Çande Mediya ji Çatal Hûyûk de tê!

Çatal Hûyûk cihekî runiştinê yê ji demê berî neolîtik de mayî ye. Li bakure Kurdistan li nêzîkî bajarê Kayserîye ye. Ew di aliyê Turkiyê nuha de ye. Temenê wir di nêv 8,500- 7700 salê b.z dertê. Hemî nîşanê hene diyar dikin ku çanda li Çatal Hûyûk çandeke zeef pêşketiye. Ji aliyê jîn û jiyanê de, ji alîyê hûnerî de ti karê wisa li ti cihê din nehatine dîtin. Ne li Asiya biçuk, ne jî li ti cihên din yê vê cîhana me. Em hin nêrînê Andrêw Collinsê li ser vê babetê nîşan didin. Ev karê li Çatal Hûyûk têye dîtin, karekî pir taybete. Heta lêkolînvan di wê baweriyê de ne ku Çatal Hûyûk jêdereke giringe, ya di avabuna şaristaniyê da, ya di demê kevin de ye. Eger yek di nêv numêjgehê Çatal Hûyûk ra bigeriya li demê wir li salê 1961-1964 dihate sekirin, di wêneyê mazin yê ser dîwaranda û wê serê Ga yê bi qoç. Yê weku ji dîwêr dertên xuyadikin, Pantêr an (Leopard ê) di nava 56 daristanan da an li demê çêlukê wan dibin di demê (zayînêde) bidîtana. Herwiha, yek wê dîwar li pey dîwar bi wêneyê endezeyî û rengkirî bi teşeyê cihê, cihê, wêneyê bi çavê mazin û grover bidîtana. Hemî bi rengê sor û reş rengkirîne. Ev hemî jî nuha jiber tinebuna hukumeta Kurdî, Tirka ew rakirine muzexaneyê Ankere û mirov kane li wir jî bi mixabîn bibîne.

Watchersek ji Çatal Hûyûk, Lê an Shamanê Teyra 57 Çatal Hûyûk Serê Gay yê di dîwarde Di nêv van wêneya hemiya da, numêjgeha teyra nêrîna yekî berbi xwe dikişîne û ew jî razeke an (sureke) bê hempa ya Çatal Hûyûk e ya di xwe da diveşêre. Çi rîtualê numêjê li vir di hezar salê nehan berî zayînêde bikar dihatin? Li numêjgeha numre VII weku hatiye binavkirin, mirovê serî li wir dide di wendebunê da dimîne. Di vê numêjgehê de du dîwarê temam wênekirî hene, heft teyrê mezin li bilindiya pênc peya bi basikê vekirî wênekirîne û di nîvê frandinêde ne û weku dixazin li ser şeş laşê bê serî danîşin û wan parçe (ker, ker) bikin û ji goşt rut bikin. Ew laşena denîştîne, kavukê wan nêzîkî sîngê wanine. Teyr, serê wan taziye, lingê wan hinekî kinin, û nuklê wan xwere, ew bi teyrê (Gips) an Griffon bi latînî nasdibin. Lê ev Teyr tîpê wan weku Teyrê Simurg (Sîmir) li ba Arîya ye, ango ew weku Teyrê mîtholojîk yê Arîya ne.

Di numêjgeha VI an de, mirov bicarekê giringtirîn pesaj dibîne. Borceke darî, sergonî (serberjêr) hatiye danan, jora wê vekiriye, weku ji bo ku Teyr lê bi xwestina xwe karibin bifirin. Du Teyrê mazin li jora borcê denîştine, baskê xwe dirêjî serê mirovekî dikin, weku dixwezin wê serî bi basikên xwe bigirin. Li nik wê borceke din ayne weku ya berê heye, mirovek bê serî bi lingê xwe di jora burcêde daliqandiye, du Teyr her yek li alîyekî dixwezin êriş bikn wê laşeyî. Li ber her burcekê li xwer mirovekî weku keşeya heye û ew ji burca bidurdikevin, diçin. Cilê wan kirasek weku yê Scottlandiyane û li jorê li ber ustî sê goşî birandîne. 58 Mirov kane bêje ti dubî namîne ku ev wêne yê numêja ji bo (excarnatione), ango ji bona (durkirina goşt ji laşine). Ev burcê darî bi refik û derence yê wêva weku burcê bê dengiyê (Dekhmas) yê Mediya ne. Ew serê mirov yê bi teniya jî yê ku Teyra basik lê dene hev. Nîşana ku roh ji can durçuyî ye û Teyr ji bo raykirina roh ji bo jiyana din amadene. Ew Teyr weku lêkolîner debînin gereke mê bin, ew jî çêdibe wisa be ji ber ku li ser dîwarekî, di wêneya sîngê mirovekî de, serê Teyr mazinkirî ye. Wêneyekî din weku yek bêje maneya wê ye, Teyrek û Xudeya deyîk zarokekî çuk bi dest da ye. Ji dervayî van wêneya pir nîşanê mêbunê li Çatal Hûyûk hene. Ew jî diyar dikin ku li Çatal Hûyûk jiyan, mirin û nuhbun an (buna nuh) li cîhana piştî mirinê, şahiya sereke ya Çatal Hûyûkiyan buye.

Ji berî ku laşê miriyan ji goşt bi alîkarîya Teyra pakij bikin, diyare wan seremoniyeke (ibadetêk) di numêjgehêde bikar dihanîn û piştî hestî bi teniya diman ew di gorna de diveşartin. Ji ber ku gelek gorn dibin erdê hundurê malê numêjgeha bi xwe da hatin dîtin. Di yek ji wan gorna de bi serê mirovekîra hestiyê weku pera birandî an weku çava jî hebune. Ev jî nîşana heşmendî û zîrekiyê ye û dibêje heta ku mirov bimre jî rohê mirov di serî deye. Serê mirov yê dîkorkirî jî li hin numêjgeha dîtine, texmîn ewe, ew jî ji bo numêjê ne. weku wan serê çêkiriî li Jericho li Palastîn (fîlîstînê) li taxê xwer dîtine.

Li vir li Jericho berkê Obsidian an (cema reş) ya ji vulkana dertê hebuye. Ew jî tê wê maneyê ku Çatal Hûyûk bi Jericho ra bazirganiya van berka dikirin. Xelkê Çatal Hûyûk jî ji xelkê bajarê Wan û Capadokia fêrbune durust kirina neynika ji obsidian. Weku çanda li Çatal Hûyûk hebuye. Li gelek cihê din li erdê Ariya hatine dîtin û heta rojhelata dur jî derbasbuye. Li van devera jî goştê mirovê mirî bi rêya Teyra jê pakij dikirin. Ev adet (çand) têye bawerkirin ya Şamanîya ye û jê re digotin Şamanîya Teyra. Bikarhênana vê ayînê li demê paşin li ba Zerdeştiya jî bikar dihat û ew ji ayîn adetê Mediya bi xwejî ji berî wan bune. Ji ber ku wan jî an Magê Mediya diyare zanebunê xwe (ilmê xwe) ji çavkaniyê pir kevin yê berê li Kurdistan weku yê li şikefta Şanîder, li Wan û li Kapadokya û li Çatal Hûyûk girtine. Heta di demê Sasanîya da jî ev ayînê kevin yê excarnation (pakij kirina) laş ji goşt hebuye. Ji ber ku tevî (xelq kirina) an peyda kirina çîroka farisî ew dîsa wext bi wext geriyane ser ayîn û adetê bavpîrê xwe Kurd yê berê?

Li dor salên 5600 b.z ev çande Çatal Hûyûk wendebu û li paş xwe nekêmî 13 tax yê çande xwe hîştin. Lê guman heye ku hin kesa ji wan cihê jiyana xwe li cihine din girtin û weku 700 sal jiyana xwe jî berdevam kirin. Hine din ji wan çune cihê Hacîlar nêzîkî bajarê nuha jê re dibêjin Burdur. Ev cîh jî dîsa ji aliyê zaniyarê ingilîzî James Mellaart de yê dîtî ew weku cihê Çatal Hûyûk bi xwe ne û wî bi xwe diyar kir ku çande neolîtik li vir ta demê 5700-5000 b.z dirêj kiriye. Kesek nukare buha an giringiya çande Çatal Hûyûk kêm bike an inkar bike, ji ber ku ew be şêweyekî baş û eşkere hatiye parastin û bikarhênana numêja Teyra li welatê ariyan jî bi rêya wan hatiye naskirin. 59 Misuger ev jî diçin ser çavkaniyê xwe yê bingehîn ku çande ariya ji Kurdistan da dikişê û ne ji farisistan weku rojavayî dixwezin bêjin, ji ber ku çande XiristiyanCihu şunpêyên xwe bi şêweyekî bingehîn li ser wan nêrîna girtine.

Wisa jî weku Andrew Collins dixwaze encamê jê bigre, dibîne. Ev jî bi xwezayî digihê çande “nijadê ketî” (fêrêştê kêm-melayîkê kêm) an lawên Xude (the sons of God) an be zimanê Ibrî (bênê-ha Iluhîm) weku di incîlê de heye, an di literatura Cihutî-Xiristîyanîtiyê de hatiye.”

Li vir jî James Mellaart nîşana vê civata ji berî demê neolîtik an jî jê re gotine proneolîtik di pirtûka xwe bi navê “Çatal Hûyûk bajarekî neolîtik li Anatolîya ye” de û ya cara yekê di 1967 an de weşiye, dibêje: “Çandiniyê (zirahetê) li vir destpêkiriye û karê keresteyê Maden jî li vir destpêkiriye. Li nik van kara zaniyariyeke bilind bi talant an bi nasandineke bê hempa, li ba hebune, ku yek nikare bi rêyê arkaelogiyê şirove bike.” Loma jî mamoste wisa dipirse: “çawa wan kanîbu naynika ji berkê Obsidian an (cema vulkanîk) ya wişk çê bikin bêyî ku çigîzeke tenê jî lê nebe? Çawa wan kanîbi kûna (qula) yê li vê derencê biçuk ku derziyê pola yê ne karibin kûn bikin, wan li cemê vulkanîk kirine? Çawa karîbun sifir (baqir) û lead (kurşîn an qurşîn ê) bihelînin?

Van keresteyê li Çatal Hûyûk hene, yê taxê IX neha nin û temenê wan 6400 b.z hatiye hejmartin. Mellaart bi berdewamî dibêje: “em rumetê ji çande kevira ra digrin, ji ber ku ev tê wê maneyê, ku bavpîrê wan gelekî ji zude li vir rawestîne, ew hê ji demê paleolîtik de, li virin. Eger besta (cimide) taliyê li Europa û Asia hema ji berî 2000 b.z temam wenda buye, ev zanebunê bilind li ba van wê ji ki hatibin.” Andrew Collins dike ev çande pêşketî û kevin dîsa wê bigere ser ramaya nijadê ketî, yê ku nav û buyerê pêva giredeyî di pirtûka pêxember Enoch de hatine nivîsîn û her wa di (Masurê) miletê li ber deriya mirî li (Filîstîn-Israel) li dor sale 200 b.z jiyane, hatine nivîsîn û liba wan jî nijadê ketî bi bîr hênane an jî ew (Shamanê rumet kirina Teyra bixwene).

Dîsa wan gotiye: ”Ev kesê ji nijadê ketî raz (sura) Xudeyî ji mirovê nepêşketî an mirovê ayîndeyî ra xeberdene, keşf kirine.” Andrew Collins dibêje: “bersîva ku eger girêdene va miletê vir be (nijadê ketî ra) hebe an na? bersîva wê pêwîste erê ye. Şamanîzma Teyra berî vê li şikefta Şanîder hate nîşanden û nuha li vir jî dixuyê ku çande Çatal Hûyûk ji demê 8500 b.z de hebuye. Ew kesê bi vê ritualê han radibun, jê re digotin mirovê Teyr yê ku cilê xwe reşbun û bi perra xemlandîbun, sere xwe jî weku Xudayê pharauniya nukul jê re durust dikirin.

Li vir pirsa xwe dide pêş, ewe ku eger raste watchers an (nijadê ketî), bîranîneke gewrandî ya şamanîzma Teyra ye? Ew li demê kevin li çiya yê ariyan dijiyan û zanebunê wan gelekbun, dibe ku ew ayna ji Şanîder, ji Çatal Hûyûk û ji Kapadokya bi wir de çune. Eger wabe, eşkere ye zanebunê wan ji yê miletê dora xwe bi gelekî zêdetirbune û navê Teyrê Simurgh jî ji tîpe wan yê xwe weku teyra dikirin dikişe. Evin Teyrê ku girêdane wan bi padîşayê ariyan yê kevnare ra hebune.