Sahrawardi an (Suhrawardi) û rayên filozofîya kurdî

A-3692443-1392497801-7976.jpeg

Shahab al Din Ibn Habash Ibn Amirak Abu l-Futuh as-Suhrawardi. Philosofekî Kurde, sofiye. Demezdêrê an (damezrênerê) Dibistan Filozofîya Ronahiyê ye (The School of the Illumination) e. Ew di sala 1154-55 da z li gundê Suhraward ji dayîkê buye. Gundê Suhraward an (Sahraward) gundek ji yê Kurdê bakur-rojavayê Irana nuha ye û gund li nêv bajarê Zanjan û Bijar dikeve. Bijar bajarekî bi çuke, lê pir giringe, pir mirovê polîtîka Irana nuha meşandine, ji wirin. Li wir kelaheke kevnare heye, dibêjin ew ji mayînê Mediya ye.
Di sed salê 10 an zayînê da ew herêm li jêr destê Kurde bixwe buye. Sofiyekî din bi navê Suhrawardi heye, navê wî Abul-l-Najib al-Suhrawardiye û yek ji nêviyê wî Abu Hafs Umar al-Suhrawardiye. Dibêjin di sala 1191 an zayînêde, Salah Addin nuh li wê salê bajarê Heleb girtiye û wî kurê xwe Malik al Zahir hakim deniye ser. Wê salê Suhrawardiyê em li ser dipeyvin Malik al Zahir dibîne û dustanî di nav wan da çê dibe.
Dibêjin Ayyubiya yasayîtiya an (şarhiyeta) hukmê xwe li heleb bi rêya Şêxên navder yê lê hene lê meşandine. Lê dema Suhrawardî hin gotinê filezofîk yê Ariyan û Kurden jî di nivîsê xwede bekartîne. Şêxê Heleb ji wî durdikevin. Wî weku berbe Iranî (Kurdî-Farisî) debînin. Hin jî dibêjin ew Batiniye ango wî bi Batiniyê tewanbar dikin [(Batiniyeh yê rast, partiyê an sazumana jêre digotin Hanafine bune]. Wan hin zanebunê ji demê Ibrahîm da mane bikar tanîn. Lê hinjî li ser Mandeans an Sabîheya jî dibêjin ew Batinine). Ji ber wê ew Şêx ji Malik al Zahir dixwezin wî bikuje. Lê Malik al Zahir guh nade gotinê wan bi ûşta ku dustaniya wî jî bi Sahrawerdî ra heye. Ji bo ku gotina Şêxan becîh bê, ew nameyekê ji Salah Addin ra birêdikin. Ji Salah Addin ra dibêjin Sahrawardi ji rêya Ola musulman derçuye û daxweza kuştina wî jê dikin.
Salah Addin bi kuştina wî razî dibe û ji kurê xwe dixaze, wê karî becîh bîne. Di taliya sala 1191 z de an li desdtpêka 1192 ew têye kuştin. Ji nuha û bi pêşda gelek dema navê wî dibêjin, bibîrtînn. Dibêjin al Şêx al meqtul ango yê hatiye kuştin. Jiyana wî ji 40 salî kêmtir dirêjkiriye, ya di nîvê sed salê 12 yan deye. Lê karê wî kiriye pir mazine û ew nasbuye ku wî Dibistana Filezofiyê ya Ronahiyê (the School of Illumination an jî dibistana Hikmat al Ishraq avakiriye). Lêkoînvan Henry Corbin gotî: “li vê taliyê li ser hatiye gotin, ku ew mamustayê filozofîya Ola rojhelatêye [gotina rojhelatê wateya gelekî fereh dide, dura philposophiya ronahiyê tenê rayê xwe ji ba Kurde da ye, çima emê ji meselê bi zanebun durdibin?nivîskar] ango ew (Şêx-ê-Ishraqe). Jiber ku ew ji nujenkirina ramayên ariya yên kevin an ji heşmendiya arî kevin ew tê.” Lê hin rojavayî yê din bi mamuste Corbin ra li ser vê nêrînê ne lihevin.
Wî (Sahrewedi) li ser heşmendiyê an li ser (Hikmeh) li bajarê Maragheh li rojhelata herêma Azerbaijana Iranê xwendiye. Mamustayê wî Majd-i Din al Jaili ye, ewê ku imam û mamustayê Fakhir al Razi jî buye. Fakhir al Din al Razi mamosteyekî sunniye, mamustayê Olê ye û filezofe, ji bajarê Ray an (Raghayê ye) ev bajarekî Mediya kevnare ye û nuha hinu, hinu ew tevlî Teheranê dibe.
Fakhir al-Razi bixwe jî Kurde. Lê ew Kurdekî ji çermê xwe derketiye ye. Weku gelek Kurdên din yê wisa kirine jî hene. (Ji ber ku ji aliekî da kurd bi uştine ji kevin da ji dara xwe hatine birîn e, nivîskar). Wî reklam (propagande) xwe kiriye ku ew ji nêviyê Abu Bekir al-Siddiqe û wisa li ser belav buye. Li bajarê Ray ew di sala 1149 an zayînê da buye û di sala 1209 an da jî li Heratê li Afganistanê miriye. Wî li ser dokttiriyê, Fysik, Felek, wêje, dîrok û yasayê jî nivîsiye. Pêwîste dema yek li ser wî bipeyve, wî ji Razî (Abu Bekir al Razi) cude bike ku ne ew bi xweye.
Suhrawardi piştî xwendina xwe li Maragheh temam kiriye. Çend sal li başur rojavayê Anatolîya derbaskirine û li wir mîr û serdestê Seljiukiya jî naskirine. Dura diçe Iraqê û Suriya û li Halab radiweste. Sahrawardi mirovê biteniyaye (unike), yê ku di zanebunê ariyan da û di yê Islamîde kûr û dûr çuyî ye. Ew zanebunê jêre gotine, Ishraqi an (Illumination) li destpêkê ji îdeê filozofîya Ibn Sina da derdiçine, (destpêkirine). Lê Mamuste Sahrawerdî li ser pir estesiyon (Muhatta) yê Ibn Sina rexnekare û li taliyê bi temamî jê durdikeve. Dema ew zimanekî ji Işaretan (nîşanan- Symbolan) peydedike. Ewê ku ji çande Ariyan dikişin û ji ya farisî? Jî bi şêweyekî!? dikişe. Weku di (Ferhang-e Xosrewani) da hatiye ji bo ku ew nivîsê wî yê di wir da wê dengekî bidin.
Eger yek biçe ser nivîsê al Sahrawadî yê bi zimanê Erabî hatine nivîsîn ew evin: “kitab al talwihat” an (The Intimation), “kitab al muqawamat” (The Oppositions), “kitab al maşari wa-l mutrahat” (the Paths and Heavens) û “kitab hikmat al-Ishraq” (the Filezofi of Illumination) nin. Rêyê pirtûka bi derence ji filozofîya Ibn Sina tên yê ku wî jî ji Aristotêlê younanî birine destpêdikin û ta digihîje zaniyariya “ronahiyê.” Ya ku bi zimanê wî an bi (taabîra wî) dibe–filozofîya bi nêrîneke gelemper, am, (hikme bathiyye) û–filozofîya ji ba xwe (hikme dhawqiyye). Beşê duyê bi rêya symbola (işarata) piriya wan bi farisî hatine nivîsîn û hin jî bi arabîne. Têde (di virda) rêya (koça) roh çawa di estesunan ra (muhatteiyan ra) derbas dibe nîşandide û li her cihekî ji wan estesuna nîşanê ronahiyê didin, diyar dike. Li demê ku di dilde jî wê dîtinên xwe diçîne.
Karê xwe yê mayî, karê bi kurtayî hatine nivîsîn ne. Hin jê bi zimanê arabîne wekî “Haykel al Nur” (the temples of light) û hin jî bi farisî hatine nivîsîn û têde ew li ser filozofîya ronahiyê bi hêsanî dipeyve. Hem jî li ser numêjê (ibadetê) ya ku bi nêrînê xwe yê li xwar ben, ew nîşan kirine.

Advertisements

Mansur al Hallaj û Şêxê xwe Junayd

[[ Ru 289 ]]

Di nivîsekê bi navê Sufîmaster orgenaisation da, ya ku em hin beşa jê digrin, wisa hatiye: Cara duyê dema Hallaj li ba Shaikhê xwe al Junayd bu. Al Junayd xwest ew her tiştê li ser Dilê Hallj zanibe. Ji ber ku dilê wî pir bi hest buye û ayne weku dilê zarokekî bu. Junayd rohê wî naskir û Xude çi di rohê wî da peydakiribu. Wî didît ku etudiya yê, (şagurt) ê wî, mîna (şagurtekî) mirovekî sewdeliye. (Aşiqe), bi dilekî gelekî pakij weku yê (Kurdekî ye?nivîskar) hezdike û ew bi temamî jî di wê hezkirinêde ye. Di wê hezkirina xwe da wende buye. Ditirsiya jî eger ew ji hezkirina xwa bi durkeve, çiyê çêbibe? [Junayd; nnavê wî Junayd Ibn Muhammad al Qasim al Khazazz al Bhaghdediye. (830-909-10) d.n (demê nuha) jiya ye. Ji Nahawende û malbata wî li Baghdedê danîştine. Ew Kurdekî di sofîtiyê da heliya ye, lê sofîtiya wî bi hajêbune. Ne weku ya Hallaj ya bi ramayê li ser Xude va metirsîdarbuye, jehirkiriye)]. Ew rêya Junayd ya ramiyariyê nase, lê rêyeke cihê ye û gelekî ijdile. Ew hezkirina Xude kane tenê ji yê pê bawer ra bide der. Dema wî Hallaj weku şagirt qebulkir. Ew ji destpêkêde dizane, ewê çetiniya bibîne. Lê ew ji aliyekî dinde diramiya. Xudeyê bi hêz, Xudeyê heşmend, çawa rohê wî (çekiriye-xelqkiriye) rohê Hallaj jî çêkiriye û Xude eger çi bixweze; wê wisa derbas bibe.

Di halê Hallaj da, raza hezkirina wî jiyana wî hemî jehrî kiribu. Xwestina wî, dîtina wî û gihîştina wî an nêzîkbuna wî ji Xudeva pêva grêdayîbu. Ew têdigihîşt, ew nêzîkbun bi roxandina wî ye an bi (fîdekariya) wî ya temam e. Tenê wê demî ew hezkirin kane, cihê xwe bigre, (çêbibe) û rohê wî jî pêra ango bi Xuda ra bibe yek. Wî ango Hallaj wisa gotî; “Xude” “ewe yê [cuane (xweşike) ango (al Jamale)”, “ewe yê pîroze û yê mazine, ango (al Jalale)]”. Hezkirina wî weku çemekiye, yê ku dixweze tevlî ava Ocean (Mohît) bibe û tiştek jî nikare wê rawestîne.

Mamosteyê al Hallaj ango al Junayd bi wî re denuistandin kir. Ji bo ku wî hinekî ker bike, rihet bike, rawestîne. Lê wî di wê wextê bixwede dizanî ku şagirtê wî wisa dixweze? Alîkarîya her mirovê rastê tê bike û rohê wî dikeliya. Wî dixwast li ser hezkirê xwe ji wan re bipeyve. Ji ber vê jî Junayd dizanî ku Hallaj nikare demek dirêj li cihekî bimîne. Ji ber hestê xwe yê hundur ew timê virde wêde diçu. Al Hallaj yê ku Xude bi hebuna wî xweş dibe. Dema hê ew gencbu gotibu: “Hezkirin min, xwestina dilê min, weku hesinê di agir de sorbuyî yê di dilêminda hatiye kolan.” Bi vê zimanê Baweriyê, (Olê) jî wisa gotibu:

“Ezim ewê hezdikime û ewê hezdikim jî ezim

Em du rohine di yek laşdene

Eger tu min debînê, tu wî jî dibînê

Eger tu wî dibînê, tu me herduya dibînê”

Al hallaj di dilê xwe da, di hundurê xwe da dizane. Ew kane Xude bibîne, Xuda di her tiştê (xelqkirî-çêkirî da) diyare. Lê wî digot jî, “milet kûre, nezane, weku lawirane, nikarin Xude nasbikin. Digot; yê hezkir nikare dilopeke av vexwe, eger rûyê xwe di Piyalê da, di (kasê) da nebîne. Xude ewe yê weku ava di nav dil û perîcardium da ye. [ pericardium, turikê ku dil têde ye]. Xude weku rundikê ji çava têne xwere.”

Di helbesteke xwede dibêje:

“Mın Xude bi çavê dilê xwe dît

Û min got: raste ti guman nîne ku ew tuye

Tuye ewê ez di her tiştekîde dibînime

Û ez çi tiştekî din ji blî te nabînim

Tuye Xudeyê li her cihî ye

Ti cîh nîne tu tenê ye

Eger cihek heye tu lê ye

Ew cîh nuha tuye

Eger xeyalek ji bo xeyalkirina te be

Ew xeyal wê nuha li cihê tu lê be

Ez hemu tiştî têdigihêm, ew tiştê ez dibînim

Aghayê min (mazinê min), min bibihurîne û min pîroz (bextewar) bike

Ez çi kesî senakim ji bilî te

Piştî demekî al Hallaj gelekî nasbu. lê mirovê Olê hezlê nedikirin û dubiyê xwe (gumanê xwe) li ser ecêbê ku wî gotine dihanîn ziman, bi bîr tanîn. Tevî hin ji gotinê wî hezlê dikirin jî. Hallaj dibêje: “Ez ecêbê xwe ji min û te heltînim, te ez ji (nefsa) min dur kirim. Te ez nêzîkî xwe kirim, heta min got ez tume” (ji Xude ra ) dibêje.

Mirovê Olî ji wî turebûn, dema bihîstin ku wî gotî: “Rohê min û yê te li nêzîkbun û li dûrbînê tevlîhev bûne. Li pêleyê (li derecê) ku tu ezim û ez tu me.” Nasê wî yeku, yeku xwe ji Hallaj dûr kirin.

Lê gotinê Hallaj di virde weku yê Jesus ne an weku yê (Isa) ne. Li demê berî ew li ser xaçvebe, wî gotibu; Ez dixwezim biçim ba bavê xwe ewê li jor û jiyana min wê li wir berdewam bibe. Cihuya ew gotin lê girtibun, çawa mirovek kane, bêje, Xude bavê wî ye û li ser wan gotina ew kûştin. Dura jî wan bi xwe kirin ew lawê Xudeye û mirov nikare yarmetiyê seranser bigre, lê tenê bi rêya Jesus ew çêdibe, dema dîtin Jesus (Isa) ji cîhanê de hezkiriye.?

Di paş wê demîra mirovê Olî destpêkirin li ser Hallaj bêjin ew (Zindîqe). Bi tayebetî li ser gotina wî; “Rohê te û yê min weku vinê (Meyê) û ava zelal, tevlîhevbûne û eger tiştek bigihê te, digihê min jî”

Li Bexdeyê êriş li ser zêde dibin. Ji ber wê ew Bexdeyê dihêle û cilê Sofiya jî ji xwe dike. Lê dilê wî û ramayê wî her weku xwe demînin. Wî çi carî rêya Xude (Allah) jî nehîşt û ti tiştî nekarîbu agirê dilê wî bikûje (vemirîne) û wî rûyên Xude di her tiştê dora xwede didît.

Di pênc salê ew ji Baxdeyê durketibûde. Wî rojê xwe li (Xorasan), Transoxania (nîvê asiya) û li Sistan derbaskiribun. Ji wir jî vegeriya Ahwaz, li başur rojava yê Erana nuha û li wir cihê xwe girt ango denîşt. Miletê wir hemî hezlêkir, ji ber ku ew li ser razê (surê) di dilê xwede dipeyvî û heta jêre gotin xudiyê (raza-sura).