Giringiya Media bêhempaye

Parthia-1
Demê Media demekî gelekî girine, hem ji bona Kurdistan û hemjî li asta cihanî. Li wê demî peyatiya Kurdî xwa girtiye û zimanê Kurdî ji wê demîda buye zimanekî international (navnetewî). Çand, dîrok û cêografiya Kurdistan, berve sînurê xwa rast çune û xwa hewildaye. Careke din jî ev şêwe li demê Kurdê parth çêdibe, ew jî ji bermayînê demê Media ne, ew cara duyê ye rastiya xwa becîh tînin dema destê xwa di ser hemî Iranê ra û gelek cihê ji rojhela navîn ra dirêji dikin. Lê li wê demî em bêjin aliyê rojava ji Suriya nuha û Anatoliya di destê Bîzanta da dimînin.

Pêşî her komekê an eşîrekê ji yê li Kurdistan, li deverekê ji yê welatê xwa cîh digrin û serweriya xwa lê dimeşînin. Hîttît li Anatoliya, Mîtannî –Hurrî li Mesopotamiya û heta bi hundurê Suriya nuha da, Urartu li bakurê mesopotamiya û li hin ji Kafkasiya, Kassît li Babylon, Elam û lurî li başur rojava yê Irana nuha Gêlanî û Hurkaniya li ber deriya Kaspîk û çiyayê Elburz.

Lê piştî demê statên cihê, cihê avadibin, demê yekbunêjî tê. Ew kar jî Media pê radibe. Çawa hemi erdê Kurdistan bubu, kehniyeke şaristaniyê li pey hev. Weku, li Anatoliya, Mesopotamiya jor û jêr, çiyayê Elburz, çiyayê Zagros û bi rojhelat da jî derbasbuye heta gihîştiye Balakh û dormedorê wir, ew dixuyên kehniyê şaristaniyê yê berdewamine. Gelek kom hatine û gelek padyşatî lê avabune, ji wan wargehan millet bi cihê dinda jî pijikîne û çune. Lê yê berî taliyê ew Medê bune.

Parthia-2

Bêguman em û cihan hemî deyndarê wan hemu kesên bingehê şariştaniya danîne ne û em Kurd jî deyndarê yê bingehê netewa Kurd danîne ne. Lê weku dixuyê, di hin bergehê dîrokîda eger ne di hemî bergehê dîrokîda be. Me gelek tênegihîştin kirine, eger me xwastiye an me nexwastiye, Me li bavpîrê xwa tênegihîştin û inkarî kirine û me netewa xwa li pêşiya netewên din erzankiriye. Me guhnedaye xebat û westandina wan bavpîrên xwa ya bi dijwarî. Me heta navê wan jî ji bîrakirine û me navine biyan ji netewa xwa û rohê xwa Kurdîra helbijartine. Ewê ji xuh û aynê me dur me peydakirine. Wisa, netew li pêşiya me wenda buye û em di tiştine din diramin. Me ji nezanîna xwa xizmetê dujminê netewa xwa kiriye û ew jimera buye armanc. Ji bona çi neweke wisa mazin! Yê weku kivroşka ji hev belav bibe û wê bibn koleyê miletê dormedorê xwa û hêjî bi xwastin û vîna xwa. Gereke li demê nuha em bigerin ser ayînê xwa, sêrêşta xwa ya bi hezarê sala berê em li ser mazin bune. Gereke ji nuhda em bizanibin, bavpîrê me miletekî mazin buye, xizmet, xebat daye jîna merovan bi tevayî û xista xwa an (behra) xwa di pêşvebirina jîna merovan da li ser topa me hemî hebuye.

Ez dibînim, durbuneke ber biçav jî ji encamê bindestiya dirêj di civata me Kurdîda çêbuye. Nema em kanin hevdu ragirin, klassa dewlemend haya xwa ji ya reben nine, çîna dewlemen xwa bi xewnê dur ji sêrêsta me dipeçine û xwa ji çînê xwa hejar bidurdike. Lê eger em ramayê Jesus (Isa, yê krîstî, Mesîhî) bi bîra xwa bînin, ji ber ku ewjî li ser bingehekî Kurdewarî avabuye!?. Di Bibliye da (kapîtolê John 13, ayet 4-16) dema ew pêyê an (lingê) şagurtê xwa dişu û dema hin ji şagurtê wî, nerazîbuna xwa diyar dikin, ji wan ra dibêje, eger ez pêyê we neşum hun ne ji rêya minin. Ev numne ji bona weye, ji bona hunjî pêyê hev bişun. Dixuyê ev wateya pêşdabun an paşda mayînê dide. Eger dan istanadinê wisa di nêv civakekê da nebin ango dibe ewjî wê sexetiyek be. Çira me got ewjî li ser bingehê Kurdewariyê çêbuye: Xwastina min ji vê gotinê ewe ku Isatî an mesîhtî li ser bingehê Mithraismê avabuye û ew jî Ola kurdî ya herî birumet û navdare…?

Wisa yek hest dike ayîn an (traditionê) Kurdî di empêriya Media da cîh digrin. Lê tîrêjên xwa, gelek bi paşdemê wanda jî diçin, heta yê demê dîrokî û berî dîrokîjî derbasdikin. Ta nuha eger me xwa ji zanebuna dur kiriye, ew kêmasiya me ye û me xwa bi xwa roxandiye. Em ji wanjî ji yê pêşiyên xwajî ziyatir newestin em nagihên jî, dem jî gelekî çuye û em li paş wextê xwa jî gelekî mane.

Xuyaye Media tevî hêza li ba hebuye, leşkerê bi sazuman û amade, bi sînurê xwa yê fereh, dirêj û vê talî. Li rojavayê wan nuha state Lydia ye û li başur deriya sipiye, erdê bi xalî yê Suriya nuha ye, kendave, lê li wê demî hê ew ne kendava pêrsîke û deriya Arabe, li rojhelat India ye, Gandara ye û Sogdiana ye, li bakur, Sogdiana, chorasmia (Massagetae) û Margiyana ne. EW di hundurê xwada van stata û wargeha dihewîne; Capadocia, Ciciliya, Assuriya, Armenia, Cadussî, Amardî, Hurkaniya, Elam, Persia, Parthiya, Carmaniya, Sagartians, Arachosiya û Bacrtia ne.

Ev hemî wargeh û padyşatiyê desthilatiya Media nasdikinine, Hin wargehê ji kenarê deriya reş û hemî başurê deriya kaspîk jî tevê ne. avakirina empêriyeke wisa gewre, mazin hêzeke bêhempa dixwaze, şerê wan berdewam bi Schytsa ra, Kêltara, li layekî û bi Assurara li layê din hebu ye. Van hemîya jî ew newestandibun û ew pêşda diçun. Lê li hemberî pîlan û polîtîkê di nêvda avadibun, wan nekarîbu nasbikin û rêyê li dijî wan pîlana peyda bikin, ta ku wan puç û bê amanc bihêlin.

Bi rastî ne tenê di demê Media da Kurdistan dibe yek welat û yek erd û yek netew. Li demê Şaristaniya Uruk Jamdet-Naser da ji brî 3500 b.z ta bi 2800 b.z ew cîhana wê demî hemî distîniin û ew dem yê berî demê Sumeriya ye. Di demê Sumeriyada jî dor 2400 b.z li bin serweriya padyşa Lugal Zagîzî (Lugal-bi Sumerî padyşaye) dibin yek welat, lê gelek dem naçe Sargonê ji Agadê wê yekbunê diroxîne û empêriya Akkadiya ava dike. Akkadî jî degerin ser, komeke muxalîf (koma hember) yê ku, hemî ji Huriya subartuî ya û ji Sumeriya ne û ji hin elê din yê kurdane yê bi çewtî jêra dibêjin Samî.

Baweriyê Meddia jî pêwîste, bikêmayî ev bune, Magusî ew dibe di nêv (Ezdîtiya nuha û Mithraismê da buye), ew jî pêwîste Ola yazdanismê bixwa ye. Magusî baweriyek bi hêz buye, wan desthilatdarî dimeşand û hêza padyşah jî tevlî hêza wan dibu û wan desthilatdarî bi rêva dibirin. Ev Systêm, systêma Cihu ya nuha û berê bi bîra yekî tine, systêma Cihuya gav bi gav ji ya Magusa ye. Lema jî dema xwastin Media bê roxandin, ji pîlanê xwa yê ji du aliya da bune karkirin. Yek bi alî xwa xistina Leşkerê buye, Du roxandina sazumana Magusî buye. Li nik vê baweriya sereke û desthilat di Media da ango li (Kurdistan), dixuyê agirperest jî hebune û Zardaştî jî ji pêra dereng hat. Dixuyê tu problêmê agirperesta bi Magara nebune. Lê Zardeştiyê li demê taliyê û li bin şunpêya Haxamanşahan ango Cihu û hevalê wann ji Kurda dijatiya Magusa bi dijwarî kiriye.

Hakhamanesh an Hakhamanshah bi baweriya min, dîrok hercar dema bixwaze, karekî buyerekê veşêre ne eşkere bike. Rastiya problêmê di nêv derewên xwada dihêlin û dibêjin. Ronahiyê tenê datînin ser aliyê derew û wisa herdu bihevra dimeşin. Bi dîtina min Haxamanshah rastiya farisî ronak xeberdide û ew wateya padyşatiya haxamê Cihuya dide.

Eger merov fereh dirêj nek jî, dibe merov li ser hin nasnameyê giring rawste. Yek dive merov bawerneke, Faris ji etnîtiyeke cihê ji ya Medî, ji ya kurdîne. Du Cihu li Kurdistan ji zuda hene, ji demê şerê Assuriya bi cihuya ra ew ji Israela wê demî ji welatê wan rakirine û anîne li gund û bajarê Media becîh kirine. Sale 841 b.z Jehu padyşayê Israele, padyşayê Assurî Salmanassar III di Suriya nuhara digihîje Israel li ser buyerê berikekî reş ji bona bîranînê heye û ew berik nuha di Muzêê Britania da ye. Di wirda diyare çawa padyşa Jehu xwa qur erdê ber pêyê Salmanassar kiriye û erdê ber pêyê wî radimuse. Padyşayê Assurî jî bacê ji wan dibe.

Di sale 745 b.z padyşayê Assurî Tiglat-Pileser III careke din bacê ji Israel werdigre, Suriya û Lubnan jî hemî girtine. Israel li bin desthilatdariya Menahem e (745-738 b.z), li taliya demê wî kurê wî Pekaja (738-737 b.z) dibe desthilatdar lê ew di wê salê bixwada têye kuştin û vê carê yek binavê Peka (737-732 b.z) seweriyê digre. Tiglat-Pileser li sala 734 b.z di mile deriya sipîra digihîje palastina û digihîje Gaza. Padyşayê Cihu pêka ji tirsa eniyekê li hember Assuriya pêktîne. Di wê eniyê da, Suriya rast Şame, Şam heye, Ammon, Moab, û Edom hene. Lê padyşayê Cihu yê Juda Ahas ((li wê demî du desthilatdariyê Cihuya hene, Israel li bakure û paytext Samara ye, Li başur Juda an Judea ye Paytext Ursalême)) nakeve wê eniyê, gelek bajarê palestina jî tevlî wê eniyê dibin.

Ewê enî çêkirine hemî eriş padyşayê Juda Ahas (735-715 b.z) dikin, çi rê li pêşiya Ahas namîne ji bilî ew arîkariyê ji Assyria bixwaze. Ahas nameyekê ji Tiglet-Pileser ra birê- dike û tevlî diayrîne mazin yê ji zêr û zîv jêra bi rêdike û jêra dibêje Ez xizmetkarê teme lawê teme were min ji Aram û ji padyşayê Israel rizgarke. Hemu çavkanî dibêjin ew bajarê mazin yê Israel hemiya diroxîne û Pêka têye kuştin, tenê Samaria paytextê Israel tê parastin.

Li sale 727 Tiglat-Pilesser dimre, padyşayê Israel Hosia (732-724 b.z) serhildanê çêdike û ti heşmendî ji tecrîbeyê xwa berê negirtine. Piştî mirina Tiglat Pileser, kurê wî Salmanassar V (727-722 b.z) dibe padyşayê Assuriya. Dema Hosia jê azadî xwast wî jî ew girt. Samaria jî xwa serbixwa kir lê Salmanassar ew dorpêç kir û piştî du sala bajar ket destê Salmanassar, dura yek ser Salmanassar jî mir.û padyşatî çu ser Sargon II (721-705) wî lêdanê hişk û wehşî berdewam kirin. Sargon gutî (di Bibliyeda, 2 kingbock keptil 17 ayet 6). Di wirda gotî wî 27 290 ji xelkê Cihu rakirine û birine gund û bajarê Media.

Ev hemu ji bona em zelal bikin ku gelek Cihu li Media hebune. Dema careke din jî Cihu li demê şerê wan û Babiliya, bi hezara surgun kirine, (durkirine Babylon). Hejmara wan di Mediya da gelek buye û bi taybetê jî li bajarê Cyrus Susa an Shushiyana li wê wargehê pirbune, ji ber ku wir ji Babylonva jî nêzîke, wisa serweiya Farisa an jî ew kurdê wê wargehê ne, ew dibin hevalê Cihuya û ew li gel cihuyê wirine. Lê dixuyê serwerî pirtir di destê Cihuyada ye û ji ber wê jêra gotine desthilatiya Hakhamansha, an padyşatiya Haxaman û dure younana jêra ew gotin nêzîkî zimanê xwa kirine û gotine Achemenîdes.

Ji ber ku ti zimanê wan cihê nebuye, nejî ti cil û ayînê cihê li ba wan nebune, zimanê Farisî ji bingehê xwada zimanê kurdî yê bi derhênana Cihuya ye ango bi (devuka wane).

Nabukadnessar padyşayê neu Babylon ango (Babyloniya nuh) li sale 597 b.z êriş Juda kir û gihîşt Israel jî , padyşayê Israel Jojakin girt û tev bi dayîka wî û xizmetkarê wîva bi ser leşkerê wî yê jêhatî û leşkerê ji rêzê va, girtin birin Babylon. Ew jî di Bibliyeda hatiye xeberdan (2 kingbock, kapitul 24 ayet 12-14). Lê ev jî ji bona Babyloniya tenê tamzarkirinek bu. Piştî vê lêdanê Nabukadnsessar Sisskia padyşa danî ser Jerusalêm weku ew merovê wiye.

Siskia bi hale têda weku padyşayê grêdyî hîç nerazîbu, ji aliyê dinda pêxemberê Cihu Jeremia bi şev û roj bang dikir. Digot ji ber ku we rêya Xuda berdaye, Xuda hun ceza kirine va Juda tev kete ber destê Babyloniya û dura Israel jî tê. Dibe hun bigerin ser rêya rast an jî hun gunhkarin. Roja weyê jî bê. Siskia ser Hildan çêkir û leşkerê Babylon ji nuka kişiyan. Pilanê wan ew bu rêya Jerusalêm bigrin û bajarê juda yek bi yek bistînin û biroxînin û dura jî Dura Jerusalêm wê bê. Bi kurtî ew hemî bajarê Samaria distînin û li taliya hemiya Aseka û Lakisine. Dur tê Jêrusalêm û salekê û nîvekê dorê dipêçin, heta birçîbun di bajêrda çêdibe û li 587-586 b.z bajar dikeve dstê Babyloniyan. Lê vê care Nabukadnessar bajar sutand, dîwar roxandin, hemî talan kir û 10,000 ji peyê wan padyşayê wan û merê din bi xwara birin Babylon.

Di vê dervayên zehmetda êş û gazinên wan gihîştin pozê wê. Li hemberî vê xwastina wan bi êş û birîna wan ewe, welatê xwa ji nuka avabikin û tema azadiyê careke din wergirin. Lê rê nebun. Mediya bi hêz û serwer dixuyê guhnedaye vê xwastinê Cihuya yê gelekî kur û bi indifferentiyê (xemsarî) li wan buyera sekirine.

Ji virda Cihuya xelkê Êlam û Susa ewê li nêv dijiyan, bi Tîmayîbun kirin û çavsor kirin ser Media û serweriya wan. Ew tîmayî yê ser dewlemendiya Media kirin. Ku wê dewlemendiya bibe ya wan û hevalê wan Cihu. Wanjî ew ramayê ji aliyê Cihuyada pejirandin. Cihu tenê li wir ranewestîn, ji bona ku wan bi carekê ji Mediya dur bikin û dujminatiyê di nêv vê koma bune hevalê wan û Mediya da gor bikin. Wan kir ku Faris ethnîtiyeke cihêye û li ser efsaneyê Younana ji wanra mythologî peydakirin. Wisa kirin ku ew miletekî diye û navê desthilaterya ku ji destê Mediya girtine jî kirin ew desthilatdariya Hakhamanesh ye. Ew gotin jî bi zimanê Younanî dibe Achemenides.

Ev ppolîtîkeke gelekî dijwarbu, Wan systema Mediya bi gelemperî nelivandin û ne şivandin, lê tenê guhê xwa dan eskera ku ji wan va nêzîkbibin. Ji ber vê dema şerê bi Younanistan ra kirin, heta wê demî jî kesekî nezanî ku desthilatiya Media têkçuye û bi wê şerîra jî digotin, şerê Mediya û Younana. Ji ber ku desthilatiya Cihuya nehîştin navê wan bi navê desthilatiyeke nuh derkeve, lê ew sazuman tenê di nêv xwada sazkiribun.

Tevî wan gava jî ew gelekî ji hêza Media ditirsiyan û guman dikirin wê rojekê ji roja bên. Lê Medî li hember pîlanên wan gelek bê hêz man û ti tişt nekirin. Tenê li salê 521 b.z serhildan li hemî Media berê û li hemî empêriya Mediya berê çêbu. Hina ji wan xwa nîşandidan ew bi Mediya ra bune û ta hin dijî Mediya rabune, nezanîn ku yê desthilatdar nuha ne Medîne jî. Ji ber ku leşker û ser leşker hemî li aliyê hêzaa nuh hatî bun û evjî polîtîka Cihuya ya bi hêz nîşandide ye. Li hemdemî desthilatî dema ketibu destê Cihuya û Kurdê hevalê wan yê ji nuha û bi pêşda navê wan jî wê bibe Faris an Pêrs. Systêmeke wişk wehşî ne adilane bu, jiyana her kesî li bin metirsiyê bu, tenê kanîbu bêjin bikujin an bihêlin, Rêzgirtin, hurmet ji tikesî ra nemabu. Dariusê II ew hemî serhildan bi wehşetî vemirandin. Li ser berikê li Bahîstun cihê ku ne gelekî ji teheranê va dure. Li ser wan zinara yê ku gelekî bilindine jî Darius ferman daye ku li ser nexşa wî bikolin, çawa wî deh padyşayê ser hildêr li deh Satrapa (wîlayeta) teslîm girtine û li Pêşiya wî rawestiyane. Lê yê dehê padyşa Ferîdone Padyşayê Satrapiya Media ye. Ew li erdê dirêjkiriye û lingê xwa daniye ser serê wî li vê wehştê binêre. Ev peysaj ji berî ku ew Ferîdon ceza bike ye. Lê dura ew bi xwa dibêje wî zimanê wî, pozê wî, guhê wî û dest û lingê wî jî birîne heta ew miriye. Li vê zik reşiyê dujberiyê weşetiya ku li hemberî Media nîşandide binêre . Li demê ku wan ew empêrî gihandibu. Binêre demê ew Kurdê ew xwast nezan bune dijê miletê xwa bixwa ew çi kanin bikin. Ji berî wê buyerna wî fermana Kuştina Megan derhênabuye Ya ku di dîrokê da navdare û bi navê “Magofobiya ye“ ya her sal li wê rojê kuştina Maga azade sebeste û ew jî tê wateya tinekirina Media û ew ferman gelek salê dirêj jî di karda maye. Wê fermana li ser binnnnngehê ku Mega xwastine desthilatiya Farisî-Cihu hileşînin û desthilatiya xwa ji nuka avabikin.

Ji bona ku Medî nikaribin ti tiştî bikin, lêşkerê Medî yê weku xwa mabu dikirin ew berdewam di şera da bin. Yek jê em bêjin şerê bi Lydiya ra ye, şerê bi Younana ra ye, şerê bi rojheilat û bakur ra ye, şerê bi Missrêye. Heta li sala 530 b.z an sala 532 b.z Cyrusê bi nav deng têye kuştin. Lê ew dengvedana wî tenê bi propaganda Cihuya ra wî ew nav deng girtiye. Dura di şerekî bi Masagetsiya ra mir. Padyşaya wir li wê demî jinek buye. Dema Cyrus nameyê jêra bi rêkir ku pêwîste, ew di erdê wan ra derbasbe. Jinika padyşa jî xut razînebu û lê vegerand ku dibe Cyrus erdê wê derbasneke. Wî guhneda awaza wê û erdê wan derbaskirr, li wir rastî komeke biçuk ji eskera hat û şer bi wanra kir. Serekê wê koma biçuk hate kuştin û ew lawê Padyşa ya Masagetsiya bi xwa buye. Jinik gelekî ture bu, bi Cyrus ra şer kir û Cyrus kuşt, ew ji Cyrus ir aciz bu, laşê wî yê mirî rakir heta bi jora serê xwa rakir û ew li erdê da û dura xun berda gewriya wî ji bona ku ew ji xwînê têr bibe.

Lê dixuyê ev polîtîka wî ango ya Cyrus bu, wî suz û peyman bi Cihuya ra Imza kiribu. Cihuya jî li ser ferz kiribu ku ewê berdewm (timê) şerbike. Dibe ku wî zanîbu ji bona çiye an nezanîbu, Lê nekarîbu ji wanra bêje na. Ji virda jî hevaltiya Cihuya û Farisa tê. Her yekî Faris xwa weku Cihuyekî dibîne û ji ber bihayê Cihuya li ba xelkê rojava li demê nuha taybete û pire. Dema diramin ewine yê xudiyê baweriya Kristianîne. Rojavayî di wan narin ango rumeta wan digrin û rêza wan li Cihê pêwîst û nepêwîst digrin. Ji virda jî Cihuya kanîbune şerê Kurda herdem bi rihetî bikin û dikinjî. Ji ber ku europî di têgihîştina wanda dibînin, Ola wan ji ba cihuy ye. Tevî ku di rastiya xwada newisaye, pêwîst dibe kesine din wan bi bawer bikin ku Cihu ne ewine yê krîstiyanîtî (Xoristiya nîtî) hênanine. Ev kar jî xebateke mazin dixwaze?! Lê bi baweriya min kane wisa çêbibe.

Di demê nuhada Cihu eyne wê polîtîka cara yekê li Media meşandine, li hemî duniya yê (cîhanê) dimeşînin. Serketina wan jî ji ba Meda da destpêkiriye. Magus jî an Mage mejî sutandin, tinekirin û wendakirin, lê systêma wan bi gelemperî ji xwara birinê. Ev kar li bin razeke mazin pêktê. Li wê demê dur navê xwa bune Haxamşah dema desthilatdarî ji Media wergirtine û bi derhênana Younanî bu Achêmênîdîdes. Lê di dîroka Arabîd navê Axmînîîn li wan kirine. Farisa an wê Kurdê navê xwa kirine Faris pir gotinê ji Arabî wergirtine ji ber vê jî dixuyê navê Xumaynî hatiye lêkirin Xamînayî jî bi dîtina min ji wirda dikişe.

Wisa bi vê polîtîkayê Mediya roxiya û bu du parçeyê miletê ku şerê hev heta nuha jî dikin. Bun Kurd yê hatibune roxandin û bun Farise yê ku nuha ew xwa beşek ji internatiolaizma Cihuya dihejmêrînin ne. Europî qedrê wan digrin û kar ji wanra dibînin. Lê ev kar di binra dikin, lê eşkere dibêjin tiştekî wisa nîne. Wisa jî dibe hê gelek buyerê veşartî mane, dibe ku hene, lê me ew nedîtine.

Çira Cihuya suzu û peyman bi Cyrus ra danîn. Dema Mediya êşa wan ya dijwar diber çavê xwa ra nebirin. Dema Çavê wan li hebun û dewlemeniya Media ketin. Dema wan xwast bibin hêz, bêyî ku ti xebat ji bona wê kiribin. Lê pêwîst dibu dilê wan jî li hember mirovatiyê pola û hesin be. Bi hukmê ku Cyrus ji malbata padyşaye, kurê Mandana ye û ew keça Padyşayê Mediya ye. Bi rêya wî kanîbun padyşatiyê yasayî bigrin, bêy ku şerê state Mêdiya bikin. Ji ber Mediya wisa bi hêze ku ew bi şer li hember hêza wan nikarin ti tiştî bikin. Cyrus têgihîştibu wê tiştî an na? Di rastiyê da Cyrus dubendî kiriye, bêexlaqî kiriye. Ji bona berjewendê xwa yê peyatî bavpîrê xwa kuştiye. Lê ji aliyê Cihuya da ew ew xut negunehbare, tersî wê ew rizgarkere, Cyrus rizgarkerê Cihuya ye. Piştî serketina wî, wî fermanê Padyşayî da ku ew li ser budceya Empêriyê numêjgeha li Jerusalêm ya sereke ya Cihuya, ya ku Nabukadnessar roxandibu ji nuka bigre. Ev buyer birastîjî li dor sala 539 b.z bikartê, ewê bi şandeyê ra dice Jerusalêm bi Cihuyê vegerîra ji bona ku Numêjgehê ji nuka bigrin, di Bibliyeda navê wî heye ew Şeherbazare û jî kurde.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s