Bingehê woşeya arabî

Mamuste wisa pêda dere.”Rastiyê em bêjin, bavpîrê me
tênegihîştibun, bingehê woşeyê Arabî. Çawa ew çêdibin? Berpirsiyariya
wê çewtiyê jî rêya Sîbewê heldigre. Dema wî hemî lêker û woşeyê Arabî
gerandin ser berhevhdankine, sê typî û gotibu berhevdankê çar typî jî,
typek xwa zêdeye. Ferhenga Arabî li ser vê prensîpî hatiye danan.
Xwandin û rêxistina Sîbewê, ta nuha bingehê rêzana zimanê arabiye û
wisa wî zimanê Arabî bi carekê di rêya çewtra bir. Li demê ku miletê
euroupî têgihîştin, bingehê zimanê xwa vêyî ku bizanibin jêderê wan çine
û emê gelek numuneiya ji bona vê pêşkêşbikin.”
((Bi dîtina min mamuste, tiştek nasakiriye, ewjî meseleiya
berhevdanka an (raya-Cizura) ye. Ew têgihîştiye wê rastiyê ku zimanê
Arabî ayne weku zimanê hindu- ewropî yê din ji bingehê xwa da ji du, sê
an ziyatir an kêmtir gotna çêdibin. Lê ne weku Sîibewê gotî ew ji sê
berhevdanka ne û gotî numuneyê wan ji berhevdankeke numne tên wekî
[ketebe, akele, zahebe…Ev hemî lêker bi Arabî bi sê typa têne nivîsîn,
dema ku tu typê dengane (e) ji nêv rake ew dibin KTB û Akl…, ji ber ku bi
Arabî ew typê dengane nayên nivîsîn. Sîbewê kiriye gotin ji lêkerê
numune (fehele ne, bêyî typa dengane e, ew di be weku numuune KTB )] û
hemî lêker gerandine ser (fyhl-bi Kurdî lêker yê) ji sê typa. Lê min gotibu
jî bingehê xwa da gotinê Arabî weku numune ji dervayî çend gotinê ji
zimanê virda wêda tê hene wekîؙ (Greekî, aramî, Ibrî, Missrî) yê ku 0,1%
derbasnakin, yê din hemî ji Kurdîne û bingehê wan jî bi gelemperî ji du
gotina an jî pirtir an kêmtir ne. Lê ew gotinê ji bingehê xwa da ji du gotina
ne. Di çarçoveya an di halê zimanê arabî da wisa ketine hev, ku pêwîst
dike yek baş lê birame, heta ku wan gotina ji hev derbixe, an ji hev
derkevin. Anjî di hin hala da gotina duyê bi temamî rakiriye. Numune
Berîd ji (bi-rêda) ye, bajarê Iranî Qum ji (Kumandan) e, dara Seru ji (Serunaze), (Seru-Sahî ye) û ji (Seru-Himayunî) ye. Cebbere ji (cih-bri e, an ji
cebbirî ye û ew jî ji cih-birîye) ye, (Cebbar ji Cu-bare?), Cawirş ji (çav-reşe) weku me diyar kiribu. Numine yê wisa (Hemî Zimanê Arabiye) ! û ecêb
nemîne)).
Em biçin ser peyvê mamuste, mamuste an lêkolîner dibêje: ”Em bêjin
gotina (Adnan) bi rêya kevin gotine ew ji (Adn+an) hatiye. Wateya (adn)
weku yek li cihekî dadinîşe an li cihekî (bijî) ye, gotine typê (a) û (n) jî
zêdene. Ziman zana ji mera negotine, ji bona çi (a) û (n) zêdene. Lê gereke
em bizanibin ti typê zêde di Arabîda nîne, eger wateyeke xwa taybet
tunebe. Wisa ez bawerdikm lêkolînvan dibêje, pêwîste woşeya Adnan ji
(Ad+nan) hatiye, ango ji beşkirina dengan hatiye. Ad, gotiye ave û (nan)
navê Heyvê ji demê Sumeriyada ye. Ta nuha jî em ji erdê nayê avdanra
dibêjin (adî) wisa (Adnan) dibe Heyv, dibe Xudayê ava şîrîn. Weku wê
gotina Lubnane, diramîn û digotin ew gotineke Suriyaniye û wateya wê jî
(Sipiye). ((Lê beşkirina wê ya dengane, (yek nezane mamuste, ev
binavkirin ”beşkirina dengane” li ser çi bingehî çêkrî ye)), lê belkî dixwaze
bêje (beşkirin bi an ji berhevdankane) û wisa ewê bibe, (Lub+nan), Lub
gotî wateya (pirbunê-xissobetê) dide û ya (Jînê) dide. (Lub) dibêje beşê
nêvî yê tovê meyweya ye an şînkahiya ye em bêjin tovê Sêva û yê Silkê.
Ango ew wateya tova wê darê an wê şînkahiyê dide û ewe (beşê ku dar an
şînkayî jê çêdibê ye) ango mamuste wisa dixwaze bêje. Lê careke din jî
dibêje (Lubê) bi Arabî ango ”Firuye” û (Luba) şîrê dayîka zaroyê wê nuh
çêbuye ye (ango ew dixwaze bêje Firuye) û dibêje ji aliyekî dinda (Allebet
assama) ewjî bi Arabî barana berdewame. Wisa Lubnan wateya wê dibe,
ew Heyva pirbunê (xissobetê) ye û ya baranêye. Gotî jî çawa rengê baranê
sipîye, ji ber ku gotine ew bi Suriyanî sipiye an (white) bi ingilîzî û gotî ev
gotina ingilîzîjî ji (Watt) ya Themudî hatiye, (Themudî zimanê Yemen yê
kevne).”….? Mamuste yê Arab pir dur derê ji bona ku bigere ser nefs
gotinê, ku ew navê heyvê ye û Xissobete..?
”Navê (Zayneb) di pirtukê gramatika an (rêzana) zimanê Arabîda
typa (y) jê radikin û nav dimîne (zeneb an zenb), ev herdu gotinê jê mane
an (yê jê mayî) jî ti wateyê xwa nîne. Lê (Zeneb), (duve), duvê caneweraye
û (Zenb) jî gunehe. Continue reading “Bingehê woşeya arabî”

Zimanê siwarî (tekîbî) û zimanê ne siwarî (ne terkîbî)

(ZIMANÊ NESAMÎ Û SAMÎ)

phonecian

Nuha li vir û li bin vê sernivîsê ez dixwazim, mijareke nuh pêşkêş
bikim. Ev mijar li gorî nêrîna nêvnetewî (international) ya klassik bi
şêweyekî din hatiye nasîn. Lê bi dîtina min tevî ku cihanî jî wisa hatiye
pesendkirin, ez dibînim ew bi rêyeke şaş, çewt hatiye hewildan û dibê
rastiya wê bê diyarbikirin. Ev rêya taybet, bêguman bi baweriya min
xizmetê ji hin berjewendê taybet ra dike û ji bona wê jî ev mijar hatiye
gihandin û çêkirin. Ew aliyê ev taybetîna afirandine, hêza yekem ya
cihanîye û ji bona hin armancê ne gelekî diyar? ew wisa xwastine.
Ev hêza em dibêjin ku tevliheviyê bi xwastin di nêv gelek rama ideê
û mijarê Olî da peyda kirine û peyda dikin jî. Ewe hêza herî kapîtelîst û
herî dewlemend ya cîhana meye. Polîtîka wan jî polîtîka pera ye û ji hemî
nirxê merovatiyê dure. Ramanên wan ji bingehê xwa da digihên ramayê
Cihutiyê yê Olî û yê pirtuka Tewrat pêşkêşkirine. Wan bi polîtîka pera gelek xelkê ji Olê din ji welatê din, bi aliyê xwa xistine. Nuha jî mirov
kane bêje wan cîhan hemî kirine du beş, Cîhana beşê pera û cîhana beşê
xwazayî û normal.
Lê li vir dibe bê diyarkirin ji ew kesê fêrm bawerin ku, ew kêşeya
di nêv zimanê jêra gotine Samî û zimanê jêra gotine zimanê Hindu-
Europî da hene. çi ne? Pêwîste ev kêşe bên diyarkirin û giftugokirin, ji
bona ku merov bi xwa jî kanibe li ser raweste û şaxê wê an wan bide
berhev û ancamê giring jê bigre.
Vê kêşeya giring cudahiya berbiçav û sereke di nêv zimanê Arabî an
weku dibêjin zimanê samî da û zimanê Hindu-Europî da çêdike jî. Ewe ya
pirtir li ser bingehê siwarbunê û nesiwarbunê destpêdike ye. Ev kêşe wisa
fermî becîh kirine û gotine. Cudahiya serke ye, ya di nêv zimanê Samî da
li aliyekî û zimanê Hindu-Europî da li alyê din heye. Wisa wan herdu
grupê zimana ji hev cihê an cuda kirin. Navnetewî an jî international jî ev
mijar di nêv hemî ziman zanada parvekirin, pejirandin û qebul kirin. Çira
ev mijar wisa qebul kirin? Ev wisa çêbu ji ber ku li destpêkê nivîskarê
dîrokê dihejmartin ku dîroka rast ji Bibliye da an ji Incîlê da tê. Bi taybetî
jî bawebun ew ji Tewratê da tê. Dema ku di Tewratê da bi nêrîna wê ya
xelqkirinê an jiyanê (jiyana Nuh) ji Pêxember Noh da destpêkiriye. Dîsa di
wê nêrînê bixwa da gotî sê kurê Pêxember Noh hebune Sam, Ham û
Yafêthine. Di wirda gotine Samî ji kurê Noh Samine û Afrîkî ji Hamine û
hemî miletê din ji Yafêthine. Li hem demî Cihu xwa Samî dibînin û
zimanê nêzîkî zimanê Ibrî (Hybru) gotine ew zimanê Samîne û ew zimanê
gelekî pêşketî û pîroz hejmartine. Wisa dîroknivîsê cîhanî jî li ser dewsa
wan çune û wisa zimanê Samî dane nasandin. Lê ew zimanê Hybru, Arabî
û yê din nebi rêya zanistiyê ew nasandine. Heta ku yek bêje ew rast
parvebuye….??
Eger em jî ji bona hine ronkirinê ji mijarêra, ji nêv zimanê Hindu-
Europî zimanê Kurdî helbijêrin û ji nêv zimanê Samî zimanê Arabî
helbijêrin. Ji ber ku bi gelemperî bawerî heye, zimanê Hindu-Europî
zimanê Siwarîne ango (terkîbîne). Ji bona ku bi dema navek û lêkerek, an
du nav an du lêker, dihên berherv û ji wan lekerekî nuh an navekî nuh
derdikeve. Wateya wî an wê jî bitemamî nuh dibe ango ew tê maneyeke
nuh. Li hemdemî gotine ev rêya siwarkirinê an (terkîbê) di zimanê Samî da
nîne wisa xelkê ji rêzê yê ku zanebunê wan bi ferehî li ser zimana nîne
wisa bawer kirine.
Numuneyê ji vê teşena, formina, teşe yê terkîbê an swariyê di Kudî
da û di her zimanekî hindu-europî da gelekine. Heta ew teşe yê gotina di
van zimanan da yê pirtirine an (predomînantine). An ew ji navê din yê ne
Siwarî bi gelekî pirtirne û ewine yê piriyê şora, woşeya, çêdikinin ne û
hene.
Numuneyê ji şêweyê gotinê Sirwarî di zimanê Kurdîdajî weku hemu
zimanê din yê hindu-europî gelekine, bi hezarane. Em çendeka jê bêjin.
Cotyar an Cotkar, Siwar, Berxudar,-Sihwan, Şivan, Gavan, Dilovan,
Xerman, kharaman, armexan, Wargeh, Numêjgeh, Xwaringeh,
Dezgeh, Kargeh, Runiştgeh,-Cemawer, Serwer, Desthilatdar,
Sermiyandar,- Berxwadan, Çalakvan, Zehmetkêş, Dawrêş, Rojname,
Pirtukxane, Weşanxane, Baliyozxane,- Şarrê, Çatrê, Sêpê, Pêrçemk,
Duvpişk, Germişk. û herwa…
Cotkar ji (Cot an Coht +kar tê), Cotyar ji (Coht+yar tê), Dilovan ji
(Dilo+van tê), Khahraman ji (Khahir+man tê), Cemawer ji (Cema+wer) tê,
desthilatdar ji (desthilat+dar tê), Sermiyandar ji (Sermiyan+dar tê) û
herwa.
Siwarbuna gotinên jorê, an terkîba wan berbiçave, her gotinek ji
navekî û lêkerekî yê hatine berheve. Wisa navekî nuh, an lekerekî nuh an
rengdêrekî nuh jê peydabuye. Ziman wisa xwa bixwa pir kiriye. Lê helbet
ew pêleyê pirbunê, nazik bunê, ferehbunê û konkrêtbunê hemî jî li ser
bikarhênana zimanekî dimîne ku ew ziman xwa bi gavê mazin, çêbike û
xwa pêşda dide. Ev karê wisa an gotinê wisa ji berhevkirina du gotina
peydadibin me nav lêkir, ev karê siwarbuna gotina ye. Ango ew gotin
siwarhebdibin, an bihevda tên grêdan û wateyê nuh didin.
Ev karê siwarbuna gotina jî gotine taybetiyeke zimanê Hindu-
Europiya ye. Ayne weku gotinê wisa di Kurdîda pêktên, kanin di zumanê
dî yê Hindu-Europî da jî çêbibin an hebin. Ayne weku wan di zimanê
ingilîzîda hene, em bêjin Blackboard, Cupboard, Integration, Passover,
Brightness, Calibration û gelek û geleki ne. Blackboard ji (Black-reş û ji
Board-Lewhe hatiye), Integration ji (Integrate-temamkirin û ji tion- ewjî
kirine hatiye), Passover ji (Pass-birandin, derbaskirin û ji over-disera an ji
gavkirin hatiye), cupboard ji (cup-cabîn, xezan û ji board-mase) hatiye û
herwa.
Eger em biçin ser zimanê Continue reading “Zimanê siwarî (tekîbî) û zimanê ne siwarî (ne terkîbî)”

Têgihîştin karê herî birumet û herî buhaye

Hemî miletê ne Arab jê jî kurd, ji destpêkêda dema ew musulman
bune, di rastiya xwa da ta nuha jî tiştek ji musulmantiyê tênegihîştine,
rastiya wê tênegihîştine. Tenê bawerî li ba peydabune ku ew gotin yê
Xudane û wê ber çavê wan girtiye. Ew pîroziya ku xwastine pê gotinê xwa
bêne nasîn û gotinê wisa xwaş û bi wateyê du alî û carna pir alî. Ew bi
zîrekiyeke li pêş anîne ber destê xwandevanan. Ji bona ku pê hestê wan,
mejiyê wan û wijdanê wan bikirin. Dema wan kanîbu hemu tişta ji wan
bibin, kanin wanjî li ser xwastinê xwa birêva bibin. Ev prînsîp li ba Cihuya
û Araba hatin nasîn û wisa alema pê bawer buyî weku sewla li pêşiya xwa
ajutin. Lê bidaxe bikêrnayê yek tenê rexne bike, ji ber ku mirov her çi
mirov, bi taybetî mirovê ji rêzê biheceyî baweriyê ye. Lê dibe ew bawerî jî
bi rastî di xezmetê mirov û civakêdabe, lê ne bi xapandina. Vê baweriyê
em li ser dibêin, wan kir. Ji bona ku mejiyê mirovan ji kar derkeve û
bicimide. Wan bi hemî hêza xwa kirin ku ev baweriyê wan ji asymana da
ne. Wê jî kir bê navber xelk bê bawer bibe. Ev serketina Cihuya û Araba bi
vê nêrîn na li ser cîhana kevin, serketineke bêhempa buye. Wan hinu, hinu
hemu baweriyê cîhana kevin ji rojhelata navîn û ji europa resîtkirin. Bi
baweriyê xwa nuh, vê alema em dibêjin kirin destxwa. Nuha jî eriş alema
mayî jî dikin. Em weku Kurd ew Olê kevin berê yê mebune, bi ji navbirina
wan Ola, ji bona wan pêwîstdikir me jî ji nav bibin. Ji destpêkê da jî em
tênegihîştin ku ew me û Olê me ji navdibin. Nuha em dixwazin ji
navbirina xwa bigerînin, lê me Olê xwa yê mazin bicarekê wenda kirin.
Tenê bermayînê Ola me mane, Ezdîtî, Elavîtî û Yarsanî, ji bingehê xwa da
ew her sê ji yek Olê tên.
Vê Olê gotin ji asymana ne wan têda xwa sipartiye gotina ku ew ji ba
Xuda da ye. Wisa baweriyê kevin tevlî yê nuh kirine û pêra dimeşin. Eger
em gavekê paşda bavêjin, hê ji demê Sumeriya da, bawerî hebuye ku “hertişt ji ba Xuda ye” dema nuha ew navê Xuda bikartînin, ew ramaya
kevin tê serê wan û dibêjin ew raste. Gotinê Ibrahîm jî an yê Abraham jî bi
ber guhê wan dikevin û têye bîra wan Ibrahîm bi yek Xuda bawerbu û wisa
ew di ramayê xwa bixwa da kûr dibin û bawerdikin. Lê neku ew ji
P.Mohammad tiştekî tê gihîştine, an dizanin musulmantî, kê aniye û ji
bona çi hatiye. Çi berjewendê merova têda hene û bi taybetî jî ew
berjewendê têda hene, çine.
Wisa bi vê têgihîştin, hemî miletê rojhelat bi vê têgihîştin
bawerkirine. Lê bi demara jî tenê ji wanra maye ayîn ango (adet)). Wisa
anca yek wisa birame. Wan bi vê baweriya ku jê tiştek tênegihîştine, ji bilî
navê Xuda û avatar ango navê yê pîroz. Lê wê baweriyê ji aliykîda rotînê
jiyana wan monoton jî şikênand. Ji bilî ku merov weku Miha ku dema çêr
nebe, guh li nava xwa dikin. Nuha bi rêya baweriyê liv di jîna wan da
çêbu. Dibe ew her yek avê li destake û biçe mizgeftê tevlî brayê xwa yê
weku wî, ewjî tiştekî tê negihîştine. Bi texmîna ku li pêşiya Xudayê xwa
rawestîne û dil û hundurê xwa, hinavê xwa pakij dikin. Belê merov
bihewceyî tiştê wisa ye. Lê rêcîmê an desthilatdariyê demê wan û yê ji berî
demê wan jî. Gelekî dijî mirovatiya mirovan bune û dixuyê kêmasiyê
gelekî mazin di vê xalê da kirine û jiyana merovan bireng û xwaş nekirine.
Ayne Arab û Cihu miletê li erdê bi xalî jiyane, ev pêşketin (progress
jî) li ba wan çêbu. Tevî jiyana tehl bi westan û bi birçîbun. Civata wan,
civateke şa bu ji ber ku herdem, bihevra bun an gelekî nêzîkî hevbun. Tirş
û teliyê jiyanê bihevra parvedikirin û wisa jiyan li pêşiya wan tevî graniya
hêsan dibu. Lema jî wan Mizgeft û Sînagog girtin, ji bona ku kanibin bên
bahev û graniyê jînê parvekin. Ji bona miletê ne Arab û ne Cihu jî ev
karekî rengîn bu û jîna wan pirtir bi liv kir. Dibe ku li destpêkê, vê xalê
iyana wan bi watekir, lê dura ew û jiyana wan bitevî wêrankirin.
Em werin ser Salah al Dîn û berxwadana wî çawa meşiyabu. Bi
baweriya min wîjî weku hemî kesên din bi tênegihîştin Ola musulman
girtibu û ne tiştekî din. Bê guman demê Sala al Dîn lê jiyabu, demekî
gelekî giringbu. kanîbu bibe demek pir giring ji bona pêşveçuna Kurda li
Kurdistana xwa. Lê wî ji bilî pêşveçuna Missrê li ser Çanda Arabmusulman,
pêşveçuna civaka wan li ser van prînsîpa û pêşveçuna polîtîkî
li ba wan ti pêşveçunê din nekirin. Ew ji bona Missrê bu Sultan, lê ayne
wisa ji bona Suriya jî dimeşe û ji bona Mêsûpotamiya û Yemen jî dimeşe.
Hemiya alaveke nuh ya baweiya musulman bi vê têgihîştin girtin. Lê li ser
Suriya bi taybetî ji ber ku ew bingehekî dîrokî ji bingehê Kurdewariyê û
Kurdistanê buye. Şopa wê alafê li vir ji bona timê û heta hetayî buye.
Salah al Dîn bi vê karê xwa wê beşê ji erdê Kurdistan yê gelekî giring û ji
erdê miletê xwa yê bingehînî ew dur kirin û bê par kirin, bi xeyrî haqq ew
ji erdê xwa durkirin. Wê beşê gelek grêdayî û bingehînî ji erdê bavpîra ji
dayîka wê Kurdistan durdike, biyan dike. Ayînê wir traditionê wir digewire
û dike yê arab-musulman û wan bi kûranî di musulmantiya tênegihîştî da
wenda dike. Bêyî ku hewiya xwa taybetjî biparêze.

Kesekî ev maf nedabu wî, lê wî, lê wî bêpirsîn û ji berxwada izna
xwa biriye. Ji ber ku wî musulmantî bi tênegihîştin girtiye. Wisa jî li ser vê
bingehî, diyare wî kir musulmantî pitştî demê Mohammadê pêxember û
çar xalîfeyê li pey wî hatine. Wî kir musulmantî li erdê Kurdistan careke
din hewşvede, gulvede û cihê xwa li vê cihê destê Salah al Dîn digihîştê
xwa bi temamî bigre. Lê weku çawa me zanî, miletê li erdê bixalî jiyane.
Weku Arab û Cihu dema berjewendê wan becîh bibin, ew kanin wextî
icazê bidin Xudayê xwa jî, ji bona ku ew jî here xwa rihet bike, piştî
westandina ku wî bi wanra dîtiye. Ji ber wê jî, li hemberî wê kazanca ku
Salah al Dîn ji wanra kiriye wan heta Kurdjî hîç nenasîn û negotin ma ne
we em xudî kirin û mazin kirin û ma ne we em gîhandine rojê nuha. Çepî
wê wan hemî cureyê fîtne û nexwaşiya ji Kurda ra peydakirin. Raste eve
taliya ku yek ji bona xwa jî neke û di xwa û miletê xwa nerame û wan bi
teniya li ber destê neyara bihêle.
Wisa dixuyê ew lîderê Kurd lê yê ne ji bona Kurda jiyankir gelekî
teng diramî. Di şer û di musulmantiyê diramî, Çawa wê li hember
Krîstiyana şer bike diramî. Dibe ew ne musulmanekî radîkalbu, lê
berpirsiyariya hebuna wan û pêşdaçuna wan heldigirt. Ramayê wî tenê li
ser berpirsiyariyê bune û nedikarî di tiştekî din birame. Heta miletê xwa û
erdê dayîk yê miletê xwa kir gorî (qurbana) ramayê wî heldigirtin. Zimanê
xwa kurdî jî kir goriya zimanê arabî, çanda miletê xwa çi tiştê jê mabu, ew
jî xist ser çanda Arabî û musulman.