Çanda bi numuneya wê li (Till Halaf), an jî bi kort û kurmancî dibêjin

tell-halaf_

Çanda Till Halaf 8000-5500 b.z

Ev şristaniya kevin ya gelekî nase ya di Kurdistanda ye, hempayê wê şaristaniyê din jî li Kurdistan hene. Lê ev ya pirtir dengvedayî ye û pirtir naskiriye. Ev şaristanî li hemî erdnigariya Kurdistan belav bubu û hajet û firaxê wan yê ji qarmîta yê gelekî nazik, bikelîte û rindbune, bi hemî aliyê cîhana kevin da jî diçun û belabubun.

Ev cihê dîrokî û arheologîkî li parêzgeha Hasakê dikeve ya li rojhelat bakurê Suriya ye. Ew li nêzîkî sînurê Turkiya nuha ye û li aliyê Turkî li hember wir, dîsa bi navê serê kaniyê ye. Lê Turka nav lêkirine Ceylanpinar. Ew ji dîtinê pêşinine ya ji çanda demê neolîtîk da ye. Tiştê herî giring û buha li vê erdnigariyê, hebuna qarmîta ye, yê pirbune û hê jî Qarmîdê cemkirî û yê renge, reng boyaxkirîne. Qarmîdê vir bi wêneyê endeziyarî û yê sewala wênekirîne. Temenê vê şaristaniyê jî ji 9-8 hezar salê berî zayînê da destpêdike û li 4300 kota dibe. Hittîta jî serweriya xwa li vê herêmê kirine, Hîtttît ji berî salê 2000 b.z li wir diyarine. Li dor 1200 b.z Hîttît diroxin lê li şuna Impêrya wan gelek statê biçuk çêdibin wekî (Tabal, Kummanî, Mêlitênê, Adana, Gurgum, Samal, Commagênê,  Arpad, Carchamiş û Muskî) {Seton Llyod, Ancient Turky, Travellers history 1989, C.W.Ceram, Efter 4000 şr Hettiternas gşta lşsas}. Paşê li dor 900 b.z mîratiyeke Aramya..? jî li wir cîh digre û ew navê şaristaniya Guzana distîne. Dura jî wir dikeve nêv desthilatiya Assuriya. Nuha wir li bin rêveberiya rojava ye, li bin rêveberiya Xwaseriya Demokratîke

Em hinekî li ser taybetmendiyê vê çandê rawestin

çanda girê Halaf, çandeke herî giring û bilinde, serpêhatiyê wê ne yê ji rêzêne. Li ew demê ku berî nivîs derkeve. Mayînê ji vê çandê mane jî pir nasine. Ew bi karê  xwa yê ecêb hunerîne, bi Qermîtê xwa yê renge, reng, bi avahiyê xwa yê grover û bi xetima an morê xwa yê pêşketî navdarine. Bi malê wan grover ra europiya navek ji zimanê Greeka birine û jêra gotine (Tholoi). Lê bi dîtina min bi vê navî buhayê çanda Kurdî pir kêmkirine, çima..? ji ber ku tholoi ji avahiyê kirine gorn ra yê pir dibêjin û ew pir dereng bikar hatine2-3 hezar salê b.z. Lê bi Kurdî heta mera kane ji vê avahiyê grover ra bêje rengek ji rengê Qab e û li demê nuha jî wan çêdikin. Ji aliyê civakîda, civaka Halafî hêjî baş nehatiye naskirin. Li ser aboriya wan jî zanebun kêmine. Hin dibêjin ev çanda ji nuşkava di hezar salê şeşan berî zayînê da bi pêş ketiye. Ji çiyayê Zagrosan da li rojhelat û ta bi çiyayê Taurusa da li rojava çuye. Ev belavbun jî di demekî kort da buye. Ji ferhebuna vê çandê hina gotine, ew ji derine din hatine ango wan koç kirine (Davidson 1977). di cihê xwa yê dinda kirina karê bazirganiyê lê eşkereye (Braidwood 1949, Braidwood 1960-137ff, Thusen 1988-1987, Watson û Leblanc 1973). dixuyê jî ew gihîştine desthilatiyekê jî avabikin.

Hemî herêmê ku ev çanda lê belavbubu, gihîştibun asta ku tiştê xwa bihev bigewirin ango bazirganiyê bikin. Civak li vir ji her alîda pêşketiye sazumankirî buye. Her dixuyê ku ew glhştiye asta gunda ava bikin û desthilatî avakirine. Li  cihê ev çand lê sekirine yê giring Nînewa ye, Arpachiyayeh û Tepe Gawra ye, piştî sala 1960 girimgiya ji bona çanda Halafiya hinekî kêm buye…? Ev çand li deştê Suriya jî belabubu li Chrchamiş (Carablus) û li cezîra başurê biçuk. Lê  li destpêkê gotin. Ew ne li cezîre çêbuye, lê ew ji Anatoliya û ji Mesopotamya da hatiye. Li newalê çemê Balikh jî ew dîtine. Li cizîreh demê destpêka vê çandê li girê Saby Abyad dîtin (Mound of White Boy). Şunpêyê li girê Saby Abyad dîtine li Surya giştî belabuyî bun û nirînê xwa berê jî hatin gewrîn. (Akkerman 1989, Akkerman 1993, Le Miere 1992). pirhindik li ser gavê gewrandina vê çandê (ango dema çand tiştên nuh têda çêdibin) rawestîne. Weku em bêjin, ji berî demê Halaf destpêbibe, demê neolîtîk, destpêka çanda Halaf (Akkerman-Varhoven 1995). Cihê runiştina li girê Saby Abyad dixuyê ji salê 5800/5700 b.z da destpêbuye û 800 sal li wir dirêjkiriye. Li vir 11 qatê runiştinê dîtine û ew hemî li peyhev hatine. Lê gotine hine rawestîn, ango ne li pey havbun di nêv qatê 11-10 da çêbuye. Ji qatê 11-7 gotine ev demê berî çanda Halafiya ye û her wisa berî qermîtê neolîtîkine. Qatê 6-4 gotine ew tên hejmartin wekî demê gewrîna ne. Qatê 3-1gotine bê guman yê çanda Halafiyane. Ji vir tê têgihîştin, qatê 11 dibe digihê 10-9 hezar salê b.z. ji çanda li girê Saby Abyad diyar dibe ku cizîra Suriya jî erdê bingehînî yê çanda girê Halafe, lê ji destpêkê da wisa qayîl nebubun. Min xwast ez vê çend taybetîna jî bêjin, lê wekî din nivîsê li ser çanda girê Halaf ango ya li ser çanda serê kaniyê talî jêra nînin.

Çawa  û kengî ev şaristanî hate naskirin?

Di sala 1899 da Sultaniya Othoman an Osmanî hê li dare û li 19 yê meha mijdarê, dema dîplomatê Alman Max von Oppenheim di bakurê Suriya nuha ra derbas dibe. Ji bona ku rêya trêna ku dihate pîlankirin wê ji Istanbolê bigihîja Bagdadê rêya çuna wê nasbike. Li wir li bakurê Suriya hin ji wê gundina jêra dibêjin, putek an statuyekî kevirî li bin axê heye. Max di sê rojada çend tiştê giring ser vedide, di nav wanda “Xudaya jin ya runiştî jî heye”. Koma lêsekirinê dibînin wan “deriyê seraya rojava jî pênasekirine”. Lê dema wî ti razîbuna fermî li ba nebu. Wî ew statu ji nuka li bin erdê veşartin  û rêya xwa temam kir. Di sala 1907 da arheolog Ernst Herzfeld, ji Max Oppenheim xwast ku ji nuka till Halaf vede. Bi şêweyekî ew lihevhatin wê çawa dest bi lêsekirinê bikin. Di meha augustê da sala 1910 dest bi lê sekirinê nuh kirin. Di wê salê da rêzdar Max Oppenheim dest ji karê diplomasiyê berda û di amadekirina pereyê ji bona lêsekirina wê herêmê da xebitî. Pere ji bavikê xwada, bidestxistin û ew dora 750,000 mark bun.

Dîtinên wan an lêsekirinên wan

Ji demê ku wî li wir cara pêşin kolabu li sala 1899 û virda. Wî dît ku li wir pir vedanê qaçaq, ne yasa çêkirine û pir azarî gihandine, putê li wir. Di lêsekirinê xwa pêşin da hin putê ji demê şaristaniya   Guzana jî dîtin. Deriyê “Seraya rojhilat” ya ji aliyê padyşayê Kapara da ye, li demê 900 salê b.z hatibu girtin naskirin. Oda nimêjê û hin gorn dîtin. Hin statu yê careke din ji aliyê Younana da di avakirina da bi kar hênane jî dîtin. Dura jî wan kanîbun qarmîtê till Halaf yê ser demê neolîtîk jî bibînin. Ew qarmîtnane yê ku şaristaniya till Halaf pê hatiye naskirinine.

Çend numuneyê Qarmîdê til Halaf (Serê Kanyê). Temenê wan dora 5000 sal b.z û bi kevintir da ne. Ev çanda Halafiya ye, ya xelkê dilsoz matmayî û gêj kiriye

Dibê bêye zanîn ev qarmîtna ji yê kevintirine ji qermîtê bi kelîte yê carekê li ser ruyê erdê hatine dîtinin ne li kêleka qarmîtê ku bi rêz Herzfeld li Samara dîtibune. (Samara ewjî cihekî ji cihê navdar yê kevnareyane yê li Kurdistaninê ye, li bakur Irake)

Di sala 1913 yan da Oppenheim careke din geriya bo Almaniya. Ew karê hatine dîtin di avahiyeke bi roj bikardihanîn da hîştin. Pir ji wan bi çavdêrî paketkirîbun. Piştî ew geriya Almaniya şerê cîhanê yekem destpêkir. Di 1926 da Almaniya ket nêv komika miletan ango (league of nations). Wisa Almaniya kanîbu rêveberiya lêsekirinan nuha li ser erdê ketiye bin çavdêriya Fransa bike.

Li sala 1927 rêzdar Oppenheim careke din geriya till Halaf. Ji lêdanên bi topa di nav bera Osmaniya û Fransa da. Di roja paşin ya şerda avahiya dihate kolan azarî dîtin û hin ji wan dîtinê arheologî şikestin. Lê ji ber ku Oppenheim qalibê wan girtibun wî kanîbu wan ji nuhda serrast bike. Dîsa Oppenheim ew karê dîtine bi Fransiya ra jî parvekirin. 2/3 ji wan dîtina birin Berlin yê mayî jî rakirin Halab û li wir wan bingehê muzêyê neteweyî yê Suriya danîn. Li sala 1929 kolandin temamkirin.

Muzêyê Çanda Till Halaf li Berlin

Mamuste û bi rêz Oppenheim dixwast basikekî ji Muzêyê Navdar Pergamun. Yê nuh li Berlin hatibu girtin, bike basikê çanda Till Halaf. Lê ji ber ku pereyê Oppenheim ji wê beşîra xwastibun gelekbun. Wisa ew ket bin zorê ku li cihekî din yê industiriyal (karsazî) yê bi navê Charlottenburge, Muzêyê taybet ji bona dîtinê li Till Halaf veke. Li tebaxa 1930 wir vekir. Şêweyê ku tiştê di muzeê da hatibune pêşandan, ta li rojê nuha jî yekê kanîbe bêje modern bun.

Li sala 1939 Oppenheim careke din çu Suriya ji bona ku lêsekirinên xwa temam bike. Vêcarê rêveberê Fransî rê nedan wî û nehîştin ew ji nuva wir bikole. Wî goftugo bi hikumetê Alman ra kirin ku hemî dîtinê xwa bifruşe wan. Li demê ku ew guftogo bi rêva diçun. Muzê li sala 1943 ji aliyê Brîtaniya da bi bombeyeke Phosphorî lêdan xwar. Muzê hemî suta çi pêşandanên ji dara an ji limeston (kevirê hesta) hemî sutan û roxan. Karê ji berikê Bazelt jî bi germiyê hur, hurî bun.

Li vir piştî bi meha wisa ma, Muzêyê bi navê Vordderasiatisches yê ew jî li Birlîne. Destê arîkariyê da ku ew hemî statu û put ji nuka bêne serrastkirin.

Di sala 2006 da Suriya û Almana bi hevra lêsekirin meşandin. Ew li bin serkêşiya bi rêz Lutz Martin birêveçu. Ew ji muzêyê bi navê (Vorderasisatisches) yê bi mera derbasbuyî bu û Abdul-Masîh Bagdo (serkarê kevnahiyan li parêzgeha li wê demî ya Hasakê bu. Jorg Becker ji Universîtêya Halle û Mîrko Novak ji Universîtêya Bern jî li ser karbun.

Çanda Till Halaf bê guman ji 9-8 hezar salê berî zayînê destpêdike ta ku ew li hezar salê 6100-4300 b.z gulvedide. Şaristaniya Till Halaf li hemî Kurdistan belav bubu û sînurê Kurdistan jî derbaskiribu. Li paş şaristaniya Till Halaf jî şaristaniya Ubaidiya tê
.

Demê imperiya hîttîta meef dibe

hittites
Imperetorê Hîttît yê taliy, ango yê li pey Tudhaliyas IV hatine, kurê
wî Suppiluliumas II ye, Arnuwandas III û Mursilis II yê brayê
Arnuwandase. Wan carke din şerê Arzawa kirine û Cyprus jî kirine,
Amurru jî rihet kirine. Lê li dor 1200-1190 b.z êrişa miletê ji deriyada
hatiye, ew bi komê mazin, mazin hatine, li dema ewjî bêhêz bune. Êlê
Kaska jî ji bakurda hatina Paytextê navdar û bihêz Hatusaa sutandine. Dibe
ku ji berî miletê ji deriya bên xebera Êlê Kaska ji wan heye û ew komplu li
serê Hîttîta meşiya.
Ev miletê ji deriya yê bi kelecanî koçbune, bi carekê digihên heta ser
sînurê Missrê jî, lê heta digihên wir, kela wan hinekî kêm dibe û Missrî bi
şêweyekî li hember wan ber xwa didin. Li ser wan gelek danistandin
çêbune û bi cîh ji ki hatine jî problêmeke, ne ewxwast becîhe. Lê li sale
1220 b.z êrişek ji miletê tevlihev (Mix) ji Lîbiya da ango di rêya Lîbiya ra
dice ser Missrê. Li pey wê demîjî dibêjin tewr ji deverê rojava başurî
Anatoliya birçîbuneke dijwar çêdibe. Miletê ji wir û ji derdura wan jî êriş
dikin û çi li ser rêya wane pakij dikin, disutînin, diroxînin û distînin.
Ji wirda û bergeha 200 sal rojhelata navîn bê xudî dimînin, xudiyê
wan yê bingehîn Mîtanî û Hîttît weku agir demkî vemirîn. Lê xudîne din ji
komê biçuk li ser xwa mane xwa heldidin, li vê demî state mazin namînin
an nîv roxandîne, lê li vê demê mirî da hin Imaratê Fînîkus û Aramî û Cihu
jî dertên û dure, Cihu li ser nave wan dîrokeke nuh ji cîhanêra (reşmayî) an
wêne dikin.

Hîttît, koma herî mazine

Gelek giftugoyê cihê li ser Hittita hatine gotin, tiştê dike ku yek
nikare, dad bike (bidarizîne) çima wisaye, karê wan yê li ser vê neliheviyê
çiye. Hin bi kurtî dibêjin wan ji 1630 b.z padyşatiya xwa damezrandiye.
Lê merov ji bîr neke, wan hema di 1600 b.a Babylon istandin. Bi nêrîna
wan be, wan çawa padyşatî damezrandiye, beziyane ser Babylon û ew
şikandine jî. Hinjî dibêjin ew ji sedsalê 18 b.z li Anatoliya desthilatine. Lê
dixuyê hebuna wan li wir gelekî kevine. Gotinejî xudîkirina hespa li
(Pontic-Caspian Steppe) ango li deştê jora deriya reş û deriya kaspik
digihê heta 4500-4000 b.z. û nave hespa li Asiya biçuk (Turkiya nuha)
digihê 2200 b.z li demê ku miletê Balkanjî koç dibe Anatoliya.
Hittita ji rojavayê Asia biçukra gotine Assuwa û dixuyê ji wir jî nave
Asia maye an ji wir hatiye. Lê di zimanê Luwian da ew jî zimanekî indoeuropiye
yê demê Hittita ye, ji hespara gotine, “asva” û di zimanê Media
da jî Hespa ye. Ji vir rama ku bingehê zimanê Indo-europî ji Anatoliya da
tê hatiye birin. Li ba gelek Kurdê nuha, bidaxe haya wan jê nine ku Hittit li
nik hemu yê din bavpîrê Kurda yê direkt resenine, her dema xwa dikin, di
ser dîroka xwa ra derbasdibin di ser Hittita ra hulpedikin û derin û min
bixwa ev kar liba geleka dît.
Bi kêmayî Hittita cihê xwa li Anatoliya ji 2000 b.z da girtiye, ayne
ew li aliyê sînurê Kurdistan yê rojava yê siruştî (netural) danîştine. Li ber
çemê bi Turkî jêra dibêjin Kizil Êrmak (Qizil Êrmaq) û navê wê kevin jî
çemê Halyse û bi zimanê Hittita jêra gotine (Marassantiya). Ew li wargehê
Kapadosiya dikeve, wir bi xwa gotine ew weku Kelaya Kurda ya heta
sedsalê 16 z. jî buye.
Hin ji zanayê berbi-Tukik jî, çima ku piştî zimanê turkî bi zimanê
kurdî zengînkirine, dibêjin ne belkî zimanê Hittita Altayî ye û bavikê
zimanê Turkiye, ango heta nêrînê wisa jî berdane, lê ev nêrîn bitaybetî ji
bona Hittît komeke pir mazin ji Kurda bune û dîroka wan jî pir dewlemnde, dixwazin parasitê ji aliyê Turkî da bixin ser, ji ber ku
berjewendê polîtîkeke wisa bê dadeyî jî di virda heye.
Hittit weku min got bikêmî hê ji berî salê 2000 b.z me diber çavra bir
ew li wir hene, dibêjin jî, ew pêl, pêl digihîjin Anatoliya? Ji padyşayê wan
pêşin navdar gotine, Labarnase û hê ji sale 1900 b.z statê wan, desthilatiya
wan dadimezre, lê ji 1700 b.z da ew û desthilatiya wan başjî nasdibin,
dîroka wan bi gelemperî wisa beşî du bergehê dem kirine. Padyşatiya
Kevin ji 1700-1500 b.z, hejmartine û empêrî n demê avakirina imperiyê ji
1500-1200 b.z dîtne. Tevî wê jî ev dîrok weku dixuyê ne gelekî cihê
pesindariyê ne, lê dîroka wan pir guftugo jêra pewîste.
Dixuyê Labarnas padyşayê pêşiye yê ku padyşatiya Hittita ava kiriye
li hemdemî padyşayê herî mazine. Durê kurê wî, brayê wî, xizimê wî bi
zewcê çêbune. Xizimê ku xwîna wan jiheve û leşkerê wî hemî dibin yek.
Welatê wan pêşî biçuke, lê ew bi kuda dice şer dike, erdê nuh digre, ta di
şeva da jî êrişî welata dike û wan bê hêz dihêle û ta ew deriya dike sînurê
xwa. Dema ew ji şera digere mal, kurê xwa bi vê layanda dişîne. Wan
dişîne, Hupysana, Tuanuwa, Nînassa, Landa, Zallara, Parsuhanda û lusana
û ew li wê wargehna hemî serdeste, bajarê mazin dikevin jêr destê wî.
Dura jî padyşayê duyem Hatusîlîs tê, lê dixuyê navê Labarnas û nave jina
wî Tawannanas ji bona Hittîta navnîşanine (symboline) û weku navê
pesindariyê jî bikartên. Ji ber ku padyşayê duyem Hatusîlîs, nave xwa dike
Labarnas Hatusîlî, padyşayê mazin yê Hatusas.
Wî li ser xwa gotiye, ew merov (peyayê) ji Kussara ye û ewe yê cara
yekeme paytextê Hîttita radike bajarê Hatusa ye. Lê wir berê bajarê
Hattiya buye û ji mêjda jî bi destê yê bi navê Aîtta hatiye roxandin, wisa li
demê wan hatiye gotin.
Li vir pêwîst dibe merov bizanibe, Hattî kîne? Hattî miletê ji berî
Hittit bên Anatoliya li wirine û dixuyê ew ne gelekine, lê hin bazirganê
Assurîne.
Hîttîta nav li zimanê xwa kiribun “Neşîtê” lê ta nuha jî ewxwast ne
zelale, çima wan ji zimanê xwara wisa gotine. Ew navê me li jor hênane jî
padyşa Telipinus, (ew jî padyşayekî Hîttîta ye, yê hinek derengtir hatiye)
wî, nasiyek li ser wan erdê li jor me gotibun daye û wisa jî ew nuha têne
naskirin ku. Hupîsana bajarê kubysara ye, Tuanuwa jî Tyiana ye yê li
nêzîkî Bore, Landa an Laranda karamana nuhaye û Lusana Lysra ye,
bajarê ku pîroz Pauls?? Çuyî yê ye.
Geografîkî jî wisa hatine naskirin, ew cîh (bajar) wisa nîşankirine, ku
ew ji başurê çemê Halysda, ango ji bajarê Koniya bo rojhelat da, biçe heta
çiyayê Taurusine û wir li ba Hîttîta navê xwa dura dibe “erdî daketî.”
Di sala duyem ya desthiltiya xwada Hatusîlîs digihê bakurê Suriya
nuha û navê Alalakha ango (Till Atşaneh) yê li ser çemê Asê (Orontêse) bi
bîr tine. Rêya wî di Cilicia (Kilikiya) ra ye û ew di çiyayê Amanus ra
derbas dibe. Li rêya vegera xwa ew bajarê Urshu (Urşu) mef dike, bierdêra duz dike. Ew bajar diyare li nîvê Furate, lê ew di jora Carcamiş
(Karkamiş) ra rêya xwa gelekî bi rojhelat dixe, bi uşta ku ew rastî bajarê
Yamhkad (Heleb) neyê, çunku bajarê Alalaka jî bi (Heleb) va grêdayî ye.
Yamkhad li wê demî desthilatiyeke an statekî biçuk yê Hurriya ye.
Di sala desthilatia xwa sêyemda, Hatusîlîs erişa xwa bi rojavada dibe,
dibe ser state Arzawa yê bi hêz û yê li rojavayî Anatoliya ye. Lê dema ew
li wir dixebite, gelek ji erdê wî girtibune, Hurrî ji nuka distînin.
Hurrî weku nave wan nuha, nuh dertê, gotine ew jî weku Hîttîta pêl,
pêl hatine rojhelata Anatoliya yê? Bê guman ew ji berî sale 2000 b.z bi
gelekî an bi demekî pir zêde li wir li mesopotamiya bakurine. Li wê demî
Assurî gelekî biçukine. Li bajarê Assur û hinekî dora wir desthilatdarine,
wisa Assurî dustaniyê jî bi Hurriyara datînin û ew jî Assuriya fêrî
xudîkirina Hespa dikin.
Wisa Hatusîlîs şerê xwa bi Arzawara radiwestîne û digere ser Hurriya
ku pêşketina wan rawestîne, lê ew şer du sala ji wî dibin, heta sînurê xwa ji
nuka bigihîne cihê gihîştibuyê. Dura di sala şeşem ya serkêşiya xwada
şerekî bi serkêşê Heleb ra datîne, ewjî hevalbendiya xwa bi Hurriya ra
hene, di wê şerîda gran brîn dibe û digere bajarê xwa Kussara.
Piştî mirina Hatusîlîs kurê wî Mursîlîs Padyşatiyê digre, ew
padyşatiyê bi kanebun digre. Lê ew li pêşiya hemu tiştî, dixwaze Heleb ji
pêşiya xwa derêxe. Ji bona wê karî dibe ew Hurriya bi şêweyekî rawestîne.
Ew êrişa li serhev dibe ser wan û hêza wan kû dike, bi şêweyê ku nema
karibin yarmetiya Heleb bikin.
Bi wê serketinê xwara, tewr ew dirame, li demê Hurrî bi carekê kû
kirine, êrişê xwa bi rojhelat başurda dibe, heta digihê çemê Furat. Ji wir jî
bi xwarda dice. Ayne li wê demî Babylon li bin destê Amorita da ye, lê ew
jarine hêza wan nine, ew nikarin xwa li pêşiya Hîttîta bi siwarê xwa yê
Hespa û erebeyê xwa yê Hespa bigrin. Di şerda padyşayê Babylon yê li
pey Hemurabî hatine, nuha Samsu-Dîtana ye dimre, sal jî 1,559 b.z ye,
Hîttît biserketinê mazin biserdikevinn û ew dikevin Babêl. Babylon bi uşta
nêzîkbuna wan ji Sumer û ji Hurriya, wan jî di şaristaniyê da cihekî bilind
û gavine gewre avêtine. Lê Mursîlîsê reben, hê bi serketina xwa bêhempa
şanebuye. Dengo û bas digihênê, dibe ew bigere Anatoliya, ji ber ku ew ji
demekî dirêjda ne li wire, hin serhildan li wir peyda bune. Ew zukî, bi lez
û bez digere Anatoliya, çawa ew digihîje wir, yekî bi nave Hantîlîs tîmayî
ya xwa di padyşatiyê da heye (çave xwa li padyşatiyê ye) wî dikuje.
Hantîlîs ji bona padyşatiya Hîttîta gelekî bikêr nehat an nebaşbu, li
dora pênc salê ew padyşeye, welat ji der û hundur diroxe. Politîkî û leşkerî
welat bi paşda gava davêje. Netenê erdê girtibun ji dest derin, lê padyşatî
bi xwa têye hejandin. Hurrî ji nuhda erdê başur digrin û Cilicia an kilikia jî
digrin, ya ku ji nuha û pêşda nave xwa dibe Kizzuwadna an (Kizzuwatna).
Arzzawa hê welatekî serbixwa li rojava yê Hîttîta ye û tadeyê xwa
berdewam li Hîttîta dikn. Lê li bakurî wan êlê Kasska ta bi nêzîkî çêmê Halys tên. Tenê Têlîpînus wan ji wê dervanayê gihîştinehev û yê xirap
rizgar dike, dema ew li pey Hantîlîs padyşatiyê digre. Talypînus padyşayê
xudiyê biriyarê raste, berî hertiştî ew padyşatiyê tine serhev, an baş digre,
zeft dike û sînuran kontrol dike.
Gavên din giring yê pê radibe, dustaniyê bi Kîzzuwadna ra datîne, ew
jî dike rê ji wanra çêbibe ku bigihên deriya sipîjî. Têlîpînus yasaya jî
derêdixe, ji bona ku çawa yek bigihîne bibe padyşa û çawa padyşayek
kane şwîna yê pêşiya xwa bigre. Neyê ji bîrkirin, Hittit padyşatî û
empêriya yekemîne ya yasaya ye, ya li cîhana kevne. Wisa jî Hîttît bi
zîrekiya xwa, tevî ku komê cihê, cihê ji biyaniyan jî di nêvda hebune,
yekbuneke watedar di nêv welatê xwada avadikin.