Chrîstiyanîtiyê Manese, yê ku Manêkayîsm ( Manîtî) demezrandibu, wî jî bawer dikir, Jesus û Mithra herdu yekine. Rêya wî weku Mosheim (fîlosofekî Aalmaniye di paş demê Martin Luther de hebuye) gotî: “Christ (Isa-Jesus) ew zîrekê serketiye yê li ba Ariyan jê re gotne Mithra ye.”Runiştina wî di Rojêda ye, di Rojê bi xwe de ye. “ Ez asteyrkim bi tera me ez ta kuraniyê rohnî dikim” Mithra gotî. “Ez ra me (demarime) ji nesilê Devid, ez asteyrka sibê ya bi ruhnî me.” Jesus gotî.??

Mansur al Hallaj û Şêxê xwe Junayd

[[ Ru 289 ]]

Di nivîsekê bi navê Sufîmaster orgenaisation da, ya ku em hin beşa jê digrin, wisa hatiye: Cara duyê dema Hallaj li ba Shaikhê xwe al Junayd bu. Al Junayd xwest ew her tiştê li ser Dilê Hallj zanibe. Ji ber ku dilê wî pir bi hest buye û ayne weku dilê zarokekî bu. Junayd rohê wî naskir û Xude çi di rohê wî da peydakiribu. Wî didît ku etudiya yê, (şagurt) ê wî, mîna (şagurtekî) mirovekî sewdeliye. (Aşiqe), bi dilekî gelekî pakij weku yê (Kurdekî ye?nivîskar) hezdike û ew bi temamî jî di wê hezkirinêde ye. Di wê hezkirina xwe da wende buye. Ditirsiya jî eger ew ji hezkirina xwa bi durkeve, çiyê çêbibe? [Junayd; nnavê wî Junayd Ibn Muhammad al Qasim al Khazazz al Bhaghdediye. (830-909-10) d.n (demê nuha) jiya ye. Ji Nahawende û malbata wî li Baghdedê danîştine. Ew Kurdekî di sofîtiyê da heliya ye, lê sofîtiya wî bi hajêbune. Ne weku ya Hallaj ya bi ramayê li ser Xude va metirsîdarbuye, jehirkiriye)]. Ew rêya Junayd ya ramiyariyê nase, lê rêyeke cihê ye û gelekî ijdile. Ew hezkirina Xude kane tenê ji yê pê bawer ra bide der. Dema wî Hallaj weku şagirt qebulkir. Ew ji destpêkêde dizane, ewê çetiniya bibîne. Lê ew ji aliyekî dinde diramiya. Xudeyê bi hêz, Xudeyê heşmend, çawa rohê wî (çekiriye-xelqkiriye) rohê Hallaj jî çêkiriye û Xude eger çi bixweze; wê wisa derbas bibe.

Di halê Hallaj da, raza hezkirina wî jiyana wî hemî jehrî kiribu. Xwestina wî, dîtina wî û gihîştina wî an nêzîkbuna wî ji Xudeva pêva grêdayîbu. Ew têdigihîşt, ew nêzîkbun bi roxandina wî ye an bi (fîdekariya) wî ya temam e. Tenê wê demî ew hezkirin kane, cihê xwe bigre, (çêbibe) û rohê wî jî pêra ango bi Xuda ra bibe yek. Wî ango Hallaj wisa gotî; “Xude” “ewe yê [cuane (xweşike) ango (al Jamale)”, “ewe yê pîroze û yê mazine, ango (al Jalale)]”. Hezkirina wî weku çemekiye, yê ku dixweze tevlî ava Ocean (Mohît) bibe û tiştek jî nikare wê rawestîne.

Mamosteyê al Hallaj ango al Junayd bi wî re denuistandin kir. Ji bo ku wî hinekî ker bike, rihet bike, rawestîne. Lê wî di wê wextê bixwede dizanî ku şagirtê wî wisa dixweze? Alîkarîya her mirovê rastê tê bike û rohê wî dikeliya. Wî dixwast li ser hezkirê xwe ji wan re bipeyve. Ji ber vê jî Junayd dizanî ku Hallaj nikare demek dirêj li cihekî bimîne. Ji ber hestê xwe yê hundur ew timê virde wêde diçu. Al Hallaj yê ku Xude bi hebuna wî xweş dibe. Dema hê ew gencbu gotibu: “Hezkirin min, xwestina dilê min, weku hesinê di agir de sorbuyî yê di dilêminda hatiye kolan.” Bi vê zimanê Baweriyê, (Olê) jî wisa gotibu:

“Ezim ewê hezdikime û ewê hezdikim jî ezim

Em du rohine di yek laşdene

Eger tu min debînê, tu wî jî dibînê

Eger tu wî dibînê, tu me herduya dibînê”

Al hallaj di dilê xwe da, di hundurê xwe da dizane. Ew kane Xude bibîne, Xuda di her tiştê (xelqkirî-çêkirî da) diyare. Lê wî digot jî, “milet kûre, nezane, weku lawirane, nikarin Xude nasbikin. Digot; yê hezkir nikare dilopeke av vexwe, eger rûyê xwe di Piyalê da, di (kasê) da nebîne. Xude ewe yê weku ava di nav dil û perîcardium da ye. [ pericardium, turikê ku dil têde ye]. Xude weku rundikê ji çava têne xwere.”

Di helbesteke xwede dibêje:

“Mın Xude bi çavê dilê xwe dît

Û min got: raste ti guman nîne ku ew tuye

Tuye ewê ez di her tiştekîde dibînime

Û ez çi tiştekî din ji blî te nabînim

Tuye Xudeyê li her cihî ye

Ti cîh nîne tu tenê ye

Eger cihek heye tu lê ye

Ew cîh nuha tuye

Eger xeyalek ji bo xeyalkirina te be

Ew xeyal wê nuha li cihê tu lê be

Ez hemu tiştî têdigihêm, ew tiştê ez dibînim

Aghayê min (mazinê min), min bibihurîne û min pîroz (bextewar) bike

Ez çi kesî senakim ji bilî te

Piştî demekî al Hallaj gelekî nasbu. lê mirovê Olê hezlê nedikirin û dubiyê xwe (gumanê xwe) li ser ecêbê ku wî gotine dihanîn ziman, bi bîr tanîn. Tevî hin ji gotinê wî hezlê dikirin jî. Hallaj dibêje: “Ez ecêbê xwe ji min û te heltînim, te ez ji (nefsa) min dur kirim. Te ez nêzîkî xwe kirim, heta min got ez tume” (ji Xude ra ) dibêje.

Mirovê Olî ji wî turebûn, dema bihîstin ku wî gotî: “Rohê min û yê te li nêzîkbun û li dûrbînê tevlîhev bûne. Li pêleyê (li derecê) ku tu ezim û ez tu me.” Nasê wî yeku, yeku xwe ji Hallaj dûr kirin.

Lê gotinê Hallaj di virde weku yê Jesus ne an weku yê (Isa) ne. Li demê berî ew li ser xaçvebe, wî gotibu; Ez dixwezim biçim ba bavê xwe ewê li jor û jiyana min wê li wir berdewam bibe. Cihuya ew gotin lê girtibun, çawa mirovek kane, bêje, Xude bavê wî ye û li ser wan gotina ew kûştin. Dura jî wan bi xwe kirin ew lawê Xudeye û mirov nikare yarmetiyê seranser bigre, lê tenê bi rêya Jesus ew çêdibe, dema dîtin Jesus (Isa) ji cîhanê de hezkiriye.?

Di paş wê demîra mirovê Olî destpêkirin li ser Hallaj bêjin ew (Zindîqe). Bi tayebetî li ser gotina wî; “Rohê te û yê min weku vinê (Meyê) û ava zelal, tevlîhevbûne û eger tiştek bigihê te, digihê min jî”

Li Bexdeyê êriş li ser zêde dibin. Ji ber wê ew Bexdeyê dihêle û cilê Sofiya jî ji xwe dike. Lê dilê wî û ramayê wî her weku xwe demînin. Wî çi carî rêya Xude (Allah) jî nehîşt û ti tiştî nekarîbu agirê dilê wî bikûje (vemirîne) û wî rûyên Xude di her tiştê dora xwede didît.

Di pênc salê ew ji Baxdeyê durketibûde. Wî rojê xwe li (Xorasan), Transoxania (nîvê asiya) û li Sistan derbaskiribun. Ji wir jî vegeriya Ahwaz, li başur rojava yê Erana nuha û li wir cihê xwe girt ango denîşt. Miletê wir hemî hezlêkir, ji ber ku ew li ser razê (surê) di dilê xwede dipeyvî û heta jêre gotin xudiyê (raza-sura).