Çima ulama yê Kurd ew qas tesîra wan li Indonesia heye

“Versiyonek kevin yê vê artîklê (nivîsê) min carekê di rojnameyeke musulman ê Indonesia da li bin edreseke hêrsker da hatibu weşand. “Belkî Kurd bun ewê Indonesia musulman kirine?” ji ber vê min xwest ez hinekî dormedurê meseleyê eşkere bikim. Yek bi rêya bazirganê arab, hindî û çînî, ya din bi rêya Hajê musulmantî li wir çêbuye, belavbuye. Bê guman gelek ji ulama yê ji netewên cihê hebune yê ku bandora wan li Indonesiya dirêkt an indîrêkt buye, di nav wan de ulamayê Kurd mirov dibîne, tesîra xwe zêdetire. Di nêv ew Indonesiyê li Mekê û Medînê dixwendin mamosteyê ji pir netewa û devera hebune. Di demê Snouck Hurgronjies li Meke buye sala 1885 dixuyê Kurdekî tenê jî mamosteyê nas li Indonesia nebu, di sed salê bîsta da jî eynî tişt buye. Lê eger em hinekî bi paşda bigerin, li demê hinekî zu, em nikarin ti ulama li Mekê û li Medîna bibînin tesîra wan di nêv Indonesia da weku ya Ibrahim al-Kurani, Jafar al-Berzencî, Muhammad b. Sulayman al-Kurdi yan indîrêkt weku ya Mawlana Xalid hebe. Amalî mamosteyê şagirtê Indonesi yê di demê serlêdana Snouck Hurgronjies da ew berbe xwe kişandine. Jî du şagirtê dijber an yê Khalifa yê Mawlana Xalid û Abdallah al-Arzinjani ne. Şagirtê wan jê dihatine xwestin û fêr dibun ku girêdane xwe yê rohî bi Mawlana Xalid ra bi rêya terkîza zîhnî çêbikin.”
Hewildaneke ne pir giring mirov bêje, li ser giringiya Kurda di nêv Indonêsia da ewe ku çi Kurd û çi Iindonesi herdu mezhebê wan şafîî ye. Hê ji berî sed salê 16 han da Kurd û weku wan arabê Hadramout, gelek misri, turk û hindî ev mezheba girtine. Di demê nuha da jî Indonesiyê ku li rojhelata navîn dixwînin, ew xwe dibînin ji wan re hêsantire Eleqedariyê bi Kurda re ji araba betir pêk bînin ji ber ku mezhebê herduya yeke. Lê ev tenê kane beşek ji meseleyê be, ji ber ku mesela mezhebê tenê di Fiqh da bi kartê û ew ti tesîra xwe di praktîkiyê din da nîne. Praktîkî jî hin arabê ku indonesi pê re eleqedar bune, ne ji mezhebê şafîî ne. Lê ji mezhebê Malikîne û ne ji beşa Wahabiya ne. Ji wan ewê ku tesîra wî gelekî li Indonêsiya li Mekê hebuye, Sayyid Alwi b. Abbas al-Maliki ye û kurê wî, Muhammad b. Alwi al-Maliki ye. Indonesia hemu tişt bi wan re xwendiye û ta mezheba Şafîî, fiqhî jî bi wan re xwendine. Mezheb tenê besnake bandora Kurda ya xort li ser şagirtê Indonesiya diyar bike.
Ez dibînim ku (erkê) dî jî hene yê ku şagirtê Indonesi ji mamosteyê kurd va nêzîk dikine û wan berbi nivîskarên wan jî dikişînin. Nêrîna her du aliya li ser diyanetê din yeke, herdu alî ji mîstîkîzmê û metphysikiyê hezdikin, bi mucîzata û bi pîroziya mirovan û karê wan bawer dikin. Banga (Dahwa) wahdat al-wijûd ji bo Indonesiya, ew dahwa bi xwe metafîzîk e û ew bi xwe mîstîkîzme. Ev jî baweriya wan hê ya berî ku islam bêye ye. Ev tişt mirov kane ji bo Kurdistan û bi taybetî ji Kurdê Gorani axiva ra jî bêje. Ji bilî vê hewildana Pantheisti (girêdana hemu tişt bi Xudava), Emanationisti {her tişt bi hêdî hêdî pêşda dere}, Illuminationisti (hikmat al-ishraq), Reincarnationisti (girêdana kevin û nuh bi hevdu ra) mirov bigelekî fireh û mezin dibîne.
Ulama yê weku Ibrahim al-Kuranî û mawlana Xalid, cihekî navende di nêv hersê (hewildanê baweriyê da bi şêweyê kûrtir) û bi ortodoksîyeke (rast-haq) debînin. Lê li hember hewildanê xwezayî hestê (redfiilê) wan ortodoksî ne. Ji dervayî nêrîna gelemper, muhaleca mîstikismê, wan digihîne hersiyê (hewildanê kûr). Ew tefsîrê bi vê şêweyî girêdana wan bi Ortodoksîyê (rastekîniyê) ra çêdike. Ev dawa yê fîkrî ji bo gelek musulmanê Indonesia dikin rêyeke navende di nêv yasayê hişk û pantheisma mîstîkî da bibînin.
Ruyekî din ji musulmantiya Indonesia “baweriya bi mirovê pîroze” bi mucîzatê wane û ji ber vê ew gorên wan ziyaret dikin. Ev bawerî li seranserî welatê musulmanan heye, lê ulama yê Kurd ew bawerî bi gotina jî teebîr kirine û wê dahwa xwe gîhandine dilê Indonesia. Weku me berê jî got ti nivîs ji yê Jafar al-Berzencî bi nivîsa xwe mawlid û şaix Abd al-Qadir Berzencî bi nivîsa xwe manaqib şaabîtir li indonesia nîne û ne bes ew tenê ne. Kurdê ku bi nivîs û afrandinên xwe yê weku mucîze dilê Indonesia şa kirine hene. Bi hindikî Kurdekî din jî heye ew jî di demê Berzencîya da jiyaye û bi çanda xwe, xwe ji başurê Asiya va nêzîk kiriye. Di vê demê nuhada du dibistanê olî yê li Jawa ji bo şagirtên xwe nivîsek li ser berxwedana ji bo mirovê xudî mucîze û pîrozîyê, al fajir al sadiq fil radd ala munkiri l-tawassul wa l-kramat wa l-khawariq ji nuva çapkirine. Nivîskarê vê berxwedanê, ew li dijî Wahabiyê cara yekem sala 1905 çapkiriye. Ew jî kurdekî Iraqî Jamil Afandy Sidqi al-Zahawiye (1863-1940) û ewjî weku ulamayê din yê Kurd ji başurê Kurdistane.
Ji bilî vê jî hin ulamayê kurd hene, ti taybetiyên Kurdî li ser diyar nakin, ew jî bi rêya lê hatinê (sidfe) ji aliyê Indonesia da nas bune. Numune wekî Jamal al-Din ibn Raf al-Hajib li Misrê buye û jiya ye (1249) nivîsa wî al-Xafiya û al-Şafiya li ser gramatîka zimanê Arabî ye. Ew li hemî gravê Indonesia nase, ji pirtûkê pêşine ya ji Arabî welgerandî bo zimanê europî jî buye….

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s