Şunpêyê kurdî li Indonêsiya ji ku hatine?

Indonesia
Dema kurda rêyê şêxitiyê girtine bê guman weku me gotibu jî wan problêma xwe ya netewî di destê dujminê xwe da hîştin. Û bi mîstîkîzma ku hemî rêyê şêxîtiyê lê suwar dibin, milet ji rêya rast der dixin û dixin rêyeke wenda bunê bi navê zikir û nêzîkbuna ku ji Xudayê jorîn va minet dikirin. Hê bi ser vê wenda buna xwe û miletê xwe va jî rola wan heye ku, gelek miletê din jî wenda kirine û ew xistine rêya mîstîkîzma ku talî jê re nîne û ti berjewnd jê nayên girtin. Li vir emê hin hewildanê mamoste Martin van Bruinssen ji universita (Utrecht) ku li ser lêkolîn çêkiriye û gelek tişt dirêkt bi xwe li ser rawestiye, diyar bikin.

Indonêsiya, weku mirov dizane erdekî ji gelek girava çê buyî ye û ji ber wê jê re dibêjin (Archypelag). Ew mezintirîn erde yê ji gravê bi çuk û yê mezin e û gelek dayînê xwezayî jî jê dertên. Ev devera ji hemu cîhanê mirov ji bo bazirganiyê tên, ji Çîn ji Hind ji welatê Eraban ji Pêrsiya û ji milet û netewê biçuk jî gelek tên. Ji ber vê ne dure mirov şunpêyê musulmanan û musulmantiyê ji aliyê gelek miletê bune musulman û bi kulturê xwe yê tev musulmantiya mîstik kirine. Weku ya rêya şêxan li wir bibîne. Mamoste Bruinssen dibêje: ”bi taybetî li 150 salê paşin gelek ji Yemen ji Hadremout hatine û li wir cîh girtine.”
Lê tesîra Kurdî li vir ber bi çave, mamoste dibêje. Li Jaua grava tewrî bi xelkê pir, li hin cihê taybet li nêv ew kesê cihekî wan bilind di diyanetê da heye. Min navê kurdî li ser hin kesa ji wan dît. Lê çi carî min navê Tirkî, Farisî, Hindî weku navê Kurdî heye min nedît. Heta navê Kurdî li ba ev çîna bawermend gelekî nase û ta şaabiye jî. Lê min hin navê Misrî û Malbarî jî dîtin. Mirov hest dike tesîra Kurdî li her cihekî heye, di piştî di (pey) Quranêra karekî nivîsek bi navê mawlid heye jêre dibêjin Barzancî ew gelekî nase û ew ne tenê li rojbuna Muhammad (P) li 12 Rabîh al awwal tê xwendin. Lê ew li gelek munasebeyên din jî têye xwendin. Wek dema cara yekê porê zaroka diqusînin (aqêqa), di demê serpêhatiyê nexweşda ew (text) têye xwendin weku tiştekî pîroz û belkî yek indonesî nîne ger ew (texta) sê çar car nebihîstibe. Li başurê Kurdistan yek hest nake ku navê Barzancî ewqas navekî nase û şaabiye.
Li çend deverê musulmantî bi tundî lê bikar tê weku devera Achê, Sumetra rojava û Banten. Mirov dibîne ew ibadeta bi debus dikin (ew kareke mirov tiştekî tuj, kêr, şur an debus) mirov pê laşê xwe bi birîn dike, têra dibe, lê birîn ti encama birînkirinê nade. Ev leystik li ba şêxê Rifahiyya jî bi kar tê û li europa bi navê karê kon (qol) kirinê nas dibe. Li bakurê Banten, leystika birînkirinê û kon kirinê li ba Şêxê rêya Qadiriye jî bi kar tê û Qadiriyê û Rifahiyya ji aliyê Zikir da jî bi şêweyê weku hav çê dikin. Mamoste Bruinsen dibêje: ”ez tenê li cihekî din jî dizanim Qadiriye karê birîndarîyê dike, ew cîh jî Kurdistane.” Pêwîste mirov zanibe, malbata Barzancî ya li Kurdistanê li ser rêya Qadiriye ya tewr navdarine. Ta mirov dibihîse ew navê Barzancî bikar tînin dema ew zikir dikin.
Tiştê taliyê yê mamoste Bruinssen mat dihêle. Problêma pirtûka ye, dibêje ew li pirtûkê navdar, weku pirtûkê baweriyê yên pir bi kar tên digere û ew li Bandung, Jawa rojava stunê pirtûka yê Muhammad Amin al-Kurdi Tanwir al Qilub bilind dibîne. Ew pirtûk weku encameke şamêl ya rêya Neqşîbendîyê ye û ji berî nuha bi sed salekî hatiye nivîsîn. Ev pirtûk ne tenê ji bo Neqşîbendîya Indnesiya bi kar tê, lê wek pirtûkeke Fiqih Sulawasi ya başur bi bîr tê. Muhammad Amin alimekî kurde, şunpêyê wî eşkere li Indonesaiya dixuyên û alîmê din yên kurd tesîra wan jî li Indonêsiya heye.
Teesira Kurdî gelekî eşkere ye bi kêmayî weku van miletên din yê ku destê wan di islametiyê da diyare. Alimên kurd di her wextî de hatine Indonesiya û ji nîvê sed salê hefdehan û vir da ew roleke mezin di islam kirina Indonêsiya da leystine.
Ji kû da islamtiyê li Indonesia destpê kiriye? Rama ku mirovek hatibe wir û xelk fêr kiribe, durî baweriyê ye. Lê tiştê bawer dibe ewe ku li pir ciha û li demê cihê û ji kesên cihê, cihê da çêbuye. Faris, araeb, hindi û heta çînî bi rêya bazirganiyê her dem hatine wir. Kê belav buna musulmantiyê kiriye? Ew ne tenê bi biyaniyan çêbuye, ew bi rêya Indonesian bi xwe jî çêbuye. Gelek jî çune Haj ê û gelek sala li wir li Mekê û Medîne mane, ji bona ilmê caduyî (sîhrî) rakin. Mekê ji zuda xwe diyar kir ku ew navendeka bi hêz ya vê mijarê ye. Di sed salê hefdehan da ji demê ku nuçe yê rast gihîştine destê me. Şunpêya fikir û ramayên Hindî jî li Indonêsiya cihê xwe digrin.
Rêya Hindî ya şêxîti yê ya mîstîk Şatiriyya bi textê (nivîsê) wê yê mîstîk yê ku ji aliyê Şêx Burhanpuri da hatine nivîsîn û ji aliyê Şaixê din da jî li wê demê şabî bune. Lê ev şunpêya Hindî ne dîrêkt ji Hindê gihîştiye giravên Indonîsiya, ew bi rêya Mekê û Medîne hatine. Hin mamoste li wir bune û wan rêya Şatiriyya gihandine Indonêsiya, ji van şêxê navdar, şêxekî kurd heye û navê wî Ibrahim al Kurani ye.
Ibrahim Kurani ne kurdê teniya ye yê şagirtê xwe Indonesî hene, lê ta ew kesê ji başur rojavayê Asiya tên li mamustayê kurd digerin. Rastiyê mirov bêje nayê fam kirin çima miletê indonîsî heza wan ji mamustayê kurd ra hene. Carekê mamoste Bruinssen dibêje: ”belkî ji ber ku ew herdu Şafîne, lê careke din jî dibêje, tiştekî ruhî wan ji hev va nêzîk dike û dibêje rola mîstikismê gelekî heye ji ber ku her du wisa diramin.”

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s