Zimanê siwarî (tekîbî) û zimanê ne siwarî (ne terkîbî)

(ZIMANÊ NESAMÎ Û SAMÎ)

phonecian

Nuha li vir û li bin vê sernivîsê ez dixwazim, mijareke nuh pêşkêş
bikim. Ev mijar li gorî nêrîna nêvnetewî (international) ya klassik bi
şêweyekî din hatiye nasîn. Lê bi dîtina min tevî ku cihanî jî wisa hatiye
pesendkirin, ez dibînim ew bi rêyeke şaş, çewt hatiye hewildan û dibê
rastiya wê bê diyarbikirin. Ev rêya taybet, bêguman bi baweriya min
xizmetê ji hin berjewendê taybet ra dike û ji bona wê jî ev mijar hatiye
gihandin û çêkirin. Ew aliyê ev taybetîna afirandine, hêza yekem ya
cihanîye û ji bona hin armancê ne gelekî diyar? ew wisa xwastine.
Ev hêza em dibêjin ku tevliheviyê bi xwastin di nêv gelek rama ideê
û mijarê Olî da peyda kirine û peyda dikin jî. Ewe hêza herî kapîtelîst û
herî dewlemend ya cîhana meye. Polîtîka wan jî polîtîka pera ye û ji hemî
nirxê merovatiyê dure. Ramanên wan ji bingehê xwa da digihên ramayê
Cihutiyê yê Olî û yê pirtuka Tewrat pêşkêşkirine. Wan bi polîtîka pera gelek xelkê ji Olê din ji welatê din, bi aliyê xwa xistine. Nuha jî mirov
kane bêje wan cîhan hemî kirine du beş, Cîhana beşê pera û cîhana beşê
xwazayî û normal.
Lê li vir dibe bê diyarkirin ji ew kesê fêrm bawerin ku, ew kêşeya
di nêv zimanê jêra gotine Samî û zimanê jêra gotine zimanê Hindu-
Europî da hene. çi ne? Pêwîste ev kêşe bên diyarkirin û giftugokirin, ji
bona ku merov bi xwa jî kanibe li ser raweste û şaxê wê an wan bide
berhev û ancamê giring jê bigre.
Vê kêşeya giring cudahiya berbiçav û sereke di nêv zimanê Arabî an
weku dibêjin zimanê samî da û zimanê Hindu-Europî da çêdike jî. Ewe ya
pirtir li ser bingehê siwarbunê û nesiwarbunê destpêdike ye. Ev kêşe wisa
fermî becîh kirine û gotine. Cudahiya serke ye, ya di nêv zimanê Samî da
li aliyekî û zimanê Hindu-Europî da li alyê din heye. Wisa wan herdu
grupê zimana ji hev cihê an cuda kirin. Navnetewî an jî international jî ev
mijar di nêv hemî ziman zanada parvekirin, pejirandin û qebul kirin. Çira
ev mijar wisa qebul kirin? Ev wisa çêbu ji ber ku li destpêkê nivîskarê
dîrokê dihejmartin ku dîroka rast ji Bibliye da an ji Incîlê da tê. Bi taybetî
jî bawebun ew ji Tewratê da tê. Dema ku di Tewratê da bi nêrîna wê ya
xelqkirinê an jiyanê (jiyana Nuh) ji Pêxember Noh da destpêkiriye. Dîsa di
wê nêrînê bixwa da gotî sê kurê Pêxember Noh hebune Sam, Ham û
Yafêthine. Di wirda gotine Samî ji kurê Noh Samine û Afrîkî ji Hamine û
hemî miletê din ji Yafêthine. Li hem demî Cihu xwa Samî dibînin û
zimanê nêzîkî zimanê Ibrî (Hybru) gotine ew zimanê Samîne û ew zimanê
gelekî pêşketî û pîroz hejmartine. Wisa dîroknivîsê cîhanî jî li ser dewsa
wan çune û wisa zimanê Samî dane nasandin. Lê ew zimanê Hybru, Arabî
û yê din nebi rêya zanistiyê ew nasandine. Heta ku yek bêje ew rast
parvebuye….??
Eger em jî ji bona hine ronkirinê ji mijarêra, ji nêv zimanê Hindu-
Europî zimanê Kurdî helbijêrin û ji nêv zimanê Samî zimanê Arabî
helbijêrin. Ji ber ku bi gelemperî bawerî heye, zimanê Hindu-Europî
zimanê Siwarîne ango (terkîbîne). Ji bona ku bi dema navek û lêkerek, an
du nav an du lêker, dihên berherv û ji wan lekerekî nuh an navekî nuh
derdikeve. Wateya wî an wê jî bitemamî nuh dibe ango ew tê maneyeke
nuh. Li hemdemî gotine ev rêya siwarkirinê an (terkîbê) di zimanê Samî da
nîne wisa xelkê ji rêzê yê ku zanebunê wan bi ferehî li ser zimana nîne
wisa bawer kirine.
Numuneyê ji vê teşena, formina, teşe yê terkîbê an swariyê di Kudî
da û di her zimanekî hindu-europî da gelekine. Heta ew teşe yê gotina di
van zimanan da yê pirtirine an (predomînantine). An ew ji navê din yê ne
Siwarî bi gelekî pirtirne û ewine yê piriyê şora, woşeya, çêdikinin ne û
hene.
Numuneyê ji şêweyê gotinê Sirwarî di zimanê Kurdîdajî weku hemu
zimanê din yê hindu-europî gelekine, bi hezarane. Em çendeka jê bêjin.
Cotyar an Cotkar, Siwar, Berxudar,-Sihwan, Şivan, Gavan, Dilovan,
Xerman, kharaman, armexan, Wargeh, Numêjgeh, Xwaringeh,
Dezgeh, Kargeh, Runiştgeh,-Cemawer, Serwer, Desthilatdar,
Sermiyandar,- Berxwadan, Çalakvan, Zehmetkêş, Dawrêş, Rojname,
Pirtukxane, Weşanxane, Baliyozxane,- Şarrê, Çatrê, Sêpê, Pêrçemk,
Duvpişk, Germişk. û herwa…
Cotkar ji (Cot an Coht +kar tê), Cotyar ji (Coht+yar tê), Dilovan ji
(Dilo+van tê), Khahraman ji (Khahir+man tê), Cemawer ji (Cema+wer) tê,
desthilatdar ji (desthilat+dar tê), Sermiyandar ji (Sermiyan+dar tê) û
herwa.
Siwarbuna gotinên jorê, an terkîba wan berbiçave, her gotinek ji
navekî û lêkerekî yê hatine berheve. Wisa navekî nuh, an lekerekî nuh an
rengdêrekî nuh jê peydabuye. Ziman wisa xwa bixwa pir kiriye. Lê helbet
ew pêleyê pirbunê, nazik bunê, ferehbunê û konkrêtbunê hemî jî li ser
bikarhênana zimanekî dimîne ku ew ziman xwa bi gavê mazin, çêbike û
xwa pêşda dide. Ev karê wisa an gotinê wisa ji berhevkirina du gotina
peydadibin me nav lêkir, ev karê siwarbuna gotina ye. Ango ew gotin
siwarhebdibin, an bihevda tên grêdan û wateyê nuh didin.
Ev karê siwarbuna gotina jî gotine taybetiyeke zimanê Hindu-
Europiya ye. Ayne weku gotinê wisa di Kurdîda pêktên, kanin di zumanê
dî yê Hindu-Europî da jî çêbibin an hebin. Ayne weku wan di zimanê
ingilîzîda hene, em bêjin Blackboard, Cupboard, Integration, Passover,
Brightness, Calibration û gelek û geleki ne. Blackboard ji (Black-reş û ji
Board-Lewhe hatiye), Integration ji (Integrate-temamkirin û ji tion- ewjî
kirine hatiye), Passover ji (Pass-birandin, derbaskirin û ji over-disera an ji
gavkirin hatiye), cupboard ji (cup-cabîn, xezan û ji board-mase) hatiye û
herwa.
Eger em biçin ser zimanê Swedî dîsa wisaye, Huvudstad, Samtidigt,
Vindruva, Kombination, Samarbete, Asylsökande, Flyktingboende.
Huvudstad ji (huvud-sereke û ji Stad-bajar tê), Samtidigt ji (sam-nefs û ji
tidigt- wextê tê), Vindruva ji (Vin-mêw û ji druva-turî tê), Kombination ji
(Kombi-tevlihev û ji tion-kirin tê), Samarbete ji (sam-nefs û ji arbete-kar
tê), Asylsökande ji (Asyl-penaberî û xwalêgirtinê an ji sökandê-xwastinê
tê), Flyktingboende ji (Flykting-koçkirin û ji boende-cihê koçber lê
jiyandike tê).
Bi zimanê Romanî jî em bêjin. Patriotism, Curagius, Fraternitate,
Posibilitatê. Patriotism ji (patriot-welatparêzî û ism-belavkirin tê),
Curagius ji (Curag-netirsî û ji ius-bun tê), Fierbinte ji (Fierbe-dikelê û ji
inte-bune tê), Fraternitatê ji (Frate-brak û ji rnitatê-biraktî tê), posibilitate
ji (posibil-dibe û ji ilitate-bunê tê).
Eşkereye zimanê Hindu-Europî hemî wekheviya siwrabuna gotina
baş berbiçave. Lê em çi li ser zimanê jêra gotine Samî kanin bêjin.
Maseyeke mazin an (komeke) mazin ji mirova bawerine, an wisa di mejiyê wanda hatiye çandin ku zimanê Samî ne Siwarîne, ango gotinê wan
zimana ji yek gotinê ne û ev jî cudahiya sereke ya van zimanaye. Ango em
bêjin li aliyekî zimanê Hindu-Europî û li aliyê din zimanê samî. Wisa di
serê mirovan da hatiye çandin û naskirin.
Eger nuha em biçin ser zimanê Arabî, em Kurdê li Suriya û Irakê
jiyane em bi wê zimanî hinekî baş dizanin. Ew bêguman zimanê Samî ye û
hemiya jî temsîl dike. Emê nuha nêrînê xwa li ser bînin ber çavan, ta mirov
bibîne ka li vir rewş çawaye. Ev tiştê em li ser arabî dizanin jî, helbet ji
dervayî ku hin kesan notê xwa li ser zimanê Arabî nivîsîne û eşkere kirine
ku zimanê Arabî ji Kurdî û ji Farisî piriya gotinê xwa wergitine! ne. Çawa
wisa çêdibe? Li vir dibê em nêrînê xwa eşkerebikin. Hin ziman nasê Arabî,
Kurdî û Farisî dibînin, gotinê Arabî wisa çêbune:
Yek : Di zimanê Arabî da, gotinê ji bingehê xwada kurdîne, typek an
du an sê li serê gotinê, li nîvê gotinê an li taliya gotinê, kêmkirine an zêde
kirine û gotineke nuh pêra derçune. Wisa numune, (SIBE) BI XÊR-buye –
(SEBAH) AL XÊR, dura jî emê şirove bikin.
Du : Di zimanê Arabî da, dibe ku gotineke ji du woşeya şura hebe?
Em dizanin piraniya peyvê Kurdî ji du peyvê li berhevtê. Lê di Arabî da
dibe, gotinek ji wan du gotina rakirine û gotina mayî jî typek an du jê
kêmkirine an gewirîne an zêdekirine û gotine, ev peyva bi Arabiye.
Numune BERÎD ji BIRÊDA YE.
Sê : Di zimanê Arabî da, dibe du gotin givaştine hev û heta yek
bizanibe ku ew gotin ji bingehê xwada du gotinine. Têra xwa zehmetjî
buye û wisa gotineke nuh pêra derhatine. Numne Zerkeşe ji ZÊRKÊŞ e û
Sirwal ji ŞAWLER e. Ew bune ZERKEŞE, YUZERKYŞU,
MUZERKEŞ_ŞAWLER jî buye SERBELE; YUSEBILU; SIRBAL;
SIRWAL.
Eger merov bi rastiya wan gotina hest bike, li wê demî wê bizanibe
rastiya wan gotina çawaye. Ji berî em numuneya jî li ser vê gotina bînin,
dibê yek bêje, bi eşkere. Tenê gotin bune bi Arabî dema ev gurîn têda
pêkhatine wisa çêbuye. Lê di rastiyê da ew gotin ne taybetî yê zimanê
Arabîne, lê merov kane bêje, piriyê wan gotina ji zimanê Kurdî hatine
birin û bi derhênana Arabî têne gotin.
Yek wisa texmîn dike, eger bawerî li ba merovan pêkbê, yek dirame
pêwîste dîroka Arabî, rêyeke nuh bigre. Di rastiyêda jî ez gelekî bawerime,
tiştekî wisa çênabe. Çim? Ji ber ku tevî ev gurîn û nujenkirina ku di
dizimanê Kurdîda em bêjin di erdê bi xalî da (di beriyê da-Sahra da) dema
çêbu bi xwazayî ew çêbu. Dema di demê musulmana da ev ziman, kirin
ew zimanê pîroze û bi mecburî hemî kesê bandura musulmantiyê lê bu. Ev
ziman bi hêz girtin û xwa fêrê kirinê. Jê me Kurda bixwajî. Piştî ku li gorî
dervaayê hatibune ser Kurdistan û Kurdistan di paşdamaîneke kûr da
mabu. Me hemî hêza xwa da zimanê pîroz. Xelkê me yê di nêv vê civata
nuhda heliyan jî dema ev ziman bikarhênan. Xudiyê pênusê yê di impêriya musulmana da jî derçune, piriyê wan Kurdine. Lê wan zimanê pîroz weku
bawerî li ba çêbun di ser zimanê xwa netewîra girtin û ew bikarhênan.
Nuha jî hêzeke gelekî mazin heye, piştgîriyê dide, vê çanda çêbuye û
ji bona ku Kurd, nikaribin gavê mazin bavêjin. Hezdikin zimanê Arabî
pirtir bikarbê an jî Turkî û an jî Farisî. Ji ber ku ev jî arî dike ku polîtîka
ew dixwazin birêva here. Heta ku ew yarmetîjî dikin ku rastiya zimanê
kurdî, neyê naskirin jî. Ji bona wê ew rêya carekê hatiye danan, ew
dixwazin berdewam bimeşe. Ev jî rengek ji rengê ne darayî ye, ne edalete
û mafê Kurda divirda jî wenda dibe û binpê dibe.
Ew xalê li jorê me hênabun û uştê me diyarkirine. Ew dikin em bêjin
ku zimanê arabî û weku wî hemî zimanê jêra gotine Samî ku ew
nesiwarîne, (ne terkîbîne). Em bêjin ew zimanekî komplet cihêye û ji
grupa zimanê Samiye û em bêjn gelek taybetiyê xwa din jî hene. Lê ev
gotin û encam hemî durî rastiyê ne. Dema merov gotinê Arabî dibihîse,
yek nikare bi zukî têbigihê ew gotin, ji gotinê berê hebune hatine birin û
tenê bi hin gewrînê ku têda cîhgirtine wisa li pêşiya mirov diyar dibin.
Ji bona ku merov kanibe, nêrînê xwa baş, eşkere bike. Ji bona ku yê
bixwaze li ser van xala raweste, rastiya wan bibîne û eventual, nêrîna xwa
taybet jî li ser bide. Dibe ev gotinê me li jorê hênane, bi numuneyê cîhgirtî
bêne pesenkirin. Dibe numune yê wê ji zimanê Kurdîbin û hempayê wan
bi Arabî bêne diyarkirin.
Pêşî numuneyê gotinê gelekî pêwîst û yê herî zêde bikartên, belkî
yarmetiyê bidin amanca em dixwaim nîşan bidim. Eger em biçin ser
gotina BARÎD, ev gotin nêzîkî di hemî zarava û zimanê fermî yê Arabîda
li her cihî nase û bi kartê. Gotina ku di globelisma Arabîda ye. Bi şêweyê
ku kes ti gumana li ser nake ku ew gotineke ne Arabiye. Tevî wê jî nîşanê
ku hene diyar dikin ew gotineke Kurdiye û ew ji gotina BIRÊDA hatiye.
Ango ji bingehê xwada ew ji du gotina pêktê (BI û RÊDA), lê ji bona ku
teşe (Qalibê) xwa Arabî bistîne? Typê I buye E an jî (Fethe) weku bi Arabî
tê gotin., typê Ê jî buye Î û typê A ji binîda wenda buye û wisa BIRÊDA
buye BERÎD.
Gotin ji bingehê xwada ji ki tê? Têye nasîn, ji bona ku her zimanek ji
yê din cihêbibe, pêwîste dengê typa jî bi dirêjiyê cihê bin. Wisa pêwîste
zimanê Arabîjî weku her zimanî, dengdan, an dirêjkirina dengê typan li ba
cihêne, gewirandîne. Wisa jî ew bi derhênana zimanê xwa heta nikarin
bêjin BIRÊDA lê karin bêjin BERÎD.
Nuha jî emê gotina Berîd vereşînin ka ew ji ki hatiye? Di demê
Impêriya Partha ya Kurdîda, salê 247 b.z-226 p.z. û dura jî li ba Sassniya
yê ew jî Kurdê safîne, lê uzzreke wan heye ew ji 226 p.z-632 p.z
desthilatdarbune. poste li ba wan bi têgihîştin hatibu sazkirin û poste
dişandin hemu aliyê Impêriyê, çi li ba Partha û çi li ba Sassaniya. Lê li
gorî granî ya postê ew bi Hespekî, du Hespa, sê Hespa an Bi çar Hespa
dişandin heta cihê dur û ji postê xwa birêkirî ra digotin, Yek Birêda, Du Birêda, Sê Birêda an Çar Birêda ango Hespek birêda, du Hesp bi rêda, sê
Hespbi rêda û çare Hesp bi rêda. Araba dema xwastin gotina postê
bikarbînin, yek Hesp, du, sê û çar, pêwîst nedîtin û Ji Birêda ra jî gotin
Berîd.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s