Çanda Uruk û Jemd Nasr

uruk

Ev jî çandeke gelekî kevine, bi temenê xwa digihê 4000 salê berî zayînê. Ev  çand temamkirina an jî berdeamiya çandê ji berî wanine. Çandê ku me dîtin weku ya girê Halaf û ya girê al Ubaid. Helbet gelek cihê din yê çandê bi pêşda çune li Kurdistan hene. Ew jî gelekî hêjayî xwandin û naskirinê ne. Yên dixuyên wan hemiya bihevra rol û dewr leystine heta ku vê çandê me gotine û em dibêjin derkevin pêş.  Nuha jî emê li ser çanda Uruk û jemdet Nasr temam bikin. Navê Uruk …………..wateya pîroz bi zimanê Sumerî dide. Uruk 250 km li Başurê Bagdadê dikeve, li ser çateke kevin ya ava Furatê hatiye girtin. Li destpêkê ew bajarê herî mazin yê li Sumer buye û dibêjin ji salê 5000 b.z da jî xelk li wir hebune. Mala Xuda Anu li wir hebuye û ew mal ji Xuda ya jin Inanna ra bikardihat an jî ya paşê navê xwa dibe Iştar û istêrka sibê nîşana wê ye.

Uruk li du asta bajarekî giring bu, li asta Olî û li asta zaniyariyê. Ev tişt bi hezara tabloyê heriyê yê lê hatine dîtin radixine ber çavan. Gelek ji wan digerin ser nivîsa destpêk dor 5000 sal b.z. û vê karê nivîsê rola Uruk li ser pir mazine. Uruk û  Jemdet Nasr du bergehine, ev nav bi fermî li ser demê 4000 b.z da hatine gotin  û ew li pey çanda girê al Ubaid hatine.

Demê Uruk demê destpêka bajarvaniyê li Mesopotamya ye. Wan çandeke temam afirandiye, ji berî desthilatiya Sumerî destpêbike. Dibêjin jî serbixwayî ya vê çandê li hin ciha ne pir diyare. Lê ew mazintirîn danîştgeh buye û avahiyê pir giring lê hebune. “Ev rastiyeke ku yek bêje Uruk bajarê Mesopotamya û yê cîhanê yê yekeme”. Ev di nivîsa bi navê “Atlas Tours da” wisa hatiye. Adrêssa wê jî eve, webmaster@atlastours.net, Adeeb Rantawî 1997-2013.

Uruk ji destpêkê da ji du ciha da çêbuya, Kullaba û Eanna û bajar ferehbuya, heta 80 hektar erd girtiye. Dura dîwarek ji 9,5 km li dora bajar hatiye girtin ku di hundurê xwa da 450 hektarî digre û 50,000 mirov lê dijiya.

Demê “Jemdet Nasr” ev dem jî bi ser demê Uruk va têye hejmartin. Lê li vir gavine pir lez û giring hatine avêtin. Ev bergeha dem ji 3500-2800 b.z ye. Lê demê gulvedana wan yek kane bêje di nêv 3300-2900 b.z da ye. Li vir li vê demî nivîs bi fermî dertê û jiyan ji demê berî dîrokê dikeve demê dîrokê. Cihê wan jî weku cihê bajarê Uruk ji demê çanda al Ubaid da hebuye, jiyan lê çêbubu ango bi hindikî ji 4000 sal b.z. destpêkiye. Li vir piştî demê Uruk çêkirina qarmîta gelekî bi pêş ket. Wan goşê firaxa jî bi zanebun diyardikirin.

Heta hin dibînin jî ku gereke, cudahî nekeve nêv demê wan û yê Uruk û bi serhevda ew herdu weku yek dem bêye hejmartin. Ne gelek diyare kengî Uruk temam buye û nejî çawa û kengî Jemdet Nasr destpêkiriye.

Wateya jemdet Nasr, girê biçuk yê Nasr  dide. Nasr jî navê Şayxekî yê ji sedsalê bîstan da ye. Cihê gir li erdê nîv xaliye. Ew gir bi xwa jî ji du gira ye, girkê A û B ne. A ji 160 m bi 140 m ye, bilindiya gir 1,5 m. lê girkê B li bakurrojhelatê girkê A ye, lê ew ji 350 bi 300 m pêktê. Bilindiya wî jî 7,5 mitrine. Li vir modêlê qarmîtê Uruk ji salê 3500 b.z jî dîtine. Li taliya salê 4000 b.z girkê B ji runiştvana hatiye dagirtin û ew hîn baş jî nehatine sekirin.

Di sala 1926 da Stephen Langdon wir sekiriye û ew professorê assyriologiyê li universîtêya Oxford buye. Li sala 1928 jî ji aliyê L.Ch Walten da hatiye sekirin. Lê wî jî cihê ku Langdon lêgeriye ew jî lê geriya ye û ti tiştê berbi çav nîşan nedane. Li sala 1988-89 arkaeologê ingilîz Roger Matews, lêsekirin kirin û li ser girkê B avahiya mazin sekir û dura karê giring dîtin. 

Di pirtuka numre du da ya ji zincîrekê ji 13 pirtuka ye bi navê “Bonniers Vîrldshistoria” nivîskarê xwa jî evine, Rostislav Holthoer, Asko Parpola û Simo Parpola ne. Di ruyê 153, 154, 155, 156 da wisa hatiye. “Di vê sêsad salê hatine da ango ew li ser salê (3100-2900 b.z) dibêjin. Ew  demê gulvedana çanda “Jemdet Nasre” dibêje, ev çandeke buyîbu, bihêz bu û bi hêz jî bela bu. Nivîsa ku wan peydakiribu, cihê xwa girt û nivîsa bi wêneya ya destpêkiribun, her çu ber wendabunê çu. Bajar û gund mazintirbun. Gel jî pir bu, huner jî gihîşt astekê ku çi cara negihîştibuyê.

Vê pêşketinê bi lez kirin, ew çanda xwa û hunera xwa li dora mesopotamya jî belav bikin. Siruştîbu ew di demekî kort da bi hemu aliya da derbasbibe. Li Êlam bakur rojavayê Iran, geografîkî jî yek bêje, ew bu beşek ji başurê meopotamy. Missir girtin, Missir bi rêya firandina Çuka di ser erdê çola Arabîra an di ser erdê bixalî yê Arabîra 1500 km ji mesopotamya dure. Li wir li kenara çemê Nîl li dor salê 3100 b.z. xelkê Missrê bi rihetî û bi bê xemî di demê kevirî yê paşinda dijiyan. Lê ew bi lez û bez rastî gewrînê dramatîk tên. Ew gewrînjî li ser destê mesopotamîyan pêktên.

Ew fêr dibin bi dulabê heriyê firaxê ji heriyê çêbikin. Çêkirina çek û hajetê ji baqir (Kopper) jî ayîndeydibin. Bivrê şer yê tenik û yê biteşeyê Armota jî çêdikin. Yê weku yê li mesopotamya hebune bikartînin. Bi blokê ji heriyê, gornê mazin digrin. Ew jî typê numêjgeh an (templê) li mesopotamya bi bîra yekî tînin. Gorên li Hierakonopolîs, li Naqada û li Missra bakur dîtine, xetmê grover (cilindric) yê ji Jemdet Nasr da hatine lê dîtine.

Wêneyê ser dîwara, endezeyê xwaşikkirinê jina yê bi wênyê numune li ber. Li Missira ku berî desthilatiya wan destpêbike li hierakonopolis dîtine. Ev wêne bi temamî ji jiyana Missriya ya wê demî durine. Lê ew li mesopotamya di nêv salê 3100-2900 b.z da pir siruştî û ayîndeyî ne. Wêneyê ku pahlewanek li dij du şêra şer dike. Gelek wêneyê din yê canewerê goştxur û tayrê goştxur, bi ustiyê xwa yê weku yê mara ew jî li mesopotamya gelekî siruştîbune. Ew wêne bi xwa di nivîsa bi Hieroglyfa da jî hene. Ev wêne hemî eşkere diyar dikin ku Missir ji aliyê mêsopotamya da hatibu girtin.

Rama mesopotaya Missrê dagîrbike, ne nepêkane ku yek bawer bike. Bajar û gundê mêsopotamya pir zu fereh û mazinbun, cîranê wan jî nekarîbun di aştiyê da bijîn. Ew bi hewceyî keresteyê karbun weku, Baqir (Kopper) bi şêweyekî pir û paşêjî Zêr, Zîv û berkê buha. Yê ku hem ji mirovara  û hem ji Xudayara bikarhanîna wan mazinbu. Ev kerestejî hercar bi rêyê aştiyane nedihatin bidestxistin. Lê têknonolgiya li mesopotamiya wisa bipêş ketibu ku kanîbun wan keresteya bi zorê jî bistînin.”

Dîsa di pirtukê da temam dikin û dibêjin; “ Keştê mêsopotamya hê gelekî ji zuda ji grava Bahrein Baqir (Kopper) tanîn. Ew grav li kendava ku bi “qeza û qederê” paşê dibe pêrsîk (Farisî) dikeve. Ji wir jî dibirin Oman. Di kolandinê ji aliyê Danmarkiya da li Oman li 1960 da çêbune, koloniyek yê mesopotamiya li Oaza Buriamî dîtin. Ew Oahe li Milê li Bakurê Omanê ye û ti guman  nîne ku ew ji demê çanda Jemdet Nasre. Eger keştê wan bi hezara kilometir dur diçun û zehmetiyê li nêzîkî boxaza Hormuz jî derbasdikirin. Dibêjin derbaskirina Boxaza Hormuz pir bi zehmetiye, ji quma ku di wirda ye ew zehmetiya çêdike. Bê guman wan kanîbu bi keştiyê ba (bayê monsun) bigihên deriya sor jî pirtuk dibêje.

Guhdana wan ji bona Missrê çima ewqas hebu, an çima Missrê ewqas bala mesopotamiya kişandibu? Diyare ew balkişandin ji bona Zêrê missrê buye. Dema ku ew Kêra li ser Djebel el-Araq dîtibun, destikê wê ji Flint bu. (Flint berikekî gelekî serte-hişke ku weku gemê ye, rengê xwa jî ji sipî heta reş heye). Gelek wêneyê typîsk yê mesopotamya li ser destikê kêrê hebun. Bê guman ew Kêr li Missrê hatiye çêkirin, lê motivê mesopotamya li ser bune. Djebel el-Araq li hember û li nîvê Thinis dikeve, Thinis jî cihê runiştina Farauna yê li destpêka desthilatdariya wan buye. Wir tenê 60 km ji Wadî Hammamat dure, vir jî cihê bi Zêr yê herî dewlemende”.

Dîsa ew nivîskar dibêjin; “Lê Mesopotamya xwa li ser bingehekî sist girtibun. Wê pêşketinê  zêdetir ji genrationekê xaw negirt, lê dîsa jî wateya wê pêşketinan pir mazin bu. Mesopotamya teknologiya xwa rakirin Missrê. Li wir wan destê pêşketinê dirêjî wan kirin. Wê destekdayînê encameke bi lez bi xwara hêna. Wê destekdayînê kir ew ji aliyê polîtîkê da yekbuna Missrê ya jêr û jor çêbikin û çandeke pir giring jî jê derçu. Weku li Missrê li Êlam jî bi arîkariya mêsopotamya nivîs li ba wan jî derçu. Lê her yekî ji wan rêya xwa taybet girtin. Paşê jî nivîskar dibêjin; “Êlam, Missir û Oman ne wargehê tenê ne yê ku çanda mêsopotamya lê hebune an bi cîh çanda ji Jemdet Nasr lê belavbubune. Kolanên nuh yê li ber çemê Furatê çêbune. Diyar dikin heta hezar km dûr ji Uruk û Jemdet Nasr, cihê runiştinê û jiyanê yê mazin dîtine û naskirine. Ew koloniyê Jemdet Nasr bune. Amancê wan jî aborîbune. Rêya karwana ya di ber çemê Furatêra li Surya û ta bi çiyayê Amanus û Libnan dîtine. Li ser rêya Halab û Mosul jî sê koloniyê Jemdet Nasr dîtin. Dibêjin vê çanda mesopotamya li ser erdekî pir fereh belavbubu. Ta digihîşt hezar km bi hemî aliya da.”

_______________________________________________
– John Pike, Jemdet Nasr period-3300-2900 BC, page last modified 2011
– Abeeb Rantawi Uruk (Akkad), Iraq-Atlas Tours.net 1997-2013
– Bonniers världshistoria, Rostislav Holthoer, Asko Parpola, Simo Parpola, svensk redaktor Jarl torbacke 2 Flodrikena. Sidur 152, 153, 154
– Robert Mc C.Adams and Hans J. Nissen, The Countryside, the Natural setting of urban societies. The universittttty of Chicago press, Chicago and London 1972
– Andrew Collins, from the ashes of the angels…1996

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s