Têgihîştin karê herî birumet û herî buhaye

Hemî miletê ne Arab jê jî kurd, ji destpêkêda dema ew musulman
bune, di rastiya xwa da ta nuha jî tiştek ji musulmantiyê tênegihîştine,
rastiya wê tênegihîştine. Tenê bawerî li ba peydabune ku ew gotin yê
Xudane û wê ber çavê wan girtiye. Ew pîroziya ku xwastine pê gotinê xwa
bêne nasîn û gotinê wisa xwaş û bi wateyê du alî û carna pir alî. Ew bi
zîrekiyeke li pêş anîne ber destê xwandevanan. Ji bona ku pê hestê wan,
mejiyê wan û wijdanê wan bikirin. Dema wan kanîbu hemu tişta ji wan
bibin, kanin wanjî li ser xwastinê xwa birêva bibin. Ev prînsîp li ba Cihuya
û Araba hatin nasîn û wisa alema pê bawer buyî weku sewla li pêşiya xwa
ajutin. Lê bidaxe bikêrnayê yek tenê rexne bike, ji ber ku mirov her çi
mirov, bi taybetî mirovê ji rêzê biheceyî baweriyê ye. Lê dibe ew bawerî jî
bi rastî di xezmetê mirov û civakêdabe, lê ne bi xapandina. Vê baweriyê
em li ser dibêin, wan kir. Ji bona ku mejiyê mirovan ji kar derkeve û
bicimide. Wan bi hemî hêza xwa kirin ku ev baweriyê wan ji asymana da
ne. Wê jî kir bê navber xelk bê bawer bibe. Ev serketina Cihuya û Araba bi
vê nêrîn na li ser cîhana kevin, serketineke bêhempa buye. Wan hinu, hinu
hemu baweriyê cîhana kevin ji rojhelata navîn û ji europa resîtkirin. Bi
baweriyê xwa nuh, vê alema em dibêjin kirin destxwa. Nuha jî eriş alema
mayî jî dikin. Em weku Kurd ew Olê kevin berê yê mebune, bi ji navbirina
wan Ola, ji bona wan pêwîstdikir me jî ji nav bibin. Ji destpêkê da jî em
tênegihîştin ku ew me û Olê me ji navdibin. Nuha em dixwazin ji
navbirina xwa bigerînin, lê me Olê xwa yê mazin bicarekê wenda kirin.
Tenê bermayînê Ola me mane, Ezdîtî, Elavîtî û Yarsanî, ji bingehê xwa da
ew her sê ji yek Olê tên.
Vê Olê gotin ji asymana ne wan têda xwa sipartiye gotina ku ew ji ba
Xuda da ye. Wisa baweriyê kevin tevlî yê nuh kirine û pêra dimeşin. Eger
em gavekê paşda bavêjin, hê ji demê Sumeriya da, bawerî hebuye ku “hertişt ji ba Xuda ye” dema nuha ew navê Xuda bikartînin, ew ramaya
kevin tê serê wan û dibêjin ew raste. Gotinê Ibrahîm jî an yê Abraham jî bi
ber guhê wan dikevin û têye bîra wan Ibrahîm bi yek Xuda bawerbu û wisa
ew di ramayê xwa bixwa da kûr dibin û bawerdikin. Lê neku ew ji
P.Mohammad tiştekî tê gihîştine, an dizanin musulmantî, kê aniye û ji
bona çi hatiye. Çi berjewendê merova têda hene û bi taybetî jî ew
berjewendê têda hene, çine.
Wisa bi vê têgihîştin, hemî miletê rojhelat bi vê têgihîştin
bawerkirine. Lê bi demara jî tenê ji wanra maye ayîn ango (adet)). Wisa
anca yek wisa birame. Wan bi vê baweriya ku jê tiştek tênegihîştine, ji bilî
navê Xuda û avatar ango navê yê pîroz. Lê wê baweriyê ji aliykîda rotînê
jiyana wan monoton jî şikênand. Ji bilî ku merov weku Miha ku dema çêr
nebe, guh li nava xwa dikin. Nuha bi rêya baweriyê liv di jîna wan da
çêbu. Dibe ew her yek avê li destake û biçe mizgeftê tevlî brayê xwa yê
weku wî, ewjî tiştekî tê negihîştine. Bi texmîna ku li pêşiya Xudayê xwa
rawestîne û dil û hundurê xwa, hinavê xwa pakij dikin. Belê merov
bihewceyî tiştê wisa ye. Lê rêcîmê an desthilatdariyê demê wan û yê ji berî
demê wan jî. Gelekî dijî mirovatiya mirovan bune û dixuyê kêmasiyê
gelekî mazin di vê xalê da kirine û jiyana merovan bireng û xwaş nekirine.
Ayne Arab û Cihu miletê li erdê bi xalî jiyane, ev pêşketin (progress
jî) li ba wan çêbu. Tevî jiyana tehl bi westan û bi birçîbun. Civata wan,
civateke şa bu ji ber ku herdem, bihevra bun an gelekî nêzîkî hevbun. Tirş
û teliyê jiyanê bihevra parvedikirin û wisa jiyan li pêşiya wan tevî graniya
hêsan dibu. Lema jî wan Mizgeft û Sînagog girtin, ji bona ku kanibin bên
bahev û graniyê jînê parvekin. Ji bona miletê ne Arab û ne Cihu jî ev
karekî rengîn bu û jîna wan pirtir bi liv kir. Dibe ku li destpêkê, vê xalê
iyana wan bi watekir, lê dura ew û jiyana wan bitevî wêrankirin.
Em werin ser Salah al Dîn û berxwadana wî çawa meşiyabu. Bi
baweriya min wîjî weku hemî kesên din bi tênegihîştin Ola musulman
girtibu û ne tiştekî din. Bê guman demê Sala al Dîn lê jiyabu, demekî
gelekî giringbu. kanîbu bibe demek pir giring ji bona pêşveçuna Kurda li
Kurdistana xwa. Lê wî ji bilî pêşveçuna Missrê li ser Çanda Arabmusulman,
pêşveçuna civaka wan li ser van prînsîpa û pêşveçuna polîtîkî
li ba wan ti pêşveçunê din nekirin. Ew ji bona Missrê bu Sultan, lê ayne
wisa ji bona Suriya jî dimeşe û ji bona Mêsûpotamiya û Yemen jî dimeşe.
Hemiya alaveke nuh ya baweiya musulman bi vê têgihîştin girtin. Lê li ser
Suriya bi taybetî ji ber ku ew bingehekî dîrokî ji bingehê Kurdewariyê û
Kurdistanê buye. Şopa wê alafê li vir ji bona timê û heta hetayî buye.
Salah al Dîn bi vê karê xwa wê beşê ji erdê Kurdistan yê gelekî giring û ji
erdê miletê xwa yê bingehînî ew dur kirin û bê par kirin, bi xeyrî haqq ew
ji erdê xwa durkirin. Wê beşê gelek grêdayî û bingehînî ji erdê bavpîra ji
dayîka wê Kurdistan durdike, biyan dike. Ayînê wir traditionê wir digewire
û dike yê arab-musulman û wan bi kûranî di musulmantiya tênegihîştî da
wenda dike. Bêyî ku hewiya xwa taybetjî biparêze.

Kesekî ev maf nedabu wî, lê wî, lê wî bêpirsîn û ji berxwada izna
xwa biriye. Ji ber ku wî musulmantî bi tênegihîştin girtiye. Wisa jî li ser vê
bingehî, diyare wî kir musulmantî pitştî demê Mohammadê pêxember û
çar xalîfeyê li pey wî hatine. Wî kir musulmantî li erdê Kurdistan careke
din hewşvede, gulvede û cihê xwa li vê cihê destê Salah al Dîn digihîştê
xwa bi temamî bigre. Lê weku çawa me zanî, miletê li erdê bixalî jiyane.
Weku Arab û Cihu dema berjewendê wan becîh bibin, ew kanin wextî
icazê bidin Xudayê xwa jî, ji bona ku ew jî here xwa rihet bike, piştî
westandina ku wî bi wanra dîtiye. Ji ber wê jî, li hemberî wê kazanca ku
Salah al Dîn ji wanra kiriye wan heta Kurdjî hîç nenasîn û negotin ma ne
we em xudî kirin û mazin kirin û ma ne we em gîhandine rojê nuha. Çepî
wê wan hemî cureyê fîtne û nexwaşiya ji Kurda ra peydakirin. Raste eve
taliya ku yek ji bona xwa jî neke û di xwa û miletê xwa nerame û wan bi
teniya li ber destê neyara bihêle.
Wisa dixuyê ew lîderê Kurd lê yê ne ji bona Kurda jiyankir gelekî
teng diramî. Di şer û di musulmantiyê diramî, Çawa wê li hember
Krîstiyana şer bike diramî. Dibe ew ne musulmanekî radîkalbu, lê
berpirsiyariya hebuna wan û pêşdaçuna wan heldigirt. Ramayê wî tenê li
ser berpirsiyariyê bune û nedikarî di tiştekî din birame. Heta miletê xwa û
erdê dayîk yê miletê xwa kir gorî (qurbana) ramayê wî heldigirtin. Zimanê
xwa kurdî jî kir goriya zimanê arabî, çanda miletê xwa çi tiştê jê mabu, ew
jî xist ser çanda Arabî û musulman.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s