Mithrayîsm ji Kurdistande Gihîştiye bibe Baweriya Navnetewî

mythros

Li Hindê, Mitra Xudeyê rojê bu an yê hevaltiya xwe bi rojê re nîşan dide bu. Li ba ariya (Kurde) jî Xudeyê başiyê ye, yê durustiyê dide ye, xawşiyê û xwerina zangîn dide ye. Wî agir daye (diyarî kiriye), numêjkirina ji bo wî mirov ji guneha azad dike, ji nexweşiyê azad, dur dke. Barê wî dura pirtir, weku yê leşkerî dibe. Lêkolînvanekî Hindî bi navê Sravastavas dibêje; “barê wî yê leşkerî di Avestade jî û di Rig-Vêdê de jî li taliyê eşkere pêşde çuye. Wî Cîhan çêkiriye û ew çavdêrê ser hemu kariye. Ew keşeyê pir taybete”.
Weku gelek Xudayan jî Mithra ronahiye û hêza di paş rojêde ye. Li Babyloniya Mithra bi Shamash ra buye yek, ew jî Xudeyê rojê ye. Matthew Henry di sedsalê !8 an de jiyaye, û weku welgêrê Încîlê jî karkiriye, dibêje; Mithra, Xudeyê rojê û Xudayê, padîşahê Assyriya Shalmanneserê V buye û Xudayê Cyrus buye, yê ku Babylon şikênandiye û Cyrus li demê ku Cihu surgunkirî bune û li Babylon ew dîl girtî bune. Wan jî ew weku rizgarker, Messiah, weku kristus dihejmartin. Di rastiyêde jî li vir hin (gelemperkirin) ê jî didin xuyan ango Cihuya gotine ew Beele an Baale, yê ku Xudeyê Phoenicia û Kanaaniya ye. Xudeyê rojê ye û ew weku Xudeyê Babyloniya Marduke, ango (Mar duxêye weku hin dibêjin), yê ku hem Jupiter weku erd temsîl dike ye û hem Xudeyê rojê ye. Lê giringiya wî ji bi kar hênana navê Mithradetes jî diyar dibe ango ew (rastiya Mithra ye) wisa ew nas dibe.
Ta di demê Artaxerxes de ew (lawê Deriusê II), Mithraism bu baweriya rêvebiriya Persa (Farisa) jî. Ji ber ku li wê demê hewceya Farisa gelekî bi Kurde hebu ji bo şerê bi Younana ra bikin û xwe gerandibun ser baweriya Mithra. Ji bo ku Kurd ti gumana li ser hevaltiya wan nebin. Lê piştî Faris ketin (şikestin), ew li asiya biçuk berdewam li nav Kurde ma. Ji ber ku ji berêde jî ew baweriya wan bingehînî buye, baweriya wan ya giring buye. Seleucid yê di pey Alexandirê mazin ra hatî, ji Xudayê Ronahiyê, ji Mithra ra numêj dikir. Ji gorna an ji mezelê Antiochus Epiphanes li Comagene jî diyare, ew buye baweriya mala Padîşaha û ew li ser çiya yê Torosan yê li newalê çemê Furat dinihêre, weku taca wî û çovê wî heye û ew destê Mithra yê rastê dihejîne. Antiochus Epiphanes (215-164) p.z jiyae, navê wî yê kevin jî Mithradetse.
Hin debînin nêrîna Herodotus ku Mithra Aphrodite jî, çewte. Ji ber ku Mithra mêre ango (nêre) û Aphroditê Mêye (jine). Lê hina dîtine ku Mithra du-cinsîye, Bell dibêje, “Mithra hem Xudêye (mêre ) û hem Xudaya (jine)”. Simone Weil gotî “ew Xudaya jin ya Ariya ye û ew weku heşmendî di pirtûkê pîroz yê Israel? De piştî durkirina bo Babylon hatiye”. Mithra dibe pirkarî ye jî, ew baweriye, wekheviye, Asimane (Çerxe-gerdon e), Xudeya dayîke û herwiha Xudeyê rojê ye.
Hin debînin ku Mithraismê ji zaniyariyê Çerxê (gerdonê) ya Babyloniya û Chaldeaniya gelekî vexariya, lê ev nêrîna bi ya min, temam wendekirina xwendevane an (yê dixwînê) ye: Li nik wê jî di pirtuka min ya bi navê (Reş û Sipîda) li sere Babylonya û Chaldea bixwîne ji bona ku tu wan nasbike, ew kîne? Û ji ki hatine? Zaniyariyê Çerxa gerdonî yê di Mithraismê da û yê li ba Mediya hebyne bi temamî ji zanebunê berê li Kurdistan hebune hatine, weku yê ji Zurvanismê, an ji yê Xudeyê bi serê Şêr hatne. Ew jî bi gelekî ji zanyarîyê Li Babylon û li ba Chaldaê ya kevintirine. Dure em ji bîr nekin zaniyariyê Babyloniya û yê Chaldêa ya bi xwe jî ji zanebunê Kurda hatine birin, ango bi nêrîneke din ji ew zanebunê li erdê Kurdistana di demê borîde bi pêşketibune ne û ew bixwejî ji şaxê Kassîtane.
Mitra yê di pirtûka pîroz Rigvedê ya Hindusiya da. Diyar dibe keresteyê rojê bi xwe ye, bi seda nivîsê ku ji aliyê numêjkirê ji Mithara ra, yê ji wan da mane hene, wisa nîşandidin. Ew ”roja bo heta hetayî serketiye” roja heta hetayî pîroze (numen e), Xudeyê rojê yê herdem serketiye (Deus e) û di demê Romanade jî ew Xudeyê rojê buye. Li ba eskerê Romana bi girseyî, an (legion-komê mazin) yê eskerê Romana, navê Mithra roja pîroz bu, roja serketî bu. Ew xudiyê hêza bê talîbu, rêvebirê bi hêz, padîşahê Xudeyan yê mazin û Xudeyê Xudeyan bu. Ew weku navberê nav erd û beheştê an (asiman) dihate binavkirin û ew kar hercar yê Xudeyê rojê buye. (nuha jî ta di demê nuhada, ew rol buye yê Isa an kirine yê Isa)
Jacob Brîyant jî (715-804 z) jiyaye, dibêje keşeyê Mithra û yê ariya bi gelemperî Mag bune an Magas. Li gorî lêkolînê Srivastavas, “Magas (Magê Media) di gelek dema da rê jê re vebune û ew çune Hindê, ev bergeyê dîrokî bi sedê sala dirêjkirine. Ji demê berî dîroka nuha de ango ji berî zayînêde û ta bi demê piştî zayînêjî. Di vê bergeya demde Hindiyê ku rojperestbune, pirtir sazuman bun, ritual û numêjê wan fermîtirbun û di sedsalê 6 an zayînêde destpêbu navê padîşahan jî bibe Mithra, lê ev encam piştî hezar salekî ji têvlêbuna çanda Hindî bi ya Magê Media dertê”.
Dîsa Srivastavas dibêje; “rastiyê yek bêje ji destpêkêde cudebun di nav modêla jiyana Mede û Persa da hebuye? lê li taliyê weku levhatinek di navde çêbubu. Di ber wan re jî Mithraismê her cihê xwe digirt. Ya, ne derengtir ji sed salê 4û 5 b.z destpêbuye pêşde here û ji berî ku Faris, bêne meydena polîtikê, ew ramayê Maga bi taybetî yê li ser Çerxa Cihanî hebune. Dibêje jî, şunpêyê zanebunê Babyloniya li ser çêbûbûn”. [[Bi ya min careke din di virde tevlîheviyek li ser Media û li ser Kurda têye kirin]]. Dema ku rola wan di zaniyariyê Çerxa Cihanîde kêm dikin. Ji ber ku ew zanebunê li ba bavpîrê wan hebune bi kêmî, xweserî du temenê Babyloniya dirêjir ji berî yê wan an ji berî zanebunê Babyloniyan hebune.

7699499_orig
Di piştî şerê Alexandirê Mazin ra, Mithraism li Asiya biçuk (Anatolîya) bi taybetî xurt dibe, lê negotine çima? Ez debêjim ji ber ku Mithraism baweriyeke Kurdî buye (Medî buye) ew Farisîtiya Achêmênî ya hatiye çêkirin tenê bi mebestê polîtîkê weku embergo li ser Mithraismê denîbune û nuha dema Faris dişikên bawerî jî azad dibe. Bi azadbuna wêra ew despêdike ji Anatolîya û Asiya biçuk derbasî Roma dibe, lê li Younan ji ber ku her tiştê ji aliyê (persia de) heznedikirin, derbas nebu, ew bun bend li pêşiya wê. Li gorî hewildenê Plutarchê Younanî jî Mithraism di piştî şerê Pompey li hemberî pîratê Kilîkia (Cilicia) dor salê 70 b.z hatiya Roma û ew yê pir bi rêya eskera çêbuye, yê ku gelek ji wan ji kesê Asiya biçuk bune. Durajî li hemî emperiya Romanada belav dibe. Di warê rastde jî Mitraism ji Hindê heta bi Scotland belav dibe û hebuye.
Di demê pêşin yê hatina xiristîyanîyê (filetiyêda) da Mithraism baweriyeke navnetewî buye û baweriya tewrî nas li ba rojavahî yan buye. Di sedsalê yekem ji destpêka xiristîyanîtiyê (mesîhtiyê) da, sazumanê xwe li Roma hebune, karê wan jî her diçu desturî dibu. Di sedsalê duyem (p.z) gelekî pêşde diçe. Kiralê Roma Lucian (125-180 z) yê ku xwe ji Comagene dihejmart û dibe ji esilê Hittit bejî, gelekî bi çavê xweş li Mithraismê dinihêrî , kiral Nero, Commodus ketibun nav biratiya wan. Di sedsalê sêyem de, kiral ketibun sazumana Mithraismê, Aurelian (270-275) z kir ku numêja Mithra fermîbe û di demê Diocletian, Galerius û Licinus da jî. Di sala 307 an de numêjgehek ji Mithra ra avakirin û ew sewdeliyê wê karîbun. Tiştê berbiçav ew di nav civata mêrade gelekî belav bubu. Lê tiştê bê gumane? Mithraismê jin ji civînê xwe bi carekê durkiribun? Ev gotin dîsa jî li bin gumanane?
Philosof û nivîskar Drews, gotî çima “Mithraism ket, eger mirov wê bi xiristîyanîtiyê ra bipîve, wekat an (misuger) ji ber ku kesayetiyek bi hêz weku ya Jesus pêwist bu, lê Mithra li ber Jesus weku siyekê dixuya. Li demê ku Jesus her diçu ji mirova nêzîktir dibu, bi taybetî jina yê ku ew helbijartine û dema mirinê jî ew dîtin. Ji berî ku xiristîyanîtî (Isatî) bê, Mithraismê xudîtiya mirovê gelekî mazin istand.
Mixabin europî nav lê dikin baweriya persa an ( Farisa) [[bi ya min ev jî gunehekî pir mazine bi wê navîra têye kiri0]]. Eger lêkolîn nêzîktir li ser çêbibe yekê bizanivbe Çima?
Di sedsalê pencemîn de kiral Julians, Ola xiristiyani nexwest û fermî Mithraism kir Ola dem û numêj ritualên wê bikaranîn. Piştî mirina Julian, Mithraism birastî bi paşde vekişî û êrişa xiristîyana jî ya taliyê bu û bi hêrs bu. Mithraism jî ber wendebunê çu, ew heta sedsalê panzdehan jî li vir û li wir dimîne û di wêjeya europîya da derdikeve. Eger yek wê weku baweriya Roma bihejmêrîne, wê derkeve ku Mithra Xudeyê Roma yê kevne. Weku çawa Il xudeyê Cihuya yê kevne. Lê dibe yek bizanibe ew ji ki hatine?

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s