Navende pirtûka Enoch

enoch-alphabet
Weku têye nasîn, hewildenên di pirtûka Enoch de hatine gelekî kevnine û ew ji çîrokbêjekî, devkî derbasî yê din bune, weku çîroka Nuh û gelek yê din. Dibêjin ew ji hezarê salade mane, yê kevin ji yê nuh ra gotine. Hercarê jî tiştin lê kêm û zêde jî bune. Lê Cihu û Musulman jî heman li ser eynî rêyê ne ango yek rê girtine. Çîrokê ku hebune, bihîstine an xwendine, xistine xizmetê ideologigiya xwe û berjewend jê girtine. Ew hemî kirine xizmetê îdea ku pê bang kirine. Li vir çîroka Enoch jî yek ji wane, cihuya ew ji bo berjewendê xwe neteweyî eger birastî yek birame ew netewene? Li pêleya bilind ew bikaranîne.
Ango li taliyê berjewend têde hatine dîtin û di piştî salê 200 b.z ew buye pirtûk û ji aliyê civata Essene yê li Qumran li ber Derya ya Mirî li Israela nuha li (palêstina) dijiyan, careke din ew hatiye nivîsîn. Vê pirtûkê têra xwe kelandin an (heyecan) di nav cihuya û xiristîyanê pêşinde da çêkir. Di pirtûkê bi xwe da jî gotinê sergonî hev (nelihev, nakokî) yê renge, reng gelekine. Ew bi gelemperî li ser çermê sewalan di demê padîşahê Seleukî (yê paş demê Aleksandir-Iskander mazin htine) hatine û bi taybetî li demê Antiochus Epiphanes de hatiye nivîsîn an jî demekî kurt di pey demê wî re. Li demê wî bi xwe da di demê serhildena Cihuyê Maccabi sala 167 b.z destpêkiriye û gelek cihuya di demê wî da û bi emrê wî jiyana xwe wende kirine. Hin ji nivîsa jî heta li pey demê xistiyanîtîyê hatine nivîsîn.
Çi di pirtûkê de heye û ew çi mijara xeberdide? Ew ji destpêkêda gotinê di pirtûka Genesis da hatine bi bîr tîne. Di Genesis kapitul 6 de gotî; “Lawê Xude hatine jinê meriya û ew ji xwe re jin girtine, ev buyer, hê digerin ser rojê Jared yê ku bavikê Enoch e. Li wê demê dused Watchersê, yê li Ardis, li ser pozê çiyayê Hermon bun û ew li ser (Jebel eş şêx) têye gotin, yê ku sê pozê xwe bilind hene. Ew çiya 9,200 pêya bilinde û li aliyê tev bakur yê Israel (palestina) e.
De demê Tewrat nivîsiye da pozê wir herdem bi berf buye û ji aliyê miletê Israel û Palestinê de ew dihate pîrozkirin. Li wir bi xwe jî Isa li berçavê şagirtê xwe hate xuyakirin? Li ser vê çiyayî (Cihuya ji bo hin berjewende, bi durî ji rastiyê wir kirine cihê dahatina Watchersa) ye (weku lêkolîner bawerine), gotine Watchers li wir sund dixwin û suz û peyman didin ku xwe bidin rawestandin. Ji ber ku hest dikin, karê wan azariyekê (zererekê) dide wan jî û dide mirovatiyê jî. Ev suza wan gotine li wir çêbuye. Bi zimanê Cihuya Hermon wateya heram bi Arabî dide ango (gunehe). Çima dused Fêrêştê ketî wê vê cihî vebijêrin ku lê dahatine? Çi carî ewê neyê zanînin (ji ber ku gotin bê wateye), ji virde jî wê biçin tevlî mirovan bibin, ji bo ku jina ji xwe re ji nav wan welgirin.
Eger em biçin ser Shemyaza yê ew jî yek ji lîdarê Watchersa ye û hevalê wî nozdeh din hene, her yek ji wan serokê dehaye. Wisa piştî ku Watchers jina ji xwe ra peyde dikin ( heldibijêrin), (diçin wan), ew bi haldibin û ew jin zaroyê Nephilim (ji zimanê cihuya ye ango gelekî xirap) jêre dibin ewê ku gelekî bi ecêb dirêjine. Ev zaro hemî xoh (sifatê), taybet yê wehşetê heldigrin û wisa weku li xwer di pirtûkêde jî hatiye.” Û jinê yê dimirin (yê mirovan) ango yê (ne Fêrêştine) bi halbun û wan gigant (yê pir mezin) di xwede helgirtin, dirêjiya wan bi hezara ells bun; wan hemî tiştê mirovan xwerin, heta tiştê wan temam bu, geriyan ser wan, mirova, ew jî xwerin û gunehkariya xwe bi teyra, sewala, sêxilcanara (zewahêfa) û bi masiya re temam kirin. Yekî yê din xwar, xwîn vexwerin û erd hemî li dij wan rabu.”??
Dibêjin dirêjiya wan 3,000 ells buye, her ellsekî ingilîzî 45 inchine, (de ji xwe re li vê zêdebunê an pêdeçunê, binihêre). Diyare ev yek ji ayînê Cihuyaye, tişta wisa (bêteşe, ecêb) mazin bikin. Lê ango ew dixwezin bêjin, ew gelekî bilind bune û mazin bune hêza wan ji xwerinê ra jî bê hempaye û ku ew geriyane ser malbatê xwe ewên ji yê dimirinin, ango ewê ne Fêrêştine, ew jî xwerine, weku bi şêweyekî din ew bune mirovê mirov xur.
Gunehkariya wan ji teyra, masiya, sêxilcana, sewala ra jî tê wê maneyê ew jî hemî xwerine. Karê cinsî bi wehşet bi wan jinan re kirine û ew fêrbune ku xwînê jî vexwin. Wisa xeberdanê cihuiya, dema çiyayê Hermon jî nîşandane ku ewe cihê ew li wir dahatine û xwe bi gotina jî bend kirine (girêdane). Dixuyê, wan tenê xwastiye buyerê ji erdê Palestin (Israel) va nêzîk bikin û ew jî ne cihê baweriyê ye ku ew cihê Watchersa be!!
Li ber van tiştê me gotine, gotine wan gelek gunehê din jî kirine. Ew gunehjî di çarçoveya ku wan razê Xude, ango razê ezimanî yê pê dizanîn dane der, ji ber ku ew ji bingehê xwede Fêrêşt bune. Serokek ji yê wan navê wî Azazel e, gotine mirov fêrkirine, şûra, kêra û hajetê din tuj çêbikin, plakê (lewhe yê) ji keresteyê maden ji bo sîngê mirova di şerade biparêze çêbikin. Bi gelemperî maden bi wan binaskirindane û çawa ew bi kartên û dibêjin Watchers yê pêşinin ku metal (maden) bi karanîne û pê dizanîn. Ew dîsa jî fêrkirine, çawa bazina an (bazinga) çêbikin û karê nexşkirinê ji mirovan ra xeberdane û çawa kersteyê madenê Antîmony yê sipî bi karbînin û jê gewher û dermana çêbikin, diyarkirine.
Ew jina jî fêr dikin çawa xwe xweşik bikin, çavê xwe kildin û berikê (kevirê) buha pê xwa bixemlînin an bi karbînin. Ew fêr kirine xwe bi gewhera bixemilînin. Ji ber vê gunehê ku nayên baxşandin, kirine ku jin li ser kêf û xwestina xwe bimeşin û ew nebaş bibin û karê cinsî bi şêweyê nedurust bikin. Ango karê cinsî netenê bi Watchersa ra lê bi mirovê ku ne yasayî biwan re ne bikin. Azazel dîsa tawanbarbu ku wî jin fêr kirine, çawa karê cinsî bi demê dirêjtir û bi rengtir bikin û gelek di demekîde bihevra bikin. Ango ew ferkirine porngrafiyê. Her wa ew fêrbune ku Xude nenasin ango ne bawermendbin, ew kar jî hin debînin ji bo Cihuya, weku miletekî bi yek Xude bawer, karekî gelekî mazine!! Evine Gunehê Cihuya dîtine wan bi neyasayî kirine??
Ji kar û barê ku wan Watchersa pê dizaninin û dikirin. Diyar dibe ku karê ew dikin an kirine, ne karê Fêrêşta ye, lê ew karê mirovê siruştîne û hemjî ew bi çandeke gelekî pêşketîne û wan mirovê li asteka nizim ya çandê fêr hertiştî kirine. Li ser navê Shemyaza û Azazel dibêjin ji destpêka xwede ew herdu navekine. Lê ew dura bune du şaxê efsaneya û ew navjî ji hev cudebune. Hin ji Watchers yên din bi fêrkirina karûbarê zanistê rabune, ew jî bi wan kara tawanbar bune, weku zanebunê li ser hewra, zaniyariyê meteorology ango (menaxî), nîşanê ser erdê û naskirina cihê wan ango (Geodesî) û cografîya erdê jî naskirine. Heta bigihê xwendinê (Çerxê) yê Felekî (boşiya ezimanî û liva stêrka) weku rojê, heyvê. Durustkirina, pêşxistina çandiniyê, dar gîhandinê, (mazinkirina dara) jî berhemek tawanbariyê ye ku wan ew jî bi wan fêrkiriye. Yek (Watchersek) ji wan bi navê Pênêmûyê mirova fêrî tehlî û şêrîniyê dike ango wan fêrî giyayê baş û yê nebaş ji bo xwerinê dike. Boyax û kaxet jî berhemeke, ango li demê wan rengek ji nivîsê jî hebuye. Yek ji wan bi navê Kasdêya, gotine karê gelekî nebaş nîşanî zaroya kirine û ruhê wan pê nexweş kirine. Wî jin fêr kirine çawa zaro berî bibe, ji ber herin an ji ber xwe bikin.
Ev hemî karê ne yasa yê Watchersa ne, yê fêrkirina mirova ne û wan gunhê pir mazin kirine, yê ku nayên bexşîn. Eger mirov bipirse? Çima Fêrêştê Xude wê kanebunê ji vê rengî helgirin? Çima ewê zanebunê li ser kereste yê metal wê helgirin? Çima ewê madenê antimony nas bikin? Û derman û gewhera jê çêbikin? Ma Fêrêşt karê wisa dikin? Dixuyê peyv hemî ne li ser Fêrêşta ye, lê kare ev karê mirovine ji çandeke gelekî pêşde be, ku wan hin ji zanebunê xwe derbasî nijadê paşdemayî kirine. Siruştî mirov wisa tê digihê. Lê mixabin eger yek bi rêya olî birame, bi taybetî weku Cihuya birame, nekare cudehiyê bixe nav gotin û karê mirovan û karê Xude pê radibin.
Wisa eşkereye ev baweriyê gotine ji ezimana hatine, mirovan , dixin cihê ku bixwezin, an nexwezin, bawer bikin û wisa jînê li pêşiya mirovan reş dikin û rêya pêşketinê li pêşiya mirovan digirin, cîhana sipî reşdikin û ya reş sipîdikin. Ev ramayê wisa ketine fikr û mejiyê mîstîk yê cihutiyê û xiristîyanîtiya-cihuyî û musulmantiyê jiyan li gelek wara berbi ruxandinê dane. Eger ne ji wan ba, mirovatî wê azadtir ba û bi ramayê pêşketîtir ba, jiyana mirovan wê herdem berbi pêş da biçuya, lê nuha baweriyê li ser xwe gotine ji ezimana ne, mirovatiyê hemî bi berjewendê herdu miletava girêdidin û mirovatî bi paşde dere. Mejiyê mirovan her roj bi dubarekirina, Jesus, Muhammad, Allah û Yahvê dişun û ji dervayî wan gotina tiştekî din têde nahêlin, mejî pakij dibe. Wisa ew bi wê rê vedikin ji bo ku ji dêla Makîneya û Sewala li mirova, mirovê bawermend, siwar bibin. Padîşahtiya Xude bi rêya ew debînin û dixwezin li ser erdê dixwazin demezrînin, ango ew! bibin Xudeyê mirova û yê erdê, li şuna Xudayê rast Mîhr û dewlemend.
Ew çi kar û barê bikin bi navê Xude dikin, nabêjin me wisa xwest, em wisa dixwezin, lê dibêjin, Xude wisa xwest û Xude wisa dibêje. Xwestinên xwe yê peyatî mirovatî bi navê Xude dimeşînin. Ji bo ku yê hemberî wan komplet bê berxweden bimînin û bimşînin, li pey xwestinê wan herin. Li alîyê din hevalê wan Musulman. Li welatê Musulman jiyan ji rêya mirovatiyê ji zude derxistine. Ew viyana xwe bi zora li ser hemî mirovan û civatê hemî dimeşînin eger yek neçe mizgeftê jî dibe rojê sedê cara bibihîse, XudA mazine û pêwîste ew here nimêjê bike, ew li ser prensîpê (Ker jî bi Dubarekirinê fêr dibin), dimeşin. Ew hemî mirovatiyê bêheş debînin. Ramiyarî û ramandin tenê di baweriyêde civandine û arabê musulman jî an yê musulman xocene, an cihuyê zana jî rabbine. Kes nemaye li dijî viyana wan û xwestinê wan derkeve, an jî bila bizanibe ewê li kîdera raweste an ewê wî rawestinin….

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s