Êrişa Miletê ji Deryayê di Nivîsê Mısriya da

ramses-iii-against-the-sea-peoples

Destpêka xuyakirina miletê ji Deryayê da ji zude li Misrê diyarbuye. Hê ji demê Ramses II da, sala 1274 b.z, şerek di nêv wî û miletê ji Deryayê da cîh girtiye. Lê bi gelemperî ew ji Sherden (Serden) an ji Sardinia bune, piştî şikestina wan di devê çemê Nilde, gelek ji wan tevlî eskerê Ramses II dibin û hin dibin parêzvanê wî taybet.
Di demê kurê wî Merneptah da (1224-1214) b.z, careke din êriş ji aliyê miletê ji Deryayê da tê û vê carê bi hevalbendiya bi Lybiyara êriş li ser Misrê çêdibe. Diyar bu jî ew miletê ji Deryayê da hatine dixwestin, berdewam li Misrê bijîn. Ji ber ku hajetê avakirina mala jî bi wan re hebune. Piştî ku pharaun Merneptah numêjdike, rojî digre û bi Xudeyan ra guftûgo yê dike, ew diçe ser miletê ji Deryayê da ango êriş wan dike. Li cihê bi navê Pi-yer, leşkerê wî yê erdê, yê siwar û yê tîra devêjin, 6,000 ji wan dikujin û 9,000 jî êxsîr (dîl) digrin.
Ramsese III (1194-1163) b.z ew jî rastî êrişeke mazin bi rêya avê û bi rêya bej bi miletê ji Deryayê da hatib tê. Hewildenê li ser wan û şerê wan, Ramsese III li ser dîwarê numêjgeha li Medinet Habu nivîsîne (nikirandîne), bajarê ku li milê çepê yê Nil dikeve ye û li nêzîkî Thebe ye. Ew numêjgeha mazin dibe weku pirtûkxaneyekê û li ser dîwarê wê dîrokek bi xwe hatiye nivîsîn. Ta nuha jî maye. Lê nuha, ew berbe pakijbun û wendbuna nivîsê dere. Şunpêyê dervayan( ba, baran û germiyê) lê dixuyên û destpêbuye yek wan nivîsa bi zehmetî bixwîne.
Dîmenê bihevçuna li ser dîwarê derva yê bakurine û ew çavkaniyeke girînge ya li ser vê babetê ne. Tevî ku têgihîştina wan nivîsa tevlîhevbun têde çêdibin û bi temamî mafê buyeran nehatiye dan. Li wê demê ku li dora 1200 b.z destpêkiriye, lê dîsa jî hewildenê hêja li ser buyera hene. Tenê ew,marturiyeke (şehadetike) eşkere li ser pêkhatiyan didin. Ew dikin, ûştên ku miletê ji Deryayêde êrişkirine, gelekine, yek jî jê birçîbune. Birçîbuna gotine li Anatolîya yê cîhgirtibu, li wir genim nemabu, yê hebu jî gelekî bihabu, temenê genim sê çar carî ji temenê ayîndeyî bihatirbubu.
Bihevçunê li ser dîwarê numêjgeha Medînet Habu. Diyardikin çawa miletekî biçekkirî di zamînêra weku axê (di erdê dixwişin. Ji Suriya nuhade berbi Palestina derin, hemu tiştê li ser rêya wan roxandî û sutandî li paş wan dimîne. Bi wan re jinê wan û zaroyê wan jî hebune. Di erebeyê ku du Ga dikişîninda bune. Weku diyare ew ji ber birçîbunê bazdidin. Lê di milê avêra, keştê wan yê mazin jî hebune. Yê li ser gotine, ew tîpê keşta li wê demê tenê li nîvê europa hebune. Kane ew ji Deryaya reşde hatibin û wan kenarê Deryayê jî hemî talan kirine.
Ramsese III di vê dervayan da xwe ji şerra amade dike. Li ser dîwarê aliyê rastê yê numêjgehê wisa hatiye nivîsîn; “lê dilê wî Xudeyî, serekê Xudeyan, amadebu ku wan weku çûka bigire…min eniya xwe ya şer li Djahi/Palestina-Suriya çêkir. Li pêşiya wan bi cîhkir. Mîrê şer, serekê koma û şervan. Min devê çemê Nil bi keşta weku dîwarekî kir. Keşte yê şer û keşte yê li peywan bi hemî pêwîstiyan li wir amadekir. Lêşkerê di erdêra jî li peywan bun. Bi ew kesê dîke û netirsunek, keştê bilez birêkirin. Siwarê hespan, amadene, hespê wan di her mozikek xwede dilerzin. Amadene ku wan biyaniyan, li bin pêkuliyên xwe hur biken. Ezjî weku dîwarekî (girekî) û Xudeyê şer li pêşiya wan rawestîbum. Bi şêweyê ku wan kanîbu min bibînin, ez çawa bi destê xwe fermana didim. Ewê ka rastî çibên? Ewê gihîştine sînurê min. Tovê wan, yê li ser erdê nemîne, dilê wan û rohê wan yê ji bo heta, heta wende bibin”
…di dîmenê nehemînde miriya dihejmêrînin. Bi rêya ku her miriyekî, destê wî dibirin û kom dikin. Êxsîr an yê dîlkirî jî hemî bihevra di cihekîde topkirine. Ji bo Misrî bi wan re guftûgoyê bikin. Di nêv wan de gelek Falastînî jî hene û ew bi kûmê xwe yê giran. Bi dirêjiya xwe (ew gelek dirêjbune) û bi tenurê xwe yê duz yê li xwe kiribun. Di wêneyan da ew hatine nîşanden. Palest an felestînî, tenê şaxek ji konfederasiona miletê ji Deryayê bune û gotine ew ji Deryaya Ege hatine. Di nêv wan de, denien (Denieni), akavasa (Achi), Mykeni (Mychene), teres (tyrsesne) an Etruskine, shekelesh ji (Sicilia) û serden ji (Sardia) ne hene. Yê pêşin Denieni, Achi û Mychenean ji Younanistan hatine. Etrusk ji Anatliya ne, Sicili ji Italia û Serden ji Sardinia ne.
Li ser Felestiniya, negotine ew ji ki hatine. Lê dura dîtine ku xarmîdê li ba Felestiniya bikarhatine û hin çekê wan weku yê li ba Mychenean yê ji Younanistan bune. Ji ber ku li wê demê hemî bajarê Mychenean roxandî (wêrankirîbune). Ji encama şerê ku di nêv xwede dikirn û yek jî jê şerê li Troya ye. Li ser van komê cihê û Palastiya, Ramses III wisa dibêje; “Min sînurê Misrê ferehtir kirin, min ewê ji erdên din hatine paşde dehfkirin. Denieni bi gravê wan da dehfkirin, tjeke û pelest min kirin xalî, serden û veses kes jê di avêde neman an jî min ew dîl kirin û bi xwe re anîn Misrê. Min ew xistin girtîgeha û min ew bi navê xwe girêden. Tevî ku hêza wan ya şer pirbuye jî. Hin ji wan girtiyan min ji xwe re bikaranîn”
Di hewildenan da diyar dibe. Felestînî di şerde şikiyane, lê wende nebune. Ew weku hêzeke taybet ji bo şerê bi cihên dinra pharaunê Misrî li ba xwe hîştine û hin erdjî deye wan. Dura Felestîniya li kenara Mediterane jî li pey salê 1200 b.z ji beriya Negev da û berbi Telaviva nuha (paytextê Israel) da denîştine. Piştî vê buyerna di salê 1170 b.z Ramses III dimre û bi mirina wîra ji bo demekî Misir di Kausê da dimîne.
[Gumana herî mazin ewe ku di kausê bi mirina pharaun ra cîh digre. Fersendike zêrî ji bo Cihuya çêdibe ku kanibin ji Misrê derên. Ji ber ku gelek zehmetî di Misrê bi xwede peydebune û nekarîbune, jiyana welat kontrol bikin. An heta dibe ku di demê Ramsese III di şerdeye. Berxwedenê dike, leşkerê wî hemî li beramberî dujminane. Ew derketine. Di vê gavê de, Felestîniya jî pêşiya wan nagirin. Ji ber ku dijatiya wan ji Misriyara, diyare, an heta dibe ku îzin jî ji wan girtibin].
Eger mirov kanibe vê buyerna wisa bawer bike. Dibe? Derkeve ku çîroka Încîlê û Moses û çovê ku li avêdeye. Deh beleyê giran yê hatina serê Misriya, av buye xwîn, kurê pharaun miriye û yê din hemî wê ji xewn û xeyalê nivîskarê Încîlê derhatibin? Li nik wê jî gelek dibêjin ku navê Moses bi xwe jî navekî Missriye. Weku Ramses, Thotmes. Ew jî dike, ku Moses, ji çîrokeke Misrî hatibe girtin. Dibe ku mirovek bi vê navî di demekî nenasde, bendewariya pharaunekî kiriye. Li dijî wî rabuye ango serhildenek li dijî pharaunekî kiriye û dibe ku Pharaun kuştiyejî. Li vê taliyê buyerê wisa gelek di palasê Misrêde pêkhatine. Bi taybetî di demê pharaunê genc bîst salî Thutanhkamon da (1358-1339 b.z). Wisa wan ew çîrok ji xwe re birine û bi wê şêweyî şirovekirine……….?

Advertisements

Sahrawardi an (Suhrawardi) û rayên filozofîya kurdî

A-3692443-1392497801-7976.jpeg

Shahab al Din Ibn Habash Ibn Amirak Abu l-Futuh as-Suhrawardi. Philosofekî Kurde, sofiye. Demezdêrê an (damezrênerê) Dibistan Filozofîya Ronahiyê ye (The School of the Illumination) e. Ew di sala 1154-55 da z li gundê Suhraward ji dayîkê buye. Gundê Suhraward an (Sahraward) gundek ji yê Kurdê bakur-rojavayê Irana nuha ye û gund li nêv bajarê Zanjan û Bijar dikeve. Bijar bajarekî bi çuke, lê pir giringe, pir mirovê polîtîka Irana nuha meşandine, ji wirin. Li wir kelaheke kevnare heye, dibêjin ew ji mayînê Mediya ye.
Di sed salê 10 an zayînê da ew herêm li jêr destê Kurde bixwe buye. Sofiyekî din bi navê Suhrawardi heye, navê wî Abul-l-Najib al-Suhrawardiye û yek ji nêviyê wî Abu Hafs Umar al-Suhrawardiye. Dibêjin di sala 1191 an zayînêde, Salah Addin nuh li wê salê bajarê Heleb girtiye û wî kurê xwe Malik al Zahir hakim deniye ser. Wê salê Suhrawardiyê em li ser dipeyvin Malik al Zahir dibîne û dustanî di nav wan da çê dibe.
Dibêjin Ayyubiya yasayîtiya an (şarhiyeta) hukmê xwe li heleb bi rêya Şêxên navder yê lê hene lê meşandine. Lê dema Suhrawardî hin gotinê filezofîk yê Ariyan û Kurden jî di nivîsê xwede bekartîne. Şêxê Heleb ji wî durdikevin. Wî weku berbe Iranî (Kurdî-Farisî) debînin. Hin jî dibêjin ew Batiniye ango wî bi Batiniyê tewanbar dikin [(Batiniyeh yê rast, partiyê an sazumana jêre digotin Hanafine bune]. Wan hin zanebunê ji demê Ibrahîm da mane bikar tanîn. Lê hinjî li ser Mandeans an Sabîheya jî dibêjin ew Batinine). Ji ber wê ew Şêx ji Malik al Zahir dixwezin wî bikuje. Lê Malik al Zahir guh nade gotinê wan bi ûşta ku dustaniya wî jî bi Sahrawerdî ra heye. Ji bo ku gotina Şêxan becîh bê, ew nameyekê ji Salah Addin ra birêdikin. Ji Salah Addin ra dibêjin Sahrawardi ji rêya Ola musulman derçuye û daxweza kuştina wî jê dikin.
Salah Addin bi kuştina wî razî dibe û ji kurê xwe dixaze, wê karî becîh bîne. Di taliya sala 1191 z de an li desdtpêka 1192 ew têye kuştin. Ji nuha û bi pêşda gelek dema navê wî dibêjin, bibîrtînn. Dibêjin al Şêx al meqtul ango yê hatiye kuştin. Jiyana wî ji 40 salî kêmtir dirêjkiriye, ya di nîvê sed salê 12 yan deye. Lê karê wî kiriye pir mazine û ew nasbuye ku wî Dibistana Filezofiyê ya Ronahiyê (the School of Illumination an jî dibistana Hikmat al Ishraq avakiriye). Lêkoînvan Henry Corbin gotî: “li vê taliyê li ser hatiye gotin, ku ew mamustayê filozofîya Ola rojhelatêye [gotina rojhelatê wateya gelekî fereh dide, dura philposophiya ronahiyê tenê rayê xwe ji ba Kurde da ye, çima emê ji meselê bi zanebun durdibin?nivîskar] ango ew (Şêx-ê-Ishraqe). Jiber ku ew ji nujenkirina ramayên ariya yên kevin an ji heşmendiya arî kevin ew tê.” Lê hin rojavayî yê din bi mamuste Corbin ra li ser vê nêrînê ne lihevin.
Wî (Sahrewedi) li ser heşmendiyê an li ser (Hikmeh) li bajarê Maragheh li rojhelata herêma Azerbaijana Iranê xwendiye. Mamustayê wî Majd-i Din al Jaili ye, ewê ku imam û mamustayê Fakhir al Razi jî buye. Fakhir al Din al Razi mamosteyekî sunniye, mamustayê Olê ye û filezofe, ji bajarê Ray an (Raghayê ye) ev bajarekî Mediya kevnare ye û nuha hinu, hinu ew tevlî Teheranê dibe.
Fakhir al-Razi bixwe jî Kurde. Lê ew Kurdekî ji çermê xwe derketiye ye. Weku gelek Kurdên din yê wisa kirine jî hene. (Ji ber ku ji aliekî da kurd bi uştine ji kevin da ji dara xwe hatine birîn e, nivîskar). Wî reklam (propagande) xwe kiriye ku ew ji nêviyê Abu Bekir al-Siddiqe û wisa li ser belav buye. Li bajarê Ray ew di sala 1149 an zayînê da buye û di sala 1209 an da jî li Heratê li Afganistanê miriye. Wî li ser dokttiriyê, Fysik, Felek, wêje, dîrok û yasayê jî nivîsiye. Pêwîste dema yek li ser wî bipeyve, wî ji Razî (Abu Bekir al Razi) cude bike ku ne ew bi xweye.
Suhrawardi piştî xwendina xwe li Maragheh temam kiriye. Çend sal li başur rojavayê Anatolîya derbaskirine û li wir mîr û serdestê Seljiukiya jî naskirine. Dura diçe Iraqê û Suriya û li Halab radiweste. Sahrawardi mirovê biteniyaye (unike), yê ku di zanebunê ariyan da û di yê Islamîde kûr û dûr çuyî ye. Ew zanebunê jêre gotine, Ishraqi an (Illumination) li destpêkê ji îdeê filozofîya Ibn Sina da derdiçine, (destpêkirine). Lê Mamuste Sahrawerdî li ser pir estesiyon (Muhatta) yê Ibn Sina rexnekare û li taliyê bi temamî jê durdikeve. Dema ew zimanekî ji Işaretan (nîşanan- Symbolan) peydedike. Ewê ku ji çande Ariyan dikişin û ji ya farisî? Jî bi şêweyekî!? dikişe. Weku di (Ferhang-e Xosrewani) da hatiye ji bo ku ew nivîsê wî yê di wir da wê dengekî bidin.
Eger yek biçe ser nivîsê al Sahrawadî yê bi zimanê Erabî hatine nivîsîn ew evin: “kitab al talwihat” an (The Intimation), “kitab al muqawamat” (The Oppositions), “kitab al maşari wa-l mutrahat” (the Paths and Heavens) û “kitab hikmat al-Ishraq” (the Filezofi of Illumination) nin. Rêyê pirtûka bi derence ji filozofîya Ibn Sina tên yê ku wî jî ji Aristotêlê younanî birine destpêdikin û ta digihîje zaniyariya “ronahiyê.” Ya ku bi zimanê wî an bi (taabîra wî) dibe–filozofîya bi nêrîneke gelemper, am, (hikme bathiyye) û–filozofîya ji ba xwe (hikme dhawqiyye). Beşê duyê bi rêya symbola (işarata) piriya wan bi farisî hatine nivîsîn û hin jî bi arabîne. Têde (di virda) rêya (koça) roh çawa di estesunan ra (muhatteiyan ra) derbas dibe nîşandide û li her cihekî ji wan estesuna nîşanê ronahiyê didin, diyar dike. Li demê ku di dilde jî wê dîtinên xwe diçîne.
Karê xwe yê mayî, karê bi kurtayî hatine nivîsîn ne. Hin jê bi zimanê arabîne wekî “Haykel al Nur” (the temples of light) û hin jî bi farisî hatine nivîsîn û têde ew li ser filozofîya ronahiyê bi hêsanî dipeyve. Hem jî li ser numêjê (ibadetê) ya ku bi nêrînê xwe yê li xwar ben, ew nîşan kirine.

Lawaziya Kurden di Hin Prensîpê Jiyana Xwe da ne!

Sê note yê berbiçav yek kane ji nivîsên jorîn bigre: Yek: Rohê Cihanî di baweriya Kurdîde, budê bingehînî ye û yê budê numre yek didêye û ew rama bingehînî ya Ola Kurdiye, stunê baweriyê ye. Rohê Cihanî (Universal Spirit) jiyanê dimeşîne, Rohê Cihanî, zedêtir ji Xudeyekî cîhanê ye. Yek wisa dibîne, ji ber ku ji wir budê herî giring wê bê. Ji ber vê jî Ti cudehî di nav ti grupa an miletan da pêwîste nîne, hemî li yek pêlekê wekuhevine. Rohê Cihanî bi manîfêsta (pêrabuna) xwe pêşin, pîrozê yekem dide, ew jî Xudeye, ji dervayî van her du hêza (rohê Cihanî û Xuda), pênc pîrozê din pêwîste hebin, ew hemî dibin heft û ew jiyanê dimeşînin. Têkiliya roh be cîhana keresteyî ra, jiyanê dide.

Du: Ola Kurdî Dibîne hemî Baweriyên din Yasayîne, hemî li ser bingehê jêdera wan ya ji roh derhatine ne. Ew berdewamiya (xelq) kirinê ne. Bi rêya ketina roh ya mirovên nuh da ew dertên û hêza roh û (avakirinê) ango xelqkirinê nîşandedin.
Sê: Ziman ne Giringe çi Zimanbe, bere bibe, karê giring ewe, her kes roh nasbike, pir baştire jî eger her miletek an her gropek bi zimanê xwe bi zaravê xwe wan (ramanan ideayan) têbigihê. Ne pêwîste be zimanekî taybet be û ne pêwîste bi zimanê desthilatdaran be jî. Bi Kurdan ra, di gelek demê dîrokî da bikarhênana zimanê bianyan çêbuye?

Nota yek: eşkere diyar dibe wekheviya Kurd dixwezin, hê li ser topa me pêknehatiye, neketiye praktîkê. Lê li ba Kurde ew dixwezin ew pêkwere. Xebata wan jî li ser vê bingehîye, dibe ku wan di hin demê dîrokîda rumet û wekheviya miletina dixwestin û dixwezin. Li demekî bu an di wextekêbu ku ayne wan mileta mirin û wendebuna Kurde bi xwe dixwest. Lê Kurde ew tişt di ber çavên xwe re nedibirin û bi berdewamî dewa Rohê Cihanî û yekbuna cihanî dikirin û çi carî nediramiyan berjewendê xwe netewî, gelêrî ji berî her tiştî becîh bînin. Dema banga netweyî jî nebu, pêşketin û hoşiyarbuna milet ya neteweyî, civakî jî çênedibu û pêşketina mirov bi xwe jî çênabe. Zanebunê xwe li cihê xwe man. Ti sud jê negirtin. Idée wan bun çek ketin destê miletê dora wan, li nik ewê dujminatiya wan dikişandin. Li aliyekî Nezanabuna, li aliyê din êlvaniyê û eşîrtiyê liba Kurda cihê xwe girtin û li nik hêzên din jiyana wan xwerin.

Du: baweriyê Kurdî dibîne, hemî bawerî Yasayîne û ew hemî ji yek jêdera dertên, ew jî ji baweriya be roh ne. Dema mirovê pîroz an pêxember tên, ev nîşanê avahî (xelq kirin) ê yê berdewamine û dema roh ji laşekî koçdibe laşekî din û mirovekî nuh dibe. Dibe ew mirovekî bi zanebunê nuh be bi şaxek ji baweriyeke nuh be û ew ji bona meriv rizgar bibe ye. Weku baweriya Kurdî dibîne, ew pêrabun (ew kar-ew rama ) karekî yasayîye û tenê ji bo rizgariya mirove? Ev jî dike ku Kurd baweriya xwe, di Ol û îdeên miletên din da, di komên dinde jî dibînin û rêz û rumetê heta taliyê jê re digrin. Li demê ew Ol û îdeayên nuh, ti rumeta xwe, ne ji Kurde re weku milet heye û ne ji kar û barê wan Olîra û ne ji pîrozê wan re heye. Li demê ku ev baweriyê bi idée yê nuh heta kanin şerê wan jî dikin û dixwezin ti şunpêyê wan jî nemînin? Di virde jî eşkereye ku Kurd yê di vî halîde nekaribin xwe li ber pêla yê hember xwa yê ramaiyarî û berjewendê wan keresteyî (metiriali) bigirin û wê her û her bi paşde bigerin?

Eger mirov biçe ser baweriyê din, dibîne ev noteya di xala duyê da li ba wan karekî bi temamî puce. Bê wate dibe, ji ber ku baweriyê dura hatine, her yekê ji wan dîtine ew tenê baweriya cihanî ya rastine û dibe ew bi teniya li vê cihanê bimîne, çi bawerî û idée yê din hene, derewine û ji bo roxandina civakî ne. Ev nêrîn li ser Zardeştiyê, Cihutiyê, Xiristîyanîtiyê û Musulmantiyê jî hebune.

Zardeştî li demê xwe paşin ew jî geriya ser idêa yek Xude û got: ”Ahura Mazda tenê dibe rêz ji bo were girtin, ew tenê Xudeyê raste, Xudeyê xêre, ji dervayî Xudeyê, rastiyê, Xudeyê xêr, ti Xude nîne. Xudeyê şer tenê derewe. Yê ku bi derewan bawer bike ango bi Xudeyê şer bawerbike, ew jî xudiyê derewa ye. Ta mirovê bi Xudeyê xêr bawere pêwîste ew guhDeryayê mirovê bi Xudeyê şer jî bawere neke.” Eynî bi vê ramana Magê Medî bun derewvan û di sala 521 b.z dema Deriouş dibe padîşah, mirina derwvanan jî yasayî (helal) dike, ango kuştina Maga yasaî dike û ji bo mirina Magan rojekê weku roja cejnê, cejna kuştina Maga nîşandike. Dixuyê Zardeşt li talyê bi koçiya roha jî nebawerbu, eger wisaye wî xwe ji rama pîrozê nuh dertên jî azad kir. Lê ew rama ya ku dibêje bi koçkirina roh pîrozê nuh dertên tenê li ba baweriyê Kurdî man. Bi nêrîna min ti şiroveyeke baş jî an bi hindikî ji bo berjewêndîyê xwe weku milet, mirov û netew jî Kurda heta demê gelekî dereng nedîtin?

Eger mirov biçe ser baweriya Cihuiyan (Cihutiyê), ew jî bê guman xwe dibînin, pêwîstiya ku ew bi teniya baweriya Cihaniye û ti baweriyê din jî ji dervayî ya wan rast nînin û tunene heye. Bi nivîsa Încîlê û dirêj bun û fereh buna wêje û tora li ser wê hatiye nivîsîn, xwe bi 2/4 ji miletê cîhanê bawerkirindane û numreya wan hê jî zêde dibe. Bi navê baweriya Cihutiyê em ji bîr nekin, ew Xiristîyanîtiyê jî bi xwe re heldigre û kirine ku Xiristiyanîtî ne li dijî wan hatiye? Lê baweriya wan temam dike. Cihutî ji alîyekî dinde di nêv baweriya xwe ya cude û xristiyanîtiyê da, tevî ku ew li bergehê dem yê gelekî jihevdur hatine, girêdeneke dîrokî û ramiyarî jî di navde ava kirine.

Bergehê baweriyê Cihuyan. Ew bergehana yê di baweriya Cihutiyê de evine. Demê hatina Ibrahîme, demê hatina Mousa ye û ya demê hatina Kristus e ango (Isa ye). Li gor şirovekirina wan, ”Mousa negot Ibrahîm tiştekî şaş gotiye, Krîstus jî negot, Mousa an Ibrahîm tiştekî şaş gotiye.” Lê tenê yê hat got ez gotinê yê berî min temam dikim, ti nîşanê misuger nîne, eger wan bi rastî wisa gotiye an na. Lê bê guman ew pêşniyarkirina Cihuya ye û berbi çav diyare, her Olek li halê xwe ye û taybetiyê xwe gelekî cude hene. Eger tişte wisa an cudahî hebunejî, parêzvanê Încîlê, nehîştine kes pê bibhîse (pê hest bike) û bi piriyê caran ew hatiye kontrol kirin û rastkirin. Lê eger çawa be baweriya Cihutî-Krîstiyan pir ji xwe hezkiriye û eger rê hebe, çi carî wê rê nedin baweriyke din ku li ser vê topa me ji dervayî ya wan bimîne? Lê Xiristîyanîtiyê an weku taybetmendiya Xirîstiyanîtiyê wê şopa Mithraismê (baweriya ku ji bingehê xwede baweriyeke Kurdiye) girt, lê hin gewrînê bingehînî jî têde peyde kirin û di demeke ne pir dirêj de Mithraism wende bu û Xirîstiyanîtiyê şungirt. Ariyanism û paganism jî bi carekê çun.
Musulmantiyê baweriyê li demê hatina wê, wan, hebune, bi sîstematîk şerê wan kir û ew ji holê rakirin, wekî Zardeştî, Magîsm, şerê Cihutiyê jî be dijwarî kir. Krîstiyan jî ji xwe re kirn pir û di sera cihê dur û zehmet gihîştinê. Çi ramayê nuh li rojhelata navîn derdihatin bi Magîsmê an Zardeştîtiyê tewnbar kirin û ew xudiyê wan kuştin. Xiristîyanîtiyê jî li destpêka jiyana xwe gelek mirovê zana yê dervayî zanebunê wan meşiyan bi mirinê ceza dikirin.