Bingehê woşeya arabî

Mamuste wisa pêda dere.”Rastiyê em bêjin, bavpîrê me
tênegihîştibun, bingehê woşeyê Arabî. Çawa ew çêdibin? Berpirsiyariya
wê çewtiyê jî rêya Sîbewê heldigre. Dema wî hemî lêker û woşeyê Arabî
gerandin ser berhevhdankine, sê typî û gotibu berhevdankê çar typî jî,
typek xwa zêdeye. Ferhenga Arabî li ser vê prensîpî hatiye danan.
Xwandin û rêxistina Sîbewê, ta nuha bingehê rêzana zimanê arabiye û
wisa wî zimanê Arabî bi carekê di rêya çewtra bir. Li demê ku miletê
euroupî têgihîştin, bingehê zimanê xwa vêyî ku bizanibin jêderê wan çine
û emê gelek numuneiya ji bona vê pêşkêşbikin.”
((Bi dîtina min mamuste, tiştek nasakiriye, ewjî meseleiya
berhevdanka an (raya-Cizura) ye. Ew têgihîştiye wê rastiyê ku zimanê
Arabî ayne weku zimanê hindu- ewropî yê din ji bingehê xwa da ji du, sê
an ziyatir an kêmtir gotna çêdibin. Lê ne weku Sîibewê gotî ew ji sê
berhevdanka ne û gotî numuneyê wan ji berhevdankeke numne tên wekî
[ketebe, akele, zahebe…Ev hemî lêker bi Arabî bi sê typa têne nivîsîn,
dema ku tu typê dengane (e) ji nêv rake ew dibin KTB û Akl…, ji ber ku bi
Arabî ew typê dengane nayên nivîsîn. Sîbewê kiriye gotin ji lêkerê
numune (fehele ne, bêyî typa dengane e, ew di be weku numuune KTB )] û
hemî lêker gerandine ser (fyhl-bi Kurdî lêker yê) ji sê typa. Lê min gotibu
jî bingehê xwa da gotinê Arabî weku numune ji dervayî çend gotinê ji
zimanê virda wêda tê hene wekîؙ (Greekî, aramî, Ibrî, Missrî) yê ku 0,1%
derbasnakin, yê din hemî ji Kurdîne û bingehê wan jî bi gelemperî ji du
gotina an jî pirtir an kêmtir ne. Lê ew gotinê ji bingehê xwa da ji du gotina
ne. Di çarçoveya an di halê zimanê arabî da wisa ketine hev, ku pêwîst
dike yek baş lê birame, heta ku wan gotina ji hev derbixe, an ji hev
derkevin. Anjî di hin hala da gotina duyê bi temamî rakiriye. Numune
Berîd ji (bi-rêda) ye, bajarê Iranî Qum ji (Kumandan) e, dara Seru ji (Serunaze), (Seru-Sahî ye) û ji (Seru-Himayunî) ye. Cebbere ji (cih-bri e, an ji
cebbirî ye û ew jî ji cih-birîye) ye, (Cebbar ji Cu-bare?), Cawirş ji (çav-reşe) weku me diyar kiribu. Numine yê wisa (Hemî Zimanê Arabiye) ! û ecêb
nemîne)).
Em biçin ser peyvê mamuste, mamuste an lêkolîner dibêje: ”Em bêjin
gotina (Adnan) bi rêya kevin gotine ew ji (Adn+an) hatiye. Wateya (adn)
weku yek li cihekî dadinîşe an li cihekî (bijî) ye, gotine typê (a) û (n) jî
zêdene. Ziman zana ji mera negotine, ji bona çi (a) û (n) zêdene. Lê gereke
em bizanibin ti typê zêde di Arabîda nîne, eger wateyeke xwa taybet
tunebe. Wisa ez bawerdikm lêkolînvan dibêje, pêwîste woşeya Adnan ji
(Ad+nan) hatiye, ango ji beşkirina dengan hatiye. Ad, gotiye ave û (nan)
navê Heyvê ji demê Sumeriyada ye. Ta nuha jî em ji erdê nayê avdanra
dibêjin (adî) wisa (Adnan) dibe Heyv, dibe Xudayê ava şîrîn. Weku wê
gotina Lubnane, diramîn û digotin ew gotineke Suriyaniye û wateya wê jî
(Sipiye). ((Lê beşkirina wê ya dengane, (yek nezane mamuste, ev
binavkirin ”beşkirina dengane” li ser çi bingehî çêkrî ye)), lê belkî dixwaze
bêje (beşkirin bi an ji berhevdankane) û wisa ewê bibe, (Lub+nan), Lub
gotî wateya (pirbunê-xissobetê) dide û ya (Jînê) dide. (Lub) dibêje beşê
nêvî yê tovê meyweya ye an şînkahiya ye em bêjin tovê Sêva û yê Silkê.
Ango ew wateya tova wê darê an wê şînkahiyê dide û ewe (beşê ku dar an
şînkayî jê çêdibê ye) ango mamuste wisa dixwaze bêje. Lê careke din jî
dibêje (Lubê) bi Arabî ango ”Firuye” û (Luba) şîrê dayîka zaroyê wê nuh
çêbuye ye (ango ew dixwaze bêje Firuye) û dibêje ji aliyekî dinda (Allebet
assama) ewjî bi Arabî barana berdewame. Wisa Lubnan wateya wê dibe,
ew Heyva pirbunê (xissobetê) ye û ya baranêye. Gotî jî çawa rengê baranê
sipîye, ji ber ku gotine ew bi Suriyanî sipiye an (white) bi ingilîzî û gotî ev
gotina ingilîzîjî ji (Watt) ya Themudî hatiye, (Themudî zimanê Yemen yê
kevne).”….? Mamuste yê Arab pir dur derê ji bona ku bigere ser nefs
gotinê, ku ew navê heyvê ye û Xissobete..?
”Navê (Zayneb) di pirtukê gramatika an (rêzana) zimanê Arabîda
typa (y) jê radikin û nav dimîne (zeneb an zenb), ev herdu gotinê jê mane
an (yê jê mayî) jî ti wateyê xwa nîne. Lê (Zeneb), (duve), duvê caneweraye
û (Zenb) jî gunehe. Ez dibînim, mamuste dibêje, bingehê woşe ya (Zeyneb)
eve, (Zey+neb) e. Zey wateya forma (teşe-şekil) dide û wateya xwarbunê
dide, lihevgerînê dide, (nab) di Arabîda ji merovê cumerd ra dibêjin. Bi
ingilîzî (nob) wateya merovê mazine, mîre û eu jî du gotinine em di
(nobrasda) dibînin ango ew jî (nob+Ras) e, wisa jî navê (Zeyneb) dibe,
xudiyê forma (teşe) an Soreet û Kevan û Mîr.”Wisa mamuste dibîne.
((Ji vê şirovekirinê jorê yê em dibînin li ser gotinê Zeyneb û
Adnan bi baweriya min tenê prensîpê ku dibêje! ew ji du gotinaye
raste. Lê berdewamkirina wî ku her berhevdankeke, ji wan wateya
ku ew kane bibîne didiyê ez dibînm durî logîk û rastiyê ne.
nivîskar)) ”Pirsa taybet dibe ji aliyê karkerê rojnameya ”Al Kaallj da”Mahmud
Bagde ye dibêje : Ma herdu gotinê, (baxîl-bi Kurdî em dibêjin, pexîl, an yê
destgirtî) û (karîm-bi Kurdî cumerd) ji ki hatine?
Bersîva mamuste; ”Kanaaniya ji Heyvêra digotin (Eyl). Dema
rohniya wê kêm dibe, ew bawerbun hêza wê têzayînê (pirbunê) an
(xissobetê) jî kêm dibe û gotin (baxîl) çunkê (bax) ji rohniya kêm ra
digotin.”((dibe ku Eyl an îl, ji navê Xudayê Sumeriya îl birine.nivîskar))
”karîm gotî ji (karî+îm) e an ji (karî+mon) e cunkê (on an ev tanwîna
li taliya gotina Arabî tê) û di arabîda dibe, ew ji bingehê gotinêye. Lê
dibêje ne weku bavpîrê me têgihîştine, typê wan zêdene. Bi gotneke din,
Xudayê (pirbunê-xissobetê), Heyva grover e, dema rohniya wê zêde ye. Ji
vir jî gotina arabî (moneh) ji (moon) dikişe û navê Nan yê Farisîjî ji navê
Nan dikişe.”
”Gotna (Yanbuh) navê bajarekî li Arabistana Saudiyê ye. Xelk
diramin ew ji navê (al nabih) hatiye û ew nabih jî kahniya avêye. Bi uşta
ku ew bi berhevdankê an (cezrê) sê typî yê megotibu (f,h,l-fehele) nasdibe.
Ew wisa bawerine. Lê ew prênsîp an têgihîştin ti carî li ser navê kevin
nameşe, mamuste dibêje. Ev gotin pêwîste wisaye, (yan+buh) e, ew jî
ronahiye an ronahiya pirbunêye, çunke (yan) bi Arabî û bi Younanî wateya
pirbunê (zayînê-têzayînê) dide û bi Younanî (Yan), bune û ew pirbune û
ew nav li bajarekî li Yemen wisa hatiye dîtin.”
”(Abbîn) naveke ji (Ab+în) e, (Ab) ya arabî hempayê xwa bi Greekî
(În e). Ab bi arabî (bavik e) bi Yonanî (Yênî Tura ye), ango ew (Ture-
Gayê) pirbunêye. În (dayîke) an (Yênî Trêya ye) û ew jî (Manga pirbunê
ye). Wisa jî Xudayê (têzayînê, pirbunê) an (xissobetê) Ab û Îne ne û wê em
di gotina (Sûfiyan da) dibînin. Çunke (Sûf) Baale (mêre) û di ferhenga al
Muhîtt da heye û (yan) pirbune (xissobete).”
Mamuste dibêje: ”Tiştê ez dixwazim bêjim, bavpîrê me hemiya şaşî
(çewtî) di tênegihîştina bingehê gotinê (woşeyê) an (peyvê) Arabîda kirin.
Di pêşiya hemiya da jî Sîbewê ye û yê rêzana ziman nivîsîne ne û yê
ferheng danane ne. Ji ber ku bingehê woşeya (peyva) di zimanê Arabîda
nefs weku yê zimanê dinin ne. Demê ku her dengrek du aliyê xwa hene,
(destpêke û taliye an kutayîbune). Ji vir dixuyê dengê birine, du (typine),
lê wê berhevdankê an (cizurê) ew dibêjin sê (typîne) ew nerastine. Di
bingehê xwada ew jî du dengine lê dubarebune. Eger em bêjin (nesl,
bingehê, esl e) bi nivîsa Arabî dibe (nsl) ango bi sê typa têye nivîsîn, lê ew
bixwa ji (na+sl) e an bi rastî ew bun çar typ. Dibêje gotina (nesl û slaleh)
bi arabî yek tişte. Herwa gotina (nîsf, ya ku nîv e) bi arabî dibe (nsf) an
wisa têye nivîsîn. Lê ew ji (ns+if e) û wisa ew dibêje ewjî bun çar (typ).
Ew herdu gotin jî dibêje navê Xudayê pirbunê ne..? ((Dibe ku parvekirina
gotina du typ, du typ tiştek adil be, lê li vir ew ecêbeke din dibêje)). Dema
dibêje nsl û nsf navê Xudayê pirbunê ne. Her wisa dema dibêje, em vê
gotinê di navê Nisêbînêda dibînin, ew nav gotî bi arabî dibe (Nissîbîn), [ew bajarekî Kurde di nêvbera Turkiya nuha û Suriya nuha da ye]. Dibêje
(Nissî) nefs gotina (Nss ya arabiye, lê ji bona hezkirin û nazkirinê an
delakirinê ew bi çuk kirine û kirine (nissî). (Îf) gotî, em di navê Thawr
(Ga) li ba Missriya dibînin û bicîh di navê (Îftah) da ye. Lê li Suriya gotî
navê (Ga) Thewr (Tace) û em di gotina After ya ingilîzîda jî dibînin. gotî
(af) Thewr e, (Gaye).”…?
”Berdewam dike û dibêje; bingehê ez li ser meşiyame, navê gundane,
çiyane,çemane û bajarane. Di devera me arabîda û li cîhanê heta weku
30,000 nav li ser bingehê denga yê du,du (typî) min tertîb kirine. Gotî van
nava xwa bi xwa hewildan, bêyî ku ez zemetiya pêra bibînim. Gotî çunke
navê kevin hemî digerin ser yek ziman û ew jî zimanê (têzayînê, pirbunê)
ye an bi arabî weku ew dibêjen (xissobetê) ye. Pirtukê rêzana zimanê arabî
û ferhengê arabî, ta nuha jî bingehê xwa yê kevin diparêzin, ji bona
numune. Navê (mêr û jin) an bi arabî (behl û behleh) di zimanê arabîda
gotî ziyatir ji 120 navê xwa ji bona her yekî hene û gotiye weku ez li
pêşiya 100 zimanîme.”
Pirsa sêyem : Eger xwandinê nuha yê li ser zimanê arabê çêdibin,
diyar dikin nuha guhdidin zimanê peyvê pirtir ji zimanê nivîsê. Te yarmetî
kiriye ku tu li ser vê mijarê, bigihê encamekê?
”Bersîv : rastiyê ez bêjim min di xwandina xwada ti têoriyê zimanan
yê nuh an yê kevin ji rojhelat an ji rojava ji bona xwa bingeh ne girtine.
Eger jî ji destpêkêda min giringî daye, denga û peyvê bêhtir ji zimanê
nivîsê. Hin typê nuha têne nivîsîn, ew li demê islamê nedihatine nivîsîn. Di
nivîsa kevindajî, tenê bi typê nedengane dinivîsîn, typê denganejî
beredidan. Eger em bala xwa bidin nivîsê europiyan, emê bibînin her
gotinek bi serê xwa bi şêweyekî cihê û di cihê nivîsê yê cihêda têye
nivîsîn. Eger em gotina arabî (şrb) numene bigrin û (ew wisa; şe-re-be têye
xwandin) ((ango bi Kurdî em bêjin (vexwar) tê)). Lê di warê nivîsêda bi
Arabî ew tenê bi sê typa têye nivîsîn. Ew bi nivîsa ewropî ji ber ku typeke
dengane sê cara lê zêde dibe ew gotin wê bibe şeş typ û yê wisa bê nivîsîn
(şe-re-be).”
”Tiştê ku min berjewend (Fayîde) jê girtine, pirtukê mytologiya
Missriyane, yê Babiliya ne û Falastîniya ne. Herwa pirtukê li ser zimanê
van mileta dipeyvin jî. Çi yê bi zimanê arabî û çi yê bi zimanê din. Lê dîsa
navê Gunda, Çema, Bajara, Çiya û navê ciha. Ew nav min pir zehmetî pêra
dîtin û pir wext pêra bihurand, heta ku min kanîbu wan bi yarmetiya
berhevdana (cizurê) du typî wan vereşînim û şirovebikim. Di fehenga
(Lysan ul Arab da), bi yarmetiya Hiyêroglîfê Missriya (nivîsa bi wêneyan),
bi xwandina efsaneya Gilgamêş ya bi zimanê Akkadî, efsaneyê Ugarêtiya
yên ji bingehê xwada Fînîsîne, ((bila lêkolîner li min bibihurîne û
zaniyariyê xwa ferehtir bike, gelek nivîsê wan Ugarêtiya yê kilît bi zimanê
Hurrîne, û herwisa yê Fînîsiya jî pêwîste bi Hurrî û Sumerîne)). Navê
Xudayan di dîroka miletada û ez ji bîra nekim ku di vî warî da gundî cotyar û Şivan pir bi kêrî min hatin, çunke ew gelek woşeyê li ser
çandiniyê yê ji demê kevinda jî heldigrin.”
((Mamusteyê em berhema wî tînin ziman, dixuyê ji bilî çend rastiyê
biçuk lê yê li hemdemî giring. Hemî yê din dixuyê pirtir di warê
xeyalkirinin û texmînkirinê logîk û ne logîk da ne.nivîskar))
Mamuste pêdadere û dibêje; ”her gotineke nuha pê tê peyvîn, ew ji
peyvê wê demê kevin da maye. Ji bona numune, bernavê (Mîn) ji navê
Xudayê Missriya (Mîn, Mînat) hatiye. Ber navê (Îla) ji navê Xudayê (Îl e)
Îl, Inlîl, Îllîl ji bingeh da navê Xudayê Sumeriya ye hatiye. Ela gotî ew li
Suriya (Ula) ye û (Elemên) ji (Ele+mîn e) û ji navê Xudayê Missriya navê
Xudayê Heyvê hatiye ango ew Heyva bi balada (bi banîda) çuyî ye. Ber
navê (En) gotî ji (an) hatiye weku di (Turan da) an weku (Eyn) di (Fetheyn
da) an jî ji navê (eynfit-çavê fît) yê li Suriyê ye. Ew weku çavê pirbunê
(xissobetê) têye nîşandan. Bernavê (hetta) gotî ji navê Xudayê (Hat) e û
beşê yekem ji (Hatşêbsute)”, li vir ew dîrêkt li ser navê Frauna missrî ku di
1479-1457 b.z da jiyaye dibêje.
”Bernavê (tahte-ango bi kurdî li bin e) gotî ji navê Xudayê Missrî,
Xudayê bin erdê (Tihut) e û ji wê navê Xudayî, navê Faraun (Textmiss) jî
hatiye. Yê rêzana an gramatîka zimanê arabî danane. Ew gerandine ser
Quran ê û Helbestê ji berî Islamê da hebune û ji wir wan berhevdankê an
(cizurê) sê typî naskirine. Hoker û nîşanê radêran rastkirine an
(derhênane). Lê gelek çewtî di têgihîştina wateyanda û di bingehê gotinan
da kirine. Çunkê gramatîka ziman bi amanca durustkirinê, gelek levnehatin
di nêv ziman zanê arab da hênane an çêbune. Ji ber ku bingehê woşeya
tênegihîştibun, lê ew weku carekê çawa hatine danan wisa jî birine. Ew
çewtî li ba europiya jî çêbu, dema bingehê gotina hîştin û bicarekê çune ser
gurînê di wanda çêdibin.”
”Careke din ez dibêjim bavpîrê me tênegihîştin bingehê gotina li
demê kevn, yê ku bê guman ji berhevdankê dengane yê du typî
peydadibine. Wê jî kir ew navê bajara weku (Mekeh, Ssanhaa, Yethrêb û
Agman….) nekaribin tê bigihên ew ji kine û çawane. Eger yê bixwaze tê
bigihê, pêwîste wan bigerîne, ser berhevdankê (cizurê) dengane yê du typî.
Herwa dibe wan di navê Mythologî da yê li nîv grava Arabî an li (Şubuh
Cezîret al Arabiyeh da hene) bibînin. Li nêv Mytologiyê li Missrê û yê li
Mesopotamiya lê bigerin. Heta ku jêra diyar bibe, zimanê fermî (yê
gramatîkî) û zimanê miletî (Şaabî) ji hevine.”
Pirsa Çarem, demê computer : Çawa ziman zanê arab kanin
berjewenda (Fayda) ji demê hebuna computer bikin. Kanebunê ku ew li ser
bigihênhev (Ittysal çêbibe) bi rêyê nuh û modern bikin. Ferhenga bi
woşeya zengîn bikin. Gramatîka zimanê arabî bi şêweyê nuh bixin warê
peyvê û danistandinê?
Bersîv; ”Bêguman Computer şuneke xwa mazin heye û fayda wî
geleke ji bona ku zanebunê ziman bi pêşkevin. Kanebunê wî gelekine, lê fayda wî bêguman li gor rêya merov bigre çêdibe. Hemî rêyê fêrkirina
ziman li ser bikartên. Şêweya dîtina û bihîstina woşeyan bi rêyê praktîkî û
cuwan kanin bi yarmetiya wî têkevin xizmetkirinê û fêrkirinê. Lê ta nuha
hê xizmetê wî sînurkirî ye, li gorî rêyê ew pê fêrdibin ziman. Eger yek
bixwaze fayda wî pirtir bike, dibe bikêrhênana wî jî pêwîste bêye
gelemperkirin. Ango hemî kanibin bihêsanî bikarbînin, programê hêsan û
hêja jêra bêne amadekirin.”
”Dibe ew birêvebirinên (idareyên) neteweyî woşe û yasayên hêsan yê
ti guman li ser nîne pêşkêş bikin. Ta ew milet bikşînin ser xwandin û
fêrkirinê. Ji bona ku miletê Arab û yê biyan yên dixwazin fêrbibin arabî. Ji
bona vê bikêr nayê, em bêjin ev ziman pîroze û yê din ne pîroze, tevî ku
rumeta min ji Quranê ra gelekî heye. Quranê di demê zehmet û paşketîda
ev ziman ji mera parast. Lê di demê nuhada dibe em rêyine nuh
destpêbikin. Teknologî û zaniyarî dibe têkeve pêşiya her tiştî. Mamuste
dibêje: ji ber vê zimanê Ingilîzî nuha li cîhanê ewxwastî pêşda çuye.
Pêwîste çavdêriyeke nuh li ser gramatîka an (rêzana ziman) çêbikin.
Gereke bê guman deng bibe, bingehê hemu tştî û hemî ziman bi deng
hatine têgihîştin û ew jêra dibêjin (hempayê lêkera an ewzan ul afhala ne).
Jêderhênana an jihevderhênana lêkeran wekî diyar kiribun ji sê typa ne, ew
hemî bê fayîdene. Arabê berî Islam bê, tiştek li ser wê hempayê lêkera
nezanîn û ne jî li ser wan dimeşiyan. Li demê hemu zanebunê xwa ji
bihîstinê fêrdibun. Ka em ji bona lêkerê sê typî numuneyê (Ttale-dirêjbu,
Qale-got û Ttabe-xwaşbu) bidin. Eger em rengdêrya wan bigrin wê bibin,
Ttawîl, Qayêl, Ttayêb, rengdêriyê wan ne weku hevin, li demê kêkerê wan
weku hevin. Lê yê lêkerê wan wek hevin, min ev numune hênan. Ji ber ku
min programeke fêrkirinê li ser copmputer dît. Ew hemî li ser lêkerê
bingehê xwa (bi arabî-Fhl lê yekine radiweste. Bi zimanê ewropî Fhl dibe
Fehele). Hejmarê lêkerê wisa bê talîne û wisa xwandevan di nav wanda
wenda dibe. Dibêje gereke ensîklopêdiyê fereh û taybet li ser ziman bêne
amadekirin. Dibêje, pirtukxana me ya arabî bi wê rengê pirtuka sîfîle
(hejare).”
Mamuste temam dike û dibêje; ”dema min dest bi xwandina xwa kir,
ez li ser beşkirina woşeyan (gotinan) meşiyam. Ji dema ew hê dengê
destpêk, bingehînî, hêsan bune. Dema ew beşek biçukbune û beşekî din
dikeve ber wan û woşe dibe gotinek ji yê nuha. Ez dixwazim ji bo numune,
li ser peyva (Nibras) rawestim. Dibêje wateya wê ronahiya bilinde û rihete.
Em karin bibînin ev gotin ji du beşa ye (Nib an Nob) gotî ew di ingilîzîda
heye. Lê bi arabî gotî ew seriye? An jî merovekî li cihê bilinde? (eger ev
wateye), dibe ew li cihê berzin e, bilindin e. Lê em dizanin navê Nebu li ba
Akkadiya navê Xudaye û Hemurabî li destpêka yasayê xwa danîbu ku ew
li ber wî digere. Gotî li ba me li Suriya, gundek heye navê xwa (Nibbol) e,
ew nahiyeke nêzîkî bajarê Halabe, lê ew gotin pêwîste ji (Nib+bol) be. di
zimanê meda (alnab) gotî mezinê milete û (alnebu) bilindiye, (alnabî) ew jî
cihê bilinde û ew diçin ser peyva ingilîzî (nob) û ew bi ingilîzî eşkereye.

Gotinê serî (ras) û serek (reyîs) di arabîda gotî ew jî wateya bilindbunê
didin. Lê bi ingilîzî ew (rise) e ango ew jî wateya bilinde dide. Wisa ez
nava bi herdu zimana tînim. Di vê berhevdankna da, (nib û ras) dixuyê ji
destpêkêda ew wisa çêbune, mamuste dibêje. Lê wateyê wan hinekî hatine
gewrîn, ji ber ku ev berhevdank li her cihekî di dervaayê (zirofê) cihê ra
derbasbune. Dibêje dibistanê rojava xwa ji gerîna ser bingehê gotina dur
kirine. Lê napirsin, nabêjin bingehê zimana li ser prensîpê (zayînê,
têzayînê, pirbunê) ne (xissobetêne) an na? Gotî di hemu xwandinê
rojavayhî ya da tu nabîne, eger yekî alêfbaya Latînî an Greekî vereşandiye.
(Dibe ev jî kêmzanebunabine?), eger ew ne gerandiye ser bingehê wê yê jê
derçuye. Tiştê dibêjin, dibêjin ev europiye û evê dî ne europiye. Hin tişta jî
dixwazin bikin europî lê nikarin û ne yê karibin. Ji ber ku ew bi carekê bi
nivîsê ra derçune û ew bi mythologiya wan miletava grêdayî ye dibêje. [Lê
ya rast ewe eger mamuste bêje. Ew bi mîthologiya miletê herî kevinare li
rojhelata navîn va grêdyî ye û ew jî Kurdine. Ta ev pirbuna mileta û
zimana bi vê şêweyê nuha ji nebuna polîtîkeke rast wisa lêhatine.
nivîskar]. Dibêje ew zanebunê li demê xwa ferehbune, ziyatir ji 300,000
tabluyê nivîsê li devera me Arabî gotî hene, (lê pêwîste mamuste bêje, li
devera ku arab jî lê hene) û hatine dîtin. Gotî ewxwast tablu li ti cihê din
yê vê cîhana me nedîtine!.”
[Ka em nêrîna xwa li ser gotina ”Nîbras” diyar bikin. Ew ji gotina
Kurdî, ”nepirse ye” ango ew ji (ne+pirse ye) û dibu mamuste ji virda
grêdana gotinê bikira. Lê dibê em bendewarbin heta em rê li pêşiya
mamuste rohnîtir bikin ji bona ew xut nekeve şaşiya û her tiştî di cihê xwa
rast da bizanibe. nivîskar].

Leave a comment

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.