Lawaziya Kurden di Hin Prensîpê Jiyana Xwe da ne!

Sê note yê berbiçav yek kane ji nivîsên jorîn bigre: Yek: Rohê Cihanî di baweriya Kurdîde, budê bingehînî ye û yê budê numre yek didêye û ew rama bingehînî ya Ola Kurdiye, stunê baweriyê ye. Rohê Cihanî (Universal Spirit) jiyanê dimeşîne, Rohê Cihanî, zedêtir ji Xudeyekî cîhanê ye. Yek wisa dibîne, ji ber ku ji wir budê herî giring wê bê. Ji ber vê jî Ti cudehî di nav ti grupa an miletan da pêwîste nîne, hemî li yek pêlekê wekuhevine. Rohê Cihanî bi manîfêsta (pêrabuna) xwe pêşin, pîrozê yekem dide, ew jî Xudeye, ji dervayî van her du hêza (rohê Cihanî û Xuda), pênc pîrozê din pêwîste hebin, ew hemî dibin heft û ew jiyanê dimeşînin. Têkiliya roh be cîhana keresteyî ra, jiyanê dide.

Du: Ola Kurdî Dibîne hemî Baweriyên din Yasayîne, hemî li ser bingehê jêdera wan ya ji roh derhatine ne. Ew berdewamiya (xelq) kirinê ne. Bi rêya ketina roh ya mirovên nuh da ew dertên û hêza roh û (avakirinê) ango xelqkirinê nîşandedin.
Sê: Ziman ne Giringe çi Zimanbe, bere bibe, karê giring ewe, her kes roh nasbike, pir baştire jî eger her miletek an her gropek bi zimanê xwe bi zaravê xwe wan (ramanan ideayan) têbigihê. Ne pêwîste be zimanekî taybet be û ne pêwîste bi zimanê desthilatdaran be jî. Bi Kurdan ra, di gelek demê dîrokî da bikarhênana zimanê bianyan çêbuye?

Nota yek: eşkere diyar dibe wekheviya Kurd dixwezin, hê li ser topa me pêknehatiye, neketiye praktîkê. Lê li ba Kurde ew dixwezin ew pêkwere. Xebata wan jî li ser vê bingehîye, dibe ku wan di hin demê dîrokîda rumet û wekheviya miletina dixwestin û dixwezin. Li demekî bu an di wextekêbu ku ayne wan mileta mirin û wendebuna Kurde bi xwe dixwest. Lê Kurde ew tişt di ber çavên xwe re nedibirin û bi berdewamî dewa Rohê Cihanî û yekbuna cihanî dikirin û çi carî nediramiyan berjewendê xwe netewî, gelêrî ji berî her tiştî becîh bînin. Dema banga netweyî jî nebu, pêşketin û hoşiyarbuna milet ya neteweyî, civakî jî çênedibu û pêşketina mirov bi xwe jî çênabe. Zanebunê xwe li cihê xwe man. Ti sud jê negirtin. Idée wan bun çek ketin destê miletê dora wan, li nik ewê dujminatiya wan dikişandin. Li aliyekî Nezanabuna, li aliyê din êlvaniyê û eşîrtiyê liba Kurda cihê xwe girtin û li nik hêzên din jiyana wan xwerin.

Du: baweriyê Kurdî dibîne, hemî bawerî Yasayîne û ew hemî ji yek jêdera dertên, ew jî ji baweriya be roh ne. Dema mirovê pîroz an pêxember tên, ev nîşanê avahî (xelq kirin) ê yê berdewamine û dema roh ji laşekî koçdibe laşekî din û mirovekî nuh dibe. Dibe ew mirovekî bi zanebunê nuh be bi şaxek ji baweriyeke nuh be û ew ji bona meriv rizgar bibe ye. Weku baweriya Kurdî dibîne, ew pêrabun (ew kar-ew rama ) karekî yasayîye û tenê ji bo rizgariya mirove? Ev jî dike ku Kurd baweriya xwe, di Ol û îdeên miletên din da, di komên dinde jî dibînin û rêz û rumetê heta taliyê jê re digrin. Li demê ew Ol û îdeayên nuh, ti rumeta xwe, ne ji Kurde re weku milet heye û ne ji kar û barê wan Olîra û ne ji pîrozê wan re heye. Li demê ku ev baweriyê bi idée yê nuh heta kanin şerê wan jî dikin û dixwezin ti şunpêyê wan jî nemînin? Di virde jî eşkereye ku Kurd yê di vî halîde nekaribin xwe li ber pêla yê hember xwa yê ramaiyarî û berjewendê wan keresteyî (metiriali) bigirin û wê her û her bi paşde bigerin?

Eger mirov biçe ser baweriyê din, dibîne ev noteya di xala duyê da li ba wan karekî bi temamî puce. Bê wate dibe, ji ber ku baweriyê dura hatine, her yekê ji wan dîtine ew tenê baweriya cihanî ya rastine û dibe ew bi teniya li vê cihanê bimîne, çi bawerî û idée yê din hene, derewine û ji bo roxandina civakî ne. Ev nêrîn li ser Zardeştiyê, Cihutiyê, Xiristîyanîtiyê û Musulmantiyê jî hebune.

Zardeştî li demê xwe paşin ew jî geriya ser idêa yek Xude û got: ”Ahura Mazda tenê dibe rêz ji bo were girtin, ew tenê Xudeyê raste, Xudeyê xêre, ji dervayî Xudeyê, rastiyê, Xudeyê xêr, ti Xude nîne. Xudeyê şer tenê derewe. Yê ku bi derewan bawer bike ango bi Xudeyê şer bawerbike, ew jî xudiyê derewa ye. Ta mirovê bi Xudeyê xêr bawere pêwîste ew guhDeryayê mirovê bi Xudeyê şer jî bawere neke.” Eynî bi vê ramana Magê Medî bun derewvan û di sala 521 b.z dema Deriouş dibe padîşah, mirina derwvanan jî yasayî (helal) dike, ango kuştina Maga yasaî dike û ji bo mirina Magan rojekê weku roja cejnê, cejna kuştina Maga nîşandike. Dixuyê Zardeşt li talyê bi koçiya roha jî nebawerbu, eger wisaye wî xwe ji rama pîrozê nuh dertên jî azad kir. Lê ew rama ya ku dibêje bi koçkirina roh pîrozê nuh dertên tenê li ba baweriyê Kurdî man. Bi nêrîna min ti şiroveyeke baş jî an bi hindikî ji bo berjewêndîyê xwe weku milet, mirov û netew jî Kurda heta demê gelekî dereng nedîtin?

Eger mirov biçe ser baweriya Cihuiyan (Cihutiyê), ew jî bê guman xwe dibînin, pêwîstiya ku ew bi teniya baweriya Cihaniye û ti baweriyê din jî ji dervayî ya wan rast nînin û tunene heye. Bi nivîsa Încîlê û dirêj bun û fereh buna wêje û tora li ser wê hatiye nivîsîn, xwe bi 2/4 ji miletê cîhanê bawerkirindane û numreya wan hê jî zêde dibe. Bi navê baweriya Cihutiyê em ji bîr nekin, ew Xiristîyanîtiyê jî bi xwe re heldigre û kirine ku Xiristiyanîtî ne li dijî wan hatiye? Lê baweriya wan temam dike. Cihutî ji alîyekî dinde di nêv baweriya xwe ya cude û xristiyanîtiyê da, tevî ku ew li bergehê dem yê gelekî jihevdur hatine, girêdeneke dîrokî û ramiyarî jî di navde ava kirine.

Bergehê baweriyê Cihuyan. Ew bergehana yê di baweriya Cihutiyê de evine. Demê hatina Ibrahîme, demê hatina Mousa ye û ya demê hatina Kristus e ango (Isa ye). Li gor şirovekirina wan, ”Mousa negot Ibrahîm tiştekî şaş gotiye, Krîstus jî negot, Mousa an Ibrahîm tiştekî şaş gotiye.” Lê tenê yê hat got ez gotinê yê berî min temam dikim, ti nîşanê misuger nîne, eger wan bi rastî wisa gotiye an na. Lê bê guman ew pêşniyarkirina Cihuya ye û berbi çav diyare, her Olek li halê xwe ye û taybetiyê xwe gelekî cude hene. Eger tişte wisa an cudahî hebunejî, parêzvanê Încîlê, nehîştine kes pê bibhîse (pê hest bike) û bi piriyê caran ew hatiye kontrol kirin û rastkirin. Lê eger çawa be baweriya Cihutî-Krîstiyan pir ji xwe hezkiriye û eger rê hebe, çi carî wê rê nedin baweriyke din ku li ser vê topa me ji dervayî ya wan bimîne? Lê Xiristîyanîtiyê an weku taybetmendiya Xirîstiyanîtiyê wê şopa Mithraismê (baweriya ku ji bingehê xwede baweriyeke Kurdiye) girt, lê hin gewrînê bingehînî jî têde peyde kirin û di demeke ne pir dirêj de Mithraism wende bu û Xirîstiyanîtiyê şungirt. Ariyanism û paganism jî bi carekê çun.
Musulmantiyê baweriyê li demê hatina wê, wan, hebune, bi sîstematîk şerê wan kir û ew ji holê rakirin, wekî Zardeştî, Magîsm, şerê Cihutiyê jî be dijwarî kir. Krîstiyan jî ji xwe re kirn pir û di sera cihê dur û zehmet gihîştinê. Çi ramayê nuh li rojhelata navîn derdihatin bi Magîsmê an Zardeştîtiyê tewnbar kirin û ew xudiyê wan kuştin. Xiristîyanîtiyê jî li destpêka jiyana xwe gelek mirovê zana yê dervayî zanebunê wan meşiyan bi mirinê ceza dikirin.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s