Mansur al Hallaj û Şêxê xwe Junayd

[[ Ru 289 ]]

Di nivîsekê bi navê Sufîmaster orgenaisation da, ya ku em hin beşa jê digrin, wisa hatiye: Cara duyê dema Hallaj li ba Shaikhê xwe al Junayd bu. Al Junayd xwest ew her tiştê li ser Dilê Hallj zanibe. Ji ber ku dilê wî pir bi hest buye û ayne weku dilê zarokekî bu. Junayd rohê wî naskir û Xude çi di rohê wî da peydakiribu. Wî didît ku etudiya yê, (şagurt) ê wî, mîna (şagurtekî) mirovekî sewdeliye. (Aşiqe), bi dilekî gelekî pakij weku yê (Kurdekî ye?nivîskar) hezdike û ew bi temamî jî di wê hezkirinêde ye. Di wê hezkirina xwe da wende buye. Ditirsiya jî eger ew ji hezkirina xwa bi durkeve, çiyê çêbibe? [Junayd; nnavê wî Junayd Ibn Muhammad al Qasim al Khazazz al Bhaghdediye. (830-909-10) d.n (demê nuha) jiya ye. Ji Nahawende û malbata wî li Baghdedê danîştine. Ew Kurdekî di sofîtiyê da heliya ye, lê sofîtiya wî bi hajêbune. Ne weku ya Hallaj ya bi ramayê li ser Xude va metirsîdarbuye, jehirkiriye)]. Ew rêya Junayd ya ramiyariyê nase, lê rêyeke cihê ye û gelekî ijdile. Ew hezkirina Xude kane tenê ji yê pê bawer ra bide der. Dema wî Hallaj weku şagirt qebulkir. Ew ji destpêkêde dizane, ewê çetiniya bibîne. Lê ew ji aliyekî dinde diramiya. Xudeyê bi hêz, Xudeyê heşmend, çawa rohê wî (çekiriye-xelqkiriye) rohê Hallaj jî çêkiriye û Xude eger çi bixweze; wê wisa derbas bibe.

Di halê Hallaj da, raza hezkirina wî jiyana wî hemî jehrî kiribu. Xwestina wî, dîtina wî û gihîştina wî an nêzîkbuna wî ji Xudeva pêva grêdayîbu. Ew têdigihîşt, ew nêzîkbun bi roxandina wî ye an bi (fîdekariya) wî ya temam e. Tenê wê demî ew hezkirin kane, cihê xwe bigre, (çêbibe) û rohê wî jî pêra ango bi Xuda ra bibe yek. Wî ango Hallaj wisa gotî; “Xude” “ewe yê [cuane (xweşike) ango (al Jamale)”, “ewe yê pîroze û yê mazine, ango (al Jalale)]”. Hezkirina wî weku çemekiye, yê ku dixweze tevlî ava Ocean (Mohît) bibe û tiştek jî nikare wê rawestîne.

Mamosteyê al Hallaj ango al Junayd bi wî re denuistandin kir. Ji bo ku wî hinekî ker bike, rihet bike, rawestîne. Lê wî di wê wextê bixwede dizanî ku şagirtê wî wisa dixweze? Alîkarîya her mirovê rastê tê bike û rohê wî dikeliya. Wî dixwast li ser hezkirê xwe ji wan re bipeyve. Ji ber vê jî Junayd dizanî ku Hallaj nikare demek dirêj li cihekî bimîne. Ji ber hestê xwe yê hundur ew timê virde wêde diçu. Al Hallaj yê ku Xude bi hebuna wî xweş dibe. Dema hê ew gencbu gotibu: “Hezkirin min, xwestina dilê min, weku hesinê di agir de sorbuyî yê di dilêminda hatiye kolan.” Bi vê zimanê Baweriyê, (Olê) jî wisa gotibu:

“Ezim ewê hezdikime û ewê hezdikim jî ezim

Em du rohine di yek laşdene

Eger tu min debînê, tu wî jî dibînê

Eger tu wî dibînê, tu me herduya dibînê”

Al hallaj di dilê xwe da, di hundurê xwe da dizane. Ew kane Xude bibîne, Xuda di her tiştê (xelqkirî-çêkirî da) diyare. Lê wî digot jî, “milet kûre, nezane, weku lawirane, nikarin Xude nasbikin. Digot; yê hezkir nikare dilopeke av vexwe, eger rûyê xwe di Piyalê da, di (kasê) da nebîne. Xude ewe yê weku ava di nav dil û perîcardium da ye. [ pericardium, turikê ku dil têde ye]. Xude weku rundikê ji çava têne xwere.”

Di helbesteke xwede dibêje:

“Mın Xude bi çavê dilê xwe dît

Û min got: raste ti guman nîne ku ew tuye

Tuye ewê ez di her tiştekîde dibînime

Û ez çi tiştekî din ji blî te nabînim

Tuye Xudeyê li her cihî ye

Ti cîh nîne tu tenê ye

Eger cihek heye tu lê ye

Ew cîh nuha tuye

Eger xeyalek ji bo xeyalkirina te be

Ew xeyal wê nuha li cihê tu lê be

Ez hemu tiştî têdigihêm, ew tiştê ez dibînim

Aghayê min (mazinê min), min bibihurîne û min pîroz (bextewar) bike

Ez çi kesî senakim ji bilî te

Piştî demekî al Hallaj gelekî nasbu. lê mirovê Olê hezlê nedikirin û dubiyê xwe (gumanê xwe) li ser ecêbê ku wî gotine dihanîn ziman, bi bîr tanîn. Tevî hin ji gotinê wî hezlê dikirin jî. Hallaj dibêje: “Ez ecêbê xwe ji min û te heltînim, te ez ji (nefsa) min dur kirim. Te ez nêzîkî xwe kirim, heta min got ez tume” (ji Xude ra ) dibêje.

Mirovê Olî ji wî turebûn, dema bihîstin ku wî gotî: “Rohê min û yê te li nêzîkbun û li dûrbînê tevlîhev bûne. Li pêleyê (li derecê) ku tu ezim û ez tu me.” Nasê wî yeku, yeku xwe ji Hallaj dûr kirin.

Lê gotinê Hallaj di virde weku yê Jesus ne an weku yê (Isa) ne. Li demê berî ew li ser xaçvebe, wî gotibu; Ez dixwezim biçim ba bavê xwe ewê li jor û jiyana min wê li wir berdewam bibe. Cihuya ew gotin lê girtibun, çawa mirovek kane, bêje, Xude bavê wî ye û li ser wan gotina ew kûştin. Dura jî wan bi xwe kirin ew lawê Xudeye û mirov nikare yarmetiyê seranser bigre, lê tenê bi rêya Jesus ew çêdibe, dema dîtin Jesus (Isa) ji cîhanê de hezkiriye.?

Di paş wê demîra mirovê Olî destpêkirin li ser Hallaj bêjin ew (Zindîqe). Bi tayebetî li ser gotina wî; “Rohê te û yê min weku vinê (Meyê) û ava zelal, tevlîhevbûne û eger tiştek bigihê te, digihê min jî”

Li Bexdeyê êriş li ser zêde dibin. Ji ber wê ew Bexdeyê dihêle û cilê Sofiya jî ji xwe dike. Lê dilê wî û ramayê wî her weku xwe demînin. Wî çi carî rêya Xude (Allah) jî nehîşt û ti tiştî nekarîbu agirê dilê wî bikûje (vemirîne) û wî rûyên Xude di her tiştê dora xwede didît.

Di pênc salê ew ji Baxdeyê durketibûde. Wî rojê xwe li (Xorasan), Transoxania (nîvê asiya) û li Sistan derbaskiribun. Ji wir jî vegeriya Ahwaz, li başur rojava yê Erana nuha û li wir cihê xwe girt ango denîşt. Miletê wir hemî hezlêkir, ji ber ku ew li ser razê (surê) di dilê xwede dipeyvî û heta jêre gotin xudiyê (raza-sura).

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s