Giringiya Media bêhempaye

Parthia-1
Demê Media demekî gelekî girine, hem ji bona Kurdistan û hemjî li asta cihanî. Li wê demî peyatiya Kurdî xwa girtiye û zimanê Kurdî ji wê demîda buye zimanekî international (navnetewî). Çand, dîrok û cêografiya Kurdistan, berve sînurê xwa rast çune û xwa hewildaye. Careke din jî ev şêwe li demê Kurdê parth çêdibe, ew jî ji bermayînê demê Media ne, ew cara duyê ye rastiya xwa becîh tînin dema destê xwa di ser hemî Iranê ra û gelek cihê ji rojhela navîn ra dirêji dikin. Lê li wê demî em bêjin aliyê rojava ji Suriya nuha û Anatoliya di destê Bîzanta da dimînin.

Pêşî her komekê an eşîrekê ji yê li Kurdistan, li deverekê ji yê welatê xwa cîh digrin û serweriya xwa lê dimeşînin. Hîttît li Anatoliya, Mîtannî –Hurrî li Mesopotamiya û heta bi hundurê Suriya nuha da, Urartu li bakurê mesopotamiya û li hin ji Kafkasiya, Kassît li Babylon, Elam û lurî li başur rojava yê Irana nuha Gêlanî û Hurkaniya li ber deriya Kaspîk û çiyayê Elburz.

Lê piştî demê statên cihê, cihê avadibin, demê yekbunêjî tê. Ew kar jî Media pê radibe. Çawa hemi erdê Kurdistan bubu, kehniyeke şaristaniyê li pey hev. Weku, li Anatoliya, Mesopotamiya jor û jêr, çiyayê Elburz, çiyayê Zagros û bi rojhelat da jî derbasbuye heta gihîştiye Balakh û dormedorê wir, ew dixuyên kehniyê şaristaniyê yê berdewamine. Gelek kom hatine û gelek padyşatî lê avabune, ji wan wargehan millet bi cihê dinda jî pijikîne û çune. Lê yê berî taliyê ew Medê bune.

Parthia-2

Bêguman em û cihan hemî deyndarê wan hemu kesên bingehê şariştaniya danîne ne û em Kurd jî deyndarê yê bingehê netewa Kurd danîne ne. Lê weku dixuyê, di hin bergehê dîrokîda eger ne di hemî bergehê dîrokîda be. Me gelek tênegihîştin kirine, eger me xwastiye an me nexwastiye, Me li bavpîrê xwa tênegihîştin û inkarî kirine û me netewa xwa li pêşiya netewên din erzankiriye. Me guhnedaye xebat û westandina wan bavpîrên xwa ya bi dijwarî. Me heta navê wan jî ji bîrakirine û me navine biyan ji netewa xwa û rohê xwa Kurdîra helbijartine. Ewê ji xuh û aynê Continue reading “Giringiya Media bêhempaye”

Her cihê pîroz, cihê mithologî û efsaneyê Ariya Mediya ye

[[ Ru 71 ]]

Mandeeans an bi erebî (sabbieh) jê re dibêjin û ew li Irak û Iran a nuha dijîn. Lê mixabin hejmara wan gelekî kêmbuye û li hemî cîhanê belav bune. Ji ber ku hin zehmetiyê wan di vejîniya wan de hene û ev baweriya kevin berbe wendebunê dere, yek ji zehmetiya ewe. Dibe, numêjgehê wan nêzîkî ava çem bin an ava (dimeşe-diherike) bin. Ji bo ku kanibin ritual û seremoniyê xwe becîh bînin, lê ew derfet bi hêsanî ji bo wan nehatiye. Ew bi Johnayê Baptist bawerin ango (Johna yê ku mirovan bi avê dişu, an bin av dike ye) û wî Isa (Jesus) jî binav kiriye. Ew bi Arabî jê re dibêjin (Jouhenna al mehmedan) û ew kurê xaltiya (Mariyam) deyîka Isa ye. Elizabet navê (dayika Jouhanna) ye û bavê Jouhenna jî Zachariya ye yê ku gelekî pîr bubu û zaro jê re nedibun û navê wî di Quranê de jî heye.

Mandeeans (almuxtesîleh) debînin ku Jesus, Moses û Mohammad pêxeberê derewînin e û tenê baweriya wan be John Baptist heye. Gelek numêj û zanebunê wan veşartî hene û her çend lêkolîner dixwezin li ser wan zedêtir agahder bin. Lê ew bi hêsanî rê nadin. Ev Mandeeans nêrîneke wan li ser cihê mithologik yê herî giring ji bo Xude heye. Ew Teyrê Simir an (Simurgh) jî rumet dikin û giring debînin û ew jî dibêjin cihê vê Teyrê giring çiya yê Mediyane û jê re dibêjin ”Tura d, Madei”û li wir ”Mshuna Kushta” heye û ew hempayê ”Ariyana Vaêja” ye. Madei binavkirina wan ji Mediya ra ye, ji ber ku navê miletê medî yê bingehîn, Mad an Madai ye.

Li ba Mandeean çia yê Mediya li bakurê Iraqê ne û li bakur rojavayê Irana nuha ne. Ji ber ku ev jî temam rojava yê padîşahtiya Mediya buye. Ev encam ji aliyê Mandeean bixwe de hatiye dayîn û gelek ji lêkolînvanê europîjî debînin, ku Mandei bixwe an ji bingehê xwe de eşîreke mediya bune û keşe (hotar) ê wan yê jê re dibêjin ”Nasurai”ji mage Mediyade mane. Eger wisabe, çiyayê Madai jî pêwîste, Çiya yê Elburz bi xwene, an çiya yê Hara ne û ew li tenîşta cihê Magan yê bingehînine, yê ku li Azerbaijana nuha dikevin.