Urartuî hurriyê paşinine?

urartu
Urartu bi paytextê xwa li nik Gola Wanê, ew jî dora 200-300 sal li hemberî Assuriya li aliyekî û li hemberî Skytsa, Kîmêra li aliy¨din, û heta carna Mediya, yê li rojhelatê wan berxwadane. Heta sala 585 b.z dema Mediya wir girtiye. Di pirtuka Cihuya da ango di Taurat da navê wir Ararat hatiye. Di rojê nuha da zaniyar debînin ku Ararat û Urartu wateyê wan cihêne ango ew ne yek tişte. Wan ji aliyê cêografîk da li sedsalê heşta û hefta berî zayînê erdê xwa baş fereh kiriye. Erdê Armeniya nuha û Azerbajcana Iranê di padyşatiya wan da ango di erdê Urartuyî ya da bune. Sê golê avê jî di nêvda bune, Wan, Urmiye û Sêvan, ew Gol hemî li bilindiya 1500 m ine. Li dora wir çiyayê ji vulkanê vemirî ne, weku çiyayê Nemrud, Subhanê yê li Gola Wanê dinirinine.

Li wê demê wan, ew dever ji daristana miştbuye, tejî buye. Keresteyê Maden (mineral) ta yê kêm û buhajî li erdê wan hebune. Zîv, Baqir û Hesin. Li dora Gola Urmiye hesp Xudîdikirin. Hemî rengê zad diçandin û avdan bi rêya cuyê avê bi şêweyekî baş dihate kirin. Hajetê wan yê ji bronz û kersteyê din gelekî dûr diçun. Ta digihîştin Etruska jî yê ku çubune Italiya. Karê wan bi ostatiyeke bilind çêdibu. Wan bi tayebetî gelekî ji vine an (meyê) hezdikirin û çêdikirin, rez jî gelek diçandin.

Li ser çîroka Nuh an Nuah.Pêx. û danîştina Gamiya wî li ser çiya yê Ararat ew jî di Urartudaye. Di xwandinê li ser wan da diyar buye ew hê ji sedsalê yanzdeyan berî zayînê li wirbune. Lê di hin nivîsê Assuriyada diyar dibe, yekbuna wan eşîrtî an levkombuna wan an konfêdêrasiona wan ji sedsalê sêzdemîn berî zayînêda çêbuye. Li hemberî wan padyşayê Assuriya Shalmanêsêr I û kurê wî Tukultî-Nînurta kampaniyeke (êrişeke) serkeftî pêkanîne û ji wanra carna gotine Urartu û carna Naîrî. Lê li vê demî nave paytextê wan nehatiye gotin, nave cihê din jî bi texmînî gotine. Li nîvê duyem yê sedsalê nehan berî zayînê, dixuyê levkombuna wan êlî, statekî sazuman û bê hempa nîşandide û li sale 883-859 b.z dîsa nave wan Urartuye.

Li pey vê demî, Shalmanêsêr III yê Assurî di êrişeke xwa ya dijî Urartuya da navê padyşa, cihê wan û leşkerê wan eşkere dide xuyakirin. Li ser deriyekî yê ji Bronzy ê Serayeke xwa li bajarê Nemrud, şerê xwa bi Urartuya ra diyar dike. Li wir didde xuyan çawa lêşkerê Assurî bi sêlimê ji werîsa, helkişînê ser dîwarê bajar û çawa bajarê wan disutînin û çawa leşkerê Uratuyia bi cilê xwa taybet li xwakirîne, bi wan cilava û bi çekê xwava bazdidin û di paş gira da (tilla da) wendadibin.

Padyşayê Assurî berdewam dibêje, wî çekê xwa di ava Gola wanê da şuştine û li ser zinarekî nêzîkî wê cihî estêrkeke serkeftinê wêne dike û dibêje; wî di sala sêyem ya padyşatiya xwada, bajarê Azashkan meef kiriye. Dura jî dîtine ew cîh li bakurê Gola Wanêye û li nêzîkî cihekî binavê Malazgirte (manzîgirtê ye). Li vê cihî bi xwa piştî çend sedsala, şerê Turkê Saljukî û Bîzantîna jî lê çêdibe û di sedsalê hevdeyan zayînêda da şerê Osmaniya û Safawiya jî çêdibe û ji encamê wê şerî Kurdistanê di nêvxwada parçe dikin.

Di kampaniya Shalmanêsêr ya paşîn li dijî Urartuya da, Shalmanêsêr pîr buye û nekarîbuye şerê dijwar pêkbîne. Nave padyşayekî nuh yê Urartuya gotiye Serdurî an (Sardurî) û gotiye nave paytextê wan jî Tushpa ye û ew dibêjin bajarê Wan bixwa ye.

Ji mayînê an şunpêyê li ber Gola wane hatine dîtin Kelayeke ji yê Urartuya heye, mîlekî dirêje û 200 yard fereye. Ji berika an (kevirê mazin-zinarê) Mazin hatiye girtin. Ji wan zinara yê 20 pêya dirêj hene û giraniya wan 30 tone. Ta nuha jî gotine bi zimanê Assurî li ser nivîsîne? û gotine Padyşayê Urartu Serdurî I ev kevirê (limêston+kevrê hesta) ji bajarê Alniunu hênane.

Padyşa Sardurî I di salê (834-828 b.z) hebuye û li demê vê padyşayî bi xwa da zimanê xwa bi nivîsê cuneiform bi karanîne.

Weku eşkere ye, diyare, lê rojavayî li bin şunpêya baweriyê nikarin bi hêsanî rastiya bibînin û bêjin. Urartuya dixuyê serhildan li dijî Assura çêkirine. (Ji ber ku Assîriya bi xwa ji hin bazirganê cîh yê bajarê Assur bixwa ne, yê ku ji Sumeriya, Hurriya, Subara ne û wan weku desthilatiyeke taybet pêkhanîbun) û dura erdê Hurrî-Mîthaniya girtibun nav xwa. Nuha jî Urartuyê Hurrî lê rabune an Hurrî-Mîtanî lê rabune. Ji ber ku dibêjin zimanê wan hê deschîfre jî nekirine, yek nikare bicîh bizanibe, kîjan eşîr tevlîhevbune an hevalbendî çêkirine.

Dema hinekî Assurî jar dikevin, Urartuyî jî erdê padyşatiya xwa li ser hesabê erdê wan ferehdikin, lê kurê Sardurî I Işpuînî, erdê Urartiya herî ferehtir dike. Ew jî di estêkeke ser sînurda, ya nuha li ser sinurê Irak û Irana nuha ye û li cihekî bi navê Kel-î-Şîn e bi du zimana dinivîse. Di wirda dibêje û nuha Işpuînî hemî erdê li rojhelatî Gola Urmiye li bin destê wiye.

Kurê IŞpuînî Mênua ew jî diyardike, ku di kampaniya padyşayê Assurî Shamshî-Adad da sale (825-812 b.z) Urartu bi hêztir dixuyê. Polîtîka wan û çanda wan jî pêşda dice û wisa ew bi drêjiya 200 sal li rojhelata navîn hêzeke gewre û berbiçavine. Di demê Mênua da li rojhelat jî ew digihên jora çemê Furat digihên (Kara-Su), ji wir nikarin ziyatir biçin, çunke li wir state Malatya an bi zimanê wan ( Mêlitêia) heye, ew jî eşkere ye yek ji desthilatdariyê Nêo-Hîttîta ye.

Li bakur rojhelat, Mênua çemê Arax an (Aras) derbas dike û digihê Gola Sêvan, lê dibêjin (ev peyv ne misugerine). Di hin nivîsê ji yê wan li Têishbainî (Karmir Blur) da wisa diyarbuye. Têishbaînî bajareke ji aliyê Padyşa yê Rusa I di sed sale heftan berî zayînêda da hatiye girtin. Ew nuha di Armînia da ye û Kelayek li wir heye, bi nave Kelaya Têshube, Teshub Xudayê Hurriya yê derva (Klimate) û yê herî Kevin e. Di demê Mênua da gelek avahî çêbune. Numêjgehek li Aznavur heye û ew li bakurî Gola wanê ye li hemberî çiyayê Subhanê ye. Serayek li dervayî bajêr li Girkê Têpê ye û diyare qedereke reş biserda hatiye û li Odayê li paş serayê laşê leşkerê bi çekê xwava lê hebune û çend keçê li wir hê bi cilê xwa yê taybet bune li wir dîtine.

Li demê Mênua dest bi pîlanê girtinê cuyê avê yê fermî ji buna avdana zeviya jî kirine. Cuyekî avê mazin dora 80 km dirêj û dibêjin ta nuha jî av têra dere û nave xwa Cuyê Samirame li wir avakirî heye. Bi rêya kanalê ava ji çemê Hoşap yanê ( xoşav) av gihandine bajarê Wan. Bi Turkî jî di rojê nuhada jêra dibêjin cuyê Şamiram û padyşa Mênua ew bi serî kiriye.

Li demê wî dîsa xudîkirina Hespajî gelekî bi guhdarî bikarhênane. Li pey Mênua kurê wî Argîstî tê. Ew di nivîseke xwa temam (komplêt) parastîda. Dibêje; yek ji tiştê bala wî kişandiye, sînurê Urartu yê li bakur rojhelatê ye, yê di nêv çemê Arax û gola Sêvanda wî ew parastiye. Dura jî Li Êrêbunî yê ku dura nave xwa wê bibeYêrêvan, paytextê xwa yê duyem avadike û exsîrê di şerda digre 6,600 exsîr ji bakurê Suriya nuha tîne û li wir becîh dike.

Lê Êrêbunî piştra ji aliyê Kîmêrada têye helweşîn û serketinê wî li wir gelekî domnakin. Li demê kurê Argîstî Sardurî II, şerê wan û Assuriyê tîmayî ku xwa di rêya bazirganiyê bi Suriya nuha ra xwa bigihîninê û bi Anatoliyara serweriya xwa bikin û bigirin şer çêdibe (pêktê). Lê nuha gelek cîh ji wan ciha di destê Urartuya dane. Wisa li sale 745 b.z şerekî giran û mazin di nêv wanda li bakurî bajarê Heleb çêdibe. Tevî ku gelek Hîttîtjî arî wan dikin, Urartu şikestinê dijwar digirin. Heşt sala di pey wê şerîra Assurî vê care êrişî Paytextê Urartu bi xwa dikin û tenê dîwarê bajêr yê bi başî hatibune girtin Sardurî II û mervê deshilatdariyê ji mirineke misuger rizgar dikin.

Nehatiye zanîn li paş wê şerî çi bi sere Sardurî II hatiye, lê bê guman ew paytextê xwa yê wêran kirî ji nuh da digirin û nuha bar dere ser kurê wî Rusa I yê li pey bavê xwa padyşatiyê digre. Dixuyê ew karê girtina paytextê xwa berdewam dike. Li demê wîjî Urartu pêşda gava davêje, lê bi êrişa kîmêra ra, ew roxandinê mazin li rojhelatê Anatoliya çêdikin û gelek avahlyê wan jî têne roxandin.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s