Hin musulmanê sunni rêya Neqşîbandiyê çawa dibînin

[[ Ru 37 ]]

Bi gelemperî nêrîna şêxîtiyê xwe wisa pêşkêş dike: “Em ji ewê tewrî biha Xuda re nimêjê  dikin, em afuya wî dixwazin. Ew ji mere meskene cihê rawestanê ye cihê vehoşê (istirahetê ye), em xwe ji şerê nefsê xwe, xwe dur dikin û ji şerê karê xwe, xwe dur dikin. Eger Xuda rêya rast nîşanî yekî bike, kes nekare rêya wî şaş bike û eger yek Allah rêya wî şaş bike, çi kes nekare rêya wî rast bike. Ez şahdetiya xwe didim ku ti kes ji dervayî Xuda nîne ku hêjaî numêjê û îîbadetê be. Tu kes weku wî nîne. Ez şahdetiyê didim Muhammad salawat û çavnêriyê Allaah li ser bin, koleyê Xuda û rêşanê Xudaye. Mila aşîtî û pîroziya Xuda li ser pêxemberê paşin bin (salawt û çavnêriya Xuda li ser bin), li ser malbata wî, hevalbendê wî, etbaahê wî, heta roja paşin ya jiyanê

Ew li bin siya Quran û hadîsa da, rêyê rast debînin û rêyê çewt jê dur debin. Bi dirêjiya sala ra weku hin debîinin, rêya gewrînê (inhyrafê) jî destpêkiriye bikeve nêv rêya musulmana û dixwezin musulmantiyê ji rêya wê rasteqînî bi durxînin. Lê weku ev hin musulman debînin, rêya Neqşîbendîyê rêyeke gelekî bi metirsiye li ser islam û musulmanan, ji ber vê emê hine ji rexneyê wan diyar bikin.

Li aliyê din debînin, ku miletê musulman yê (am-gelemper) weku beredayî ne. Ji ber vê jî dibînin ew bi hewcey şêxa ne ji bo rêya wan ji wan re rast biken. Ew dibêjin jî ayatê Qurana pîroz du wateyê xwe hene, wateya zahîrî heye ya ku hemî alam (kes dinase, kane binase) û wateya xwe Batinî jî heye, ew jî tenê şêx dinase an dinasin. Ji ber vê miletê am nikare ji Xuda va nêzîk bibe, lê belê bi rêya şêx, şêx kane wan ji Xuda va nêzîk bike, eger ew bê pirs û danûstandin, ew itahetiya xwe ji şêxa ra diyar biken. Metirsiya vê nêrînê vê grupê, grupa şêxitiyê, ji layekî da hîkmeta musulmantiyê diyar dike. Ji alîyekî dinda jî dixwezin musulmantiyê ji rêya wê ya rast bi durbikin, dixuyê wisa hin musulmanê sunnî Ortodoxî ango (klasîkî-ayîndeyî) wisa debînin. Li jêr emê nêrînê herdualiya di xalê jêr yê bên da bidin berhev.

  1. Ji bo aşkerekirina nêrînên ji vê awayî emê zora xwe bidin ser çi tiştê Allah di Quranê da gotiye û çi tiştê pêxember di hadîsê xwe da diyar kiriye û emê wan bi gotinê wan yê fermî belavkirî ra bidin ber hev. Musulman dibêjin (baweriya mirov pêwîste tenê bi Xuda be), ev di fesilê (suret) 22 ayet 6 da hatiye, lê ew (Naqşîbendî ) dibêjin, baweriya me bi Aba Zaid al-Bistamî heye. Di pirtûka Rêya Naqşîbandiyê da hatiye Aba Zayd al-Bistami gotiye :”ez bawerî me (ez haqqim) eger yê vê ta careke tenê jî bixwîne, wê bigihê cihê ku pêxember û ewliya negihîştiniyê.” Musulman dibêjin; “Ev gotin eşkere şeraketê bi Xudara çêdike.”
  1. Kes nikare emrê Xuda red bike, di Quranê da hatiye, dema dixweze karekî bike, dibêje: “bibe û ew dibe” ev di fesilê 36 ayeta 82 yan da ye. Şaixê Naqşîbendî  yekîtiyê bi Xuda ra dawe dikin. Di pirtûka Mohît al-şukur ya Neqşîbendîyan da beşê yek rûyên 33 da: dibêje weli tenê dikare ji tiştekîra bêje bibe û ew dibe. Ev jî nîşaneke din ya şeraketa bi Xuda ra ye, di musulmantiyê da pîrozî tenê ji Xudaya ra ye.
  1. Di musulmantiyê da “ kes nikare bigihîje asta pêxemberan an ashaaban” ev hadîseke nas e têda pêxember gotî: “kesê tewrî baş yê ji cîlê minine û yê li pey wan bêne û yê li pey wanê paşin bêne ne” Ev di Saheeh al-Bukaaree da hatiye cildê 5, Hadisa nr 3, ji pirtûka wergerandina Erebi-Engilîzî. Di fikra Naqshbandiyyah da “hin kes karin bigihên asta Pêxember û Ashaaban û karin wan derbaskin jî” di rûyên 1 yê pirtûka rêya Neqşîbendiyê da û di rûyên 4 da jî wisa hatiye: “ bi taybetî ew kesê li ser sunnetên pêxember dimeşin, rêyê ji wan re vebin ku ew ji Pêxember û Ashaaban ra venebune”ev gotinê wisa eşkere li dijî musulmantiya nasbuyî ne.
  1. Di islamê da Allah Subhaanehu wa tahaala dibêje “tu bi emanetê (hest dike) ew li esmanê jore,  li jore li beheştê ye, ew Xuda yê neke uşt ku wîn bi erdêva bihev re bimrin”. Ev di faslê 67 ayeta 16 da hatiye. Di hadisek dirêj di Saheeh al Muslem da, yek ji ashabayê Pexember Muhawiye Ibn al-Hakam (Radiallahu anhu) cariya xwe ya ku mihê wî Çavdêrî lê dikirin, azad kir. Ji kar berda û ew diçe ba pêxember û jê dipirse çi pêwiste muqabilî berdana wê bike. Pêxember jê re got wê hune ba min û Muhawiyeh ew bir ba pêxembber (sallaalahu alyhî wasallam), pexember jê pirsî Xuda li kow ye? wê got Xuda li ezmanê jore, dîsa jê pirsî ez kîme? Wê got tu rêşanê Xuda ye. Dura Pêxamber got wê azad bike ew bawermendeke ji dile.
  1. Di Neqşîbendiyê de dibêjin “Xuda li her cihekî ye” di rûyên 13 ya pirtûka Haqiqat ul Haqqani da hatiye nivîsîn: Allah al-Qader wel muqteder li her cihekîye û bi taybetî di mala Xuda da ye (mizgeft) wekî wî bi xwe gotiye ev mala Xudaye. Madam ew mala Xuda ye dibê ew jî li mala xwe be.
  1. Musulman debînin gotina Xuda li her cihekî ye, ne ji fîkra musulmana ye, eger Xuda li her cihekî ba, Çima pêxember wê di şeva Mîracê da heft ezman kut kiribana ji bo here Xuda bibîne. Eger Xuda li her cihekî ba pêxember wê ew li mala xwe dîtiba.

Musulman bawerin ti zanebunê roja qiyametê ji bilî Xuda li ba kesî din nîne, Xuda di Quranê da gotiye: “ zanebuna wê rojê bidest Xuda da ye” F-31, Ayet-34.

  1. Di hadîseke pir nas de Cebraîl tê mîvandariya mirovekî, em li vir beşekî ji hadîsê yê ji mera pêwîste dixwînin. “Cabrîl ji pêxember dipirse, dibêje ji min ra li ser saatê xeber bide ango (ser roja paşin), pêxember lê vegerand û got, yê te jê pirsiye ji pirskar zedêtir li ser vê pirsê nizane” (Sahiih al-muslêm, cild 1hadis nr 4, wergera engilîzî).
  1. Neqşîbendî dibêjin : Şêx, ilmê xwe li ser roja paşin heye. Di pirtûka (mohîtt al-shukur da) destpêka rûyên 19 han da ye.
  1. Nîşanen nuha diyar dibin û hene, ji mera xeber didin ku roja paşin pir nêzîke û wê di du salan da bê û buyerê mezin jî wê çê bibin (ji pirtûka Mohît al-shukur, 1987 da belav buye). Ev pirtûka tê da wisa hatiye, ji demê wê da gelek sal derbasbune û roja paşin hê nehatiye. Yê çawa wisa be? musulman dibêjin eger Xuda be eşkere gotiye: “ne kesek ji azimana an jî li ser erdê ji bilî Xuda bi tiştê veşirtî ne zane”                 

 

  1. Baweriya islamî dibêje: “yê bawer dikin û yê ne bawermend ne weku hevin” Xuda di Quranêda gotî cudabuna nêv yê bawermend û ne bawermend weku yê ker û kure û yê bi çave û dibîsêye, guhê xwe bidinê û bêjin çawa wekhevin. Quran fesilê 11 ayet 24.
  1. Di Neqşîbendiyê da dibêjin yê bawermend û ne bawermend wekhevin. Di pirtûka (rêya Neqşîbendiyê) da gotine: “Xuda nekare cudatiyê bixe nav yê bawermend û yê nebawermend (faasiq, yê karê xirap dike), di rastiyê da li ba Xuda herdu weku hevin” û di rûyên 16 yan eynî pirtûk da jî hatiye: Xuda nekare cudatiyê bixe nav yê kaafir an derewan û yê pîroz an pêxember.

Baweriya islamî dibêje. Navber di nêv Xuda û mirov da nîne. Allah subhaanehu wa taa ala di Quranê da dibêje:“Dema koleyê min li ser min ji te dipirsin ya Muhammad jê re bêje, ez di zanebuna wan de nêzîkî wanim û ez dengê ewê bi hurmet bang dikin dibîsim.” Quran fesilê 2 ayet 189

Di Neqşîbendiyê da dibêjin şêx navberê mirov û Xuda ye, di pirtûka haqiqat al-Haqni da hatiye: “Eger Mawlana şêx Nazim di nêv me û Sayyiduna Mahdi (Alai) da neba an di nêv me û pêxemberê pîroz Muhammad (sal) da neba an di nêv me û Xuda yê tev bi hêz da neba, kesekî nekarî bigihîje ilmê Xudayî… Ev heye ji ber ku Mawlana Şêx Nazim navberê me û vê estesunna ye.

Lêkolîna musulmana li ser vê babetê ewe ku hebuna navber di nêv mirov û Xuda da netiştekî ji musulmantiyê ye û ew dibînin ev tiştekî ji demê ne baweriyê ye, ji demê (Paganîsmê) ye û xiristiyana (mesîhiya) jî ji wan ji xwe re girtine û ew bawerin keşe an haxam karê navberiya mirovan û Xuda dikin.

  1. 8.      Di baweriya musulman da roja hesab kesek di nêv Xuda û mirov da nîne peyvê wan bigihîne hev: ne kesek ji we lê Xuda bi xwe wê  pêra bi peyve û ti kes  peyvê ranagihîne” (Sunnan ibn Maajah,cild 1, Hadisa nr 185, wergera engilîzî). Di Neqşîbendiyê da dibêje:”Şêx peyva nêv Xuda û mirov roja hesab radigihîne.” Di pirtûka haqiqat ul haqani da rûyên 11 em kanin vê bixwînin: “Eger Şaix Bayyata xwe bide mirovekî, wê herdem bi wê mirovî ra be, ta roja hesabjî ewê pêra be û dema Xuda pirsa ji wî bike ewê bersîva ji ber da bide” (li vir, Bayyat, wateya çî dide? Hezkirine, desture, hevaltiye, qebukirina wî weku hevale….). Baweriya musulman dibêje: eger tiştek çê dibe (di paşda xwestineke Xudayî heye), yek ji suhbetê Muhammad (sal) yê pêra, jê re dibêje: eger Xuda bixweze û tu bixweze, pêxember bi lez ji wî re rast dike û dibêje, tu min dike hevalê Xuda? Tenê bêje eger Xuda bixweze. (ji civînê Ahmedê Arabiye). Neqşîbendî dibêjin: Eger Xuda û Ewliya bixwezin. Ev di rûyên 23 ya Qutub us Sailan da hatiye, ew nivîsa serokê grupeke miheliye.
  2. 9.      Di baweriya musulmanda hatiye: xeliq (çê kirin) di destê Xuda da ye. Di quranê da hatiye, (Allaah gotiye): Xuda wekîle, wekîlê her tiştiye (Quran fesil 11,ayet ).

Di naqshbandiyyah da dibêjin: Şêx barê çêkirin (xelq kirinê) ra dike, heldigre. Di rûyên 15 da ji pirtûka haqiqat ul haqani da dibêjin: Her çi tiştê tu pê dizane, de bin çavdêriya rohî ya sultanê ewliya da ye, ew barê cinsê mirov li vê jiyanê heldigre ew barê cinsê cin û periya jî li vê jiyanê heldigre.

Ev gotinên jorê bi şêweyekî eşkere bi nêrîna musulman, diyar dike ku ew hevalbendiyê şeraketê bi Xuda ra dike.

  1. Di baweriya musulmanda hatiye: kes nikare ji bilî Xuda halê xirap biguhêre.

Allah sbhanehu wa taala di Quranêda gotiye: Eger Xuda tu xistiye halekî xirap, ji bilî wî kes nukare halê te biguhêre. (Quran fesilê 6 ayet 17). Di naqshbandiyya da dibêjin: Şêx kane halê xirap biguhêre. Di pirtûka haqiqat ul haqani da rûyên 26 meqtaaha (paragrafê) duyem da hatie: Eger halekî nexweş ji murudekî wî re bê hêza Şêx heye ew wê halî biguhêre.

  1. Di baweriya musulmand hatiye: kesek ji bilî Xuda nikare kesekî bibe beheştê an ji agir biparêze. Muhammad (sal) di hadiseke nas da dibêje, ey miletê Qureish eger hun tiştê baş bikin, Xuda wê emanetê bide we, ez ticarî nikarim xizmetê we li hember viyana Xuda bikim, ey kurê Abdul Muttalib, ez nikarim xizmetê we li hember viyana Xuda bikim. Wa amê min Abbas ibn Abd al-Muttalib, wa metka min Safiyyah, ez nikarim li hember viyana Xuda alîkarî we bikim. Ey Fatima keça Muhammad tu çi bipirsê ezê bikim, lê ez nikarim li hember viyana Xuda yarmetî te bikim. (Saheehu Muslem, cild 1, nr 401 wergera engilîzî). Di Neqşîbendiyê da dibêjin: Şêx kane yekî  bibe beheştê an ji agir bi parêze. Di pirtûka haqiqat ul haqanida rûyên 35 li bin sernivîsa, di gorêda pirs nayêne kirin dibêje: “Şêx rê nade ti kes biçe dujehê, Şêx Nazim wê hemî mureedê xwe bibe beheştê”.
  1. Di baweriya musulmanda: fêrêşt (malayîkê) mirinê wê rohê mirov bistîne. Di Quranêda hatiye: Bêje fêrêştê mirinê yê li ser teye wê rohê te bistîne û wê te bibe ba Xuda. (Quran fesilê 32 ayet 11). Di Neqşîbendiyê da dibêjin: Şêx rohê yekî distîne. 

Di pirtûka haqiqat ul haqani da rûyên 35, li bin sernivîsa di gorêda pirs nîne mirov kare vê bixwîne: “weku her kes yê tabîîhê mawlana Şêx nazim weku mureed, çi karê fêrêştê mirinê esraîl pêra nîne, rohê vî mirovî li demê mirinê wê ji alîyê mawlana Şêx Nazim da bê istandin, ewê nirînekê li mureedê xwe binhêre û rohê wî wê laşê wî bi carekê  bihêle.Ti karê fêrêştê mirinê an fêrêştê goran bi mureedê Şêx Nazim ra nîne.”

13. Di baweriya musulman da tiştê veşartî nîne, her tişt di Quran û Sunneh da ye  Pêxember (sal) di hadiseke xwe nas da dibêje: “min tişt ji tiştê Xuda emrî we kiriye nehîştiye ji bilî tiştê min bi xwe ji were gotiye, nejî ji tiştê Xuda ji bo we ne yasa kiriye ji bilî tiştê min ji wera ne yasakiriye” (Saheeh al-Bayhaqi 7:76 bi Arabi). Bibîne Xuda çi emir dike: bêje ne kes ji bahaştê û ne kes ji ser erdê bi tiştê nedîtî ji bilî Xuda nezane. (Quran fesilê 27 ayet 65)

Di Neqşîbendiyê da dibêje: Şêx ilmê veşartî li ba heye. Di pirtûka haqiqat ul haqani da rûyênê 60-61 bixwîne meqtaah (paragraf) 3 mirov kare bixwîne:”li ba Mawlana Nazim ilmek zêde pir hatiye kom kirin û neqlî mureedê xwe kiriye, ev ilm li ser jiyana her roj ya ku mureeda li ser pirsîne, ilmê li ser baweriyê ye û hê jî gelek mawdouhê din hene. Mawlana Nazim li ser peyvîye û bersîv dane. Dema ev ragyhandin ji alîyê Şêx bo mureeda çêbuye, ta ew nuha ne bi hewcey pirtûka ne ku xwe têda mijul bikeyin

  1. Di baweriya musulmanda hatiye: kengî Xuda ji koleyê xwe hez dike. Xuda gotiyê:”Ew tiştê herî zêde yê ku koleyê min nêzîkî min dike, ew tiştê xweşiya min pê tê ye û koleyê min bi becîhanîna (nawafila ango ibaadeta dervayî tiştê gerek, ibadeta dervayî wextê pêwîst) nêzîkî min dibe, ta ez ji wî hez dikim û ew dibe hestê bihîstinê yê pê min dibhîse û hestê dîtinê yê pê min dibîne û bi destê xwe digire.”(Saheeh ul Bokhari, cild 8 hadis 509, ji Arabi wergerandî engilîzî). Naqshbandiyyah temam eksî vê gotinên jor debînin.
  2. Di pirtûka heqîkat ul haqanida da rûyên 62 û li maqtaahê paşin mirov kare, kane bixwîne:”hin mureedê Şêx Nazim yê taybet, dikin Mawlana di xewnêda tê ba wan, dema wisa çê dibe ew zaniyariya xwe (huyê-xwe) wenda dikin, nasiya xwe wenda dikin û xwe debînin ew Şêx bi xwene, demê ew dinihêrin ew bi çavê Şêx debînin û ew bi guhê Şêx dibihîsin dema ew guhdar dikin û ew gotinê Şêx dipeyvin, dema ew dipeyvin.” Weku vê dîtinê li ba xiristîyanan jî heye, eger yê temam bi Jesus bawerbike ew kurê Xudaye û ew ji bo, weşan an durkrina gunehê mirovan hatiye gorîkirn, eger yek wisa bi dil û can bibîne ew jî weku Jesus bi xwe dibe û kane nexweşa jî çêbike.

14.       Neqşîbendî bawerin Şêx kane li hemdemi li gelek ciha bê xuyakirin. Di pirtûka haqiqat ul haqani da rûyên 33 wisa hatiye: “Mawlana Şêx Nazim kane bi tîpê xwe û laşê xwe li çend ciha û bevhra xuya bike.

Di heman pirtûkê da rûyênê 65 maqtaah 2 hatiye:”Carina mureed neqil dibin derin welatên din. Numune ew caran di demeke bruskda ew çune London… serî li Mekê û Medînê, London û Bexdad di demeke brusk da bi hêza Şêx Nazim û xwestina wî serî lê dane.          

Nêrîna musulmanan ji vê dîtinê çiye? Di hadisekê da Muhammad (sal) gotî: sê tîpê cina hene yek ji wan di ezymana ra difire. Ew ji alîyê (al-Haakim, Tabaraani û al-Baihaqi da ji Arabî) hatiye wergerandin.

Di Quranêda jî hatiye, Xuda taala gotiye:” hin mirovan bi rêya mêraniya xwe cîh di nav cina da girtine, lê mirovê wek wan kufur û guneh zêde kirine” (Quran 72:6)

Neqşîbendî dibêjin: Şêx du rûyên wî hene. Di pirtûka haqiqat ul haqani da rûyên 21 di paragrafê yek da wesfa Şêx dide mirov kane wisa bixwîne: “ Şêx nuha rûyên wî yek berbi mexluqata ye û yê din berbi Xudayê hertiştî kanê ye, ji ber vê ew herdem bi Xudara ye.” Nêrîna musulmanan ji bawerkirina jor ya Neqşîbendî ra çiye?

Muhammad, di hadisaka xweda ya ji alîyê sahaba Abu Huriara (Radiaallahu anhu da) hatiye rageyandin gotiye: “xeraptirîn mirov yê bi du ruyaye”(Saheehu Muslem, cild 4 hadisa 6300).

Ashabakî din bi navê Ammar (radiallahu anhu) gotiye Pêxember (sal) gotî: “ew kesê ku du rûyên wî li vê jiyanê hene, du zimanê wî yê ji agir wê li roja qiyametê hebin.”

Ev bendê di rêya şêxitiya Neqşîbendî de bi baweriya min. Bi şêweyekî eşkere, digerin ser baweriya Kurdî, yazdanîsmê? (Zurvanismê, Mithraismê) û ya ku nuha çar beş jê derçune ne, Alawîtî ya nusayrî, Alavîtî, Yarsanism û Êzdîtî. Ji her çara zedêtir nêzîkbun ji Yazdanîzmê ra, dibe beşê Yarisanismê ye! Mamoste û professor Mihrdad Izadî jî, bingehê vê girêdane, dîtiye û vereşandiye. Îdeê wî li cîhanê jî hatine qebul kirin weku lêkolîner û ew Xudiyê vê dîtina bê hempa di jiyana kurda ya nuha da ye. (pirtuka Mihrdad Izadi The Kurds)

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s