Buyerek ku cara nebuye

Nuha Padyşayê Hîttîta nameyekê ji heval-jina Faraunê Missrî ÿê nuh
mirî Tutankhamun ya bi navê Ankêsên Amun digre û di nameyê da wisa
dibêje: “Mêrê min miriye û kurê min ti nine, li ser te gotine, gelek kurê te
hene. Ez dixwazim tu kurekî ji yê xwa ji minra bişîne, bide min û ew bibe
mere min. Ez naxwazim kesekî ji xizmetkarên xwa bikim mere xwa.”
Suppiluliumas bi vê nameyêra bi bîrçuy an (mat) mayî dimîne. Piştî
civata peyayê xwa reng bilind (nobîlê) xwa çêdike. Lihevtên peyayekî
bişîne Misrê ku rastiyê bizanibe, eger ew buyer dirastiyê da pêkhatine an
çawane, piştî ku ew peya diggere ba wan, lê heta wê demî nameya duyem
jî digihê wan, ya ku jina Bî mayî têda dibêje:
“Tu çima wisa dike ku tu ji min ne bawere? Ew dixwazin min
bizewicînin, kurê min nine, eger kurê min hebuna, bi çi şêweyî ezê
nameyê ji kesekî biyanra wisa birênekim û têda nerazîbuna xwa nîşan
nekim û navê welatê xwa sivik nekim. Lê weku yek bêje Tu ji cihanê
hemîva nase, tu merovekî, padyşayekî hêjaye û taybete. Yê ku mere minbu
mir, dibe nuha ez yekî ji xizmetkarê xwa bibim (Bizewicînim). Min ji
kesîra nenivîst,. Lê tenê ji tera dinivîsînim. Hemu kes dizanin, gelek kurê
te hene, yekî ji wan bide min ku bibe mere min.”
cara duyê û piştî bidestxistina dengubasan Padyşayê mazin jê bawer
dike û kurekî ji yê xwa nave wî Zarenda ye ji bona wê dişîne, lê bidaxe
kurê wî li rêya Missrê (li ser sînur) têye kuşyin û rebena Ankêsên –Amun
mecbur dibe bi tîmayekî desthilatdariyê ra, nave xwa Aye, pêra dizewice.
Di demê Padyşayê mazin da, ne tenê Suriya nuha û deverê li başur
rojhelat bi Hîttîta va grêdayîne, lê ta ew êlê bakur yê bi navê kaska, yê ku
20 sala şer bi wanra kirine, ew wan jî li cihê wan yê rast dirawestane. Li
aliyê rojava haya wî berdewam ji state Arzawa hebuye û sînurê wî li wê alî
gihîştibu çemê Sêha, belkî nuha nuha bajarê Bakîr Çayî ye û ew çem dipaş Pêrgamum ra diherike. Mîra û Hapala yê ku li beşê başur rojavayê
Anatoliya dikevin, ewjî bi Hîttîta va grêdayîne.
Ev hewildan ji pêra ji aliyê miletê li rojhelatî Antoliya dijiyan û
peywendiyê wan bi deshilatiya Hîttîta ra hebune, hatine xeberdan. Ew
çavkanî dibêjin jî Kiral Suppiluliumas gereke li sala 1346 b.z miriye, ew bi
nexaşiyeke ku leşkerê wî ji bakurî Suriya nuha bi xwa ra anîbune, anbun
ketibu û pê jiyana xwa wenda dike. Lê ew bi mirina xwara empêriyeke
mazin li paş xwa dihêle, ya ku ji berî wî ti kes negihîştbu ew xwast
serketina becîh bîne an jî çêbike.
Lê weku siruştiye (normele) jî emperiyeke wisa mazin, bi serkêşiya
merovekî zana û bi kanebunê taybet bihevda heye. Dema ew dice, kes
nikare bi hêsanî şuna wî dagire û peywendiyê di nêv emperiyê da
destpêdikin, sist dibin û wisa piştî mirina wî demê roxandinê (hîlakiyê) bi
ser empêriyê da tên. Kurê wî Arnawandas tenê salekê li ser deshilatyê li
pey mirina bavê xwa dimîne, lê brayê wî Mursîlîs II li pey wî dibe padyşah
û demekî nêzîkî dirêj jî dibe desthilatdar.
Dervayên an (zirofên) nexwaş rastî padyşatiya Mursîlîs II tên, ji ber
wê state Mîtaniya yê biçuk yê bavê wî weku deverek (zoneke) tempun di
nêv xwa û Assura da hîştibu, nuha Assuriya destdirêjî ser kirine û bi nave
Komandarê xwa Ashur_ubalît ew tevlî erdê xwa kirine.
Li hemî deverê ku berê serhildan lê pêkhatibun, li demê wî careke din
ew heldisên. Kaska li bakur, dîsa dest bi liva xwa kirin. Arzawa herdem
problêma li ser sînurê xwa avadikin û nuha problêma Millawanda an
(Milêtus) jî dertê. Ew (Mîlêtus) bajarê ku beşên ji Caria (Kariya) control
dike ye û nuha ev nav weku navekî nuh di hewildanê Hîttîta da derdikeve,
li wir jî serîhildan heye. Li ser Sînurê li Suriya nuha, problêmeke nuh rû
dide, ji ber ku li Karkamish brayê wî yê li wir padyşa bu, nuha ew jî mir,
ango ew li demê pêşkêşkirina sêrêmoniyalê baweriyê ew jî (şahiyeke
baweriyê) li Kummannî ew dimre. Li karkamish li paş mirina brayê wî
millet helsaye, serxwabunê dixwazin. Wisa jî dibe ku Mursîlîs bi zukî hin
gava ji bona van problêma hemiya bavêje.
Lê nuha ew bi leşkerê xwava berbi çemê Furat dere. Miletê ku li hin
ciha serî hildane, çawa dibihîsin leşkerê Hîttît bi komandariya Padyşayê
xwava bi ser wanda tên, hemi serî datînin û keer bun.
Li taliya bîst û heşt sale ku Mursîlîs li ser desthilatiyê ye. Yek bi nave
Muwatallîs şwîna wî digre, çawa ew empêriyeke mazine û aşîtî (emiyet)
têda bi biriyar û zanebun durustbuî ye. Heta ji demê bavê hebuye da jî
pirtire û empêriya wî ji ya demê bavê xwa jî mazintire. Lê dema
Muwatallis digihê padyşatiyê, ew dibîne mesleyeke gewre, mazin li pêşiya
wî rawestiye. Nuha li ser desthilatdariya Missrê Faraunê (rêvebiriya
nouzdemîn e) jêra dibêjin, ew dirame ji nuka bajarê li rojhelatî deriya sipî
dagîr bike, ew bajarê li demê Akhênatun (Axnatun) wendakirîbunine. Ev
pîlan bi xwa jî bêguman dike ku ew şer bi Hîttîta ra bike. Bi rastîjî ew şer li sala 1286 b.z pêktê. Piştî pênc sale ku Ramêssês (Ramsîs) digihê
destyhilatdariyê. Ew şer li Kadeş li başurî bajarê Homsê yê li Suriya nuha
û li ser çemê Asê (Orontês) çêdibe.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s