TALANKIRÊ JIYANÊ..?

secularism

Lê talankirê jiyanê an Gurê jiyanê kîne..? Ewine  yê jiyan girtine..û talankirine ne.? Dîsa eger em bêjin ew modernîtêya kapîtelîstiyê ne, avakirê netew dewleta ne. ((Lê dibe bêye zanîn nêzîkî ji hemu netewdewleta ra erê lê ji netewa Kurd ra na. Tenê ji Kurda ra rê nîne ew netewdewleta xwa jî ava bikin..?)). (Netewa Kurd ji aliyê Gurê jiyanê da nehtiye naskirine). Ango bi gotineke din systêma modernîtêya kapîtalîst ya nuha di praktîkê daye. Nahêle, rê nade Kurd netewa xwa jî ava bikin. {Navê modêrnîtêya kapîtalîst ne bi wateya ku ew tenê li demê nuha modêrn heye, bêye têgihîştin na. Bi têgihîştina min ev modernîtêya kapîtelîst ji salê 1200 b.z da heye, çêbuye û berdewame. Ango ew ji wê demîda maye; Sala ku dibêjin Cihu ji Missrê derçune..wisa di Tewratê da hatiye nivîsîn…? Di wê salana bi xwa da, êrişa miletê ji deriyaê da hatine jî çêbuye. Impêriya Hîttîta jî di wê salna da bi destê gelê jideriya da hatine roxiya ye wêran  buye. Jêder: (Tewrate an Incîla demê kevin, Pirtuka Magnus Magnusson e-Fynd i Bibelns länder 1977 û pirtuka Andrew Collins e, From the Ashes of the Angels the…1996). Lê bi hezara notsyon, nav û prînsîpê nuh jî tevlî vê systêmê bune. Prînsîpê herî nuh û modern yê li demê nuha di amancê Gurê jiyanê da ne, di systêma modernîtêya kapîtelîstiyê da ne. Yê di jiyana praktîkî ya systêma netewdewleta da ne jî evine: Sêkularîsme û Tevlîhevkirina civata ye. Li ber van notsiona, ew karê xwa klasîk jî dimeşînin, ewê ku bi arîkariya wan serketin li ser serketina ji dora 3000 salda bidestxistine û bidestdixînine.

Ew kapîtalîst ji civatê homogênîzekirî ditirsin. Ditirsin ku ew civatê wisa Kanin qira wan bînin. Ji  ber wê tirsa wan. Ew mileta tevlîhev dikin ji hemî renga, em bêjin ji Afrîka û ji Asya, ji bona ku kes dewa ti miletîtiya original neke, neyê kirin, hemî miletê duniya yê an yê cîhanê dikin li her welatî hebin. Reş û sipî  tevlîhev bibin, wekî li Brazîl, li Amrîka li Sudan û her wisa, ji bona ku serê systêmê di aştiyê da be…bi selamet be..}. Rêyê wan klasîk diyarine çine……..!. Propaganda  kûr û li serhev ji Olê ku wan bi xwa ji hemu aliya civandine ra dikin û dikin ew desturê Xuda ne. Cîhan jî li hember wan karê wan di bêdengiya mirinê da ne. Ne ji devê wan tişt dertê, ne ji destê wan û serê wan ti nîşanê pirsa û hezkirinê zanebuna û eşkerekirina dertên. Hema wisa hemu gêj bune û ketine xewê û tevizîne.

Min ji yekî wisa ez bawerbum ew ji alîgirê systêmê yê orîgînal bu pirsî. Ma gelu ev Sêkulerîsma bi têgîştina te çiye? Ji min ra got : ew wateya ku cudahî di nêv Ola da nebe dide. Lê ev got, ji ber ku ew naxaze, bersiva min bide. Sêkularism ewe, bi wateya ku ew her tiştê pîs û xirap û qerêşe, yê tu li ser Televisiona dibîneye. Wekî; Rêklema ji her tiştîra, wekî nîşankirina Sex di her tiştî da, wekî zewaca an Sexê mêr bi mêr ra, hezkirina Jin ji Jin ra. Wekî Rêklema lîstikê bi pera (Xumar) û lîstikê din yê ji her rengî. Wekî merumkirina programê Telvisiona ji her tiştê bi fayîde. Wekî her tiştê gemar û qerêş  ku tu bi xwa jî dibîne…ev hemî karê nêgativ Sêkulerîsmine..? Lê Sêkularism eger ya pozîtîv heye. Tenê ewe ya mirov Computer ji bona hemî karê xwa peyayî,  civakî bi kar tînê ye.!

Systêm dixwaze li rojê nuha demlidst, xwa ji hemî miletê cîhana me yê dewletê xwa netewî hene va nêzîk bike. Ew neteweyê hene an ew dewletê hene bi navê xwa yê netewî nasdibin xwa nêzîkî wan bike? Systêma xwa ya kapîtalîst di wan hemî welata da bi runiştin bide û cihê xwa têda bi hêz bike. Dibe jî heta ji wê dewletê hene, hin ji wan tenê weku dewletê kartunî ne, gelekî biçukine. Lê ew navê neteweyekê heldigrin, wan bi xwa ew dewlet wisa çêkirine. Numuneyê di rojê nuhada Armîniya, Albaniya, Luximburg.. û gelek yê dinin. Ta Younanistanjî ji hesabê Turkiya ra her çuye biçuk buye. Nuha jî di Kurdistaneke wisa kertunî diramin, yeke biçuk tenê navê wê Kurdî be û naveroka wê tiştekî din be.  Kurdê din jî hemî bibin qurbana wê dewletê. Ev karekî nepêkane, negengaze ku Kurd wê qebul bikin û bipejirînin, heta ku xebatkarê xwa dilsuz hene.

Lê ji aliyekî dinda ev systêma lehnetme kirî tenê naxwaze Kurd heta weku dewleteke xwa mesxere jî hebin. Çi weku netew dewlet an çi li bin banê çi systêmeke din be. Ango ew dixwazin Kurd tenê netewdewleta xwajî tunebe. Heta kîjan pêleyê an astê ev gotinê em dibêjin rastine..? Modernîtêya kapîtalîst eger ev termînologiyeke raste? Bê guman ew rastiyeke ya li asta bilinde jî. Li hemdemî pêwîste her kes bizanbe vê systêma em dibêjin ji 3000 sal berî nuhada jî dest bi roxandina netwan û zimanan kiriye..jê jî yek netewa me û zimanê me ye, ya ku di bingehê xwa da netewa her mazin li vê cîhana me buye..?? Lê çima ji 3000 salda ye û çi wateya vê gotinê heye? Bi dîtina min karê ku ez jê bawerim û pêwîste ti dubî li ser nebe, ev demê ez dibêjin demekî gelekî raste, eger çewtî têda hebe pêwîste li dor tenê çend deh sala yê plus û mînus bin. Ji ber ku destpêka wê, ne bi roja û saata têye naskirin . Lê ev rastiyeke dîrokiye û nayê hejandin ku, ev buyer li wan dema çêbune. Li heman vê demê em dibêjin, derhatina Cihuya jî ji Missrê da çêbuye. Cihuya wisa di pirtuka xwa Tewratê da nivîsîne û ew dem, demê êrişa miletê an gelê ji deryada ye jî. Demê roxandina Impêriya Hîttîta ye. Ev dem demê gewrîna dîroka rojhelata navîne û demê gewrîna dîroka cihanîye, demê gewrîna bervê dîrokêye.

Ev systêma kapîtalîst ya em dibêjin an systêma modernîtêya kapîtelîst ya (sermyandar). Bi roxandinda impêriya Kurda ya yekemîn ra, ya mezintirîn impêrî ya heta wê demî li cîhana me çêbuyîbuyî buye ra hatiye. Li welatê me û li erdê me cihê xwa girtiye. Ango ew systêma li şuna û li ser systêma desthilatdariya Kurda avbuyî ye. Ya ku di sînurê demê kevin û nuhda hebuye û destpêkiribuye. Peyva min li ser impêriya Mediya ye. Wê bi vereşîn bixwîne û nasbike, ji berku hemî heşmendî di wirdane. Axmîniya şuna Medya (Kurda girtin), ev Axmînî kîbunnnne…? Ji ki hatine…? Axmînî weku nav ji gotina Achemenîdês ya Younanî (Greekî) hatiye birin. Lê ew nav bi Kurdî ji navê Haxamanşaha hatiye, ango Şahîtiya Haxama ye (Haxam jî eşkere ye, Haxamê Cihuya ne.  Dura dsthilatdarî bi navê Pêrsa hate nasîn û desthilatî bu ya Pêrsiya. Bi navê Pêrs û Pêrsiya. Cihu dixwazin bêjin, Kurdê arî wan kirine ku desthilatiyê bistînin an ew (herdu alî bihevdura) miletekî din bune û navê wan pêrs bune. Lê herêma ku wê Kurdê arî Cihuya kirine lê dijîn ew ji berê û paşê da herêma Kurdaye û ti kesê biyan nehatine wir (Strabu û Platu yên Greekî jî ew dîtin piştrast kirine û dibêin: kurdê başur û bşur-rojavayê Iranê dixwazin bêjin weku hevine û ti cudahî di nêvda nîne). Wan navê Pêrs û Pêrsiya bi rêne xapînuk hanîne. Bi wê şêweyî wan bi rêyeke xapînuk kirine navê wan pêrsine û wisa nîşanî cîhanêdane û nîşanî Kurda jî dane. Lê min ev xal gelek cara di pirtukê xwa yê bi navê (Reş û Sipî û di pirtuka Kurd meşa dur da) şirovekiriye ku navê pêrs ji ki hanîne û xapandin çawa çêbuye… Li demê Musulmana navê wan ango navê Pêrs bu Firs û welat bu welatê farês. Vê zanebunna, mirov kane di (Pirtuka Herodotos da bibîne, di pirtuka bi navê Media, Mikaylovich Dyakonov 1956 da derçuye bibîne, (di dîroka cîhanê yê ji 10 Voluma pêktên da û yê orîginal bi zimanê Rusîne, di pirtuka nr 1 da bibîne).

Bi gotineke din kapîtalîsma em nuha nav lê dikin Modernîtêya kapîtalîst jî bi baweriya min bi nivîsa Tewratêra hatiye. Ango modernîtêya kapîalîst û ya berî 3000 salê ku bi paşda jî dere, systêmeke Cihuya ye. Cihu û modernîtêya kapîtalîst bi dîtina min yek tiştine. Modernîtêya kapîtelîst heye, ango Cihu hene, modernîtêya kapîtalîst nîne ango Cihu jî nîne. Di virda numuneyeke din weku ya Cihuya heye. Dibê yek wê jî ji bîr neke. Ev jî Musulmantiye, dibê pêşî yek bizanbe Musulmantî jî ji inspîrasyon û çanda Cihuya û ji ramanê Cihuya da maye. Cihuya ew çanda musulmantiyê anîne û weşandine. Eger yek birame musulmanê pêşin jî û yê nuha jî tenê Arabine û ji ba Araba da ye. Hinek zor çêdibe. Arab û Musulman ji miletê hemî duniyayê ne, lê Arab bi xwa xasim bi musulmantiyê ra derçune. Ji ber vê jî şêxekî Arab digot “ey Arabinu, bixudayê mazin eger Islam neba Arab jî nebun, arab û Musulman yek tiştine” Cihutîjî eyne wisa ye, eger Cihutî neba Cihu jî nedibun. Cihu jî bi cihutiyê ra derçune û ji hemî miletê cîhanêne. Ji berî wan Assurî û Akkadî jî wisa çêbun, hemu ewê jêra gotine samî wisa çêbune. ango navê Xudayekî ew komkirin û kirin komeke hevgirtî. Cihu jî wisane û systêma kapîteîst sermiyandar bi wanra derçuye.

Ev systêmê totalîtar yê me gotine weku yê Akkadî, Assurî, Cihu û Musulman eger mirov rê bide xwa û bêje: ew li xelek û navendê bazirganiyê ava bune. Grêdana wan bi ti netewê taybet ra nîne. Eger vê çewtiya ku pê nuha li dîrokê dinihêrin neba. Di zimanê van komê jêra gotine samîra bi eşkere diyar dibe ku zimanê wan digerin ser zimanê Indo-europî û bi taybetî zimanê Kurdî. Ew ne samîne jî, lê wisa tenê di tewratê da Cihuya ev nav nivîsandiye û wan ev tevliheviya pêşin çêkirine. Cihuya di Tewratê da gotine, sê lawê Nuh pêxember hebune. Pêxembertya wî jî tenê ji ba Cihuya da û ji ba Musulmana da ye. Samîtya kurê wî jî tenê ji ba Cihuya da ye. Ti nîşanê dîrokî an arheologî ji navê Samîra nîne û ne yê hebin jî. Numuneya ji jiyana Sargonê Akkadî (Sargon bi zimanê Ibrî wisa hatiye gotin, lê navê wî rast Şarokîne). “Sargon (Şarokîn) rumeta xwa ji Xudayê Sumeriya ra digirt bi taybetî Innana û ji Zorbaba Xudayê bajarê Kiş ra digirt. Ew  bawerbu Xudayê Anu ew xizmetkarê xwa daniye û ew Keşe yê ji bona xwa helbijartiye û ew Enzi yê Xudayê Smuerî Enlîle.”Enzî bi zimanê Hurriye. Wateya wê serleşkere ango bi eşkere ew di nêv çanda Sumerî û Hurrî da dijî ya. Û Cihuya bi wê tevlêbuna çanda ra gotine ew samîne. Ew ne Samîne û ne samî hene. Ew li xalê bazirganî lê heye ji herdu zimana birine û tevlîhevkirine û wisa pêşî zimanê Akkadî çêbu û dura şaxê weku, Aramî, Assurî, Ibrî, Suriyanî derhatin. Yê ku bi naskirina wan aliyê xapandinê jêra dibêjin ew zimanê samî yê rojavayî ne û zimanê Arabî jî ji zimanê samî yê rojhelat dihejmêrînin. Bigerin ser zimanê Arabî û bi Kurdîra bipîvin, wan bidin berhev û ji xewn û xeyala samîtiyê derkevin. Li wê demî anca cîhan wê nuh li pêşya we vebe…û wînê destpêbikin rastiya jî bibînin..?

Lê dibê yek ji bîrneke ku piriya jiyana wan kesê di rojê nuha da navê samî lêdikin. Jiyana wan li erdê bixalî jî buye, li sahra, an li çola û beriya buye. Li pêş hemya jî Cihu û wan taybetmendiyê erdê bi xalî girtine. Wan taybetmendiya kir ew gelekî bi pêşda biçin. Gelê an miletê runiştî an yê sêdêntar jî bi hêsanî bi ramayê wan xelkê ji erdê bixalî hatine bawerbibin. Wan kanîbu Pêxemberê xwa ferzî ser wan bikin. Wan li pêşiya xwa bajun û li paş xwa jî bikşînin. Ta nuha jî qezencê wê taybetmendîna hê temam nebune û gelê runiştî mijulê çandiniyê hê jî ji xewlet û wendabunê xwa negeryane. Lê li ba hina jî ew grêdan her çuye dijwartir buye. Ji ber ku propaganda Cihuya û xelkê erdê bi xalî jî pir bi hêze û bi hêz buye. Ew taybetmendiyê gelê li erdê bi xalî jiyane jî evine : “yek : dizîkirine, meriyê li erdê bixalî dijî dibê diziyê bike, Du : talankirine, roxandin û kuştine.  Sê : Derewine; Tenê ev koma me gotibu kapîtelîst dixwazinn û xwastine. Herdem gelê runiştî (sêdêntar), yê ne li beriya jiyabun û ne li çola dijîn. Kanîbun wan her biçuktir û biçuktir bikin û li taliyê wan nehêlin. Ew xelkê ne li sahra û beriya jî dijîn, tênagihên ku ew xelkê ji xwara gotine Samî çi biserê wan kirine û dikin. Wan bi rêyê baweriyê ku hênane weku Musulmantiyê, Ciuhtiyê û heta krîstiyanîtiyê…? Ya ji bingehê xwada ne ji Olê (Ibrahîme, Abrahame), ew bi temamî teslîm kirine, ew girtine û heta pêlavê xwa danîne ser serê wan hemiya. Bi demra wê wan her kole û riswatir jî bikin, eger heşê wan neyê serê wan û hayî li xwa nebin.

Ev systêm çawa avabun

Şaxê systêma kapîtalîst di impêriya Akkadiya da û di impêriya Assuriya da jî dixuyên. Cihu jî wê têdigihên ji ber wê jî bi rihetî û bi xwaşî li ser wan impêriya dipeyvin û dibêjin ew Samîne. Lê ew li xalê bazirganiyê, li herêmê bazirganiyê çêbune û li ser talankirin û kuştinê,dizî û derewa ferehbune û xwa bicîhkirine. Ji ber wê Cihu bi insîstent dixwazin bikin ew Samîne. Cihujî berdewamiya wanine û systêma xwa kapîtelîst jî bi derhatina Cihutiyê ra derhatiye û sazbuye. Ev systêm bixwa nuha buye international û nuha li wê astêne ku cîhan hemî bibe koleyê systêmê an jî bune û têda çune xwar û wenda jî bune.

Eve systêma bi tunekirina netewên din ra avadibin, an bi grêdana wan netewdewletên din bixwava û li ser newekheviyê bihêztir dibin. Lê ew netewê ku ew dibînin ne li ser rêya wanine, an ne li ser şopa wanine wan diroxînin. Ji bona ku systêminê nuh yê bi xwava grêdayî li şuna wan ava bikin. Wisa jî hemî netewdewletê nuha hene, li bin siya wê systêma kapîtelîst hene. Bi pêleyê an astê grêdanê cihê, cihê ew hene. Lê dewlet û welatê din yê cihê, cihê û yê ne biwanva grêdayîne nînin an eger hene jî. Dibê şerê wan bi dizî û eşkere bê kirin, heta wan jî dixin rêya xwa an bi carekê wan diroxînin û yeke nuh li gorî berjewenê xwa li şuna wan avadikin.

{Ew systêmê bi wan ra jî bi demra, berjewendê wan yê ji berjewendyê kapîtalîstê mazin cihê bibin. Yê pêwîstbe ew jî hinu hinu bi demra bêne roxandin û serweriya wan nemîne û her wisa. Ew systêm wisa wê demê gelekî dirêj bixwaze heta ew amanc bi cîh bên. Heta weku stat dewletê mazin wê avabibin, netewdewletê mazin wê diyarbibin. Em bêjin netewdewleta Amerîka, netewdewleta Europa û netewdewletê Asiya û netewdewletê Amrîka latînî. Lê ji bona dewletê nîv mazin ewê jî dîsa duvikê dewletê mazinbin, dewletê biçuk jî  wê pir kêm bibin û bê hêz bibin. Ew dirêjkirna dem wê ti bandurê li wan desthilatdara bi xwa neke. Sermyan (kapîtal) giş di destê wanda ye. Wan ne xema êş û azarya xelkê dinine. Weku tiştê nuha li Surya çêdibe, li Kurdistan çêdibe. An azariyê berê li Irakê li Kuwêtê an li başurê Kurdistan çêbune. Her hevalê wan ew serwerê dewletnetewa wê ji bona berjewendê xwa weku indîvida biramin. Çi carî ne xema wane jî li pêşerojan çiyê bi gelê wî û zaroyê wî, zaroyê zaroyê wî were. Ji ber ku ew jî pir ketiye, lawaze, hêza wî nîne ew tenê berpirsê komeke grêdayî ye. Ji wîra rê nemaye di ti kesê din birame. Lê ew tenê kane rojê xwa bihejmêrîne. Êş û azarî çendî pir dibin mila bibin, ji bona wan ti tişt nayê gewrîn. Li ki dibin mila bibin, ji ber ku ew êş nuha durî mala wan bixwane. Ji wanra ta rê nîne biramin, lê kengî ew êşê were têkeve mala wî jî..nediyare?}

Advertisements

(Gerana mazin ya awarte) an ÎnqÎlaba Giştî

Vê systêma kapîtalîst an jî systêma modernîtêyaya kapîtelîst bi geraneke awarte avabuye, ango bi inqîlabeke giştî avabuye.

Ev “Gerana awarte” an inqîlaba giştî  kî ? Li dijî kê? Û kî li dijî çiye? An kî li dijî Çiye? An Çi li dijî kêye ku ew geran, ew systêma bi gewrînê mazin ra çêbuye û hatiye, ev inqîlab pêkhatiye? Mirov li Dijî Mirova rabune? An Mirov li dijî Canewera an (Heywana) û siruştê rabunne, heta ku ev geran ev (systêma  nuha li jiyanê çêbuye) û meşiye. Pêwîste bingehek jêra heye? Destpêkek wê heye. Dibê sabir an tolerant li ba mirova hebe, birame, bixwaze bizanibe. Heta kanibe hinekî giraniya jî helgire. An em bêjin ew kesê van nivîsa bixwîne, yê ji du tiştê em dbêjin nerihet bibe. Dibe ku gotinê nexwaş jî vêra derkevin, ku bêje. Nuha tu çi dixwazê bibêje, bêje û me xelaske, tu Lawê Adem û Êva (Hewa) weku Cihu û Musulman bawerin. Çima tu ew qas pirsa lihevdigerîne. Ma nuha tu ji va meriyana hemiya heşmendtire? Lê tu ji wan gişa xiraptire û nezantire. Tu dixwaze çend gotinê wisa yê ne ji rêzê bêje, bêje. Ji bona xelk ji tera bêje, welleh bi Xudê ev meriyekî bi aqile, ronakbîre. An bêje welleh haşa yî we. Ewjî yekî pir nezane, ehmeqe, ew dixwaze tiştekî bêje, lê di rastiyê da ew dixwaze mirov guhê xwa baş bidin wê gotinê. Û wisa gotina li hev digerîne û serê xelkê pê gêj dike.

Tu wisa jî bêje wku xwandevan ezê bêjim raste, ev hemu tiştê tu lê diramê û difikre, di vê nivîsê jorda hene. Lê li taliya taliyê amanc ji vê lihevgerandinê ewe. Ku yê bixwîne an her yek yê bixwîne. Hinekî rast birame, gotin li ser çiye, an li ser kêye. Ez bawerim tiştê pir giran an yê giring di virda hene. Ez minet dikim ne weku bi hezarê tişta yê tu dixwîne, di ser wanra jî bê guhdarî derbas nebe. Na . Ez dixwazim tu xwandevan hinekî wext ji ramiyariya xwa bidê mijarê. Mijar layîqî guhdariya teye.

Ev 3000 sale derbasbune û me ev tiştê giring paşguh kirine û ez bi vê yekê bawerime. Bi vê guhnedanê me,  em ta bi vê asta nuha em lê hatine.

Ji destpêkê da ji dema ku mirova ji cîhana kevin gav dikir cîhana nuh. Me Kurda şaşiyê ji vê şêweyî kirine û wisa bi carekê an hinu, hinu me hemî tiştê xwa giran buha hindakirin. Li wan dema, dema mirovan ji cîhana kevin gavdikir cîhana nuh. Em Kurd, em hêzekbun. Hêzek li asta cîhanî. Lê hina, çavtengî ji me kirin. Dîtin em ne xercê vî barîne. Em hemî mirova, bê çare nakin, em rumeta hemî mirova digrin. Em mirova naxin bazara kar, em pera bi pera naxin kar, wekî bazirgan kanin bikin. Ewê çavtengî ji me kirine, dîtin mirov jî ne xercê wê rumetêne. Gotin emê rumeta mirova ji xwa tenêra bibin. Lê dibu pêşî ew rumeta pêşengê wan dilsuz jî bibin. Hew pêşengê dilzus em Kurd bixwabun.

Dibê mera vê tiştana baş nasbike, uşta û sebeba nasbike, çima wisa bi mera û bi mirovatiyê ra çêbuye? Ewê em bêjin zîrek Kiye, kîne, yê ew karê xwarina, mafê me û mafê kesên din pêkhanîne. Dibê mera, mirov, nasbikin. Gelekî derenge, lê dîsa dibê zanebun hebe. An jî wêrankirin, hemî wêrankirin yê li rêye, birêva tê. Numune Surya û Afganistan bigrin û Afrîka bigrin. Siba, li rojê li pêş ev wêrankirin wê di her malekê keve. Eger hun ti tştî nekin…?

Di virda dibê em bêjin? Wisa xuyabu, ku hemu tişt, ne li gor berjewendê vê mirovê çavteng, Wehişî û Kanîbal bune. Ne li gorî berjewendê wan birêva diçun. Ew yê mirov xwir û mirov kuji. Wisa wan jiyana ne li gor dilê wan li her dema, wêrankirine, roxandine û wêrandikin û diroxînin. Yê wisa kiriye an yê wisa kirine û dikin, dibê mirov wî an wan nasbike..? Dema mirov wî wan nasbike. Piştra her tişt wê safî û eşkere bibe. Lê dibe jî ew tiştekî ji dervayî vîna mirova be..? Û ewê em dibjin ne mirovbe jî..? Lê eger em bihejmêrînin ew mirove? Mirovê li vê astê wehşî û kanîbal be, kanîbalbin, careke din dixuyê negengaze jî ku yek bawer bike. Lê belê gengaze û dibê mirov wan nasbike….? Dibê mirov wan nasbike………………..?

Li ba krîstiyana an xirîstiyana weku Kurdê me dibêjin. [[Lê rastiya wê  navê wan dixuyê û pêwîste Xoristî ne an Xoristiyanî ne, ango ew rumetgirê rojêne û eslê gotinê bingehê xwa ji Kurdî girtiye….? Xaç, salîb jî ji eslê xwada li ba Hurrya û li Ba Sumerya û li ba Hîttîta û Mîtanya nîşana rojê ye]]. Komeke din an qewmekî din kirin, Xaç nîşana kuştina Isa lawê Xuda li ser Xaç e û wisa li ba wan ew bu Xaçê pîroz. Em nuha ne li ser vê xalêne, lê wisa me xwast em zelalbunekê li ser vê xalê jî bi lez û bez bikin. “Min dixwast bêjim jî Krîstiyana li ser mirov gotî, ”eger mirov ji hundurê xwada bi gemar bibe, pakij nabe”. Ev jî rastiye, rastiya berbi çave. Gotina me jî li ser gewrîna mirovan ne, gewrîna wî ku bibe, mirovê baş an bibe, weku Wehşan û kanîbalan jî çêdibe. Gotineke Latînî jî heye dibêje {Humus huminis Lopus}. Ango “mirov Gurê brayê xwa mirove”. Lê dema mirov xwa diyarbike ew gure, ew jî tiştekî pir başe û bi şerefe jî, ewê dora wî jî yê wê taybetiyê li ber çavê xwa bigrin. Yek dixwaze yê din bixwe, jêra dibêje li dora xwa be, li derba xwa raweste, ez tême te. Herdu alî bihev diçin û yek yekî tune dike. Ev heywantiyeke (canewertiyeke) bi şerefe.

Lê karê xirap ewe dema ewê dixwaze te bixwe, gotinê herî nerm û xwaşik ji tera bêje û baweriya te pê bê. Dura bi teema wê gotina xwaş di devê teda û bi şuna wê kenê nazik di dilê teda, ew xwa nêzîkî te dike. Dura derba xwa li te tîne. An fenekê tiştekî bi serê te dike û mal û milk pere yê te û erzaqê te hemî ji xwara dibe. Wehşeta rast di virdaye. Ji ber van sud û sedemna, me ewqas an (ewxwast) pirs danîn û li pêyhev rêzkirin….. Wehşet pirine, lê ew wehşeta em dibêjin ya herî dijwar û bê sînure. Bi wê zimanê şîrîn û xwaş tê te. Bi xasim jî dema ew bi gotinê pîroz yê Xuda va grêdidin. Ew dikin ew bi navê Xuda dipeyvin. Dibêjin Xuda wisa kiriye û Xuda wisa gotiye. Durajî tiştê herî bi qerêş, herî rezîl û riswa dikin. Welata, diroxînin, mileta wendadikin, hemî li ser navê Xuda û dibêjin ew wan tişta bi xwastina Xuda dikin.

Dibêjin jî : em biçin ser pirtuka pîroz Bibliye an (Incîlan), çira me got Incîlan, ji ber ku du Incîl hene. Incîla kevin, pirtuka Cihuya (Yahudiya) ya pîroze ango pirtuka Tewrate. Incîla nuh jî, ji her çar nivîsê an pirtukê Yohanna, Loqa, Matheus û Markus an (Mirqus) pêktên. Ev bixwajî 4 nêrînê û hewildanê cihê, cihê dîsa dixuyê yê mirovê Cihune yê li ser Jesus, Isa ne. Yê ku li ba musulmana pêxembere û lawê Xuda ye li ba xirîstyana û Cihuya.

Emê herin ser pirtuka pêşin, Incîla kevin. Di wir da her mijarek ji mijaran navê pirtuk heldigre. Emê  biçin ser pirtuka bi navê “Genesis” têye nasîn. Wateya wê jî “pirtuka jêdera ye” bi kurdî pêwîste ew bibe “pirtuka jêdera” an jî pirtuka xelqkirinê. Bi Arabî ji wê pirtukêra dibêjin “kytab all tekwîn”. Continue reading “(Gerana mazin ya awarte) an ÎnqÎlaba Giştî”

Çanda bi numuneya wê li (Till Halaf), an jî bi kort û kurmancî dibêjin

tell-halaf_

Çanda Till Halaf 8000-5500 b.z

Ev şristaniya kevin ya gelekî nase ya di Kurdistanda ye, hempayê wê şaristaniyê din jî li Kurdistan hene. Lê ev ya pirtir dengvedayî ye û pirtir naskiriye. Ev şaristanî li hemî erdnigariya Kurdistan belav bubu û hajet û firaxê wan yê ji qarmîta yê gelekî nazik, bikelîte û rindbune, bi hemî aliyê cîhana kevin da jî diçun û belabubun.

Ev cihê dîrokî û arheologîkî li parêzgeha Hasakê dikeve ya li rojhelat bakurê Suriya ye. Ew li nêzîkî sînurê Turkiya nuha ye û li aliyê Turkî li hember wir, dîsa bi navê serê kaniyê ye. Lê Turka nav lêkirine Ceylanpinar. Ew ji dîtinê pêşinine ya ji çanda demê neolîtîk da ye. Tiştê herî giring û buha li vê erdnigariyê, hebuna qarmîta ye, yê pirbune û hê jî Qarmîdê cemkirî û yê renge, reng boyaxkirîne. Qarmîdê vir bi wêneyê endeziyarî û yê sewala wênekirîne. Temenê vê şaristaniyê jî ji 9-8 hezar salê berî zayînê da destpêdike û li 4300 kota dibe. Hittîta jî serweriya xwa li vê herêmê kirine, Hîtttît ji berî salê 2000 b.z li wir diyarine. Li dor 1200 b.z Hîttît diroxin lê li şuna Impêrya wan gelek statê biçuk çêdibin wekî (Tabal, Kummanî, Mêlitênê, Adana, Gurgum, Samal, Commagênê,  Arpad, Carchamiş û Muskî) {Seton Llyod, Ancient Turky, Travellers history 1989, C.W.Ceram, Efter 4000 şr Hettiternas gşta lşsas}. Paşê li dor 900 b.z mîratiyeke Aramya..? jî li wir cîh digre û ew navê şaristaniya Guzana distîne. Dura jî wir dikeve nêv desthilatiya Assuriya. Nuha wir li bin rêveberiya rojava ye, li bin rêveberiya Xwaseriya Demokratîke

Em hinekî li ser taybetmendiyê vê çandê rawestin

çanda girê Halaf, çandeke herî giring û bilinde, serpêhatiyê wê ne yê ji rêzêne. Li ew demê ku berî nivîs derkeve. Mayînê ji vê çandê mane jî pir nasine. Ew bi karê  xwa yê ecêb hunerîne, bi Qermîtê xwa yê renge, reng, bi avahiyê xwa yê grover û bi xetima an morê xwa yê pêşketî navdarine. Bi malê wan grover ra europiya navek ji zimanê Greeka birine û jêra gotine (Tholoi). Lê bi dîtina min bi vê navî buhayê çanda Kurdî pir kêmkirine, çima..? ji ber ku tholoi ji avahiyê kirine gorn ra yê pir dibêjin û ew pir dereng bikar hatine2-3 hezar salê b.z. Lê bi Kurdî heta mera kane ji vê avahiyê grover ra bêje rengek ji rengê Qab e û li demê nuha jî wan çêdikin. Ji aliyê civakîda, civaka Halafî hêjî baş nehatiye naskirin. Li ser aboriya wan jî zanebun kêmine. Hin dibêjin ev çanda ji nuşkava di hezar salê şeşan berî zayînê da bi pêş ketiye. Ji çiyayê Zagrosan da li rojhelat û ta bi çiyayê Taurusa da li rojava çuye. Ev belavbun jî di demekî kort da buye. Ji ferhebuna vê çandê hina gotine, ew ji derine din hatine ango wan koç kirine (Davidson 1977). di cihê xwa yê dinda kirina karê bazirganiyê lê eşkereye (Braidwood 1949, Braidwood 1960-137ff, Thusen 1988-1987, Watson û Leblanc 1973). dixuyê jî ew gihîştine desthilatiyekê jî avabikin.

Hemî herêmê ku ev çanda lê belavbubu, gihîştibun asta ku tiştê xwa bihev bigewirin ango bazirganiyê bikin. Civak li vir ji her alîda pêşketiye sazumankirî buye. Her dixuyê ku ew glhştiye asta gunda ava bikin û desthilatî avakirine. Li  cihê ev çand lê sekirine yê giring Nînewa ye, Arpachiyayeh û Tepe Gawra ye, piştî sala 1960 girimgiya ji bona çanda Halafiya hinekî kêm buye…? Ev çand li deştê Suriya jî belabubu li Chrchamiş (Carablus) û li cezîra başurê biçuk. Lê  li destpêkê gotin. Ew ne li cezîre çêbuye, lê ew ji Anatoliya û ji Mesopotamya da hatiye. Li newalê çemê Balikh jî ew dîtine. Li cizîreh demê destpêka vê çandê li girê Saby Abyad dîtin (Mound of White Boy). Şunpêyê li girê Saby Abyad dîtine li Surya giştî belabuyî bun û nirînê xwa berê jî hatin gewrîn. (Akkerman 1989, Akkerman 1993, Le Miere 1992). pirhindik li ser gavê gewrandina vê çandê (ango dema çand tiştên nuh têda çêdibin) rawestîne. Weku em bêjin, ji berî demê Halaf destpêbibe, demê neolîtîk, destpêka çanda Halaf (Akkerman-Varhoven 1995). Cihê runiştina li girê Saby Abyad dixuyê ji salê 5800/5700 b.z da destpêbuye û 800 sal li wir dirêjkiriye. Li vir 11 qatê runiştinê dîtine û ew hemî li peyhev hatine. Lê gotine hine rawestîn, ango ne li pey havbun di nêv qatê 11-10 da çêbuye. Ji qatê 11-7 gotine ev demê berî çanda Halafiya ye û her wisa berî qermîtê neolîtîkine. Qatê 6-4 gotine ew tên hejmartin wekî demê gewrîna ne. Qatê 3-1gotine bê guman yê çanda Halafiyane. Ji vir tê têgihîştin, qatê 11 dibe digihê 10-9 hezar salê b.z. ji çanda li girê Saby Abyad diyar dibe ku cizîra Suriya jî erdê bingehînî yê çanda girê Halafe, lê ji destpêkê da wisa qayîl nebubun. Min xwast ez vê çend taybetîna jî bêjin, lê wekî din nivîsê li ser çanda girê Halaf ango ya li ser çanda serê kaniyê talî jêra nînin.

Çawa  û kengî ev şaristanî hate naskirin?

Di sala 1899 da Sultaniya Othoman an Osmanî hê li dare û li 19 yê meha mijdarê, dema dîplomatê Alman Max von Oppenheim di bakurê Suriya nuha ra derbas dibe. Ji bona ku rêya trêna ku dihate pîlankirin wê ji Istanbolê bigihîja Bagdadê rêya çuna wê nasbike. Li wir li bakurê Suriya hin ji wê gundina jêra dibêjin, putek an statuyekî kevirî li bin axê heye. Max di sê rojada çend tiştê giring ser vedide, di nav wanda “Xudaya jin ya runiştî jî heye”. Koma lêsekirinê dibînin wan “deriyê seraya rojava jî pênasekirine”. Lê dema wî ti razîbuna fermî li ba nebu. Wî ew statu ji nuka li bin erdê veşartin  û rêya xwa temam kir. Di sala 1907 da arheolog Ernst Herzfeld, ji Max Oppenheim xwast ku ji nuka till Halaf vede. Bi şêweyekî ew lihevhatin wê çawa dest bi lêsekirinê bikin. Di meha augustê da sala 1910 dest bi lê sekirinê nuh kirin. Di wê salê da rêzdar Max Oppenheim dest ji karê diplomasiyê berda û di amadekirina pereyê ji bona lêsekirina wê herêmê da xebitî. Pere ji bavikê xwada, bidestxistin û ew dora 750,000 mark bun.

Dîtinên wan an lêsekirinên wan

Ji demê ku wî li wir cara pêşin kolabu li sala 1899 û virda. Wî dît ku li wir pir vedanê qaçaq, ne yasa çêkirine û pir azarî gihandine, putê li wir. Di lêsekirinê xwa pêşin da hin putê ji demê şaristaniya   Guzana jî dîtin. Deriyê “Seraya rojhilat” ya ji aliyê padyşayê Kapara da ye, li demê 900 salê b.z hatibu girtin naskirin. Oda nimêjê û hin gorn dîtin. Hin statu yê careke din ji aliyê Younana da di avakirina da bi kar hênane jî dîtin. Dura jî wan kanîbun qarmîtê till Halaf yê ser demê neolîtîk jî bibînin. Ew qarmîtnane yê ku şaristaniya till Halaf pê hatiye naskirinine.

Çend numuneyê Qarmîdê til Halaf (Serê Kanyê). Temenê wan dora 5000 sal b.z û bi kevintir da ne. Ev çanda Halafiya ye, ya xelkê dilsoz matmayî û gêj kiriye

Dibê bêye zanîn ev qarmîtna ji yê kevintirine ji qermîtê bi kelîte yê carekê li ser ruyê erdê hatine dîtinin ne li kêleka qarmîtê ku bi rêz Herzfeld li Samara dîtibune. (Samara ewjî cihekî ji cihê navdar yê kevnareyane yê li Kurdistaninê ye, li bakur Irake)

Di sala 1913 yan da Oppenheim careke din geriya bo Almaniya. Ew karê hatine dîtin di avahiyeke bi roj bikardihanîn da hîştin. Pir ji wan bi çavdêrî paketkirîbun. Piştî ew geriya Almaniya şerê cîhanê yekem destpêkir. Di 1926 da Almaniya ket nêv komika miletan ango (league of nations). Wisa Almaniya kanîbu rêveberiya lêsekirinan nuha li ser erdê ketiye bin çavdêriya Fransa bike.

Li sala 1927 rêzdar Oppenheim careke din geriya till Halaf. Ji lêdanên bi topa di nav bera Osmaniya û Fransa da. Di roja paşin ya şerda avahiya dihate kolan azarî dîtin û hin ji wan dîtinê arheologî şikestin. Lê ji ber ku Oppenheim qalibê wan girtibun wî kanîbu wan ji nuhda serrast bike. Dîsa Oppenheim ew karê dîtine bi Fransiya ra jî parvekirin. 2/3 ji wan dîtina birin Berlin yê mayî jî rakirin Halab û li wir wan bingehê muzêyê neteweyî yê Suriya danîn. Li sala 1929 kolandin temamkirin.

Muzêyê Çanda Till Halaf li Berlin

Mamuste û bi rêz Oppenheim dixwast basikekî ji Muzêyê Navdar Pergamun. Yê nuh li Berlin hatibu girtin, bike basikê çanda Till Halaf. Lê ji ber ku pereyê Oppenheim ji wê beşîra xwastibun gelekbun. Wisa ew ket bin zorê ku li cihekî din yê industiriyal (karsazî) yê bi navê Charlottenburge, Muzêyê taybet ji bona dîtinê li Till Halaf veke. Li tebaxa 1930 wir vekir. Şêweyê ku tiştê di muzeê da hatibune pêşandan, ta li rojê nuha jî yekê kanîbe bêje modern bun.

Li sala 1939 Oppenheim careke din çu Suriya ji bona ku lêsekirinên xwa temam bike. Vêcarê rêveberê Fransî rê nedan wî û nehîştin ew ji nuva wir bikole. Wî goftugo bi hikumetê Alman ra kirin ku hemî dîtinê xwa bifruşe wan. Li demê ku ew guftogo bi rêva diçun. Muzê li sala 1943 ji aliyê Brîtaniya da bi bombeyeke Phosphorî lêdan xwar. Muzê hemî suta çi pêşandanên ji dara an ji limeston (kevirê hesta) hemî sutan û roxan. Karê ji berikê Bazelt jî bi germiyê hur, hurî bun.

Li vir piştî bi meha wisa ma, Muzêyê bi navê Vordderasiatisches yê ew jî li Birlîne. Destê arîkariyê da ku ew hemî statu û put ji nuka bêne serrastkirin.

Di sala 2006 da Suriya û Almana bi hevra lêsekirin meşandin. Ew li bin serkêşiya bi rêz Lutz Martin birêveçu. Ew ji muzêyê bi navê (Vorderasisatisches) yê bi mera derbasbuyî bu û Abdul-Masîh Bagdo (serkarê kevnahiyan li parêzgeha li wê demî ya Hasakê bu. Jorg Becker ji Universîtêya Halle û Mîrko Novak ji Universîtêya Bern jî li ser karbun.

Çanda Till Halaf bê guman ji 9-8 hezar salê berî zayînê destpêdike ta ku ew li hezar salê 6100-4300 b.z gulvedide. Şaristaniya Till Halaf li hemî Kurdistan belav bubu û sînurê Kurdistan jî derbaskiribu. Li paş şaristaniya Till Halaf jî şaristaniya Ubaidiya tê
.