Çi di Pirtuka Meşa dur û demê nehejmarî da heye?

Pirtuk pitir ramiyariye û Oliye, kêm mirov dem li ba hene, ku kanibin li ser rama û olê kevin bi hêsanî nasandinê bikin. Olê serdest yê nuha jî naxwazin mirov di wan rêya ra bimeşe. Ji ber ku ji bona wan ew rê bi tehlukene, dixwazin mirov tenê di jiyana xwa rojane biramin, ev jî aşîtî û selametiya serê wane. Lê dema mirov wan ramayê kevin bizanbe jiyana mirov xwaştir û watedartir dibe!!

Yek kane pirtukê wisa beşbike.

Beşê Yek :

li ser Şêxa û Şêxîtiya Kurda ye, Kurd çawa bune Şêx? Dema bune Şêx kanîbun çibikin? Ma mirov kanin li vir bizanibin ku Kurda rolekî pir mazin di musulmantiyê da leystine. Lê vê pêşdabirina wan an vê ked û westandina wan ji wanra nehatiye hejmartin. Ji bona çi ew westandin nehate hejmartin? Ji ber ku dujminatiya Kurda têye kirin. Çaw? Û Çima?

Li hemdemî di xebata Kurda da ya ji bona musulmantiyê û bi rêya Şêxîtiyê. Diyar dike, dema Kurd karekî bi dil û can digirin û dikin. Di virda ew dibin êxpêrtê herî hêja û mazin û belkî zehmete di vê warî da kes kanibe di pêşiya wan jî keve. Vê kare wisa em li ba kurda di şunpêya wan ya li ser indonêsiya hîştine dibînin û em li şunpêyê wan yê li deverê dinjî dibînin. Dema Mamuste Bruinessen li ser destpêkirina musulmantiyê li indonêsiya dipeyve. Mamuste Bruinessen navê wî (Martin van Bruinessen e, li 10 meha temuzê sala 1946 an ji dayka xwa buye. Ew Holandiye antropogiste û nivîskare. Wî gelek pirtuk û nivîs li ser Kurda, Indonêsiya, Turka, Pêrsa-farisa û Zaza weşandine ,li hemdemî li ser islamtiyê bi gelemperî jî gelek nivîsê xwa hene. Wî civakbuîna Ola an-Sociology of religion-li zanistê welatê xwa û li Yogyakarta yê Indonêsiya bixwandin dane. Wî Kurdî, Turkî li universîtê ya Utrecht ya Holnnda jî bixwandin dane. Ji sala 1994 da li Jawa li ser musulmantiyê lêkolîn kiriye). Mamuste dibêje tevî min navê Kurdî li Indonêsiya dît, lê min navê Arabî, Turkî û farisî nedîtin û Kurd weku Şêx li wir hebune, û min navê wan bihêsanî li wir nedît, ango navê Kurdî li zaroyê xwa dikirin.

Beşê du :

Li ser Mystîkîsma Kurda ye û li er Şamanîsma wane. Mystîkîsm weku taybetmendiyeke taybet li ba Kurda xorte. Şaxên wê li bin dem, dervaa û buyerên cihê, cihê ditên gewrîn. Carina hebuna wê bi berjewend û bi fayîde ye, eger mirov di dem û dervayê saxlem da be. Lê dema mirov nedi dem û dervayê saxlem da be, ew hemî dibin azarî.Vê jî kiriye piriyê cara Kurd berbi roxandin û tehlîke yê va biçin.

Şmamanism : Jî dixuyê gelekî nirxdare, buhaye, eger mirov wê nasbike. Dema mirovê Kurd nasbike çi Şamanism li ba dêpîr û bavpîrê wî hebuye. Wisa dibê mirov wê nasbike. Şamanîsm çiye? Şamanism ewe baweriya ku bi roha bawere, weku ew jiyanê birêve dibin û ew baweriya mirovan ya berî Olaye.

Her miletek an komek hin tişta weku symbola ji xwara heldibijêre û bawere ew pîrozine, seremonî û rîtualê xwajî ango numêja xwa jî li ser karê helbijartî çêdike. Ew kereste an tiştê bijarte demekî dirêj di iyana mileta da rol istandiye.

Li ba Kurda sê Şamanismê giring hebune; Şamanisma Teyra, Şamanisma Bizina û Şamanîsma Sêxilcana an Şamanisma Mara hebune. Şamanîsmê li Kurdistan gelekî ji kevin da hebune û ewjî kevnîtiya miletê Kurd, Gelê Kurd bi xwa xeberdide. Ew ji 12000 salê berî zayînêda hene. Cihê ew lê hatine dîtin evine. Şiketa Şanîda li ber çemê Zabe, Çatal Huyûk li nêzîkî bajarê Kayseriye li bakur Kurdistane, li kapadosiya ewjî li Bakurê Kurdisane li Êlam li rojhelatê Kurdistane li Newalê Çurî li nêzîkî Rihayê ye…, Li demê ku em dibînin şamanîsma Turka heta demê koçkirine rojhelata navîn jî li sedsalê 1200 z ew Şamanî bune û ta nuha jî li ber musulmantiyê şaxê Şamanîsma wan li ba gelekî diyarine. Şamanisma Turka bi Xudayê xwa esymanî Tengirî têye nasîn, lê ola Manî jî li wir li nîvê asiya nêzîkî çiyayê Altay salê 763 z da Ola fermî ya wane.

Gur li ba wan canewerekî pîroze û dikin ew nîşana rumetêye û dihejmêrînin ew dayka gelê Turke. Hasp jî li ba turka cihê- xwa di mythologiya wanda digre.Lê eger em biçine ser Kurda, mirovê bibîne ku çanda wanjî ji Şamanisma wan dikişe, çanda Mediya berdewamiya, çandê Çatalhûyûk, Şanîdar, Jarmu, Sialk, Newlî Çurî û ya gelek cihê dinine. Ew çandê giring li destpêkê digihên Hittîta, Hurrî-Mitniya û dura jî digihê Mediya. Çanda Mediya encama wê çandê kevnine. Hebuna Beheşta Eden jî an bi Zimanê kevnare yê li Kurdistan “Ariyana Veyêja” beşek ji wan çandaye.

Cihê Beheşta Eden li kuye?

Beheşt li ezmanaye an li ser erdêye? Beheşta Eden bi hewildanê pêxember Enoch an (Idris) jî têye xeberdan. Ew pêxember an Keşe yê Enoch an (Idris), kiye ew çawa hatiye nasîn. Çawa ew Beheştê nasdike? Çawa ew kanîbu biçe Beheştê? Li ser Beheştê çawa xeberdaye? Ev hemî pirs yek kane di pirtukê da bibîne.

Fêrêştê Ketî kîne ?

Çi wateya Fêrêştê an (Melayîkê) ketî heye? Wan bi kîjan xelkava grêdidin. Kane wateya Fêrêştê ketî li ser Kurda be. Eger ew li ser Kurda Be, kê wisa bawerkiriye û gotiye? An kê ev prînsîp derhêna ye. Çawa Fêrêştê ketî paşê dibin mirovê ayîndeyî. Fêrêştê ketî “Watchers” bixwane? Ango ew gîgantine, mirovê laş mazinine û çima wisa jêra gotine. Eger grêdana wan watchirsa an wan Malayîkê ketî bi cinna ra heye? Kê li ser Kurda gotine, ew weku cinna ne? Çi amanc û berjewend di paş vê binavkirinêda heye? Al Masuudî nivîskar û dîrokvan? Di pirtuka xwa ya bi navê “Miruc Al Zahab” da gotî ; Sultan Suleyman (Solomon) Padyşayê Cihuya di salê (960-922 b.z da) padyşatî kiriye ji cariyê xwa ra gotî “Fakrîduhunne ila al cybalî” ji ber ku gotine ew bi cinna ra zewicîbune. Wisa gotine Kurd ji Cinna û cariyê padyşa Solomonine. Ev tewana seqet û derew Kurd pê tewanbar kirine. Lê negotine ma Europî hemu ji Kurdistan belabune çawa ewjî ne cinnine, lê tenê ew li ser Kurda gotine??

Bajarê Xuda Înlîl (Xudayê Sumeriya)

Bajare Xuda Inlîl û civata Anunakî an civata Ann û Enkî, ev çi civat buye? Çi spêkulasyon li ser hatine kirin? Ev civata dîsa digere ser Fêrêştê ketî? An Melayîkê ketî? An digere ser Watchersa. “Watchersê Kurdistan” weku mamuste Andrew Collins dibêje. An jî ewê xudiyê wê çanda bilind ya li Kurdistan. Dura civata Ann û Enkî çi lê tê, ew çawa diroxe? Nîşanê wê roxandinê çine? Encama wê roxandinê çiye. Dema mamuste O,Brian wan tavluiya weldigerîne, ew jî jehra cîlê xirap an generasiyona xirap û pîs binavda berdide an na?

Xudiyê çanda bilind a li Kurdistan dibin du beş. Beşek li cihê xwa li Çiya yê Kurdistan dimîne, beşek jî dadikeve cihê Sumeriya. Bi wanra dijîn û wan fêr dikin hemî pêşketina. Dibêjin ev yek an ev buyer li salê 5500 berî zayînê pêkhatiye û ew li wê salê bixwajî destpêdikin bajarê Sumeriya yê herî kevin Êrîdu jî digrin.

Xudayê bi Serê Şêr kiye ?

Pêkerekî pir kêm hatiye dîtin, hewildanê li ser wî jî, dibe ku hwildanê hinekî cuda girtine. Mamuste Andrew Collins wî bi Sphinksê Missrê va grêdide û dike ew Xudayê şer yê ariya ye. Ango ew Xudayê Angro maynuye. Ewe yê li gor hewildanê Ariya civata wan 9,000 hezar sal brêvebiriye. Ji berî Xuda Ahura Mazda, Xudayê Xêrê rêvebiriyê bidest xwa bixe. Dibe Ku ew Xudayê Veşartî yê Mittrayî ya ye û haya Zardeşt jê nebuye. Lê her çawa be, spêkolasiyon pir li ser hene. Piştî ku zanebunê Mittraismê hatine wendakirin an wêran kirin. Ewe Xudaye li ser sêlika rojêye bi basike pêwiste li ser sîngê wî 12 nîşanê borcê estêrka jî hene.

Zurwanism Çi Baweriye ?

Dibe ew bawerî ya gelekî kevine û ew û Mittraismê yek bawerîbin û ew bingehê Mittraismê xeber dide? Eger wisa ye, Zurvan an Zurwan bi wateya (demê heta, hetayî ye) û ew bavikê Ahryman (Angro Mayiniu) û Ahura Maz da Ye.

Ramayê Kurda yê Olî gelek ji wan bi rêya Xuda Zurwan hatine hewildan. Eger yek wan bi hurgulî bixwîne, wê gelek ramayê ku ji wir ketine nêv musulmantiyê ê û cihutiyê bibîne. Zurvanismê û Mittraismê û dura bi rêya Zardeşt rêya mirovatiyê ronahî kirin. Fîlosofiya Kurdî hemî ji virda dikişe, lê hin hêzê dura hatine kanîbun wê fîlosofiyê biroxînin û yeke nuh li şunê deynin. Mirovê nuha piriya wan li ser wan herdu rêya û nêrîna ne perwerine. Wisa jî ewê nekaribin wan bi hêsanî bibînin! Weku dixuyê bi kurtî Zurvanism dibe bingehê Mittraismê ye wisa ew bawerî pêwiste bi eşkere ji berî Ola cihuya ye. Dura jî ew bi navê Mittraismê nas dibe. Ji ber ku Mittra lawê Xuda Ahura Maz-da ye. Carekê Xuda Ahura Maz-da ji Zardeşt ra dibêje “Min Ew weku xwa çêkiriye”.

Beşê:

Peywendiyê‎ Kurda û Turka, Araba û Farisa di perspektîveke nuhda bihevra hene. Bi wateyeke din di virda grêdan û paşkrêdan hene. Lê kes bidaxe xut li wan grêdan û paş grêdana neramiye û ew paşgirêdan bi gelekî ji grêdanê dîrêkt, yê di rûra giringtirine. Bi taybetî jî Faris an jî Pêrs, ji ber ku ew dîrêkt ji ser meva hatine hejmartin an bi ser meva hatine hejmartin. Lê dujatiya wan ji bona me heta kîjan radê ferehe. Bi dîtina min eger me Kurda ev xal ji zuda nasîba heta nuha jî emê li ser pêya bana. Lê me stratêjiyê dujminane tu carî nexwandine û em li ser ranewstîne. Nuha ev xal ji me dixwaze em gavê giring yê dîroka xwa binasin lê çawa? Û bi çi şêweyî em ketine? Em ketin. Wisa jî pêwîst dibe yek peywendiyê xwa bi dormedorê xwa ra baş binase. Bi kurtî û kurmacî dibe herkesê hêzê digre baş û kur binasin.

Dibê em bikuranî li ser xelekê bê zanebun rawestin, Navê Turk, navê Arab û navê Faris (Pêrs), her navek ji vê nava dîrokeke xwa heye. Lê bi dîtina min em wateyê wan xut nanasin. Weku numune em bêjin Navê Arabî bi çiva grêdayî ye? Lê navê Turk iro bi çiva grêdayî ye? Ji xwa ev eşkere dike yek bizanibe navê Pers an Faris jî bi çiva grêdayî ye? Çawa Pers bi navê Xudayê Younanî Perseus va hatiye grêdan û çawa û çima efsaneya wî weku ya Cyrusê mazin dibe?!Wisa ji bona me Kurda dîroka Farisa (Persa) pir enigmatîk dixuyê. An loxum kirî dixuyê. Di gelek goşa da dîroka Araba û Turka jî Luxom kirîne an enîgmatîk çêdibin. Eger ew luxom neyên nasîn û descifrekirin wê her rojekê dîsa bi meda bitexin.

Beşê Çar:

Mirina bê guneh û Fîlosofiya Kurdî. Qet kesek wê nasneke, ku fîlosofiyeke Kurdî heye. Ya ku ji kevin da şaxê xwa li hemu cîhanê berdane û di bingehê her fîlosofiyeke nuha da jî cihê xwa digre. Ew fîlosofiya ku xwa li ser prînsîpê Xêr û Şer digre an li ser rindiyê û xirapiyê digre an li ser baweriyê û ne baweriyê digre, an li ser rastiyê û derewa digre an li ser ronahiyê û reşiyê digre.

Ji ber ku dema ev desthilatiyê nuha hene ava bun ew li ser bingehê wêrankirina Kurda ava bubun û rojhelatiya jî li bin emprêntê baweriê xwa wan jî eyne ew tişt dixwastin. Lema jî bi arîkariya wan ew systêmê nexwaş avabubun. Fîlosofiya Kurda ew bu fîlosofiya ku ji berî Cihutî were û ji berî musulmantî were doza mirovan diyar kiribu. Ji ber vê bixwa dema rojavayî ya nekarîbun xudiyekî ji fîlosofiya ku nuha jêra dibêjin “Istîşraq”û ya bi zimanê rojavayî ya jêra dibêjin “Ilumination”. Gotin ev fîlosofiya şerqiye, lê çi carî negotin ew Kurdiye û nabêjin jî. Ji ber ku polîtkeke kûr û dur û dirêj di virda heye. Heta ku yek ji xelkê ji rêzê têbigihê demekî- dixwaze.

Wisa jî li ser wan ramana ew nikarin bêjin ew Turkîne! Farisîne! Arabîne, Suryanîne! Assurîne An Armenîne. Tevî ku ecêbê ji wê mazintir her car kirine û dikin jî. Lê dixuyê belkî ew ji nêrînnê zaniyara ditirsin û riswabunek eşkere pêva heye. Dema bêjin ew şerqiye, yek: ji bona wan giringe navê Kurda winda dbe. Du: nayê naskirin ew ji ki hatiye. Wisa jî ev sê peya yê ku min ji bona ronkirina wê xalê helbijartine, bi dîtina min ew wan prînsîpa, ewê ji kevinda ne jî careke din tînin holê, derdixin berçava. Sahrewerdî an jî Suhrawedî Xudiyê ramayê ronahiyê ye, ya ku dibêje ronahî zanebunê herî rast û original temsîldike. Li ser wê ramayê xwa jî ew têye kuştin.

Hallaj bi ramayê xwa yê baweriyê û ne baweriyê nase, eşqa wî ji Xudara hemî taxima û sînura derbasdike û radike, di pirtuka xwa bi navê “Al tewasên” da li ser Xuda û Şaytan dipeyve û dibêje ji ber ku Şaytan ji Ademra numêj nekir Xuda ew kir wekîlê xwa yê ser erdê. Li vir ew jî weku Êzdiya dirame û tevî ew şêxekî nas û bi rumetbuye. Ew bi gotinê xwa ecêb jî nase, dema gotî ez Xudame!!.

Manî Xuda bi hebuna wî xwaş dibe. Pêxemberê demê xwa, êriş hêzine tarî dikir, ji ber wê bi şêweyekî pir berberî hate kuştin. Ew jî heman ramyê ronahiyê dubare dike. Ew dibêje Mirovê pêşin ango Adem ji aliyê Şaytan da çêbuye, lê şaxê ronahoyê yê kûr jî di xwada heldigre. Ev Ol li demê bi rojhelat da gihîştibu sinurê Çîn û bi rojavada jî li hemî Impêrya Romana belav bubu. Çawa ew ji holê hate rakirin bi dîtina min ew xwandineke kur dixwaze û xwandinê wisa wê gelekî hêja bin û cihê rumetê bin jî. Herweha xwandineke wisa wê gelek şaxê veşartî yê dîroka cîhanê jî derxe ber çavan. Bê guman ew kurd buye û heft pirtukê wî hebune û her heft hatine wenda kirin??.

Carna hin Kurd sundoxwin û dibêjin bi heft kîtabê Quranê? Ma dibe tev ew sund li ser pirtukê pêxember Manî ne? Eger wisa ye, diyare Kurda pirtukê wî baş nas dikirin. Manî û Ola wî bi Sê gunehê ku mirov dike û her yek ji wanjî sê an çar şaxê xwa hene nase û ji wanra digotin xetmê Manî. Li ba rojavahiya jî ew gelekî nasbune û ji wanra digotin Signakulum Manus (gunehê desta), Signakulum Orîs (gunehê bi dev) û Sigakulum Sinus (gunehê Bi dil). Lê keşeyê Manîtiyê yê bi navê “elektî” ango yê bijarte dihatine naskirin, bi gelek di pêşiya keşeyê katolîka da bune..

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s