Grûpa zimanê Hindo-Europî

Ev grûpa zimanan gewretirîn grûpe di nêv zimanê cîhanêda ye û gelek bin grûpê wêjî hene, lê tevî ferehbuna wan û durketina wan ji hev, bi
drêjiya demra, dîsajî merov kane wekheviyê li qadeke (mijareke) bilind di
nêvda bibbîne.
Bin Grûpa zimanê Germanîk : ewjî beşdibin zimanê, Germanê
rojhelat û ew ziman hemî zimanê vemirîne, wendabune ne. Germane
bakur, ew jî li gel zimanê Germaniya bixwa hemî zimanê skandinaviya ne,
tenê zimanê Fînlendî ne ji wane. Germanê rojava, weki Ingilîzî, Frîsian
(ew jî beşek ji ethnîtiya miletê germane, li aliyê ber deriya dijîn. Li
Holenda, Denmark û li Almaniya ne, ew pirtir li wargehê Holanda an
Dutcha yê bi nave Frieslandine û li Groningen li Almaniya. Frisiê rojhilat
hene û yê bakur hene û cihê wan jêra dibêjin Frisia. Ew bi porê xwa zerçîl-
navdarine rayên wanjî ji yê Germanê din hinekî durine û hinekî
cihêne). Yîdîdish ( ev zimanê Germanî yê bi derhênana Cihuya ye) û
Afrîkaan (ev ziman weku ji holendî derçuye û zimanekî Germanê
rojavaye, yê li bakurê Afrîka û li Namîbiya pê têye peyvîne). Dora 500
milion bi vê zimanna dipeyvin.
Bin Grupa Zimanê Latini : Ew zimanê Fransî, Ispanî, Italî, Portogalî
û Rumanî ne lê li hem demî zimanê Sardînia, Occitan li başurê Fransa û
Rhaêtian weku zaravê Latînî yê cihêne. Rhaetian, bi almanî jêra dibêjin
Rätoromansch û bi Italî jêra dibêjin Romancio û ew yek ji zimanê li
Swisra li nik Almanî, Italî û Fransî bikartêye. Dibêjin ew zimanê Latini yê girsoleye û di demê dagîrkirina Romana ji wan wargeha ra ew çêbuye.
Zimanê Catalan jî li bakur rojhelatê Ispania ye. Zimanê Latînî jî dora 500
milion kes pêdipeyvin.
Bin Grupa Zimanê Balto-Silavî : Zimanê Silavî û Baltic bi hevra
danane, ji ber ku wekhevî di nêvda heye. Lê ne misugerin ev wekhevî ji
bingehê xwadaye an weku encama li nêzîkhev bunê jiyane derçuye? Bi ya
min ew wekhevî, ji encama bi hevra jiyane hatiye. Zimanê Baltic, zimanê
Latvia û Lîtuania ne û dora 4 milion kes pê dipeyvin. Zimanê Silavî an
(Silavonic jî) sê beş beşkirine.
Silavê başur; weku Bulgarî, Macedonî, Serbo-Croat û Slovênine.
Slavê rojava; Czechî, Slovakî, Polendî ne. Silavê rojhelat; zimanê Rusia
ye, Belorusia ye, û Ukrania ye, ev grûp jî ziyatir ji 300 milion kes pê
dipeyvin.
Zimanê (Hindu-Arian) hin dixwazin bêjin (hindu-Iranî) : Zimanê vê
grûpê jî gelekî pirine û ew dibin du beşê sereke. Hindî : yê sereke evine;
(Sanskrit; Prakrit; Pali), Gujarat; Marathi, Hindustani, Hindi, Ordu,
Bengali, Sindhi, Bhili, Rajastan, Penjab (pênc av) û pahari ne.
Kurdi an hin dibêjin (Iranî-û ew ji Ariyane) jî evine, [Avesta, Medî
(Old Persian), Scythian], ji van jî nuha; Kurdi, Persian, Scythian, Pashto;
Tajiki, Ossetic, Bengali, Mazandaran, Dilamî an Gelani, Lurî û Elamîne.
Çira li gor nêrîna min, yek bêje vê şaxê Kurdî ji Iranî rasttire? Ji ber ku ta
rojê nuha, tevî ku Kurdî nexwazayî neyasayî ye û di cihê xwada rawestiye.
Hemî zimanê miletê Iranê, bixwaserî nêzîkî Kurdîne ne nêzîkî Farsîne, û
hin zimanê li Pakistan û Afganistan û li Hindustan bikartên li nik Zimanê,
Lurî, Elamî, Delamî (Gelani), Pashto, persî, Bluçî, tajîkî, ji farsî pirtir ji
kurdîva nêzîktirine. Binêrîneke din dibe ku Dilamî an (deylamî,
mazandaran, ji bingeh da zaravê kurdîbinjî?).
Lê zimanê arî (Iranî) yê li rojhelatê Assamêse (Assam li bakur
rojhelatê Hindustan), Bengaliye û Oria ye, li rojava û başur rojava;
konkanî, Gujarat; Maldivian Marathî, Sihaêsine. Li bakur rojava; Pencab,
Sinhi; Lahanda, Dardic û paharine. Bi van hemu zimana dora 600 milion
pêdipeyvin. Aliyê duyê yê zimanê li Hind hemi ziman Dravêdîne ew jî ji
zimanê berê yê li hidustanine.
Li nik van û gelek yê me negotine, hin zimanê Hindo-europî hene
weku zimanê Biteniya ne. weku zimanê Albanî û Greekî an (Younanî) ne.
Zimanê li Antoliya zimanê Hîttîte, Palaike, Lydiyane, Lyciane û Luwiane.
Lê zimanê Hurrî hina gotine ne ji grûpêne? Ev jî ne gelekî li cihê baweriyê
ye û dibe ew li bin denistandinê mazinine, lê bi ya min pêwîste guman
nebe ew jî ji Grûpêne.
Zimanê Armenî, yê ku digere ser zimanê Phrygiyan? gotine ew jî
şaxek serbixwa ye û hejmartina wî ji zimanê hindu-Europî gotine ne
misugere. Zimanê Greek (Younanî) ew zimanekî hindu-Europî serbixwa
ye. Zimanê younanî pêşî zimanê Mycenaeane, li grava Crete hatiye dîtin û nave typê denga yê vê zimanî navlêkirine Linear B û ji zimanê Younanî yê
paşin cihêye. Vê zimanê Younanî nuha li dor sedsalê heştan ( berî zayînê
nasbuye).

Advertisements