Urartuî hurriyê paşinine?

urartu
Urartu bi paytextê xwa li nik Gola Wanê, ew jî dora 200-300 sal li hemberî Assuriya li aliyekî û li hemberî Skytsa, Kîmêra li aliy¨din, û heta carna Mediya, yê li rojhelatê wan berxwadane. Heta sala 585 b.z dema Mediya wir girtiye. Di pirtuka Cihuya da ango di Taurat da navê wir Ararat hatiye. Di rojê nuha da zaniyar debînin ku Ararat û Urartu wateyê wan cihêne ango ew ne yek tişte. Wan ji aliyê cêografîk da li sedsalê heşta û hefta berî zayînê erdê xwa baş fereh kiriye. Erdê Armeniya nuha û Azerbajcana Iranê di padyşatiya wan da ango di erdê Urartuyî ya da bune. Sê golê avê jî di nêvda bune, Wan, Urmiye û Sêvan, ew Gol hemî li bilindiya 1500 m ine. Li dora wir çiyayê ji vulkanê vemirî ne, weku çiyayê Nemrud, Subhanê yê li Gola Wanê dinirinine.

Li wê demê wan, ew dever ji daristana miştbuye, tejî buye. Keresteyê Maden (mineral) ta yê kêm û buhajî li erdê wan hebune. Zîv, Baqir û Hesin. Li dora Gola Urmiye hesp Xudîdikirin. Hemî rengê zad diçandin û avdan bi rêya cuyê avê bi şêweyekî baş dihate kirin. Hajetê wan yê ji bronz û kersteyê din gelekî dûr diçun. Ta digihîştin Etruska jî yê ku çubune Italiya. Karê wan bi ostatiyeke bilind çêdibu. Wan bi tayebetî gelekî ji vine an (meyê) hezdikirin û çêdikirin, rez jî gelek diçandin.

Li ser çîroka Nuh an Nuah.Pêx. û danîştina Gamiya wî li ser çiya yê Ararat ew jî di Urartudaye. Di xwandinê li ser wan da diyar buye ew hê ji sedsalê yanzdeyan berî zayînê li wirbune. Lê di hin nivîsê Assuriyada diyar dibe, yekbuna wan eşîrtî an levkombuna wan an konfêdêrasiona wan ji sedsalê sêzdemîn berî zayînêda çêbuye. Li hemberî wan padyşayê Assuriya Shalmanêsêr I û kurê wî Tukultî-Nînurta kampaniyeke (êrişeke) serkeftî pêkanîne û ji wanra carna gotine Urartu û carna Naîrî. Lê li vê demî nave paytextê wan Continue reading “Urartuî hurriyê paşinine?”