Çanda Girê al Ubaid

al-ubaid

Dibe ku ev şaristamiyeke hine taybetiyê xwa hene. Dibe ku ev şarisatnî kane bibe dergehekî mazin ji bona naskirina şaristaniyê rojhelata navîn. Yê ku li bin veşartinê bi xwastin da têne veşartin…? Yan jî li nik embergoyeke çandî giştî, pê hatiye, dorepêçkirin. Ev embergo, ne xew ne û ne xeyale, ya di bîr û baweriya mirovan ra derbasdibe. Lê rastiyeke ya ku li bin xwastina hin kesa û hin komane. Yê kanîbune jiyanê ji aliyê berjewendê xwa da bigrin. Wisa ew têdigihîştin, li ber nezanbuna aliyê din yê ewqas perîşan û nezan.  Bidaxe ev rastînine yê em herroj rastê tên. Mirovatiya ne bi berjewnda, di paşdamayînê  kûr da  hîştine û li wir radizên. Ev prossês ji gelek demê dirêj da di karda ne û pêra rû bi rûne. Li wêneyê li jêr bimihêrin ew çi ji wera dibêjin. Nav li vê wêneya kirine meriyê (mervê) bi serê Gumgimuka. Hina gotine ew merovine ji erdine dur hatine ne. hina gotine na ev mirovê bi serê marane. Lê rastî ewe şiroveyeke logîkî û rast dixuyê ta nuha jî jêra nedîtine…?

Dibê yek li ber çavan bigre, çi navê girê al Ubaid û çi yê girê Halaf ev tenê, navê nuhane yê li herêmê arabkirî hatine dîtinine. Ti grêdanê wan bi navê wê herman yê kevinra nînin. Numuneyê van çandê me dîtine. Girê halaf li nêzîkî Serê Kanyê ye, lê girê Ubaid li başurê Iraka nuhaye.

Çanda girê Ubaid an şaristaniya wir an jî bajarvaniya wir li pey çanda Halafiya tê. Lê dibê em bêjin jî di kurdîda, Çand, şaristanî an jî bajarvanî yek wateyê didin. Me dît jî ku çanda girê Halaf ji 8000-ta bi 6000 salê berî zayînê hebuye. Nuha jî emê li ser Çanda girê Ubaid hinekî ji nêzîk da bipeyvin û binasin. Lê mera jibîra neke, demê van herdu çanda yê dinahevra derbasbuyî hene. Dema Ubaidiya li başurê Irak Erîdu digirtin li 5500 b.z. Çanda  Halfiya hîna jî hebuye..?

Ev xelkê girê Ubaid kîbune? Ji kuda hatibune başurê Irakê? Heta ki ew belav bune? Çanda wan li gorî demê ew lê çendî li pêş buye.

Helbet li wê demî hê dîrok nedihate nivîsîn, hê nivîs derneçubu. Ji ber wê wan ew dîroka xwa ya giring nenivîsandin. Lê tiştê mirovê nuha kane wan pê nasbike. Karê ji ber wan mane ne. weku firaxê qermît, statu an putê biçuk, şopê malê wan, numêjgehê wan, şopê mayînê bajarê wan, gundê wan. Kereste yê ji bona xemlandinê yê jinan, yê jina xwa pê dixemilandin, xetmê wan û her wisa.

Ji aliyekî da erdnigariya vê çandê jî gelekî fereh bu. Li mesopotamya xwar û jor, li Anatoliya û heta çyayê kafkas jî belavbubu. Ferehbuna wê weku ya çanda Halafiya ye û hînjî zêdetire. Robert .A. Carter û Graham Philip di pirtuka xwa bi navê “Beyond the Ubaid” da, ya nisana 2006 derçuye. Gelek  bergeyê dem ji çanda  girê Ubaid ra danîne, di çarçoveya pênasekirina wê da. Ev jî nîşana mazinbun û ferehbuna vê çandêye. Ev bergehê demê vê çandê wisa beşkirîne.

  • Ubaid 5 demê vê çandê yê paşine û ji 4200 salê berî zayînê da ye
  • Ubaid 4 weku demê vê çandê yê derenge naskirine û ew ji 5200 salê berî zayînêda ye
  • Ubaid 3 xasim li ser numuneyê li girê al Ubaid hatine dîtinine û ew li 5300 salê berî zayînê ye
  • Ubaid 2 jêra gotine demê Hajî Mohamad û li salê 5500 berî zayînê ye
  • Ubaid 1 demê girtina bajarê Erîdu ye û ew li 5750 salê berî zayînê ye
  • Ubaid 0 ew dem li girê bi navê Ouelli hatiye dîtin digihîje 6500 salê berî zayînê.

Tevî ku ew çandeke pir pêşketî û fereh buye, tevî wê jî bi dîtina min ew bi şêweyê xwa yê rast nayê şirovekirin. Lê ew li modêlê xwastinê di Tewratê hatiye şirove kirin an wisa dibe û wisa têye hewildan. Ew şêwe yê Tewratê jî mafê Kurda ji rastiya wan pir bi dur dike..? Tekane nêrîneke nêzîkî rastiyê ji aliyê nivîskar Andrew Collins da di pirtuka xwa ya bi navê “ From the ashes of the angels the forbeiden legasy of the fallen rase” da hatiye pêşkêş kirin. Di vir da dibêje ev çanda girê Ubaid çanda bilind ya li çiyayê Kurdistanê yê bilinde. Her wisa di nivîsê birêz Collins da, mirov dibîne, çanda Girê Ubaid bi weku mirov bêje. Bi  metalorgiyê va mijulbun. Mêtalorgiya Obsêdiyan (cema vulkanîk) weku bi rêz arheolog Jems Melaart û yê din li Çatal Hûyûk li Jermo li Kapadosiya û gelek cihê din dîtibune. Li demê ku çanda Xelefiya bi çandiniyêra mijulbune..?

Li bilindiya çiyayê Kurdistanê vê çanda Girê al Ubaid çibuye û xwa hewildide..? Lê şiroveya Cihuya ji vê çandêra emê di beşê bi navê “Gerana Cihuya an Inqîlaba Cihuya da” li ser bi peyvin. Li demê ku mamuste Andrew Collins eşkere wê çanda Kurdistan ya pêşketî dinasîne. Hemî nivîskarê din navê Kurdistan çi carî bi vê çanda bilndin ra nabêjin û tenê dibêjin ew çanda rojhelate. Buhayê  wê yê rast jî gelekî nadinê..? Çima ji ber ku dizanin ew ji kuda hatiye. Lê her çawabe jî eşkereye li demê ku çanda girê Halaf li hemî Kurdistan belavbuyî bu û li dormedorê Kurdistan jî. Xelkê çanda li girê Ubaid nasbuye di bilindiya çayê Kurdistan da bu. Li dora 5500 salê berî zayînê ew ji çiya yê bilind yê Kurdistdan ango ji çiyayekî ji çiyayê dora Gola (Wan) ew hatine başurê Iraka nuha û pêşî li wir cihê xwa digrin. Uştê hatina wan pir nediyarine. Lê dibe ku ji serma zêda ya li çiyayê Kurdistanê be, dibe ji ber agirê vulkana be, dibe ji ber berf, baran û seqema zêde be? Dibe jî li wan dema, baran li başurê Irakê xort bu û wan dît. Jiyan li wir pêkaneye an gengaze û wisa ew hatine li wir cîh gitine.

Çanda wan ji Girê Ubaid da û ji cihê dinda jî bi hin cudahiyê biçuk û bi şunpêyê cihê yê ku lêbune, hebune. Ew li hemî Kurdistan û dormedorî Kurdistan belav dibe. Her wisa dixuyê çanda wan û ya Halafiya dibine yek çand û bihevra dimeşin. Bermayînê wan, avahiyê wan, şêweyê veşartina wan ji miriya ra, ango mezelê wan û firax û hajetê ji wanda mane. Nîşanê berbiçavine yê çandeka pir pêşketî û mazinine.

Li sala 2006 li Durham Universîty ya li bakur rojhelatê Brîtaniya ye û ew ji sed Universîtê herî navdar li cîhanê têye hejmartin. Li vê Universîtê biriyar istandin ku çanda girê Ubaid, çandeke wisa ye. Ew ji encama hevkariya çandê pir herêma ye, heta gihîştiye wê asta ew lê buye. Pirtuka Cater û Philip a ku ji 377 ruya ye hemî li ser vê çandê ye û belavbuna wê û jihev vereşîna wê ye. Baş diyar buye ku ew ne li girê al Ubaid wisa pêşda çuye, lê ew pirtir ji Anatoliya da bi pêşketiye. Li Domus tepe runiştvanê vê çandê 20 hêktar erd girtine. Li wir gelek kom bihevra dijiyan, li Kenan Tepe jî 4,5 hêktar erd girtiye. Ev herdu nav ji zimanê Turkî wisa nasbune. Li girê al Ubaid bi xwa tenê xasimtiyê biçuk yê vê çandê gotine lê hene. Lê şunpêyê herêma jî pir li ser vê çandê diyarine. Şunê komikê reng, reng jî lê diyarine. Numuneyê bingehîn yê karê qarmîta dibêjin bilind agirkirîne û ew bi teşeyê werimandî û bi rengê reş nexşandî nasbuyîne. Nexşê ser wan jî bi demra pir hêsan bune, firaxê xwa hindik kûrbune û grover bune. Avahiyê malan wisa jihev dur xuyadikin û mal ji sê beşa pekdihatin. Di nêv ferehiya malê da valahiyê bi teşeyê T an + jî hebune. Malê gel jî ew teşe bi xwa distandin û bi wê mazinbunê bixwa bun, lê valahiyê di nêvda pirtir û mazintir bun. Goşê mala jî biher çar aliyê cîhanda bun. Carna jî li jor li ser ban jî valahî dihîştin. Giring ewe ku carna mal çargoş (rektamgular) bun û li hin cihê din groverbune. Ev jî eşkere diyar dike ku çanda wan û ya Halafiya tevlîhev bune û carna jî bihevra meşîne û bune yek çand. Ji ber ku Halafiya malê xwa grover çêdikirin. Eşkereye jî çandê li kurdistan bihevda bune yek û dura jî li cîhanê jî belav bune.

Bazirganî bi Lazulît (Lapîs-Lazulî- berikê bi rengê hêşîn dikirin), Turqouise yê bi rengê (Şîn-berkesk) û bi Karnêlian dikirin. Ev hemî kevirê siruştîne yê buha û yê nîv buhane. Mor ji bona wan tiştekî ayîndeyî bune ew çêdikirin. Li bakurê mesopotamya û weku li cihê din jî hebune. Hin pisporê xasimtiya vê çandê li ser rawestîne, dibînin li tepe Gawra û Degeirman tepe. Kuz an firaxê qarmît  yê reş nexişkirî û nizim hebune. Ew nîşana wê yekêne ku wan şahî dikirin, hewceyê wan pirtir bi firaxê biçuk jî hebune. Ji bona xwarin û vexwarina, ji ber ku ew bi komê mazin bune, firaxê wan jî ji nexşê pir û giran yê li ba Halafiya, berbi hêsan bunê çune. Heta mezelê miriyan jî pir mazintir bune.

_______________________________________________
– Anew collins, from the ashes of the angels the fobidden leggasy of the fallen race. 1996
– Robert A Carter And Graham Philip, Beyond the Ubaid, Durham University, april 2006
– The unanswered Mystery of 7,000 year old Ubaid lizardmen, John Black
– Ubaidian Culture (the roots of mesopotamian cultures), By K.Kris Hirst, Archaeology expert

Çanda Uruk û Jemd Nasr

uruk

Ev jî çandeke gelekî kevine, bi temenê xwa digihê 4000 salê berî zayînê. Ev  çand temamkirina an jî berdeamiya çandê ji berî wanine. Çandê ku me dîtin weku ya girê Halaf û ya girê al Ubaid. Helbet gelek cihê din yê çandê bi pêşda çune li Kurdistan hene. Ew jî gelekî hêjayî xwandin û naskirinê ne. Yên dixuyên wan hemiya bihevra rol û dewr leystine heta ku vê çandê me gotine û em dibêjin derkevin pêş.  Nuha jî emê li ser çanda Uruk û jemdet Nasr temam bikin. Navê Uruk …………..wateya pîroz bi zimanê Sumerî dide. Uruk 250 km li Başurê Bagdadê dikeve, li ser çateke kevin ya ava Furatê hatiye girtin. Li destpêkê ew bajarê herî mazin yê li Sumer buye û dibêjin ji salê 5000 b.z da jî xelk li wir hebune. Mala Xuda Anu li wir hebuye û ew mal ji Xuda ya jin Inanna ra bikardihat an jî ya paşê navê xwa dibe Iştar û istêrka sibê nîşana wê ye.

Uruk li du asta bajarekî giring bu, li asta Olî û li asta zaniyariyê. Ev tişt bi hezara tabloyê heriyê yê lê hatine dîtin radixine ber çavan. Gelek ji wan digerin ser nivîsa destpêk dor 5000 sal b.z. û vê karê nivîsê rola Uruk li ser pir mazine. Uruk û  Jemdet Nasr du bergehine, ev nav bi fermî li ser demê 4000 b.z da hatine gotin  û ew li pey çanda girê al Ubaid hatine.

Demê Uruk demê destpêka bajarvaniyê li Mesopotamya ye. Wan çandeke temam afirandiye, ji berî desthilatiya Sumerî destpêbike. Dibêjin jî serbixwayî ya vê çandê li hin ciha ne pir diyare. Lê ew mazintirîn danîştgeh buye û avahiyê pir giring lê hebune. “Ev rastiyeke ku yek bêje Uruk bajarê Mesopotamya û yê cîhanê yê yekeme”. Ev di nivîsa bi navê “Atlas Tours da” wisa hatiye. Adrêssa wê jî eve, webmaster@atlastours.net, Adeeb Rantawî 1997-2013.

Uruk ji destpêkê da ji du ciha da çêbuya, Kullaba û Eanna û bajar ferehbuya, heta 80 hektar erd girtiye. Dura dîwarek ji 9,5 km li dora bajar hatiye girtin ku di hundurê xwa da 450 hektarî digre û 50,000 mirov lê dijiya.

Demê “Jemdet Nasr” ev dem jî bi ser demê Uruk va têye hejmartin. Lê li vir gavine pir lez û giring hatine avêtin. Ev bergeha dem ji 3500-2800 b.z ye. Lê demê gulvedana wan yek kane bêje di nêv 3300-2900 b.z da ye. Li vir li vê demî nivîs bi fermî dertê û jiyan ji demê berî dîrokê dikeve demê dîrokê. Cihê wan jî weku cihê bajarê Uruk ji demê çanda al Ubaid da hebuye, jiyan lê çêbubu ango bi hindikî ji 4000 sal b.z. destpêkiye. Li vir piştî demê Uruk çêkirina qarmîta gelekî bi pêş ket. Wan goşê firaxa jî bi zanebun diyardikirin.

Heta hin dibînin jî ku gereke, cudahî nekeve nêv demê wan û yê Uruk û bi serhevda ew herdu weku yek dem bêye hejmartin. Ne gelek diyare kengî Uruk temam buye û nejî çawa û kengî Jemdet Nasr destpêkiriye.

Wateya jemdet Nasr, girê biçuk yê Nasr  dide. Nasr jî navê Şayxekî yê ji sedsalê bîstan da ye. Cihê gir li erdê nîv xaliye. Ew gir bi xwa jî ji du gira ye, girkê A û B ne. A ji 160 m bi 140 m ye, bilindiya gir 1,5 m. lê girkê B li bakurrojhelatê girkê A ye, lê ew ji 350 bi 300 m pêktê. Bilindiya wî jî 7,5 mitrine. Li vir modêlê qarmîtê Uruk ji salê 3500 b.z jî dîtine. Li taliya salê 4000 b.z girkê B ji runiştvana hatiye dagirtin û ew hîn baş jî nehatine sekirin.

Di sala 1926 da Stephen Langdon wir sekiriye û ew professorê assyriologiyê li universîtêya Oxford buye. Li sala 1928 jî ji aliyê L.Ch Walten da hatiye sekirin. Lê wî jî cihê ku Langdon lêgeriye ew jî lê geriya ye û ti tiştê berbi çav nîşan nedane. Li sala 1988-89 arkaeologê ingilîz Roger Matews, lêsekirin kirin û li ser girkê B avahiya mazin sekir û dura karê giring dîtin.  Continue reading “Çanda Uruk û Jemd Nasr”