Mag û Magizm

[[ Ru 56 ]]

Pêwîste mirov zanibe roleke magan ya gelekî mazin û bingehînî hebuye. Lê mixabin, Kurd hê ji demê der dorê xwe girtîde azad nebune, ku bi gavê mazin herine pêş. Magîzm mirov kare bêje sînurê jiyana kevin û nuh ne, sînurê ramayên kevn û yê nuh ne. Wan ideê kevin û nuh gihandine hev û bingehê baweriyên nuha hene demezrandine. Lê mîstîkîzma Cihutiyê û Xiristîyanîtiye mafê wan bi carekê wende dike û ji ber bê xebatiya me jî nuha em hema berbe paşde çunê dizîvirin.

 

Megan idêya xêr û şer derhênane û ew bingehê filosofiya Kurda ye û Hîmê fîlosofiya cihaniye. Bi vê ramayê bingeh ê Zerdeştiyê jî hatiye danan. Herwiha Mithra jî weku Xudeyê arîkar ji Ahura ra ye û carna jî ew bixwa ye. Ji wî de jî Mithraism peyde dibe û ew jî bingehê Xiristîyanîtiyê ye. Gelek ramayê Magan di Cihutiyê de jî cîh digrin û Cihutî li ser, Magîzmê û ramayê hin faraouniyên Misrê ava dibe.

 

Ramayên bingeh yê Magîzmê li ser hêza xêre û li ser hêza şere, ahuras û deevas ( ahura û dêw). Wan ev hêz herdu bi wek hevî rumet daniyê, jêre rêz girtne û qurban (gorî) ji herduya ra pêşkêş kirine. Dema Zerdeştê paşin hatiye, Zerdeşt ramayê Magan pêşî ragirtine û jêre gotiye erê û wisa ew di Mêdiya de maye û cîh girtiye. Lê piştî demekî Zardeşt bi ramayê xwe berbe yek buna Xude çuye ji dualîsmê dur ketiye, tenê rêza wî ji Ahura Mazda ra maye. Xude yê şer (Angra Mainyu-Ahrîman) ji baweriya xwe avêtiye, dibe ew li bin bandora an şunpêya Cihu û Cîhuzmê be, yê li pey demê surguniyê li Media (Kurdisatan) gelek bune? Mega bi rik û (israr) baweriya xwe ber nedene û her rêz ji bo herdu Xudeyanra giritine. Di bin tesîra Cihuyên ku surgun bubun Mediya da yê bi taybet li bajarê Medî Susa û Raghayê pir hebune wan hin ji Kurde jî bi nêrînê Zardeşt ê paşin bibawer kirine û wan civateke nuh, enyeke nuh ji civata Media derhênane.

 

nav û hin nasbun

Magi; bi latînî ji piriya (pluralê) gotina Maguse, bi Greekiya kevin jî Magos tê gotin. Bi ingilîzî eger yek be, dibe magian, mage, magîzm an jî (Magusaean) tê. Ev navkirina paşin bi hindikî ji sedsalê 4 b.z da bikartê.

 

Magi kîne? Miletê Arîyana Vaeja ne! (Ew cihê ariyan yê herî pêşine). Wan magê xwe wendekirin, eger na, wan kanîbu ji mera bêjin çi buha ji rama û îdeê Greka û Cihuya ra têde hebune. Ji ber ku van kesê em dibêjin tenê tiştê xizmetê miletê wan dike û xizmetê berjewêndîyê wan dike, gotine û helgirtine. Netewa Arîyana Vaejah jî, beyî Magê xwe yê lêkolîner gelek ji zanebunê xwe wendekirin, li herêma me ya rojhelata navîn û li dervayî herêma me jî.

 

Mag-ush, wateya, ewê zanebuna fêrdikin dide. Mag, dibêje, numêjê dike, hewildide. Ush, zanebune, huşiyariye, huşiyariya rohiye, olîye. Dema Jesus lawê Mariam dibe, sê mirovê heşmend an sê padîşah an sê Mag dibe? Ewê bavpîrê Mediane (Kurdene) û belkî farsek bi wateya teng jî hebuye, diçin Ursalêm (Qudus) ji bo (Jesus) nuh buye pîroz bikin, Çima?..

 

Kurd û miletê Iran yê ji Kurdeva nêzîk, xudiyê şaristaniya herî kevin ya mirovatiyê ne. Wan ola xwe baweriya bi Xude Mitha dibêjin ji 9 hezar salê b.z de destpêkiriye û jera gotine ola Mitra an (Mehr). Di filozofîya Kurd de, Xude ne weku mirove. Lê Xude hêze, Xude weku rojê ye. Airîyana Vaejah jî carekê, bi rama Xudera derçu. General leşkerî Harpagus yê bubu serkêşê an serleşkerê sê padîşahê impêriya Media (Kurde), Magîzm wisa şirovekiriye:”Magi an (mag) weku mirovê zaniyariyê yê fermî bune, yê xwendina gerdonî (çerxa gerdonî) û zanebunê ola Mitra bune û di pêra jî xudiyê zanebunê ola Zardeşt bune. Wan zanebunê olî ji milet ra digotin. Ew di nav koma heşmende de û zanyarîyê keresteyî de bune û wan pêşeroja mirovan û pêşeroja erdê hewildidan.”

 

Wan zanabuna xwe ji herdu Olê me gotine dihanîn. Cîhan ji armanca du hêzê li hember heve. Hêza yekem ya Ahuramazda (ya Xude ye-xêre), wî cîhan çêkiriye, ew dixwaze mirov di aştiyêde bijî û erd bê parastin. Ji bo ku mirov birihetî, şa li ser vê erdî bijî. Hêza duyem, ya Angra Mainyu ye (ya şere), ew jî rêçikê nebaş (xirap) li pêşiya mirov dike. Ew hêza nebaş Auramazda rê dayê, rê jê re vekir ku heşê mirova biguhêre, ji bo karê nebaş bikin, bi armanca ku ew hemu tişta, keresteyê buha ji bo xwe kombikn.

 

Ev eşkere dike, Ahuramazda xwest, tecrîbeya mirovan darêxe, (bike). Eger ewê li pey Angra Mainyu bimeşin û xêr û xêrata ji kesên din bidizin. Ji bo ew bi teniya bi xweşî bijîn an na? Jêdera şera û kuştinê ji tîmayîya çend mirovê têrnabin tê. Ew xwe dikin (xwe xuya dikin) ew olderine û ew ji yê din an ji mirovê din zîrektirine. Ew xwe dixin komê Olî cihê û sazumanê polîtîkê û ew hemu tiştî dixwezin û dibin. Ew bi komkirina keresteyê buha (zengîn) dibin û dixwezin bigihên kapîtal (sermiyandariyê), hêzê. Ji bo ku hêza netewan û miletan konrtol bikin.

Başî, her (tiştê baş) di cîhanêde ji ba Ahuramazda tê, her tiştê xirap ji ba Angra mainyu tê. Dîroka mirovatiyê, dîroka bihevçunêye, dîroka Angra Mainyu û miletê li pê diçine û yê li pey zanebunê wî dimeşine. Wan cîhana Ahuramazda standine û gewirîne (nebaş kirine), şer û bihevçun ji bo berjewendê xwe peydekirine. Dema mirovatî rastiyê li ser vê hêza Angramayniyu bizanibe û ew çi dixwezin, wê demê cîhan wê li hember wan bibe yek û yê wan bicarekê wende bikin, biroxînin, ewên zaroyê şer.

 

Lê heta ew dem bê, mirovatî wê berdewam di şer û bihevçunêde be. Ew mirov an komê mirova yê karê şeytanî dikin, Ahuramazda berpirsiyariya wan ji bo şer daniye pêşiya wan û wan dibîne. Zardeşt jî bi yasayê jê re hatine wan dibîne. Ew dem wê bê, li gorî hejmartina Maga, ewê yasaya bidin hê ji dayîka xwe nebune, navê wan ”Saoşyantine (45).” Ewê bên ji bo Angra Mainyu û ewê xwe dikin, ew Olderine û başine, lê di rastiya xwede kehniya nerihetî û karê Angramaynuyîtiyê ne. Ewê wan bigrin û yê wan biruxînin, wende bikin. Wan kir mirovatî têkeve şera bihevra, têkeve ruxandina, êşa û işkenceya di demê dîrokîde.

 

Mirovê bi şabun û xweşî ji mirinê rabin, li taliyê, ew ji Angra Mainyu azadine û  ji şagirtê wî azadine. Evine, mirovê ku hebun û zengîniya cihanê jê re (ji bo) giringine. Angramaynu yê  kapital heldigrin, wê wendebibin û li taliyê milet wê bi jiyana xwe şabe û yasayê ji bo jiyana rast wê serdest bibin. Oldarê Zardeştî bawerine. Mirov an mirovatî di asta şerê hundirîn de ye, şerê başiyê û nebaşiyê de ye. Di demê Zardeşt da ew di şerê bi heftan ra, yê  bi vedibrusin ra bu, rohê xwe çu beheştê, li wir Xude Ahuramazda jê re xuyan bu û jêre got:” Min hêzeke dij çêkir, ji bo mirovatiyê ji nuhka berpirsiyar bike û ev hêz ya Aura Mainyu ye (hêza şere),” ew roh û alîgirê şere.

 

Ahuramazda Zerdeşt (pîroz kir-berxudar kir), ji bo ku wî kir hemî mirov di jiyana xwede kanibin helbijêrin, helbijartina xêr an şer bikin. Dixuyê Ola Zardeşt li ser rastî û wateyê bilinde. Zardeştî bawerin, pêwîste mirov azad be, azad helbijartina xêr û şer bike, rastî û çewtiyê, gotina rastiyê an gotina derewa bike, karê bi şeref an karê bê şeref bike, karê xizmetkariyê an karê desthilatderiyê bike. Reşiyê an ronahiyê bigre. Her mirovek ji ber, kar, gotin an ramiyariya xwe va berpirsiyare. Ew çibike seranser tesîra wê kiriyarê an şunpêya wê yê li jîyana wî xuyabikin û piştî mirinê jî li ser jîyana wî ya piştî mirinê jî xuyabikin.

 

Rohê mirov wê were darizandin, hemu mirovê ji nuka wê vegerin jiyanê. Ramaya beheştê û dojehê û rabuna beden, laşê mirov piştî mirinê. Ev rama tesîra wan an (şunpêyê wan) wê li ser Olê din li ser erdê bi hezarê sala wê bimîne. Numune, Ola islamê, ew rama ji Zardeştiyê birine?. Piştî beheşt dît pêxember Zardeşt, geriya mal ji bo ku baweriya xwe pêş mirovan bike an nujenkirina ku despêkiriye bide nasîn. [ çuna Zardeşt bo Beheştê, weku çuna Muhammad bo Beheştê dengdide?]

 

”[45] Saoşyant” Saoşyant, navê Zardeşt yê ji Messeiah ra ango ji rizgarker ra ye bi (arabî dibêjin Isa Al Mesîh-rizgarkere). Saoşyant; wateya ”tu hemu tiştî dide; tu li ser û li paş wateya ye, tu rizgarkere.”Gelek bawerine, Isa ji miletê Media ye, ew jî bi xwe ji milet an netewa ”Airîyana Vaejah” ye. Di dema Babîloniya da (herêma Cihuya) bi arikariya Media nuh girtibun û ew di nav Cihuya de mabun. Dibe ew jî Messiah yê wan bu. Wê uştê jî sê Magê ji Madeyu û ji Parsu, dema buna wî ango buna Isa, ew çun Ursalêm (serlêdena) wî kirin û diyarî ji wî re pêşkêşkirin. Ji ber ku ew ji wan bi xwe bu û ew bawerbun ew rizgarkere.

 

(Ev pêşkêşkirinê jor yê paşin ji nivîsê Hama Mirwaisi hatine wergirtin, ew xudiyê pirtûka MEDÎ JI NUKA DIGERIN E û li USA dimîne,2010 ev pirtuk derhatiye)

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s