Bûn an (xelqkirina) agir

25 km li jêr bajarê Kayserî ye, li Turkiya nuha, çiyayê Erciyes dikeve. Ew bilindtirîn çiyayê Anatolîyayê ye, 3916 m bilinde. Mazintirîn û ferehtirîn vulkanê demê kevn ewê li wire, ewê li wir çêbuyî ye. Dibêjin rûyê axa wir jî weku rûyê heyvê dixuyê. Celba agir ya li wir herikiye, nerme, lê lava ku di peyra hatiye, hişke. Ji aliyê siruştê da ango (Ba, Baran, berf û bestê) ew celb û lava jê hatiye xwerin û teşeyên taybet yê weku wan nine jê çêbune. Li ti cihê din li vê cîhana me weku wan nine. Burcê berika (kevira) di nava komê berkê mazinde mane. Ew ji Andêzît ne (Andêzît berkê vulkaniye, typê wî di nêv yê Granit û Bazalt de ye). Berik ê weku stuna bilind bune hene. Her kes ê nav û dengê wan bîstiye dixwezin herin lê binhêrin û ecayîbê xwaza yê bibînin.

Dibêjin ji sed sale çarem de xiristîyanê pêşin jî hatine û li bin erdê berê kolayî? Hin kenîseyê xwejî avakirine, dema ew ji ber mirinê û kuştinê reviyane. Karê li vir xwazayî çêbuye bê hempaye (ecêbe). Ew Stûn an (pexare yê- mîna boriyê dû), hin ji wan jî mina kovarkê mazin li banî mane. Ji ber vê jî nav lêkirine, “Pexarê Pêriya”an (fairy land). Li ba Turka jî jêre dibêjin (Peri bacalari). Navê peri her ji nave Kurdî (Pêri) birine û ti maneyê xwe din bi Europara an bi cihê dinra nîne. Ev cihê pexarê Pêriya, li ba ariyan an di nava dîroka kevin da bi cihê fêrêştan an bi cihê (melayîkê ketî) nasbiye, an jî bi cihê bavpîrê pêriya têye nasîn. Ev cîh û nav di sala 1986 an de di filmekîde jî bi nave (”buna agir”) hatiye bikarhênan.

Ev cihê em li ser dipeyvin, Kapadokya ye, mirov hatine li vir li bin erdê, weku miletê şikefta jiyane. Çi raz? an (sur) divê pexarê weku yê dûyê agir de hene. Çi Maneya wê heye ku vir navê burcê pêriya heldigre? ew kesê pêşin li vir jiyane kîbune? Çawa ewê bi melayîkê ketîra bêne girêden? An bi mirovê Teyr yê Kurdistan ra an bi Şamanê Teyra yê Çatal Hûyûk ra. Çatal Hûyûk 165 mîla ji başur-rojavayê bajarê Kayserîye va dure. Di vê nasnameyan da, dîrokek heye, heta ku ew navê taybet lêkirine. Lê wisa ew têye şirovekirin, weku dixuyê ji 10,000 hezar sal bi paşde û bi taybetjî ji demê çande Çatal Hûyûk da ango ji dor 8,000 salê berî zayînê da, tiştek li vê cihî çiyayî xut nehatiye gewrîn.

Eger mirov li xelkê wir binihêre, mirov wê guman bike, eger ev kes ji mayînê xelkê Çatal Hûyûkne û xudiyê ew çande bilindine an na? Ji ber ku gelek mirovê ji derdorê cihê, di vê hezara salê derbasbune da hatine vir, li vir jiyane û dibe ku miletê vir gelekî tevlîhev bubin. Di sedsalê V ta III b.z de hin faris??? hatine wir, lê bi taybetî Magê Media hatine vir û ew jî di sed salê III yemên b.z bi xwe da buye. Her wisa vir bubu cihê penaberê kurd jî. Ewê ji ber zora li ser sînurê rojhelat li wan dibu direviyan. Di demê kevintir da û di demê padîşahtiya Akkadiyan da an demê Sargonê ji Agadê 2334-2227 b.z ê wanjî li wir navendeka bazairganiyê çêkiribu ango li cihê Kultêpa nuha. Lê navê wir kevin Kanêşe. Dura ew kolonî bi destê Hitita (bavpîrê kurda) tune bun.

Dora 12 mîla ji bajarê Kayserî ye (Caesarea) dur, yê di demê Romana da paytextê Kapadokya buye. Tabloyek nivîskî heye û ew nivîs dibêje:”Zîv, zêr û berkê biha ji vir ji (kaneş dibirin Iraka nuha û ji wir xamê weku Teneke û tiştê giredeyî bi cila va ji wir dihanîn.” Lê bi zedêtir ji 4000 sal, berî ku bazirganê Akadî cîh li Asiya biçuk li Kanêş bigrin. Çatal Hûyûk roleke pêşde di çandiniyê da û di karê keresteyê maden da dileystin. Berkê çêkirinê (Berkê Obsêdiyan) bikartanîn. Li ser wê karê wan arkaeolog James Mellaart gotibu, “pêwîste ew karê wan ji bavpîrê wan yê ji pir ji kevin da ji wan re mabu. Lê ew karê wan birastî yekî matmayî û ecêbmayî dihêle. Lema jî yek kane bipirse, ma ew bavpîrê wan yê evxwest kevin wê ji ki hatibun”?

Ji wê pirtir, Çatal Hûyûk bazirganî bi dormedorê xwe ra, bi cihê din li Anatolîya ra bi miletê li Keviyê (kenarê) deriya Medeteranê ra dikirin. Tevî wê jî ti nîşan nîne diyar bikin eger ew ji miletê cîhbune an ji cihine din koçbubune wir. Tenê karê tê zanîn ewe, demê ku ew li wir bune, klîmatorgî (menax) li wir gelekî tevlîhev buye. Karê giring ewe, ku li wê demê Anatolîya dikeve bin demekî nuh yê bestê (cimidê).

Li dor 8500-8300 b.z piştî ku demê nîv germ dibihurin û cimid ji nuhka tê. (Demê nîv germ ji demê ku cimida paşin kutayî dibe da ye, ango ji 9500-9000 salê berî zayînê ye) û demekî cimidê nuh tê ser Asiya biçuk. Ev dem bixwe ra bergeheke dirêj ji berf û sermayê tîne. Ji ber vê klîmatê dijwar xelkê li wir dijiyan cihê xwe di şikefta da û cihê bin erdê da çêkirin. Ji bo ku kanibin jiyana xwe berdewam bikin. Wisa kesê Çatal Hûyûk malê xwe û numêjgehê xwe li bin erdê girtin, bêyî ku pencera û deriyê derva lê bikin û mal hemî gihîştîhev bun. Karê eşkere diyar dike, ew jî zaroyê hin kesine din bun, yê ku ew jî li bin erdê jiyabun. Wisa hatiye dîtin.

Ev tişt ji aliyê arkaeologê nivîskar Edward Bacon da jî hatiye nîşandan û wî di sala 1960 de wisa nivîsiye: ”Wekî dixuyê, bavpîrê vê miletê Çatal Hûyûk li bin erdê dijiyan û ew hêdî hêdî derketine ser erdê, lê hê jî di nêrîna wan de jiyana bin erdê xweştir debînin.” Nimêja wan ya sereke Şamanîzma Teyra buye. Malayîkê ketî yê Kurdistan jî xwe weku Teyra dikirin û per bi xwe va dixistin. Li ba Sumeriya jî Xudeya Anna (Inanna) an Xudeya Ishtar, dadiket bin erdê, diçu cîhana reşiyê û miletê wir bi hesreta ronahî dîtinê bune. Şêfê wir an serokê wir (yê cîhana bin erdê) wî jî cilê weku bi perê Teyran li xwe dikirin, per bi xweva dixistin.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s