Çima ulama yê Kurd ew qas tesîra wan li Indonesia heye

“Versiyonek kevin yê vê artîklê (nivîsê) min carekê di rojnameyeke musulman ê Indonesia da li bin edreseke hêrsker da hatibu weşand. “Belkî Kurd bun ewê Indonesia musulman kirine?” ji ber vê min xwest ez hinekî dormedurê meseleyê eşkere bikim. Yek bi rêya bazirganê arab, hindî û çînî, ya din bi rêya Hajê musulmantî li wir çêbuye, belavbuye. Bê guman gelek ji ulama yê ji netewên cihê hebune yê ku bandora wan li Indonesiya dirêkt an indîrêkt buye, di nav wan de ulamayê Kurd mirov dibîne, tesîra xwe zêdetire. Di nêv ew Indonesiyê li Mekê û Medînê dixwendin mamosteyê ji pir netewa û devera hebune. Di demê Snouck Hurgronjies li Meke buye sala 1885 dixuyê Kurdekî tenê jî mamosteyê nas li Indonesia nebu, di sed salê bîsta da jî eynî tişt buye. Lê eger em hinekî bi paşda bigerin, li demê hinekî zu, em nikarin ti ulama li Mekê û li Medîna bibînin tesîra wan di nêv Indonesia da weku ya Ibrahim al-Kurani, Jafar al-Berzencî, Muhammad b. Sulayman al-Kurdi yan indîrêkt weku ya Mawlana Xalid hebe. Amalî mamosteyê şagirtê Indonesi yê di demê serlêdana Snouck Hurgronjies da ew berbe xwe kişandine. Jî du şagirtê dijber an yê Khalifa yê Mawlana Xalid û Abdallah al-Arzinjani ne. Şagirtê wan jê dihatine Continue reading “Çima ulama yê Kurd ew qas tesîra wan li Indonesia heye”

Şunpêyê kurdî li Indonêsiya ji ku hatine?

Indonesia
Dema kurda rêyê şêxitiyê girtine bê guman weku me gotibu jî wan problêma xwe ya netewî di destê dujminê xwe da hîştin. Û bi mîstîkîzma ku hemî rêyê şêxîtiyê lê suwar dibin, milet ji rêya rast der dixin û dixin rêyeke wenda bunê bi navê zikir û nêzîkbuna ku ji Xudayê jorîn va minet dikirin. Hê bi ser vê wenda buna xwe û miletê xwe va jî rola wan heye ku, gelek miletê din jî wenda kirine û ew xistine rêya mîstîkîzma ku talî jê re nîne û ti berjewnd jê nayên girtin. Li vir emê hin hewildanê mamoste Martin van Bruinssen ji universita (Utrecht) ku li ser lêkolîn çêkiriye û gelek tişt dirêkt bi xwe li ser rawestiye, diyar bikin.

Indonêsiya, weku mirov dizane erdekî ji gelek girava çê buyî ye û ji ber wê jê re dibêjin (Archypelag). Ew mezintirîn erde yê ji gravê bi çuk û yê mezin e û gelek dayînê xwezayî jî jê dertên. Ev devera ji hemu cîhanê mirov ji bo bazirganiyê tên, ji Çîn ji Hind ji welatê Eraban ji Pêrsiya û ji milet û netewê biçuk jî gelek tên. Ji ber vê ne dure mirov şunpêyê musulmanan û musulmantiyê ji aliyê gelek miletê bune musulman û bi kulturê xwe yê tev musulmantiya mîstik kirine. Weku ya rêya şêxan li wir bibîne. Mamoste Bruinssen dibêje: ”bi taybetî li 150 salê paşin gelek ji Yemen ji Hadremout hatine û li wir cîh girtine.”
Lê tesîra Kurdî li vir ber bi çave, mamoste dibêje. Li Jaua grava tewrî bi xelkê pir, li hin cihê taybet li nêv ew kesê cihekî wan bilind di diyanetê da heye. Min navê kurdî li ser hin kesa ji wan dît. Lê çi carî min navê Tirkî, Farisî, Hindî weku navê Kurdî heye min nedît. Heta navê Kurdî li ba ev çîna bawermend gelekî nase û ta şaabiye jî. Lê min hin navê Misrî û Malbarî jî dîtin. Mirov hest dike tesîra Kurdî li her cihekî heye, di piştî di (pey) Quranêra karekî nivîsek bi navê mawlid heye jêre dibêjin Barzancî ew gelekî nase û ew ne tenê Continue reading “Şunpêyê kurdî li Indonêsiya ji ku hatine?”