Navê Êran an (Iran)

Ew hêzê xwa kirine bawermendine ewê me gotine bixwene, yê navê Iran jî anîne ne û Persiya jî ji xwa navê wir yê kevne? Dema Persia navê xwe kirine Irann. Wan bi dîtina min dîsa piştgîriya hêzê mîstîk misuger kiribun û zanîbun kesê wê gotina wan neşikîne, tev wan jêra gotiye navê xwa wisa bikin Ji ber ku pêrsiya dereweke bi êş tîna bîra wan. Bi uşta ku Iran ji xwa ji gotina Êranvêjî hatiye ev nav jî di pirtûka (Bundehishn), ya bi wateya avabune an (xelq kirin e) da hatiye û ew gotine bi zimanê Farisî navîn nivîsiye? Du nivîsê an pirtukê bi vê navî hene yek ji sala 1178 z da heye û yek jî ji sed salê 9 an (z) da maye. Lê ev binavkirin bi xwejî, ji bi navkirineke kevintir hatiye û bêtir gereke ew bi zimanê Mediya ye ango ew ji gotina Ariyana Vaeja da hatiye. Ev Ariyana Vaeja jî (Êranvêjî) jî wateya beheşta ariyane dide. Cihê ku merov lê namirine, heta heta dijîn û li wir hemî kes şa û bextewarine dide. Di Bundehishn bi xwede weku mamoste Andrew Collins dibeje gotine cihê Arîyana Vaeja li Azerbîcanêye, bi wateya Azerbîcana nuha jî cihê Mediya yê di demê kevnde yê bingehîniye. Ji ber ku pir têye bawerkirin Ariyana Vaeja di erdê Mediyade buye.

Gelek û gelek nîşan jî hene, mytolojîya Ariyan hemî di erdê Kurden de pêk hatiye û ti girêdene Farisa pêwîste be hurgulî pêra nine- ji ber ku Faris li cihê tewrî li sînurê imperiya Media buye. Ti cihê kevnare bi çanda Kevin giredeyî wir, ji dervayî Elam li devêrê nîne, ku yek bêje va çande wan berê evbuye. Lê bi giranî ew çande herî Kevin ji Capadokiya ye, ji Çatal Huyuk da ye, ji Şanîder da, ji Hassanlu da û gelek cihê din yê li Kurdistan da dest pêkirine. Ta gav bi gav ew çand gihîştiye Magê Mediya û ji Magê Mediya da wan kultura ariyan temam kirine, nasbikin û pêşixistine. Nuha ev kultur û dîrok ji ber binavkirina Iran jî hemî buye ya Persiya an ya Farisa? Ji ber ku propagande Cihuya jî ji bo berjewendê xwe yê ew bawerine kûrine û her positiv li ser wan peyvîne. Ew kirine ewine yê çande Cihutiyê bihevdura ji wendebunê parastine. Wan jî asteke blind li ba Xudeyê wan Yehvê standine. Ta kirine ew bune, xudiyê kultura Ariyan û hemî çand û kultura cihanî li paş xwe dikişînine? Lê zehmete yek bawerbike, kîjan Xude kane vê nerastiyê qebul bike? Kîjan çand kane, mafê miletekî bide komeke gunehbar din û binavekî din an mirovine din yê peywendiyê xwe tenê bi wê çandêra ji dur û ji dervade pêra hene? Anca tenê Mystîkîsma, merovê di Olêda kûr û xudî berjewendê çewt nedicihê xwada kanin karrê wisa bikin.

Li ber vêjî Faris bi xwe û pêrajî hemu cîhana rojava, bi sedê caran ji me baştir dizanin, hemî mytolojîya miletê Arî ji Kurdistan derçuye. Lê bi xweşî û bi rihetî û bi mebestê nedurust, wê mafîjî didin Farisa û dibêjin her tişt ji Persiya derçuye, tevî ku Persiya ji berî Cyrus bê, navê xwe jî li ti ciha bi çi şêweyî tunebuye. Dema desthilatderî jî birine weku bi şêwazê neyasayî emperiya Mediya bi xwe bi hêza xwa bidesttêwerdaneke veşartî meşandine. Raste wî, Cyrus hine ji mafê miletekî ketî li wê demî, (gotin li ser Cihuya ye), vegerand. Lê çê dibe mafê miletekî yê ku wan ew aniye jî û ji hezarê salande heye, bêye xwerin û inkar kirin, ewjî bavpîrê wî yê mafdarine Kurdine. Di vir da neheqî dertê, ma Xude Yahwa (yahvê) yê çawa vê karî bike, an qebulbike. Çira Xude wê erdê me bide Turka, Farisa û Eraba. Ma Xude hez dike, hun mafê Kurde jêre tort û bela bikin, we li ser Çi? bingehî xwa bi bawer kiriye.

Tenê bi yek alî dema gotina Pers bikar tê, dibe rastbe? Tenê dema ew Persa an Farisa ji sedî sed Kurdbibîninn ew rast dibe. Lê li wê demî dibe, an pêwîste ew eşkere bêjin faris an Pêrs Kurdine û ti bingehê din ji wanra nîne, herweha dibe ew mafê Kurda bitemamî bêyî ti kêmî jî bidinê û lêborîna xwa ji bo wê çewtiyê wêranker yê bune bixwazin. Wê demî gotin rast dibe. Lê eger tenê em bêjin ew Kurdine? Lê kanî mafê Kurden? Çima kirine Kurdek Kurdekî dikuje û xwîna wî bi hesanî dirijîne?

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s