Bûn an (xelqkirina) agir

25 km li jêr bajarê Kayserî ye, li Turkiya nuha, çiyayê Erciyes dikeve. Ew bilindtirîn çiyayê Anatolîyayê ye, 3916 m bilinde. Mazintirîn û ferehtirîn vulkanê demê kevn ewê li wire, ewê li wir çêbuyî ye. Dibêjin rûyê axa wir jî weku rûyê heyvê dixuyê. Celba agir ya li wir herikiye, nerme, lê lava ku di peyra hatiye, hişke. Ji aliyê siruştê da ango (Ba, Baran, berf û bestê) ew celb û lava jê hatiye xwerin û teşeyên taybet yê weku wan nine jê çêbune. Li ti cihê din li vê cîhana me weku wan nine. Burcê berika (kevira) di nava komê berkê mazinde mane. Ew ji Andêzît ne (Andêzît berkê vulkaniye, typê wî di nêv yê Granit û Bazalt de ye). Berik ê weku stuna bilind bune hene. Her kes ê nav û dengê wan bîstiye dixwezin herin lê binhêrin û ecayîbê xwaza yê bibînin.

Dibêjin ji sed sale çarem de xiristîyanê pêşin jî hatine û li bin erdê berê kolayî? Hin kenîseyê xwejî avakirine, dema ew ji ber mirinê û kuştinê reviyane. Karê li vir xwazayî çêbuye bê hempaye (ecêbe). Ew Stûn an (pexare yê- mîna boriyê dû), hin ji wan jî mina kovarkê mazin li banî mane. Ji ber vê jî nav lêkirine, “Pexarê Pêriya”an (fairy land). Li ba Turka jî jêre dibêjin (Peri bacalari). Navê peri her ji nave Kurdî (Pêri) birine û ti maneyê xwe din bi Europara an bi cihê dinra nîne. Ev cihê pexarê Pêriya, li ba ariyan an di nava dîroka kevin da bi cihê fêrêştan an bi cihê (melayîkê ketî) nasbiye, an jî bi cihê bavpîrê pêriya têye nasîn. Ev cîh û nav di sala 1986 an de di filmekîde jî bi nave (”buna agir”) hatiye bikarhênan.

Ev cihê em li ser dipeyvin, Kapadokya ye, mirov hatine li vir li bin erdê, weku miletê şikefta jiyane. Çi raz? an (sur) divê pexarê weku yê dûyê agir de hene. Çi Maneya wê heye ku vir navê burcê pêriya heldigre? ew kesê pêşin li vir jiyane kîbune? Çawa ewê bi melayîkê ketîra bêne girêden? An bi mirovê Teyr yê Kurdistan ra an bi Şamanê Teyra yê Çatal Hûyûk ra. Çatal Hûyûk 165 mîla ji başur-rojavayê bajarê Kayserîye va dure. Di vê nasnameyan da, dîrokek heye, heta ku ew navê taybet lêkirine. Lê wisa ew têye şirovekirin, weku dixuyê ji 10,000 hezar sal bi paşde û bi taybetjî ji demê çande Çatal Hûyûk da ango ji dor 8,000 salê berî zayînê da, tiştek li vê cihî çiyayî xut nehatiye gewrîn. Continue reading “Bûn an (xelqkirina) agir”

Advertisements

Navê Êran an (Iran)

Ew hêzê xwa kirine bawermendine ewê me gotine bixwene, yê navê Iran jî anîne ne û Persiya jî ji xwa navê wir yê kevne? Dema Persia navê xwe kirine Irann. Wan bi dîtina min dîsa piştgîriya hêzê mîstîk misuger kiribun û zanîbun kesê wê gotina wan neşikîne, tev wan jêra gotiye navê xwa wisa bikin Ji ber ku pêrsiya dereweke bi êş tîna bîra wan. Bi uşta ku Iran ji xwa ji gotina Êranvêjî hatiye ev nav jî di pirtûka (Bundehishn), ya bi wateya avabune an (xelq kirin e) da hatiye û ew gotine bi zimanê Farisî navîn nivîsiye? Du nivîsê an pirtukê bi vê navî hene yek ji sala 1178 z da heye û yek jî ji sed salê 9 an (z) da maye. Lê ev binavkirin bi xwejî, ji bi navkirineke kevintir hatiye û bêtir gereke ew bi zimanê Mediya ye ango ew ji gotina Ariyana Vaeja da hatiye. Ev Ariyana Vaeja jî (Êranvêjî) jî wateya beheşta ariyane dide. Cihê ku merov lê namirine, heta heta dijîn û li wir hemî kes şa û bextewarine dide. Di Bundehishn bi xwede weku mamoste Andrew Collins dibeje gotine cihê Arîyana Vaeja li Azerbîcanêye, bi wateya Azerbîcana nuha jî cihê Mediya yê di demê kevnde yê bingehîniye. Ji ber ku pir têye bawerkirin Ariyana Vaeja di erdê Mediyade buye.

Gelek û gelek nîşan jî hene, mytolojîya Ariyan hemî di erdê Kurden de pêk hatiye û ti girêdene Farisa pêwîste be hurgulî pêra nine- ji ber ku Faris li cihê tewrî li sînurê imperiya Media buye. Ti cihê kevnare bi çanda Kevin giredeyî wir, ji dervayî Elam li devêrê nîne, ku yek bêje va çande wan berê evbuye. Lê bi giranî ew çande herî Kevin ji Capadokiya ye, ji Çatal Huyuk da ye, ji Şanîder da, ji Hassanlu da û gelek cihê din yê li Kurdistan da dest pêkirine. Ta gav bi gav ew çand gihîştiye Magê Mediya û ji Magê Mediya da wan kultura ariyan temam kirine, nasbikin û pêşixistine. Nuha ev kultur û dîrok ji ber binavkirina Iran jî hemî buye ya Persiya an ya Farisa? Ji ber ku propagande Cihuya jî ji bo berjewendê xwe yê ew bawerine kûrine û her positiv li ser wan peyvîne. Ew kirine ewine yê çande Cihutiyê bihevdura ji wendebunê parastine. Wan jî asteke blind li ba Xudeyê wan Yehvê standine. Ta kirine ew bune, xudiyê kultura Ariyan û hemî çand û kultura cihanî li paş xwe dikişînine? Lê zehmete yek bawerbike, kîjan Xude kane vê nerastiyê qebul bike? Kîjan çand kane, mafê miletekî bide komeke gunehbar din û binavekî din an mirovine din yê peywendiyê xwe tenê bi wê çandêra ji dur û ji dervade pêra hene? Anca tenê Mystîkîsma, merovê di Olêda kûr û xudî berjewendê çewt nedicihê xwada kanin karrê wisa bikin. Continue reading “Navê Êran an (Iran)”

Zardeşt û Mithra

Zardeşt eşkere bang kir ku Aura Mazda Xudeyê yekemîne, lê arîkarê wî jî hene yê ku navê wan bihevra ”Amesha Spenta” ne, an ”Vohu Manah” ine, ango rohê manewîne, an Asha ne, yê başine. Di nav wan de, Mithra jî heye, yê ku Ahura Mazda li ser gotî;

Mithra

ew jî wekî min hêjayî numêjkirinê ye.Ev jî encameke ya dibêje, Zaredşt nekarîbu Mithra bi carekê ji holê rake, lê rola wî gewiriye. Hymnek, an 148 bangewariyek di pirtûka pîroz Avesta de di Yast an yazata de ji Mithra ra heye. Ev bangewarî ji gelek kesa da ne nase, lê Ilya Gershevich gotî; Ahura Mazda ji Zardeşt ra dibêje; dema min Mithra çêkiriye (xelqkiriye), min ew weku xwe çêkiriye û buhayê ku min deye wî min nedeye ti kesê din ji koma Amenta an (Amesha) Spenta yan, an ewê ji Yazata (Yazata ango Fêrêştine). Ev jî nîşan dike ku numêja Mithra ewxwestî giring buye, li pêleka ku Zardeşt ev rol daye wî ji bo ku bawerkirê wî biserxwede bîne. Giringiyeke vê xalê din heye, ew ji me kurde ra jî gelekî giringe, ewa ku mamoste Mihrded Izadî li ser gotiye, baweriya Mithra ji baweriyê kurde ye an jî baweriya Fêrêşta ye. Ji Yazataye û di virde, ji gotinê Zardeşt li ser Mithra, ew nêrîn gelekî eşkereye. [Li vir careke din, mirov dibîne, çawa rola Mithra, Jesus an (Isa) Girtiye